图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章
  529,863
图片
  107,285
书籍
  19,942
相关文件
  100,744
Video
  1,470
语言
کوردیی ناوەڕاست 
302,621
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,875
هەورامی 
65,828
عربي 
29,191
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,920
فارسی 
8,920
English 
7,366
Türkçe 
3,590
Deutsch 
1,477
Pусский 
1,134
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
49
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
小组
中国的
传记 
4
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
323
PDF 
30,367
MP4 
2,389
IMG 
196,114
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mezlûm Ebdî: Êdî kefa mêzînê li aliyê me ye
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Mezlûm Ebdî: Êdî kefa mêzînê li aliyê me ye
文章

Mezlûm Ebdî: Êdî kefa mêzînê li aliyê me ye
文章

Mezlûm Ebdî: Êdî kefa mêzînê li aliyê me ye.
rojnameya welat، 06.12.2022.
Fermandarê Giştî yê HSD´ê Mezlûm Ebdî, dibêje wan rexneyên lazim li xwe girtine, nuqteyên xwe yên lawaz xurt kirine û bi amadekariyên mezin, artêşa tirk xurt be jî êdî avantaj li aliyê wan e.
Dewleta tirk ji 19´ê mijdarê ve li dijî rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêleke nû ya êrîşan da destpêkirin. Di van êrîşan de rojane carinan bi sedan êrîş li dijî deverên şên, binezasiya xizmetguzariyê, heps û kampên DAIŞ´î lê girtî û baregehên hêzên cihê yên Rêveberiya Xweser hatin kirin. Ev êrîş hîna jî dewam dikin. Pê re jî gefa dewleta tirk a êrîşeke dagirkeriyê li dijî seranserê erdên Rêveberiya Xweser a dewleta tirk heye.
Li ser asta êrîşan, amadekariyên beramberî êrîşeke muhtemel a bejahî yên li dijî Rojava ji Yenî Ozgur Polîtîkayê Erkan Gulbahçe bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re axivî.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi bîr xist ku artêşa tirk hêza duyemîn a NATO´yê ye û ev tişt anî ziman: (Helbet her kes bi vê dizane; dema mesele gelê kurd e, ew tevahiya karîn, teknîk û hêza xwe, heta bi çekên qedexekirî bi awakî wehşî bi kar tîne. Jixwe, ji bo tunekirina hebûna kurdî, ew tu cudahiyê naxin navbera sivîl û leşkeran. Terorkirina civaka kurdî, bûye konsepteke di alfabeya siyaseta dewleta tirk de. Lê belê, dagirkirina bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî (Til Ebyedê ) ne tenê bi hêza dewleta tirk pêk hatin. Li wir hevkariyeke cîhanî jî hebû. Rûsya û Amerîkayê destûr da û di encama lihevkirinên di asta serok-dewletên van welatan de, Tirkiyeyê cesareta zêdegaviyeke wiha kir. Ango di dagirkirina van bajaran de, ev welat jî berpirsyar in. Van salên bihurî, nirxandin û rexnedayîneke baş hat kirin. Di vê navberê de em gihiştin gelek encaman û me nuqteyên lawaziya xwe nirxandin. Di roja îroyîn de, em bawer dikin her çiqasî artêşa tirk xurt be jî, me amadekariyên mezin kirin û aliyên xwe yên xurt derxistin pêş. Êdî wê kefa mêzînê li aliyê me be.)
$Tirkiye hewl dide xaka Sûriyeyê dagir bike$
Mezlûm Ebdî di berdewamiy axaftina xwe de ev tişt anî ziman: (Sûriye veguheriye qada şerekî navneteweyî. Li vir welatên navneteweyî û herêmî ji bo berjewendiyên xwe biparêzin, di şer de ne. Dagirkirina bajarên me jî di encama lihevhatina berjewendiyên van welatan li ser hesabê gelê kurd, pêk hat. Lewra dagirkerî nekete ber lêpirsînê. Jixwe, heger heta niha ew bajar nehatine rizgarkirin jî, sedema wê jî ev lehevhatina aliyên navneteweyî herêmî ye. Ango sedemên hiştin ku ev bajar dagir bibin, hîna ji holê ranebûne. Lê belê, her diçe ew hevsengî xira dibin. Dagirkirina xaka Sûriyeyê bi destê Tirkiyeyê, bicihkirina komên îslama tundraw di wan bajaran de û polîtîkaya faşîst a guherîna demografîk, êdî tu alî qebûl nake. Ev yek jî dihêle zemînê rizgarkirina van herêman ava bibe.)
Ebdî diyar kir ku hêza wan hêzeke ku welatên cîran tehdîd bike nîne û wiha pê de çû: (Berovajî vê, me sînorê van welatan ji DAIŞ rizgar kirin û xetereke mezin li ser van welatan û cîhanê bi tevahî ji holê rakir. Lê çavên dewleta tirk bi vê rastiyê bar nebûn. Erdogan di civîneke Neteweyên Yekbûyî (NY) de, li pêşiya cîhanê plana dagirkirina herêmên me aşkera kir û ji wir êrîş birin ser Serêkaniyê û Til Ebyedê. Jixwe, me dizanibû ku ew plan wê bidome. Lewra di van 3 salên bihurî de, ji bo parastina ax û civaka xwe, me amadekariyên xweparastinê xurt kirin. Her wiha gelê xwe bi pêkhateyan hemûyan li gorî vê yekê bi rêxistin û amade kir. Ango me hêza xwe ya cewherî derxist holê û bi hêz kir. Li aliyê din, rewşa siyasî jî êdî ne weke berê ye. Di van salên bihurî de gelek guherîn pêk hatin. Êdî ne tenê em; gelê Sûriyê û welatên destekê didin me jî dagirkeriyê qebûl nakin. Ev 3 sal in, bênavber tirkiye dixwaze êrîşeke nû bîne ser herêmê. Erdogan gelek caran operesyona dagirkirina Kobanê, Minbic û Til Rifetê îlan kir, lê nedikaribûn gavekê jî biavêje.)
Ebdî da zanîn ku baweriya wan bi hêza wan ya cewherî heye û wiha got: (Baweiya me bi hêza me û gelê me heye. Teqeze, me ji salên bihûrî dersên pêwîst derxistin û li gorî wê parastina xwe xurt kir. Ev ne tenê di warê leşkerî de pêk hat, hevgirtina civakî û yekitiya pêkhateyên herêmê roleke xwe ya mezin hebû. Di van 12 rojên bihurî de, ev rastî derket holê. Dîsa, êdî ne hêsan e, Tirkiye nikare hema biryarê bide, ber bi herêmên me ve zêdegaviyê bike. Hefteya bihurî me dît ku aktorên sereke li Sûriyeyê (Amerîka û Rûsya) jî vê gavê qebûl nakin. Di kombûna NY´ê ya taybet ji bo Sûriyê de jî welatên endam hemûyan nerazîbûna xwe ji dagirkeriya tirk aşkera kir. Derket holê ku Erdogan û dewleta tirk bi tenê hatine hiştin û tevî hewldan û bazarên xwe hemûyan jî nikaribûn erêkirina welatekî jî wergirin.)
$Erdogan ji bo êrîşan li pey hinceta bû$
Mezlûm Ebdî bal kişand ser êrîşên Tirkiye û wiha axivî: (Piştî hewldanên 3 salan, Erdogan îcar armanc kir ku me bi teqîna Stenbolê sûcdar bike û bi vê hincetê dagirkeriyê rewa bike. Li aliyê din xwest ku sûdê ji rola Tirkiye di şerê Rûsya-Ukraynayê de bigire û cîhanê ibtîzaz bike. Jixwe, bikaranîna karta astengkirina endametiya NATO´yê ya Swêd û Finlandayê jî li holê ye. Tevî hemû bazarên Tirkiyeyê, dîsa helwestên van welatan li dijî operesyoneke bejahî bûn. Helwestên dijber û xurt li ser asta saziyên van welatan hebûn. Lê em hîna jî têrker nabînin. Nexasim, Erdogan ji bo bibe desthilat, wê hewldanên xwe bidomîne, heta mumkin e macereyeke dînane jî bike. Lewra me ji wan welatan doza helwestên xurt û domdar kir. Heta ku Erdogan bigihîje qenaeta ku ziyanên êrîşeke wiha wê ji sûdên wê zêdetir bin.)
Ebdî da zanîn ku rayedar û berpirsên Rêveberiya Xweser, Asayîş û HSD bênavber bi gelê herêmê re objektîf û zelal bûn û ev tişt anî ziman: ( Ji kêliya yekê ya êrîşên hewayî heta vê deqeyê, agahdarî hene. Bersiva gelê me û helwêsta wî jî cihê serbilindiyê bû. Li kîjan welatî hatiye dîtin bajar bên bombebarandin û gelê wî pişta hêzên xwe terk neke! Ev bersiva civakî, hewldana dijmin pûç kir. Her wiha xwedîderketin û baldariyeke cîhanî ji doza vî gelî re jî hat dîtin. Ragihandina Kurdî, Erebî û cîhanî kêlî bi kêlî rewş dişopand û dinirxand. Lê teqeze, ev ne têrker e, divê em van hewldanên xwe motîvekirina gelê xwe û raya gîştî ya cîhanê ranewestînin, heta bigihîjin encama sekinandina van êrîşan.)
Fermandarê giştî yê HSD’ê got ku dewleta tirk û hikûmeta AKP-MHP ya faşîst gihiştine nefesa xwe ya dawî û wiha berdewam kir: (Dizanin ku siyaseta wan ji aliyê gelê Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin. Dîtin ku li Zapê bi ser neketin, lewra ji bo desthilatê bi dest bixin, ew ê bi her tiştî rabin. Lewra em li benda êrîşeke wiha giran bûn. HSD di ber cîhanê de şerê li dijî DAIŞ´ê kir û serketinên mezin bi dest xistin. Dewleta tirk xwest bi êrîşên ku birin ser Holê û Yekîneyên YAT´ê ya ku Koalîsyo wê perwerde dike, vê xebata hevbeş asteng bike. Lê bi vê gavê, ne tenê me, lê cîhanê hemûyî dike bin xetera vegera DAIŞ´ê. 2 armancên van êrîşan hebûn; gelê me bitirsînin û herêmê vala bikin. Her wiha bi operesyona asîmanî re hêzên me şok bikin û piştre operesyona bejahî dest pê bikin.)
Ebdî di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: (Rastiyeke di van rojên dawiyê de derket pêş, gelê me helwêsteke berxwedêr derxist û li hêzên xwe xwedî derket. Ji xwe amadekariyên ku ev 3 sal in hêzên me dikin, pozîsyona wan xurt kir. Dewleta tirk 50 balafirên şer bikar anîn, lê nekaribû li Kobanê û Minbicê şervanekî me şehîd an jî birîdar bike. Li deverên din jî berê xwe dan sivîlan. Balafirên F16 ji tirkiye rabûn û sivîlên me kirin hedef. Hat fêmkirin ku hêzên me ji şerekî wiha re amade ne. Dikarin xwe di bin derbên balafiran de jî biparêzin. Ev jî baweriyê dide, heger şerek rû bide, encamên xwe wê cûda bin û tirkiye wê nikaribe serketinekê bi dest bixe. Rast e, heger israr bike, dewleta tirk wê şer bide destpêkirin, lê bidawîkirina wî şerî wê di destê hêzên me de be.) [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览414
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | rojnameyawelat3.com, 06.12.2022
挂钩项目: 1
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
书: 政治
城市: Kubanê
文件类型: 原文
普罗旺斯: 土耳其
普罗旺斯: 叙利亚
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 98%
98%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 06-12-2022
本文已被审查并发布( ڕۆژگار کەرکووکی )on06-12-2022
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):06-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览414
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章
  529,863
图片
  107,285
书籍
  19,942
相关文件
  100,744
Video
  1,470
语言
کوردیی ناوەڕاست 
302,621
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,875
هەورامی 
65,828
عربي 
29,191
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,920
فارسی 
8,920
English 
7,366
Türkçe 
3,590
Deutsch 
1,477
Pусский 
1,134
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
49
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
小组
中国的
传记 
4
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
323
PDF 
30,367
MP4 
2,389
IMG 
196,114
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 诗人 传记 - 人键 - 作家 传记 - 人键 - 小说作家 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 人键 - 政治犯

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!