图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,897
图片 106,294
书籍 19,330
相关文件 97,315
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Du dirûvên perwerdehiyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan
#Renas Jiyan#
Du dirûvên perwerdehiyê
Zarok derba ewil li malê dixwin. Gava mal çol be zarok dibin kelem û strî. Di #malbatên kurdan# de bi navê “perwerdeya malê” têgehek tune ye. Dê û bav zarokên xwe perwerde nakin.
$1. Xwe bi Xwe Perwerde$
Ji ber ku #perwerdehî# ev çend girîng e divê em berê ji perwerdehiyê dest pê bikin. Dewleta heyî perwerdehiyê nade me, (jixwe dewlet û perwerdehî du têgehên wiha ne ku qet li hev nakin), lê em dikarin xwe perwerde bikin. Di dîroka mirovahiyê de gelek fîlozof û ramangeran xwe bi xwe perwerde kiriye, wek Sokrates, Rabelais, Îbnî Haldûn... Ji bo perwerdehiyê sazîhebin baş e lê tune bin jî ne asteng e. Perwerdehiya xwe bi xwe, pergaleke baş û azad û sûdewar e. Ramangerên mîna Rousseau û Emerson jî pir xatir daye perwerdehiya bi vê şêwazê, a xwe bi xwe.
Vê gavê di nav civaka kurdan de hin kes hene ku xwe ji paradîgma dewletê rizgar kirine, kesayeteke baş û azad çêkirine. Vêya bi çi awayî û çawa çêbû? Bi perwerdehiya xwe bi xwe. Van kesana xwe perwerde kiriye, xwe ji însafa perwerdeya dewletê re nehiştiye. Yekî ku di pergala perwerda dewletê re derbas dibe, dibe “çêçikê zerîetê”, lê ê ku xwe bi xwe perwerde dike dibe “çêçikê kurmancî”, dibe teyrikekî xwezayî.
*
Xweperwerdekirin, wek Sartre di romana xwe ya “Diltengî” di karakterekî xwe de jî destnîşan kiriye, bi xwendinê çêdibe. Di xweperwerdekirinê de rêgeza herî girîng pirtûk û xwendin e. Bi kêmanî gerek mirov her meh 3-4 pirtûkan bixwîne. Ev pir hêsan e lê bandoreke wê yê ya zehf mezin heye; ji ber ku bi vê şêwazê ti îdeolojî û paradîgma nikare vîna mirov dagir bike. Lê di vir de divê xwendina mirov ne xwendineke “tek faz” be, divê “pir faz” be; ango gerek mirov her tim bi tenê cureyekî nexwîne, gerek pir cureyan bixwîne: Bi tenê xwendina pirtûkên wêjeyê, dibe xwendineke “tek faz”, lê li gel xwendina pirtûkên wêjeyê, xwendina pirtûkên dîrok, raman, felsefe, psîkolojî û hwd dibe xwendineke “pir faz”. Xwe bi xwe perwerdekirin bi xwendina “pir faz” ava dibe. Xwendina “tek faz” xwendineke îdeolojîk û dogmatîk e.
*
Di perwerdekirinê de li gel zanînê, etîk û azadî jî pir girîng in. Zanîn têkildarî hiş û pêşketinê, etîk têkildarî civakê, û azadî jî têkildarî kesayetê ye. Heger zanîn tune be mirov nezan, etîk tune be civak xerabe, û azadî tune be ruh dibe kole.
Vê gavê dibistanên dewletê bûne wek girtîgehan; perwerdekar bûne gardiyan, û xwendekar jî bûne mehkûm. Di perwerdehiyê de rola perwerdekar girîng e, perwerdekar divê “alîkar” be, ne serok û desthilatdar û fermandar... Wek pedagog Jules Pavot jî destnîşan kiriye, perwerdehî divê di xwendekaran de xwestin û vînê pêş bixe, divê “xwekarîn”ê ava bike; lê belê dev ji vîn û xwekarînê berdin, giyanê mirov di dibistanên dewletê de tê kuştin. Zanîna hişk wateya wê tune ye.
$2. Perwerdeya li Malê$
Zarok derba ewil li malê dixwin. Gava mal çol be zarok dibin kelem û strî. Di malbatên kurdan de bi navê “perwerdeya malê” têgehek tune ye. Dê û bav zarokên xwe perwerde nakin. Li kêm malbatên kurdan zarok di warê sincî, neteweyî û zanyarî de tên perwerdekirin. Ji bo sinca wan pêş bikeve dê û bav ji zarokên xwe re qala keda helal, qedrê hevaltî û biratiyê, pîsbûna derewan, girîngiya dilpakî û rastiyê nakin. Zarok li malê ji bilî sinca feodal tiştekî nabînin.
Dê û bav piştî perwerdeya sincî divê îcar perwerdeya çandî û neteweyî bidin zarokên xwe: Ew kurd e, zimanê wî/ê kurdî ye, welatê wî/ê Kurdistan e… Divê zarok biçûkanî li dengbêjan guhdarî bike û wêjekarên xwe bixwîne, nas bike. Ev perwerdehî li malê dikare bi rehetî bê kirin.
Di mijara ziman de hinek dê û bav pir “bêesl” tevdigerin. Dê û bavên baş hene lê belê kêmaniya vana jî ew e ku gava zarok peyvên wateya wê bi kurmancî nizanibe bi tirkî dibêje, zarokê hişyar nakin. Pir normal e ku zarokek ji ber mercên bindestiyê hin peyvên bi tirkî di nav zimanê xwe de bi kar bîne, lê dê û bav gerek derhal dest werdin û kurmanciya wê peyvê ji zarokê re bêjin. Bi vî awayî wê zimanê zarokan ji gelemşeyan safî bibe; her wiha bi safîbûna ziman re wê kesayeta zarokan jî pak û zelal bibe.
*
Dê û bav di mijara dîrok û erdnîgariyê de jî divê zarokên xwe perwerde bikin. Ev, peywira wan a dê û bavtiyê ye, ev mecbûriyeteke e, tiştekî ferz e. Divê ji zarokên xwe re bi çend kelîmeyan be jî bêjin ku pêşiyên wan Med in, mîtosa wan Kawa ye, cejna wan Newroz e, dînê wan ê ewil Zerdeştî û pêxemberê wan ê ewil Zerdeşt e, dûre misilman bûne, bi navê Eyûbiyan împeratoriyek ava kirine, serokê wê Selahedînê Eyûbî bûye… Di mijara coxrafyayê de divê ji zarokan re qala welatê kurdan ê ewil Arya û Medyayê bikin, qala herêmên Kurdistanê (Botan, Serhed, Xerzan, Amed…), çiyayên Kurdistanê (Zagros, Cûdî, Gabar, Sîpan, Agirî…), golên Kurdistanê (Ûrmiye, Wan, Hazar…) bikin.
Ev ne ew zanînên pir zor in ku malbat nikaribin bi çend hevokan ji zarokên xwe re qal bikin. Di vir de a zor ew e ku dê û bav xwe bigihînin wê hişîn û hişmendiyê. Gava zarok van zanînan ji dê û bavê xwe bibihîze wê pir bandorê lê bike. Vêya wê bi gelekî ji fêrbûna derve, ji bihîstina ciyekî ya jî kesekî, xurttir û watedartir be. Perwerdehiya malê, a herî ewle ye, bingeh e, jiyan û armanc û pêşeroja zarokan diyar dike. Dê û bav ji dêvla siyasetê bikin heke hindikekî bibin mamosteyên zarokên xwe wê rengê civaka kurdan biguhere. (Jixwe gelek dê û bav wek pîşe mamoste ne.)
*
Lê mixabin malên kurdan ne mekteb in, çewlik in, leşkergeh in, asîmîlexane ne. Vê gavê gelek malên kurd bûne “dewletok”. Li malê ew ji dêvla dewletê zimanê dewletê fêrî zarokan dikin, ew ji dêvla dewletê îdeolojiya dewletê didin zarokan, ew tirsa dewletê di hiş û giyanê zarokan de diçînin, ew zarokan di warê sincê de wek dewlet dixwaze çavsor, hevalfiroş, bê esl û kesayet, egoîst, xedar û çavbirçî perwerde dikin. Zarok tiştên baş ên wek qencî, welatparêzî, hevaltî û dilpakiyê li kuçe û kolanan bi destpelînkê û korfeleqî ji xwe re li erdê dibînin. Li malê, zarokên kurdan wek leşkerên dewletê tên mezinkirin. #Malbatên kurd# ne malbat in, tabûr in, garnîzon in. Li gelek malan ango “dewletok”an, kurdbûn û kurdî û resenî û sinc û rastî bi destê mezinan tên kuştin, û rêgezên dewletê yên hişk û înkarker û derewîn û hiyerarşîk û milîter tên avakirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览815
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://www.gazeteduvar.com- 10-12-2022
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 10-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 教育
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):10-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览815
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,897
图片 106,294
书籍 19,330
相关文件 97,315
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!