$Nivîskar û wergêrê kurd Xalid Cemîl Mihemed$
Nivîskarekî Kurd e, 30.03.1968 li taxa Hilêliyê li bajarê #Qamişlo# jidayik bû.
Xêzandar e û bavê 6 zarokan e.
Di warên wergerandin û lêkolînên wêjeyî û zimanî de kar dike.
Xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û lîseyê li dibistanên Qamişlo biserî kir.
Xwendina bilind, li Beşê Zimanê Erebî, li Kolêja Wêjeyan, li Zanîngeha Helebê biserî kir û bawername di (Ziman û Wêjeya Erebî) de wergirt.
Berhemên wî bi #Zimanê Kurdî# û Zimanê Erebî hene.
Ji sala 1991ê ve weke mamosteyê Zimanê Erebî li dibistanên Qamişlo wane didan.
Ji ber helwestên wî yên siyasî li dijî rejîma Sûriyê û kar û çalakiyên wî yên di ber kultûr û Zimanê Kurdî de, sala 2004 dema (7 sal û mehekê) ji mamostetiyê hate dûrxistin û bi fermaneke ewlehî, hate veguhestin bo Komelgeha Perwerdeyê (المجمع التربوي) li Qamişlo, piştre hate veguhestin bo Şaredariya Qamişlo, piştre hate veguhestin bo Şaredariya Hesekê, piştre dîsa hate veguhestin bo Şaredariya Qamişlo. Sala 2011 jî, hate vegerandin ji bo mamostetiyê. Sala 2012 bi biryareke fermî ji rejîma Sûriyê bi tevayî ji kar hate dûrxistin.
Berfanbara 2012 berê xwe da Başûrê Kurdistanê û li Tora Medyayî ya Rûdawê kar kir.
Ji 18/12/2012an ve, heta niha (2021) weke edîtor û wergêr li Tora Medyayî ya Rûdawê, li Hewlêrê, kar dike.
Wergerê di navbera Zimanê Kurdî (Kurmancî - Soranî) û Erebî de dike.
Ji berhemên wî yên weşandî:
- Pirtûkeke fêrbûna Zimanê Kurdî, bi hevbeşî, bi navê (PITRÛKA MIN).
- Sê lêkolîn bi Zimanê Erebî, li Şamê hatin çapkirin:
1. المجازفة في الكلام (بحث في آراء بعض الكتاب العرب في اللغة الكردية) 2001.
2. الجَزَرِيّ شاعرُ الحُبِّ والجَمال 2006.
3. من قضايا المعجمية الكُردية 2008.
- Wergera romana (Qurbaniyên Gunehkariyê) ya romanivîs (Heysem Hisên), ji Zimanê Erebî.
Hejmarek ji destnivîsên lêkolînan bi Kurdî û Erebî, li ber destên wî hene, li benda derfeteke guncaw in ji bo ku bêne çapkirin, ji wan:
- Destnivîsa materyala fêrkirina Zimanê Kurdî ji bo qonaxên xwendinê yên seretayî, amadeyî û lîseyê.
- Lêkolînek derbarê çend mijarên helbestên Melayê Cizîrî. (Bi Kurdî ye).
- Lêkolînek derbarê (Ferhengsaziyê di Zimanê Kurdî de). (Bi Kurdî ye).
- Pirtûkeke korsên fêrkirina Zimanê Kurdî ji bo astên (1-2-3). (Bi Kurdî ye).
- Pirtûkeke Rêzimana Kurdî. (Bi Kurdî ye).
- Pirtûkeke rênivîsa Zimanê Erebî. (Bi Erebî ye).
- Pirtûkeke Peyvsaziya Zimanê Erebî. (Bi Erebî ye).
- Pirtûkeke Rêzimana Zimanê Erebî. (Bi Erebî ye).
- Lêkolînek derbarê (Helbesta Erebî ya Nûjen). (Bi Erebî ye).
- Bi dehan gotar û lêkolîn di kovar, rojname û malperên Kurdî û Erebî de, belav kirine.
- Bi dehan korsên fêrkirina Zimanê Kurdî û Zimanê Erebî dane û hêj (2022) tê de berdewam e.
- Bi dehan semînar bi Zimanê Kurdî û Zimanê Erebî, li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêşkêş kirine, û hêj (2022) berdewam e.[1]