Hewlêr (Rûdaw) - Berhevkarê kelûpelên folklorî Seyda Goyan niha wek mêvanê Muzexaneya Etnografyayê ya Viyanayê li Awûstûryayê ye.
Çîrokeke balkêş li pişt serdana berhevkarê kelûpelên folklorî Seyda Goyan heye. Antropologê Viyanayî Werner Fînke sala 1966an ji bo karê lêkolîna civakî çûye Bakurê #Kurdistan#ê û lêkolînên xwe bi giranî li Qilebanê, Elkê û Bêşebabê dike.
Werner Fînke zozan bi zozan digere, dengê dengbêj û çîrokbêjan tomar dike, wêneyên jiyana civakî û takekesî digire. Beriya ku vegere Vîyanayê, karê destan ê jin û mêran weke têr, parzûn, ferş, mehfûr, cêr, lûle, (misînên ji axê hatî çêkirin) dikire bi xwe re dibe welatê xwe û teslîmî muzexaneya dewletê dike.
Ew kelûpel li Welt Museum Vienna hatine komkirin. Antropolog Werner Fînke sala 2002an koça dawî dike û ew karûbarê wî tev li pey dimîne. Jihevcudakirin û kategorîzekirina wan nayê kirin.
Rêvebera Enstîtûya Antropolojîya Civakî, Maria Six-Hohenbalken, bi rengekî ji rengan xwe digihîne Seyda Goyan û weke pispor wî vedixwîne Viyanayê. Niha ew li Vîyenna ye û wan kelûpelan ji hev derdixe û ji wan re karê ku bi wan tê kirin tomar dike.
Berhevkarê Kelûpelên Folklorî Seyda Goyan beşdarî bultena Rûdawê bû û anî ziman, “Werner Fînke di sala 1966an de dest pê kiriye û heta sala 2000an her sal hatiye welatê me gund bi gund û bajar bi bajar geriyaye. Her sal tiştek bi xwe re biriye lê mixabin di sala 2002an de rehmet kiriye. Ew tiştên ku berhev kirine hinek li Muzexaneya Etnografya ya Viyanayê, hinek jî li cihekî din maye. Gelek caran çûye û her carê tiştek bi xwe re aniye, hinek maye li vê derê hinek maye li muzeyê. Tişta ku bala min dikşîne wek ku qedera me bigihîne hev, li bakurê welat yekem muzeya etnografiyê min ev 2 sal in pêk aniye û karê Werner Fînke antropolog e.”
Seyda Goyan li ser karê ku dike got, “Ez hatime kategorîzekirina wan bikim ku kî ne û ji kîjan deverê ne, ji bo çi tê bikaranîn. Ew tiştên Werner Fînke heman tişt min jî kirine.”[1]
Li Muzexaneya Etnografya ya Viyanayê li Awûstûryayê ji çar parçeyên Kurdistanê kelûpel hene.