图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 525,063
图片 106,323
书籍 19,779
相关文件 99,459
Video 1,446
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,033

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,746

هەورامی 
65,734

عربي 
28,807

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,281

فارسی 
8,456

English 
7,163

Türkçe 
3,570

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
KCK: Divê gelê me li dijî êrişan li ser piyan be
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

KCK: Divê gelê me li dijî êrişan li ser piyan be

KCK: Divê gelê me li dijî êrişan li ser piyan be
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser sê parçeyên Kurdistanê û qadên gerîla de daxuyaniyek da û li dijî wan êrîşan got, “Divê gelê me li her çar parçeyan û li derve li her cihê ku lê ye, rabe ser piyan.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di derbarê êrîşên hewayî yên di şeva 19'ê Mijdarê de destpê kir de daxuyaniyeke nivîskî da.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

EM ÊRÎŞÊN FAŞÎST ŞERMEZAR DIKIN
“Dewleta Tirk a qirker û dagirker 19’ê Mijdara 2022’an li hemberî Başûr, Rojava, Rojhilat û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî yê dijwar pêk anî. Di wan êrîşên ku li hemberî tevahî Kurdistan û gelê Kurd pêk hat de bi dehan cih û war hatin hedefgirtin û di encama wan de gelek mirov şehîd û birîndar bûne. Em van êrîşên faşîst û qirker ên qirkirina Kurdan armanc dike û li hemberî aştiya herêmê û xwîşk û biratiya gelan pêk hatî şermezar dikin, yên di wan êrîşan de şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin û ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin. Faşîzma AKP-MHP’ê bi van êrîşan wê ti carî nekaribe bigihîje armancên xwe, wê nekaribe sekna jiyana azad û demokratîk ya gelê Kurdistan û gelên herêmê bişkîne û wê li pêşberî berxwedan û têkoşîna gelên me têk biçe.
GELÊ ME WÊ YÊN LI REX GELÊ KURD CIH NEGIRITINE Û ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN AKP-MHP’Ê REWA DIKIN, QEBÛL NEKE
Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dijminê Kurdan e û yekane armanca wê qirkirina gelê Kurd e. Bi êrîşa ku di şeva 19’ê Mijdara 2022’an de dan destpêkirin, rastiya qirker û dijminatiya Kurdan a AKP-MHP’ê bi awayeke zelal derket holê. Di van êrîşan de hemû Kurdistan û gelê Kurd bûn hedef. Bi van êrîşan derket holê ku hebûna gelê Kurd û vîna jiyana bi hev re di bin êrîş û gefan de ye. Piştî vê qonaxê wê gelê me bi ti awayî domkirina ev helwesta ku heta niha tevî êrîşan li rex gelê Kurd cih negirtiye û êrîşên qirkirinê yên AKP-MHP’ê rewa dike, qebûl neke.
DIVÊ TU KURD LI HEMBERÎ VAN ÊRÎŞAN BÊBERSIV NEMÎNE
Desthilatdariya qirker a faşîst a AKP-MHP’ê ne tenê êrîşî parçeyekî, beşek ji Kurdan dike, li çar parçeyên Kurdistanê êrîş dike û hemû Kurdan dike hedef. Ji bikaranîna #çekên kîmyewî# bigire heta bi avêtina bombeyan ji hewayê ya bi balafiran, bi her cure rêbazên dijmirovî û wêranker, ji bo qirkirina Kurdan bê navber êrîş dike. Divê gelê Kurdistanê yê welatparêz jî li dijî van êrîşên bê navber û dijwar ên faşîzma AKP-MHP’ê di nava berxwedaneke bê navber de bin û li her derê dakevin qadan û bertekên xwe nîşan bidin. Divê tu Kurd li hemberî van êrîşan bêbersiv nemîne û li mala xwe nemîne. Divê bi tundî hemû hêzên hegemonîk ên ku bêdeng dimînin û destekê didin van êrîşan protesto bikin.
XWESTIN KU ZEMÎNEK JI ÊRÎŞÊN BERFIREH ÊN LI DIJÎ KURDAN Û DAGIRKERIYA ROJAVA RE WERE AMADEKIRIN
Weke ku me berê jî ji raya giştî re ragihandibû ku tê xwestin ku zemînek ji êrîşên berfireh ên li dijî Kurdan û dagirkeriya Rojava re were amadekirin. Ji ber vê jî diyar e ku êrîşa Taksîmê ji aliyê desthilatdariya faşîst, MÎT û Silêman Soylû ve hatiye kirin. Teqîna li Taksîma Stenbolê bi vê armancê hat kirin. Jixwe piştî vê teqînê şefên faşîst ên AKP-MHP’ê Rojava kirin hedef û diyar kirin ku ew ê êrîşî Rojava bikin. Vê êrîşê niyet û armanca desthilatdariya faşîst bi awayekî pir zelal eşkere kir.
ÊRÎŞA LI SER KURDAN NE DI BERJEWENDIYA TIRKIYEYÊ Û GELÊN TIRKIYEYÊ DE YE
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di nava planên tarî de ye û ji bo li ser desthilatdariyê bimîne serî li her cure rê û rêbazên qirêj dide. Divê her kes vê rastî û planên AKP-MHP’ê bibîne û fêm bike. AKP-MHP jî bi lêdana Kurdan, êrîşa li ser Rojava û dagirkirina Rojava re dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne û Tirkiyeyê bixe nava pêvajoyeke tarî û paşverû. Lewma divê bi qasî gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û hemû beşên pêşverû li dijî van plan û êrîşên qirker, qirêj û tarî yên AKP-MHP’ê derkevin û bertek nîşan bidin. Divê her kes bizane ku êrîşa li ser Kurdan bê guman ne di berjewendiya Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê de ye, xizmeta azadî û demokrasiyê nake. Berevajî vê, her êrîşeke li dijî Kurdan tê wateya êrîşa li dijî hemû gelên Tirkiyeyê, demokrasî û azadiyan. Ji bo vê jî divê her kes li hemberî van êrîşên li dijî Kurdan bi dengekî bilind bertekên xwe nîşan bide û bi gelê Kurd re bibe yek.
HÊZÊN KU ŞIRÎKÊ QIRKIRINA KURDAN IN
Dewleta Tirk a qirker a mêtinger van êrîşan bi erêkirin û piştgiriya hêzên hegemonîk pêk tîne. Di serî de DYE û Rûsya, hêzên hegemonîk bi erêkirin û destekdayîna van êrîşên ku qirkirina Kurdan armanc dikin, nîşan didin ku hevparê qirkirina Kurdan in. Divê ev yek ji aliyê her kesî ve were zanîn. Ger erêkirin û piştgirîdayîna hêzên hegemonîk nebe, dewleta Tirk wê nekaribe di nava koordînasyona êrîşên di vî astî de cih bigire. Gelê me bi vê rastiyê dizane û helbet li gorî wê helwest û nêzîkatiyê raber dike. Encax divê her kesên alîgirê azadî û demokrasiyê, xwedî helwest bin û li dijî van hêzên ku destekê didin polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kurdan û hevkarên qirkirina Kurdan in, derkevin û helwest nîşan bidin.
DIVÊ GELÊ ME LI HER DERÊ RABE SER PIYAN
Êrîşên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê jî li dijî aştiya herêmê û vîna gelan a jiyana bi hev re tê kirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi pêkanîna qirkirina Kurdan re dixwaze xwe bigihîne sînorên mîsaqî-mîllî û li herêmê hegemonyaya xwe ava bike. Destwerdana welatên herêmê dike û wana tevlê qirkirina Kurdan dike û bi vî rengî îradeya wan zewt dike. Divê welatên herêmê jî vê yekê zanibin ku heta ku bêdeng bin an jî bibin şirîkê êrîşên li dijî Kurdan, wê îradeya xwe winda bikin û bibin pêlîstokên ku xizmeta dewleta Tirk dikin. Ji ber vê yekê ne tenê Kurd, divê ew jî li dijî van êrîşên dewleta Tirk derkevin û nebin şirîkê wê.
Em careke din van êrîşên qirkirinê şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku li dijî êrîşên qirkirinê bertekên xwe nîşan bidin û têkoşînê mezin bikin. Divê gelê me li çar parçeyan û li derve li her cihê ku lê ye rabe ser piyan û bertekên xwe bi daketina qadan nîşan bide. Êrîşên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya ku armanca wan tinekirina gelê Kurdistanê ye, encax bi bertekên tund û têkoşîneke topyekûn dikare bê sekinandin.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览790
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://hawarnews.com/- 20-11-2022
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 20-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئاراس حسۆ 20-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on21-11-2022
此产品最近更新( سارا ک ):21-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览790
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.177 KB 20-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 525,063
图片 106,323
书籍 19,779
相关文件 99,459
Video 1,446
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,033

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,746

هەورامی 
65,734

عربي 
28,807

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,281

فارسی 
8,456

English 
7,163

Türkçe 
3,570

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!