图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,405
图片 105,530
书籍 19,423
相关文件 97,453
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
FEKIRINEK LI SER ÊVARA PERWANEYÊ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Romana Evara Perwaneyê

Romana Evara Perwaneyê
S. Serhedî
“Te rihê xwe bi hinek tiştan ve girêda ku qet ji wan fêm nekir, qet.” [r.269]
#Bextiyar Elî#
Bextîyar Elî di Êvara Perwaneyê da dîsa şêweyeke xeyalî, warekî bindestî û bi rihên tevger ve xwe nîşanê me dike. Bextîyar Elî bi tewsîrkirina hunandina romanê ve hêmana efsûnîya realîst a serekî nîşan dide. Komek keç û xort di jîyana xwe ya rojane da gelek zehmetan dibînin û ev zehmet jî wan ji jihevduhezkirinê mihûz dike. Her ku diçe di bajêr da kuştina evîndaran zêdetir dibe û jîyana wan kesan wêran dibe, ji xwe ra cihekî nepenî, utopîk û tu kes nikaribe wan aciz bike digerin û ev fikir jî ji alîyê Nesredinê Behxweş ve tê kirin û ji wan ra Aşiqistanê ava dike. Perwane û Ferîdûn bi hev ra rêwîtîyê dikin û diçin aşiqistanê ji wir şûnda her lehengek çîrokeke nû diqewimîne. Di nav aşiqistanê da hemî kar, karê evîn û hezkirinê ne û bi awayekî hunerî tên çêkirin. Ew der cihekî îdeal e, lê demek şûnda kesên di aşiqistanê da hezkirineke ne Heman rêçê da ne, ji vir şûnda jî dibe giranîyek da ku leheng pê nikaribin û yek bi yek têk diçin.
“Ez, Xendana Piçûçik, berî niha bi çend salan di wan hemû bûyerên ecêb de jiyam, ku di dawî de dijwar bû heya hinekî mezin nebim bikaribim bi hemû wateyên wan têbigihim û wan binivîsim; ew bûyerên ku vêga weke gilokeke hevdûgirtî li wan dinerim, ne ku tenê ji ber ku pêwendiyeke mezin di navbera wan hemû tiştên ku qewîmin de hebû; lê belê ji ber wiha têdigihim ku qeder û çarenivîsên mirovan jî bi hêsanî ji hev nayên cudakirin.”[r.11]
Gava ku roman wiha dest pê dike, meriv serwext dibe ku romanê di nava xwe da gelek tiştên sosret biqewîmine. Taybetîyên realîzmê, efsûnîyê û modernistîyê di nava xwe da beş bi beş bi hev ra girê dide û bi şêweyeke xurt ve didomîne. Roman du alîyan ve pêk tê: yek ji alîyê Aşiqan ve yê din jî li alîyê kevneperestan ve û xêncî van gelek caran realîteya cîvakî-sîyasî-olî hemberê kesayetan e. Roman her tim bi qalkirina Xendana Piçûçik ve dewam dike, ev bûyerên nîvcomayî her tim di nav xwînê da gewr dikin, carna lehengên çîrokê ji ber kesayetên xwe bihêvîyeke berdewam ve jîyana xwe vedigûhêzîn in. “Dixwazim herim cihekî din, girîng ew e li cihekî ranewestî.”[r.131] di nava çîroka pirdengî da çi qas kes hebin ew qas jî bûyer, sedem û nîvcomayîn hene, gava ku Perwane vê gotina li jor dibêje meriv dibîne ku xeyaleke bêbîr dest pê dike û dawîya wê jî nîn e.
Georg Lukâcs ji bo rewşên wiha ra wiha dibêje:” Ku derê dibe, bila bibe, ev daxwaza hevgihînê ye.” hevgihîn her tim bi Perwaneyê ve ne, Perwane ev keseke ku li pey şopa eşqê diçe û di nav têkçûyîneke windayî da ne, û ku yên li wê derê dimînin jî hêdî hêdî têkçûyîna xwe dibînin, şeva ku Perwane diçe û bavê wê pê dihese û piştre digirî, wê demê Xendana Piçûçik wiha dibêje :” Girîyê bavê min balkêştirîn tiştê jiyana me bû?”[38] di vir da jî xuya dike “têkçûyîna mêranîyê(zordestî) Bextîyar Elî bi şêweyeke nuxumandî ve nîşanê xwîneran dike, dema ku em lehengên romanê dinhêrin di nava Aşiqistan û Kevneperestan da her lehengekê/î ji xwe ra zagona rastîyê- afirandîye, kesên aşiqistanê ne li pey eşqekê ne, her kesek ku dawîya xeyala wî/ê di astengîyê da ava bûye. Zordestîya kevneperestan piranî bi olî ve rêve diçe, û nahêlin carinan xeyalek jî bê afirandin û wisa jî didome.
Tu kes ji xwe mikur nayê, kolonyalistîyeke bi ol û hizirî li ser kesên aşiqistanê heye, tişta herî zêde ku bi olê ve hatîye girêdan; jin û qîz xirab in li ber çavê kevneperestan, ev kêmasîyeke bi alîyê kevneperestan ve tê parêzandin ew jî bi gotina Virginia Woolf ve wiha tê nîşankirin:”Jin kêmaqil in, birihim in û birdozîya jinan li alîyê exlaqê ve qels e.” divê ev gotina ku di hişê kesên dijberê jinan da bê guhirandin, û vê yekê napejirîne. Bi van gotinan ve jî xuyaye rewşa jinan di vir da jî wisan e. Him jî di romanê da di xeyal û xeyalistana jinan da bi alîyê ol û zordestîyên ve têkçûyînek heye ji ber wê jî hiz dikin wan kesan bikin boraq û qurbanî lê exlaq û bawerî ne bi zorî dibe “dixwestin bi devê şûr exlaqan rast bikin.”[r.224-25] Di gelek cihên romanê da dîyalektîka kesan xwe dide dest ev mîna navajoyekê ye û hûrbûnî û wêranbûyî xuya dike. Realîteya di hişê Xendana Piçûçik da xwe gelek caran eşkere dike, ji xwe ev eşkerekirin nemûşa herî helez e, û bi bandor jî didom e, ji bo birayên xwe wiha dibêje: “pir caran min wiha bawer dikir ku navê min nizanin, bi giştî tenê weke -tu- gazî min dikirin.”[r.135] ev rewş him rewşa kurdan nîşan dide him jî kesayeteke ku di nav hebûnê da winda bûye û bûye -tu kes- an jî “tu” , meriv dikare ji wan ra bibêje ev jî têkçûyîneke. Ji xwe roman pir caran rewşeke elemkêş û bi jan ve xuya dike ew jî bi leîtmotîfeke “destpêka demsala xeyalan” ve didome. Heke xeyal hêvîya demsalekê bibin, ew her tim bêhêvî dibin û carinan jî heta bi hetayê têk diçin.
Êvara Perwaneyê, Avesta, 2015, Stenbol
Tiştên herî balkêş rewşa Kurdistan û kesen Kurdistanî bi çarçoveyeke şikestî ve her tim pêşkeşî me dike, welêt kavil bûye û heta ku kesan çîrokên xwe jî firotine, ev bûyer jî şêweyeke pirdengî ye û wiha jî tê xuyakirin: ” welat hemû goristaneke mezin bû, yan gora tevlihev ya wan leşker û pêşmergeyên bû ku şer laşên wan di nav zevî û bax û cade û kolanan da dihişt, yan gora wan dildaran bû ku xencerên bira, bav, grubên olî û mezhebî yên şerperest ew serjê dikirin”[148]
Em dikarin çend nemûşên din jî bidin, di dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn da ew jî ev e ku jinên xwe dişewitînin û xwe dikujin, ev mijar gelek deverên Kurdistanê qewimîne û hê jî diqewime ji ber neçarîyê jin rizgarkirinekê di vê mirinazordestîyê da dibînin û xwe wisa jê xilas dikin. Perwane tişteke xwezayî ye dibe toz û ba her tim nabe ku bê girtin, lê xwesteka Perwaneyê ew e ku heta hebe, her tim here li ku û kî derê dibe bila bibe “mîna gelek lehengên Aşiqistanê gihiştîbû wê rastîya ku namire, ew ne rastîyeke şikestî û nîvcomayî ye, ev tenê lerizandina peykerên ku rihên wan li ser wan difire ye.
Xwîn motîfeke gelek helez e, roman bi xwîna ajalan ve dest pê dike û bi xwîna mirovan ve jî têk diçe, em nikarin bibêjin xilas dibe, xilasbûyîn wateya tişteke berdewamî dibe, lê têk çûyîn dawîya kesayetê bi xwînê ve dixemilîne.
Di romanê da lehengekî bi bandor dîsa heye ew jî Nesredînê Behnxweş e, ev kes ji bo aşiqan cihekî an jî ku em ji ra bibêjin cihanekî utopîk ava dike, û bûyerên di wir da jî di Keşkûla Aşiqan da qeyd dike. Xêncî vê bûyerê defterên Midya yê jî gelek bi kêr tên, ji ber ku Xendana Piçûçik hemî bûyerên xilasbûyî di wan pênûsan da dixwîne û vedibêje. Dawîya kesên ku di aşiqistanê da ne bi mirina Medyaya Xemgîn ve dest pê dike û heta ku dor tê Perwaneyê, lê sedema talankirina aşiqistanê Mesûme ye.
Di nav kevnperestan da Mele Kewser mîna desthilatdarekê her tim li ser ax û xeyalan zordestîyê dike, Mele Kewser nîşaneke mezin e, ji bo ol û kevneşopîyê, ji ber ku di nav tarixa kurdan da ev bûyerên wiha pêk tên, hê jî dom dikin. Roman têkçûyîna xwe bi kuştina Perwane û Medyayê ve eşkere dike û benda demên bêhêvîyên din dibe. Her lehengê Êvara Perwaneyê bi nav û tevgerên xwe yekta ne û dikarin bi tena serê xwe jî hebûna xwe ava bikin. Mîna ku Nesredîn bi hebûna xwe ve him ji xwe ra him jî lehengên din ra jîyanek afirand û bû afirînerekî xwedahî. Ev bûyer trajedîya kurdan e, bi rastîya efsûnî ve mîna îronîya reş hatîye vegotin.
Roman her çi qas bi soranî û çapeke sererastkirin be jî, ji alîyê wergerê ve gelek pirs û girêk hebûn. Kêmasîyeke qels xuya dikir. Wergereke din jî nîn e, da ku em bibêjin kîjan baştir e.
Stranek di nav pirtûkê da dihate qalkirin. Kesên ku dixwazin dikarin guhdar bikin.
Xelîl Mewlanayî- Bê to.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览593
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://lavlavk.wordpress.com/- 25-12-2022
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 03-04-2019 (5 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 小说
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 25-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):25-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览593
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.121 KB 25-12-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,405
图片 105,530
书籍 19,423
相关文件 97,453
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 党 - K. D. P.

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!