图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,047
图片 104,924
书籍 19,350
相关文件 97,686
Video 1,402
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Sirûda kurdan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sirûda kurdan

Sirûda kurdan
$Sirûda kurdan$
#Renas Jiyan#
Çerxa Şoreşê” ji strana “Şervano” cudatir, bi her tiştê xwe, bi giyan, dirûv, gotin, meqam û hwd tam sirûdek e. “Çerxa Şoreşê” sirûdeke şoreşger e, welatparêz e, sosyalîst e, partîzan e, bîrdoz e.
Kurd dibe ku strana “Şervano” di pêşerojê de ji xwe re wek sirûda neteweyî bipejirînin, lê belê “Şervano” bi meqam, dirûv û giyanê xwe stranek e, ne sirûd e; ev yek ji bo strana “Şervano” tiştekî neyînî ye, bêşansiyek e.
Lê belê strana “Çerxa Şoreşê” ji strana “Şervano” cudatir, bi her tiştê xwe, bi giyan, dirûv, gotin, meqam û hwd tam sirûdek e. “Çerxa Şoreşê” sirûdeke şoreşger e, welatparêz e, sosyalîst e, partîzan e, bîrdoz e. Ev berhem ji salên 90î û vir ve hema bihesibîne di hemû meş û xwepêşandanan de bi dil û can ji hêla girseyan ve hatiye gotin. “Çerxa Şoreşê” her tim di nav civakê de bû, li kolanan bû, qîrîna girseyan bû. Ev stran/sirûd “qaxbû”yek bû li hemberî desthilatdariya dewletê, ev berhem “şûrkêşî”yek bû li hemberî çavsorî û zordestiya mêtingeran.
Play Video
“Çerxa Şoreşê” berhemeke şer e, berhemeke şerê şoreşgerî ye, berhemeke berxwedan û serhildanê ye, tê de motîf û hêmayên çînî û siyasî pir zêde ne, heke ji dêvla vana, motîfên neteweyî tê de pirtir bûna wê baştir bûya.
“Çerxa Şoreşê” ji strana “Şervano” guncawtir e ku bibe sirûda neteweyî ya kurdan. Jixwe ji niha de ev sirûd bi awayekî “de facto” ev peywir hilgirtiye ser xwe. Girse gava tên ser hev bi awayekî xwezayî vê sirûdê wek sirûda neteweyî dixwînin.
“Îro çerxa şoreşê fire digerîne,
Li qadên cîhanê deng dilerizîne,
Destdarê proleterya hûr dihêrîne,
Kedxwarî û nûkeran ji qadan hiltîne…
Ji nav dîwarên zindanan heya serê çiyan,
Hildan alên sor, berxwedan jiyan,
Rê ronahî, rê berfê de xwîna şehîdan,
Rêberê me ye partiya karkeran…”
(Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn)
Stranên “Çerxa şoreşê” û “Şervano” potansiyela sirûdan di wan de heye, ji bo bibin sirûda kurdan a neteweyî namzetên li pêş in. Ew jî wek sirûda fransî “La Marseillaise” qala şoreş, şer û azadiyê dikin, ew jî wek “La Marseillaise” ji kirûyên civakî fesilîne û ji nava civakê derketine. Ev her du stran –bi taybetî jî Çerxa Şoreşê– ji hêla gel û girseyan ve ji “#Ey Reqîb#” bêtir hatiye naskirin û hezkirin.
*
Vê gavê “Ey Reqîb” wek sirûda neteweyî ya kurdan tê qebûlkirin. Helbestkarê sirûdê Dildar e û di dema Komara Kurd a Mehabadê de ev sirûd wek sirûda dewletê hatiye pejirandin. “Ey Reqîb” helbesteke baş e û baş jî hatiye bestekirin, lê tê de çewtiyeke dîrokî heye:
“Em xortên Mîdya û Key Xusrew in”
Mîdya (Medya) kurd in lê Key Xusrew Sasanî ye û Sasanî jî ne kurd in, faris in. Qralekî medan ê bi navê Key Xusrew tune ye, ê farisan heye. Navên hemû qralên medan ev in: Deyokes, Fraortes, Keyaksares û Astiyages. Ji bilî vana qralên medan nîn in.
Di sirûda netewî ya kurdan de qala qralekî miletekî din dibe –ku ev milet serdest û dagirkerê kurdan e– û pê tê pesinandin, ev nabe.
Ji bilî vê çewtiya mezin “Ey Reqîb”, wate û giyanê wê jî kevn bûye, divê di dema nûjen de sirûdeke kurdan a nûjen hebe. Her wiha gotinên sirûdê jî bê hêma ne.
“Em xortên Mîdya û Key Xusrew in
Dîn îman u ayînman, her niştiman
Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin
Jîn dibe qet nakeve ala kurdan”
*
Sirûd dikarin bên guhertin û gelek jê hatine guhertin: Îngiltereyê 10-15 sal berê sirûdeke din ji xwe re çêkir (helbesta bi navê “Quds”ê ya William Blake). Vê gavê li ser sirûda îtalyan “Fratelli d'Italia” (Birayên Îtalyayê) gengeşî hene ku bê guhertin û yeka nû bê hilbijartin. Rûsya di 50 salên dawî de sirûda xwe ya neteweyî 2-3 caran guhert û yên nû çêkirin. Di 2022an de Siûdî Erebistan biryar da ku di sirûd û ala xwe de hin guherînan çêke...
Mînakên bi vî rengî pir in. Kurd jî dikarin “Ey Reqîb” biguherînin û sirûdeke nû ji xwe re çêkin. Lê heke neyê guhertin divê kurd dîsa jî hurmetê bidin sirûda “Ey Reqîb” û qîmetê wê zanibin, ji ber ku sirûda neteweyî ya kurdan e.
*
​Hilbijartina sirûdeke nû bi şêwr û meclisê pêkan e. Vê gavê li Başûr, li Rojava û li Ewropayê meclisên kurdan hene, ev meclis dikarin xebateke bi vî rengî bidin destpêkirin. Dikarin straneke heyî wek sirûdeke neteweyî destnîşan bikin, an jî dikarin ji helbestên heyî helbesteke baş hilbijêrin û bi muzîkjenekî baş vê helbestê bidin bestekirin û jê sirûdekê çêkin.
Sirûda tirkî “İstiklâl Marşı” bi pêşbaziyekê hat hilbijartin, ev tiştekî şaş e, sirûda kurdan a neteweyî divê bi pêşbaziyekê neyê hilbijartin, divê bi şêwr, xebat, kûrahî û zanistiyekê bê hilbijartin. Pêşbazî qîmetê sirûdan dixe, wan sivik dike.
*
Lê di mijara sirûdan de a girîng ne şêwaza çêkirina sirûdan e, a girîng feraset û pejirandina gel e. Baş an jî xerab, rast an jî çewt gava gel sirûdekê qebûl bike divê her kes ji wê sirûdê re rêz bigire, a girîng vîna gel e.
Lê di cîhan nû de ji bo gelan “yek-mendî” ne tiştekî baş e, “pir-mendî” baştir e; neteweyek çiqasî pirmend be, çiqasî pirparêz be jiyan û pêşketina wê neteweyê jî ewqasî xweş û geş û xurttir e: Ji ber vê, li gel sirûda neteweyî, sirûdên herêmî jî dikarin hebin; wek mînak, ger neyê guhertin, “Ey Reqîb” li Başûr, “Çerxa Şoreşê” li Bakur û beş û herêmên din jî helbest/straneke ku ew jê hez bikin dikarin bikin sirûda xwe ya herêmî. Her beş an jî herêma welat li gorî karakter, taybetmendî û ecibandinên xwe dikare sirûdeke wan a herêmî hebe. Bi vî awayî wê dilxweşî, demokrasî û kêfxweşî zêdetir be.
Lê belê di her hal û karî de sirûdeke giştî ya neteweyî jî hewce ye û gerek teqez hebe. A ku vê sirûdê çêke helbestkar û muzîkjen in û biryar a milet e, a meclisê ye. Piştî qedandina sirûdê divê ev sirûd wergere hemû zaravayan û li temama welat bê belavkirin.
Helbet gava sirûdeke nû bê hilbijartin wê temama gel jê ne razî be, ev tiştekî ne gengaz e, wê hinek jê neecibînin, lê a girîng piranî ye û avakirina tiştekî nû ye. Jixwe divê mirov bi awayekî teqez li sirûdan nenêre, dem diguhere sirûd jî diguherin. Sirûdeke teqez û bêdawî tune ye, ziman û hest û raman diguherin ji ber ku. Civakên dînamîk mayinde û xurt in, ên statîk dirizin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览969
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://www.gazeteduvar.com.tr/- 17-12-2022
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 13-11-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):18-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览969
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,047
图片 104,924
书籍 19,350
相关文件 97,686
Video 1,402
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!