图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 522,908
图片 105,770
书籍 19,704
相关文件 98,642
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Qado Şêrîn
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qado Şêrîn

Qado Şêrîn
$Nivîskar û çîroknivîs Qado Şêrîn$
Qado Sêrîn ji Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1967an de, li gundê Naroz, li başûrê bajarê Qamişlo, ji dayik bûye. Xwendina seretayî li gundê xwe, ji bo dibistanê şeş salan, rojane 7km diçû dibistana Kabaka, piştî dibistana seretayî tewa dike, li gel malbata xwe diçe Qamişlo daku, xwendina xwe berdewam bike, piştî lîseyê werdigre, diçe bajarê Dêra Zorê daku Enstitutiya Matemetîkê bixwîne. Wî çend salan karê mamostetiyê li dibistanên Qamişlo kiriye. Di sala 1995an de koçberî Hollenda dibe, û li wir dibe niştecî, û ta niha li wir dijî. Di 2006an de dizewice, du kurên wî bi navê Adaro û Pîroz hene.
Di sala 1982an de dest bi nivîsandinê kiriye, ew bi tenê bi kurdî dinivîse. Çîroka wî ya pêşî ”Kortik” di dawiya salên heştêyî de, di kovara Gurzek Gul de, yaku Konê Reş û Ebdilbaqî Huseynî derdixistin, belav bûye.
Di sala 2011an de, dibe endamê Hevgirtina nivîskarên Rojavayê Kurdistanê, piştî nakokî derdikevin û hevgirtin perçe dibe, Qado Şêrîn bi daxwiyaniyek fermî di 2015an de radiweste û ji rêxistin û saziyên nivîskaran dûr dikeve, çimkî nikare tev li nakokiyên nivîskaran bibe û şer û dijîtiya dostên xwe yên nivîskar bike.
Qado Şêrîn gelek çîrok, gotar, rexne û Qilçix di kovar û malperên internetî û rojnameyên Kurdî de belav kirine. Gelek hevpeyivînên televizyonî pêre hatine kirin. Ji sala 1982an ve dinivîse, û pirtûka wî ya çîrokan ya bi navê ‘Serok û Merok’ berhema wî ya yekem e di warê çîrokê de.
Qado Şêrîn bêtir ji hemû cureyên din yên wêjeyê, kurteçîrokan dinivîsîne. Di 2009an de yekemîn pirtûk bi navê “Serok û Merok” ji weşanên dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî çap kiriye. Qado bi şêweyê tinazî û qerf û hinek dinivîse. Babeta pirtûkê çîrok in û ev pirtûka ku ji 24 kurteçîrokan pêktê 120 rûpel in ku nivîskar ev çîrok di navbera salên 1993 - 2006an de nivîsandine. Tabloya li ser bergeya pêşî ji aliyê şêwekar Inayet Dîko ve hatiye çêkirin. Û bergeya paşiyê ji Fermanekê ku bi destxeta nivîskar hatiye danîn, naveroka fermanê jî ev e: Fermana 11an.
Ji serokê Rojhilat û Rojava, Bakur û Başûr, divê ji niha û pê ve hûn tenê vê durişmê ‘Bijî serokê me û bavê me ji bo keç û jinên me!’ li şûna ya berê ‘Bijî serok Qilçix!’ bilind bikin. Ê ji we ji vê duruşmeyê pêve bilind bike, ewê bê xazoq kirin, ta ku bimre.
Serokê we û bavê we..
Ji vê fermanê ku dişibihe fermanên sultanên Osmaniya, naveroka çîrokan diyar dibe û şêweyê nivîskar di nivîsandina çîrokê de xuya dibe, bi awayekî rexne di gel qerf û henekên civakî ku bi zimanekî gelêrî û rehet dixwaze hin aliyên civaka Kurda, saziyên wan ên siyasî, partî û rêveberan rexne bike, û wan hişiyar bike bi wan qilçixên xwe, û dixwaze wan qerf û adetên nerind di civakê de bi riya wan nameyên xwe rake.
Her wiha nivîskar Qado Şêrîn pirtûkek bi navê” Stranên Mihemed Şêxo” li gel Beha Şêxo amade û çap kiriye. Pirtûk danhev û amade kirina hemû helbestên stranên hunermendê nemir Mihemed Şêxo di pirtûkê de ye. Pêşgotina pirtûkê Qado nivîsandiye, têde qala jiyana hunermendê nemir dike, her wisa li ser şêweyê awaz, mûzîk û stranên M.Ş nivîsandiye.
Pirtûka Qado Şêrîn ya sêyemîn ”Ismaîl Emo, Bîr û Boçûnên we” ye, ev pirtûk jî mîna ya berê danhev û amade kirine. Wî hemû gotar, nivîs, helwest, derbirîn û daxwiyaniyên li ser nemir Ismaîl Emo piştî mirina wî hatibûn nivîsandin, berhev kirine û li gel pêşgotinek dirêj di derbarê nemir de, di sala 2011an de li ba weşanxaneya HAN çap kiriye. Hêjayî gotinê ye ku Ismaîl Emo siyasetvanekî kurdê Rojavayê Kurdistanê bû, ji hemû aliyan ve dihat pejirandin û li cihê rêzê bû, dema mir serokê partiyek kurdî bû. Pirtûk 600 rûpel heye û bi kurdî û erebî ye.
Pirtûka çaran, “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” ye. 2022. Çapa duyemîn a pirtûka “Stranên Mihemed Şêxo” ye, lê vê carê gelek cudahî hene, navê Qado Şêrîn bi tenê li ser bergeyê ye. Pirtûk ji 360 rûpelan e, û ji weşanên Dar Zeman e, ji pêşgotinek dirêj, gotar, lêkolîn, helbestên stranên Mihemed Şêxo, Note, portrêt, û ji wêne û belgeyan pêktê.
Qado Şêrîn di hevpeyvînek xwe de gotiye: “mirov bi pirtûkan nabe nivîskar”. Ji ber wê kêm pirtûkan çap dike, û baweriya wî jî ew e ku ji kîs xwe pirtûkan çap neke, belkû ji ber wê kêm pirtûkan çap dike.
Qado Şêrîn pênc salan, 2002-2007, sernivîseriya malpera TÎRÊJ a çandî, wêjeyî û hunerî kiriye, di 2007an de ji ber dem û rewşa kesayetî rawestiya, di dûv re malper jî hate girtin. Hêjayî gotinê ye ku malpera Tîrêj pencereya hemû nivîskaran bû, ji herçar perçeyên Kurdistanê û ji Ewropa kurdan tê de dinivisandin û berhemên xwe yên wêjeyî tê de diweşandin. Malperê bi du zimanan, kurdî û erebî, weşan dikir.
Qado di malpera Tîrêj de şêweyekî nû ji nivîsandinê, taybet bi xwe afirandibû, navê şêweyê xwe kiribû Qilçix, ew şêwe di navbera çîrok û gotarê de ye, qerf û hinek, ango tinazî û tije ken in. Di Qilçixan de rexne dikir, her wiha tinazê xwe hema hema bi her tiştî dikir. Hêjayî gotinê ye ku Qado ta niha bi wî şêweyî, qilçixan dinivîse.
Her wisa di salên 2012-2015an de, sernivîseriya rojnameya ”Pênûsa Nû”, beşê kurdî kiriye, wî 34 hejmar derxistin û di dûv re rawestiyaye, lê rojname berdewam e. Rojname bi ser Hevgirtina nivîskaran ve ye, dema di 2015an de wek endamê Hevgirtinê rawestiya, wek sernivîserê rojnameyê jî rawestiya.
Di 2003an de, xelata yekemîn ya pêşbirka kovara Zevî ji bo kurteçîrokê wergirtiye. Û di sala 2021ê de xelata sêyemîn a pêşbirka Mehrecana çîrokê wergirtiye. Her wisa gelek bawername û rêz lê girtin jî wergirtine.
Qado Şêrîn di medya civakî de, ji bo parastin, hez kirin û fêr kirina zimanê kurdî, bi gelek çalakiyan rabûye, mîna Pêncşema Zimanê kurdî û xelata Ezîzê Omero. Mebest ji çalakiya Pêncşema Ziman ew bû ku, herkes di roja pêncşemê de hewl bide bi tenê bi kurdî binivîse, û xelata Ezîzê Omero (kurdekî Qomonistê navdar e, axaftina wî qaşo bi kurdî ye, lê hema hema hemû gotinên wî bi erebî ne, tenê bilêvkirin bi kurdî ye) wek xelata wêrankirina zimanê kurdî digiha kesayetiyek kurd a navdar, wek siyasetmedaran, dema li ser medyayê (tv,radyo...) bi kurdiyek çewt û xerab diaxivîn.
Qado Şêrîn pirtûkan jî rexne dike, lê nehemû pirtûk, pirtûka ast bilind, gelek gotarên wî di vê derbarê de jî hene.
Pirtûkên Qado Şêrîn ên çapkirî ev in:
01- Stranên Mihemed Şêxo. 1995.
02- Serok û Merok, çîrok. 2009.
03- Ismaîl Emo, Bîr û Boçûnên we. 2011.
04- Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî. 2022.
Destnivîs:
01-Çîroka kurdî ji Şahmaran ta bi Çîxofê kurd. Lêkolîn.
02- Kurteçîrok.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览498
HashTag
挂钩项目: 4
小组: 传记
Education level: No specified T4 553
No specified T3 20: Yes
No specified T3 82: Qameeshly
No specified T3 85: 西部库尔德斯坦
Place of Residence: Diaspora
人键: 故事作家
人键: 作家
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 25-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):25-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览498
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.18 KB 25-12-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 522,908
图片 105,770
书籍 19,704
相关文件 98,642
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!