图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,107
图片 106,571
书籍 19,301
相关文件 97,360
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Egîdê Cimo, Mîrê bilûr û meyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Egîdê Cimo

Egîdê Cimo
Mirov hene bi rihê xwe, mirov hene bi lingê xwe dikevin nava hunerê.
#Egîdê Cimo# ku wekî mîrê bilûr û meyê tê naskirin, di 31ê Çileyê de, li Yêrêwanê çû ber rehma Xwedê. Ew di sala 1932an de li gundê Erdeşîrê (Ermenîstanê) çêbûye. Malbata wî di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de, di sala 1918yan de ji Wanê koçê Ermenîstanê dike. Têkiliya Egîdê Cimo bi muzîkê re cara ewil wiha çêdibe : Rojekê di gundê wî de, cînarekî wî li zirneyê dixe, û ev jî li ser Egîdê Cimo tesîrê dike. Ew di 12 saliya xwe de, ji qamîşê ji xwe re fîqekê çêdike. Di belgefîlma Salih Kevirbirî de, Egîdê Cimo dibêje ku êvaran ew derdiket li ser banî, û li fîqa xwe dixist, li wir gundî û cinar lê guhdar dikir. Dû re, piştî ku zirneyekê ji xwe re distîne, di dawetên Kurdan de dest bi bilûrvaniyê dike.
Xêz: Serdar Mutlu
Di sala 1955an de, dema Radyoya Yêrîwanê dest bi weşanê dike, Egîdê Cimo jî tev li xebatên radyoyê dibe. Di hevpeyvînekê de ku Zerî Inanç bi wî re çêdike , Egîdo Cimo wiha dibêje :
« Sala 1955an bû, ez rojekê hatim malê, pryomnîka (radyoya bêtel) min hebû min jî ew pryomnîk tim dida ser Îraqê. Xeberdanên Îraqê yên kurdî gelek bi min xweş dihatin, kilamên wana ji min ra hewaskar bûn. Min rojekê pryomnîka xwe pê va kir, nişkê va, ji cem me kurmancî hate xeberdanê. »
Herwiha, çerr ku ew dengê kurdî di radyoyê de dibîhîse, dotira rojê diçe radyoyê û xwe dide nasîn û dibêje ku ew jî sazbend e, û dixwaze bi wan re kar bike. Bi vî rengî, Egîdê Cimo jî dibe yek ji hunermendên avaker ên Ekola Radyoya Yêrîwanê (Ekola Sovyet a muzîka kurdî). Ew gund bi gund digere, û dengbêjan tîne radyoyê.
Di wan salên 1950-60an de sê radyoyên kurdî hene, yek radyoya Bexdayê ye ku hunermend bi kurdî distirên, lê rîtmên mûzîkan bi erebî ne ; ya duyemîn radyoya Yafa ye ku li Filistînê ye, lê ew jî dûrî axa Kurdistanê ye. Herwiha radyoya sêyemîn jî ya Yêrîwanê ye ku ya herî xurt û bi bandor e ; ji ber ku him stranbêj û dengbêj bi kurdî distirên him jî rîtma muzîkê bi kurdî ye. Egîdê Cimo jî yek ji wan hunermendan e ku bi bilûr û meya xwe rengê kurdewar dane muzîka kurdî. Bi bilûr, mey û fîqa wî gellek stranên dengbêjan hatin qeydkirin. Wan çaxan, di radyoyê de Keremê Seyad ku pêşkêşvaniya radyoyê dikir, wiha digot : « Distre Sûsika Simo, lê dixe Egîdê Cimo ! ». Ew li gel dengbêjên wekî Karapêtê Xaço, Şêroyê Biro, Sûsika Sîmo xebitiye.
Herçiqas ew di warê muzîkê de gellek serkeftî be jî, xwe ji perwerdehiya akademîk dûr naxe û dîplomaya xwe ya li ser muzîkê di sala 1967an de ji Akademiya Romanos Melîkiyan ya Huneran distîne, û bi wî awayî dibe sazbendekî profesyonel yê muzîka kurdî.
Wî bi rastî jî rengekî cuda da kilamên Hekîmo, Lawikê Metînî, Bêrîvanê û belkî jî ev bû wesîle ku guhdarên kurd ji van destanan bêtir hez kir. Egîdê Cimo digot : “Mey bingeha derd û kulê gelê me ye. » Rast e ku dema meriv dengê meyê dibihîze, meriv hay ji çand û rewşa xwe dibe, ev huner xwe dispêre êş û dijwartiya jiyana gelê Kurd.
Dema meriv Egîdê Cimo û gotinên di derheqê wî de guhdarî dike, meriv pê dihese ku bi rastî jî ew bi dil û can ketiye nav hunera kurdî, gotineke wî ya navdar heye ku dibeje : « Mirov hene bi rihê xwe, mirov hene bi lingê xwe dikevin nava hunerê ».
Egîdê Cimo bi rih û giyana xwe di nav hunerê de bû û hunermendekî serdemî bû. Ji bo hunermendan, têgeha mirinê cuda ye, gellek « hunermend » hene ku jixwe mirî ne. Lê Egîdê Cimo nemir e, çawa ku ew duh hate guhdarkirin, îro jî hîn tê guhdarkirin, û sibê ji wê were guhdarkirin ; li her malê, li her gund û bajaran, li her deşt û çiyayan, wê bilûra wî deng vede. Ev e nemirbûn ji bo hunermendekî.
Sîbel ER
Mastira Wergera wejeyê – kurdî
INALCO
Çavkanî
Salih Kevirbirî, Belgefîlm, “Mîrê Bilûrê, Egîdê Cimo” https://www.youtube.com/watch?v=LiATOVII8As
Arif Aslan, “‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo Koça Dawî Kir” Dengê amerîka,
https://www.dengeamerika.com/a/egîdê_cimo/4768531.html
Çetoyê Zêdo, Hevpeyvîn, “Egîdê Cimo: Hinek bi rihê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe”
http://diyarname.com/news.php?Idx=34153
Zerî Inanç, Di Radyoya Êrîvanê De Dengê Kurdî – Erivan Radyosunda Kürt Sesi, Ismail Beikçi Vakfi, Stembol, 2016[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览517
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://kovarakurdinalco.fr/- 21-12-2022
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 21-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 音乐
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on22-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):21-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览517
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,107
图片 106,571
书籍 19,301
相关文件 97,360
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!