图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,061
图片 104,933
书籍 19,356
相关文件 97,694
Video 1,402
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Serpêhatiya Meryem Xanê ya rasteqîn
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rojnamevan û nivîskar Hurşît Baran Mende

Rojnamevan û nivîskar Hurşît Baran Mende
Digotin #Meryem Xan# ji Dêrgûlê ye, 12 salan li #Zaxo#yê maye û bûye bûka Bedirxaniyan. Lê bi vê lêkolînê ev tev pûç bûn. Me dît ku Meryem Xan ne wekî ku hatiye nivîsandine. Em pirr kêfxweş bûn ku me jiyana wê ya rast derxist holê.

Rojnamevan û nivîskar #Hurşît Baran# Mende ku çîroka jiyana dengbêj Meryem Xanê kelî bi kelî lêkolaye û wekî pirtûk çap kiriye, got, Min xwe neçar dît ku vê pirtûkê binivîsim. Nasnekirina Meryem Xanê jî nîşaneya xwedî derneketina li nirxên me ye. Heger em xwedî lê derketana me dê bizanîba ku Meryem Xan ne ji Dêrgûlê ye.
Rojnamevan û nivîskar Hurşît Baran Mende, ketiye pey şopa jiyana Meryem Xanê ya ku di dengbêjiya Kurdî de xwedî cihekî girîng e. Meryem Xan ku heta niha bi şaşî dihat zanîn ji bajarokê Dêrgûlê ye, bi pirtûka Mende re derdikeve holê ku ji gundê Kêrxwerî yê ser bi navçeya Basayê ya Şirnexê ye. Hurşît Baran Mende, piştî lêkolîneke du salan di sala 2019’an de serpêhatiya rast a Meryem Xanê di pirtûka xwe ya bi navê “Huner û Stranên Jiyana Meryem Xan” de berhev kirine. Meryem Xan, li gorî salnameya Hicrî di 20.06.1330'î de li gundê Kêrxwerê yê ser bi navçeya Basayê ya Şirnexê ji dayîk bûye. Ev dîrok li gorî salnameya Mîladî sala 1912 e.
Mende, ji strana “Hêlî Delal” dest bi lêkolînê kiriye û bi jiyana Meryem Xanê daketiye. Dema ku li ser şopa malbata Eliyê Remo ye ya ku di stranê de navê wê tê hildan, dîtiye ku malbat li gundê Çêlga Eliyê Remo yê Kerboranê dijî. Mende ku bi vî rengî dest bi serpêhatiyan dike. Di sala 2017'an de li gund bi keça Meryem Xanê ya 90 salî Hecî Ferxê û her kesên ku wê nas dikin re hevdîtin kiriye. Rojnamevan û nivîskar Mende ku serpêhatiya Meryem Xanê ya ku dihat îdîakirin li bajaroka Dêrgûl a Şirnexê ji dayik bûye û mezin bûye, nivîsandiye. Mende diyar kiriye ku Meryem Xan ne ji Dêrgûlê ye û bi lêkolînekê têkoşîna Meryem Xanê derxistiye holê.
Di pirtûkê de tê gotin ku zarokên wê yên ne ji wê Fatma, Nûcuda û Tûrhan wefat kirine, û Hecî Fexrê jî 90 salî ye. Meryem Xan piştî ku terka hevjînê xwe Halîl Aslan dike û diçe, 3 sal şûnde bi Eya Seyîd re dizewice. Ji aliyê din ve di pirtûkê de tê gotin ku keç û 2 kurên Heciyê Hemo hene û Meryem Xan zaroka herî mezin e û birayê wê yê bi navê Huseyîn bi guleya leşkeran hatiye qetilkirin.
Ji Meryem Xanê re digotin ‘Meryemok’
Rojnamevan û nivîskar Hurşît Baran Mende, diyar kir ku wî bi refleksa rojnamevaniyê dest bi lêkolîna jiyana Meryem Xanê kiriye: Ev nêzî 25 salan e ku ez rojnamevaniyê dikim. Dema ku min li aliyê Kerborana Mêrdînê rojnamevanî dikir, min dîroka wir jî nivîsand. Dema ku min li dîroka wê derê lêdikola, ez rastî şopa dengbêja herî navdar Meryem Xanê hatim. Li wir ji Merxem Xanê re digotin, 'Meryemok', nedigotin Meryem Xan. Kesên wê heremê ku emrê wan 70-80 salî, ji bo Meryem Xanê digotin, 'Ew her tim di nava me de bû. Di dawetan de, şahiyan de her tim bi me re bû, miroveke pir kêfxweş bû.' Wê demê ew daxwaza min a lêkolana jiyana wê zêdetir bû û ez gihiştim encamekê. Me dest bi lêkolînan kir û dit ku jiyana Meryem Xanê di nav çiyayên Botan û Torê de derbas bûye.
Meryem Xan ne ji Dêrgûle lê ji Basayê ye!
Hurşît Baran ku bi pirtûka xwe dixwaze rastiya serpêhatiya Meryem Xanê eşkere bike wiha dewam dike, “Wexta ku me dît hatiye li Kerboranê bi cih bûye, me lêkolînên xwe hin zêdetir kirin. Çimkî di malperên medyaya civakî de, dihat nivîsandin ku Meryem Xan ji bajarokê Dêrgûl a Şirnexê ye. Piştî ku me lêkolîn kir, me dît ku jiyana wê di navbera çiyayê Botanê û navbera Sêrt û Basayê de derbas dibe. Basa bi xwe jî navçeyeke girêdayî Şirnexê ye. Me dît ku Meryem Xan li gundê Kêrxwer ê Basayê hatiye dinê. Qîza Heciyê Hemo û Eyê ye. Digotin Meryem Xan ji Dêrgûlê ye, 12 salan li Zaxoyê maye û bûye bûka Bedirxaniyan. Lê bi vê lêkolînê ev tev pûç bûn. Me dît ku Meryem Xan ne wekî ku hatiye nivîsandine. Em pirr kêfxweş bûn ku me jiyana wê ya rast derxist holê.
‘Ez bimirim jî dev ji dengbêjiyê bernadim’
Mende, bi lêv kir ku Meryem Xan tevî zext û zordariyê jî dev ji dengbêjiyê bernedaye: Meryem Xan li gundekî ku wekî hêlîna teyran bû, dijî. Di zarokatiya xwe dest bi dengbêjiyê dike. Dengbêjî bûye jiyana wê. Piştî ku bavê wê Heciyê Hemo û dayika wê Eyê wefat dikin, ew tên derbasî Kerboranê, gundê Toriyan dibin. Li wir eşîra Erebiyan heye û ji wê re dibêjin, mala Eliyê Remo. Çend salan li mala wan dimînin. Mala Eliyê Remo pirr qîmet dide Meryem Xanê. Ji ber dengê wê û sekna wê pirr bedew e. Meryem Xan di dîwanên mala Eliyê Remo de distirê. Kêyfa gel pirr ji wê re tê. Piştî demekê, mala Eliyê Remo, Meryem Xanê bi ciwanê bi navê Xelîl Aslan re ku ji gundê Zivingê ye dizewicînin. Di wê navberê de jî dengbêjiya xwe jî didomîne. Lê hevjînê wê dibêje, 'ez qebûl nakim ku tu dengbêjiyê bikî.' Jê re dibêje, 'heger tu dengbêjiyê bikî, ez ê te berdim.' Wê pirr aciz dike û heta ku carinan rastî tundiyê jî tê. Lê Meryem Xan jê re dibêje, 'Dengbêjî jiyana min e ez bimirim jî ez dev jê bernadim, tu bixwazî min berde.' Nîqaşên bi vî rengî di navbera wan de didomin. Meryem Xan carekê biryara xwe dide û xwe berdide Çemê Dîcleyê û derbasî Mûsilê dibe. Çend salan li wir dimîne û piştre bi yekî Ereb re dizewice. Pitştre hevjînê wê yê pîlot, di qezayeke hewayî de dimire. Nêzî 10 salan li Mûsilê dimîne. Piştre dibihîze ku şandeyek hatiye dengê hunermendan qeyd dike. Ew jî biryara xwe dide û berê xwe dide Bexdayê û li wir jî dengbêjiyê dike û piştre jî dengê wê bi nav û deng dibe.
Bêqedirbûna dengbêjên Kurdî
Mende anî ziman ku wî nivîsandina jiyana Meryem Xanê wekê berpirsyariyekê dîtiye: Min xwe neçar dît ku vê pirtûkê binivîsim. Ez lê dinêrim dengbêjên me bêqedir û bê qîmet in. Min jiyana çend dengbêjan xwendiye, gelek zehmetî dîtine. Yên wekî Elmas Xanê, yên wekî Eyşe Şan û Şakiro bi feqîrî û jariyê jiyana xwe ji dest dane. Ev li zora min çû. Ez dixwazim ku gel xwedî li van dengbêjan derkeve. Nimûne Meryem Xan ku cara yekem dengê wê ket plakan. Ez dixwazim, gel xwedî li nirxên xwe derkeve. Di wê navberê de me dît ku Meryem Xan nirxa me ya herî girîng e. Di wexta wê de kesekî nedikarî dengbêjiyê bike. Meryem Xan ev zehmetî hemû derbas kirine û dengbêjî kiriye. Mal daniye aliyekî, bav daniye aliyekî, bira daniye aliyekî. Her tişta xwe daniye aliyekî û dengbêjî kiriye. Ev tiştekî gelekî giring e. Dengbêjî di heman demê de hebûn û nebûna zimanê Kurdî ye. Divê em bi qedir û qîmetê wan bizanin.
Hurşît Baran Mende kî ye?
Di sala 1976'an de li Cizîrê ji dayik bûye, dibistana seretayî, navîn û amadeyî li navçeya Hezexê qedandiye. Di sala 1992'yan de di rojnameyên Çagda Urla û Yarimada yên ku neçar ma wan biterikînin û li navçeya Urla ya Izmîrê dest bi qunciknivîsiyê kir. Pirtûka wî ya yekem a helbestan sala 1996'an hatiye çapkirin, beşek ji pirtûkê helbest e. Di sala 2000'î de li Hezexê rojnameyeke herêmî ya bi navê Guney Expressê derxist. Her wiha di saziyên cuda de serokatî kir. Di gelek ajansên nûçeyan û rojnameyan de xebitî. Sala 2010’an bû Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Şirnexê. Sala 2011’an li navçeya Kerboranê rojnameya Dargeçît Haber derxist. Niha di navbera Tor (Turabdin) û Botanê de xebatên berfireh dimeşîne[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览797
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://kurmanci.ozgurpolitika.com/- 28-11-2022
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 21-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 传记
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 28-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on30-11-2022
此产品最近更新( سارا ک ):30-11-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览797
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1100 KB 28-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,061
图片 104,933
书籍 19,356
相关文件 97,694
Video 1,402
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!