图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mele Selîm û Şêx Şehabedîn
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mele Selîm û Şêx Şehabedîn

Mele Selîm û Şêx Şehabedîn
Di konsolosxaneya Rûsan a #Bedlîs#ê de hêdî hêdî amedekariya çileyê dihat kirin. Taybetî jî komkirina êzingan pêwîst bû. Demsal payîz, wext teng, hewa sar bû. Derd li ser derdan, mirov penaber jî bibe, hemû demsal wek payîza paşîn derbasdibe. Her wiha ji bo #Mele Selîm# û çend hevalên wî jî li konsolosxaneya Rûsan demsala çile, berî bi şeş-heft mehan hatibû. Dil teng, dest bêçare li benda encamên bûyer û geşedanên dawiyê bûn. Hema hema her roj, Mela Selîm, li ber pacê, destberguh, li bendê bû, li benda kesekî/ê, li benda agahiyek, li benda tişteke piçûk, çi dibe bila bibe, lê tiştekî… Mixabin her demên ber bi êvarê, ew tiştek nehatîbû û nedihat. Hema hema ew heft meh in, dilê Mela Selîm, ji xem, kul û birînan tije bibû. Şev û roj bi ponijandinê derbas dibû. Gelo #Şêx Şehabedîn# û hevalên wî çi bûn, li ku û çawa ne? Xortên berxwedêr û dayikên wêrek û jêhatî xwe xilas kirin, an na? Gelo, ji derve berxwedan li bajarên din jî belav bûye yan hatiye tepisandin? Gelo, hevjîn û zarokên wî, hespê wî yê boz, seyê wî yê nobedarê pêşiya mala wî…? Gelo, gelo, gelo…
Di serê sedsala 20’emîn de (1900) Împaratoriya Osmanî bi temamî belav bibû û piştî Evdilhemîd jî rêveberiya Tirkiyeyê ketibû destê Îtihat-Terakî. Îtihat-terakî jî wek desthilatên bêriya xwe ji bo desthilata xwe, zext û zorê li ser bajarên kurd û ermenan zêde dikir. Taybetî jî di komkirina bacan de zêde zêde bêedaletî dikir û ji kurdan bacên zêde dawxaz dikir. Gelê kurd jî cî bi cî nerazîbûna xwe rave dida lê bertekên lewaz fayde nedikir, ji ber ku yekitî tunebû, di her bajarî de her kes bi serê xwe bû. Di van pêvajoyan de pêwîst bû ku pêşengekî/ê berpirsiyariya dîrokê bigre ser milê xwe û bi cih bîne. Nebe, bindestî berdewam dike. Di salên 1910’an de ew pêşengtî bi awayekî xwezayî diket ser milê Mele Selîm û Şêx Şehabedîn. Ji ber ku her du jî zana, qelender, wêrek û xwedêyê kesayetên rêbertî bûn.
Di salên 1911-1912’an de piştî têkçûyîna şerê Balkanan ên Îtihat û Terakî, li Tirkiyeyê qeyrana siyasî gelek kûr dibe. Li her derê, muxalifên dikevin nav liv û tevger û xebatan. Her wiha di vê pêvajoyê de Mele Selîm jî siyaset û geşedanan baş dişopîne û vê yekê wek firsendekê dibîne û bi hevalên xwe re dikeve nav xebateke berfireh. Li bajarê Bedlîs û derdorê çiqas eşîr, mezin, rûsipî û pêşengên baweriyên cûda hebin, bi tevan re têkiliyê çêdike û wateya serxwebûn û xwebûnê vedibêje, datîne holê. Di aliyê din de jî Şêx Şehabedîn, wek fermandarê arteşekê amedekariya şer dike. Armanca şerê xwebûnê mal bi mal digerîne, leşker û lehengên şerê xwebûnê kom dike. Lê desthilata Tirkiyeyê jî di ferqa tevgera kurdan de ye û plansaziya pêşîgirtinê dike. Îtihat Terakî demildest bi walitiya Bedlîsê re diaxife û ji bo tevdîrê hişyarî dide. Di meha sibata 1914’an de waliyê Bedlîsê, ji bo girtina Mele Selîm ferman derdixe û di nav çend rojan de Mele Selîm li Xîzanê li ser xebata rêxistinê tê girtin. Dema Mele Selîm tê girtin û ber bi zîndanê dikevin rê, komek şervanên kurd êrîşî leşkeran dike û Mele Selîm xilas dikin, dibin bajarokê Xumaçê. Ev bûyer dibe nîşaneya şerê çekdarî ya kurd, êdî bi awayekî aşkera, serhildana kurdan û şerê xwebûnê destpê dike.
Mele Selîm di serî de, ewlehiya Xumaçê xurt dike û di çar alî de xendeqan dide vedan. Nêzî heftsed şervanan kom dike ( di serê wan de Şêx Şehabedîn), leşkerên tirk ên Xumaçê desteser dike û di demek kurt de li vir serxwebûnê îlan dike, alaya kurd dadiliqîne. Meh bûye adar, hêviya kurdan bi biharê re geş dibe. Armanca sereke, rizgarkirina Bedlîsê ye. Li her derê jî tevlêbûn zêde dibe. Hêzên kurd li gor plansaziyên xwe, navçe û bajarokên derdoran jî digre bin kontrola xwe û di nav hefteyekê de li Xîzanê baregehekê çêdike. Di vê navbêrê de Mele Selîm û Şêx Şehabedîn, bênavber, bi kurd û ermenên bajarên Bedlîs û bajarên din re dinivîsin û têkiliyê xurt dikin. Her tişt ji bo çûyîna Bedlîsê amade ye. Xof û tirsa waliyê Bedlîsê ku Mele Selîm ji dest revandibû, zêde ye. Dixwaze nêzîkî Bedlîsê pêşî li kurdan bigre, lê nikare û ji tirsa Mele Selîm Bedlîsê diterîkîne û direve. Di şûna wî de waliyekî taybet tê tayînkirin. Waliyê nû ( Mistefa Evdilxelîl) arteşeke mezin amade dike, dixwaze li ser Xumaçê êrîşeke mezin çêbike. Lê hêzên kurd, li her derê tevdîra xwe girtine û rê nade artêşa tirk. Di gelek cihan de artêşa walî şûnva dikşe. Hêzên kurd jî hêdî hêdî ber bi Bedlîsê ve diçin. Di nav çend rojan de xwe digîhînin Bedlîsê û êvarekê dikevin bajêr û şerê mezin li vir diqewime. Rûpelên salnameyan jî 20’ê adarê nîşan dide. Hêvî ji newrozê; bendewarî ji şervanan…
Şervanên kurd, di tariya şevê de firsendekê dibînin û hemû rê û xaçerêyên bajêr digrin bin kontola xwe. Fermandarê mezin Şêx Şehabedîn nîşeyekê dişîne ji walî re û dibêje:” hemû çek û silehên xwe, sazî û tezgehên xwe bihêlin û derkevin ji bajarên me. Destûra mirin û mayîna te berê di destê Xwedê de û paşê di destê me de ye, êdî tu dizanî.”
Hêza walî têra şer nake lê dîsa jî şereke mezin destpê dike. Şervanên kurd, weke govenda newrozê bi coş û kelecan şer dike, gelê Bedlîsê jî ji nîvî zêdetir tev li şer dibe û darbeyeke mezin li artêşa walî dixin. Lê walî vê carê jî bi topan şer dike. Li her kûçeyên ku kurd tê de ne, topbaran dike. Li hemberî topbaranê hêzên kurd gelek windahiyan didin, lê dîsa jî dev ji şerê xwe bernadin. Ji bajarên din jî hêzek mezin ên Îtihat û Terakî ji bo alîkariya walî tê Bedlîsê. Lê hovitiya wan careke din xwe dide der, li ser rêya xwe jin, zarok, kal û pîran tev di komkujiyekê re derbas dikin û tên. Dema, hinek komên kurd jî bêalî dimînin, hêza kurdan diqede. Jin, pîr û kal jî bi xîretî şer dikin lê mixabin li hemberî hovitiyê neçar dimînin. Şêx Şehabedîn û gelek şervan tên girtin, Mele Selîm û çend hevalên wî jî dikevin konsolosxaneya Rûsan a Bedlîsê. Bi sibeha newrozê re li her kolan û taxên bajêr cenazeyên kurd û ermenan dixuyê. Demsala biharê ye, roj, roja newrozê ye, lê ji bo kurdan newrozeke bixwîn e.
Şêx Şehabedîn û hevalên wî bi mehan tên darizandin, her roj li meydana Bedlîsê girtiyek tê daliqandin. Zindana Bedlîsê bi îşkence û kuştinan deng dide, ji bo firaran ferman derdikeve. Di meha gulanê de Şêx Şehabedîn jî li meydana bajêr tê îdamkirin. Beriya daliqandinê bi awayekî serbilind derdikeve ser sêdarê, bi awirên xwe yên tûj, serbilindiya xwe diteyîsîne her derê.
Mele Selîm hê nehatîbû girtin. Ji ber zagonên navneteweyî, artêşa tirk, nikarîbû biketiba konsolosxaneyê. Mele Selîm jî wek penaberekî siyasî yê îlticakirî hatibû nîşandan û wê gavê li ciheke ewlehiyê bû. Lê şerê cîhanê yê yekemîn kûr û berfireh bû, Tirkiye jî bû aliyek şer û êdî dikaribû biketa konsolosxaneya Rûsan. Her wiha di meha mijdarê ya 1914’an de leşkerên tirk êrîşî konsolosxaneyê kirin û mirovekî/e sax û zindî nehîştîn. Mele Selîm jî şer kir, li ber xwe da, lê hêza wî têr nekir û destvala ma. Wek gotinên helbestvanê nemir Evdirehman Alaca:
“ ser me de girtin
Berbangeke kûr
Em du bira bûn
Em dest vala.”
Erê, Mele Selîm li pêşiya konsolosxaneya Rûsan hat kuştin. Xwestin, bila çok dayne erdê, lê Mele Selîm wek kurdên mezin, bav û kalên xwe bi rûmet û qelender bû, çok nedanî erdê, leşkeran gule berdan çongên wî, paşê hemû fîşengên xwe yên neyarî û xwînmij li ser laşê Mele Selîm de barandin. Demsal payîza paşîn, dil teng, dil kul û birîn… Li ser Serhedê jî hêdî hêdî berf dibariya, qey zanîbû miriyên bêkefen in.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览468
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://xwebun1.org
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 23-01-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
书: 调查
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 13-12-2022
本文已被审查并发布( ڕاپەر عوسمان عوزێری )on13-12-2022
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):13-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览468
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!