图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 527,123
图片 106,638
书籍 19,807
相关文件 99,789
Video 1,454
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,586
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,806
هەورامی 
65,781
عربي 
29,009
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,393
فارسی 
8,639
English 
7,180
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
小组
中国的
传记 
3
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
311
PDF 
30,001
MP4 
2,356
IMG 
194,830
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Demên kaotîk û rola rewşenbîriyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Mahabad Felat
Bi taybet jî demên şer, demên kaotîk in, lewre şer bixwe kaos e ku bandora xwe li ser her aliyê jiyanê, xwezayê û pêşkeftin û pêvajoya wan a xwezayî dike. Ji bilî şer jî demên kaotîk dibin, lê sedem çi dibe bila bibe, kaos bi xwe re şer, birçîtî, wêranî û malxirabiyê tînin û îroj him welatê me û him jî cîhana me di nav kaoseka mezin de ye, dikare hîn xerabtir jî bibe. Loma ku rola rewşenbîriyê di demên wiha de pir bêtir derdikeve pêş, grîng û bi wate ye.
Rewşenbîr, xwedî bîr, raman, daxwaz û armancên zelal in. Ewqasî zelal in ku, jiyana xwe jî li gor wê zelaliyê dihonin, teşe didinê. Ji bo vê bedêl pêwîst bike, ji wê bedêla ku çi dibe bila bibe jî narevin, sîng vedigirin, li ber xwe didin, têdikoşin.
Rewşenbîr, bi van aliyên xwe ve, dibine wêneyeke zelal li pêşiya civaka xwe. Hişmendî û ramanên civakî bi dîtin û nêrîna van wêneyan bi pêş dikeve û ev, di nav civakê de daxwaza guherîn û pêşkeftinê diafirîne. Rewşenbîr bi vî rengî jî dibe ronahiya li pêşiya rêya pêşkeftina jiyana gel û civakê.
Rewşenbîr, bi hişmendî, raman, gotin, helwest û rawestana xwe, pêşengiya gel û civakê dike. Ji bo vê caran berdêlên pir giran jî dide, heta can dide ku mînakên vê di civaka me de pir in. Xeyrî Durmuş, Mazlûm Dogan, Delîl Dogan, Kemal Pîr, Ferhat Kirtay, Saît Kirmizitoprak (Dr. Şivan), Saît Elçî, Ferîd Uzun, Necmettîn Buyukkaya û bi sedan pêşeng û rewşenbîrên mîna wan mînak in ji bo vê rastiyê.
Wekî hemû têgîn û rastiyên jiyanê û rastiyên me yên civakî, ev têgîna rewşenbîriyê jî dîsa ji aliyê dagirkerên welatê me ve ji mêj ve hatiye serûbinkirin, çelexwarîkirin, pîçkirin. Ewçendî çelexwarî kirin ku, di destpêkê de jî xwendekarên kurd ên li zanîngehan, pêşketinê di jixwebidûrketinê de didîtin. Wan xwe bi ziman, jîyan û derfetên ku dagirkeriyê pêşkêşî wan dikir ve digirtin û pê şa û serbilind dibûn. Ev jî têre nedikir, diçûn bajarên xwe, pozê xwe li civaka di nav de mezin bûne bilind dikirin, bi vî rengî jî ji civakê re digotin ”Em ji we çêtir in Hûn jî dixwazin bi pêş bikevin, wekî me bikin, ango ji xwe û rastiya xwe bi dûr bikevin, xwe bi dagirkeriyê ve bigirin”. Daxwaz û armanca dagirkeran jixwe her ev bû. Armanc, bi vî rengî desteserkirin, kor, pûç û pîçkirina civaka kurd bû. Heya ciyekê bi ser jî ketin.
Ciwanek li zanîngehê, pênc ciwanên ji zanîngehê li dora xwe kom kir û li ser çarenûsa gelê xwe xwest bibe xwedî rol. Mirovek bû, lê xwedî raman, xiyal û armanc bû û xwe bi wan ve kilît kiribû. Bingeha pîvanên rewşenbîriya resen a kurd jî, wê rojê hate avêtin. Beriya wê jî hebû bê guman, lê ew wêrekiya rewşenbîriya resen a bi temamî xwe ji dagirkeriyê qûtkirin, bi pêş neket, loma daxwaz jî bi sînor diman û ev daxwaz ji dagirkeran dihatine kirin. Di salên 1970yî de Tevgera Doktor Şivan vê zincîrê şikand, lê ew jî bi komployekê hate têkbirin. Hêjayî gotinê ye ku Dr. Şivan, yek ji sembola resen a rewşenbîriya kurd bû û di vî warî de pêşengî jî kir, lê mixabin ku ev yek li dijî komployên dagirkeran û xiyanetkaran, têre nekir.
Ji ber tezebûna bûyera li Parîsê, ez ê ji rewşenbîrê fransî .Jean-Paul Charles Aymard Sartre (1905 - 1980) mînak bidim.
Di sala 1954an de Cezayîrê li dijî dagirkeriya Fransayê serî hil da. Fransa pir tund bersiva vê serîhildanê da û gelek xwîn rijiya. Sartre, wekî rewşenbîrekî fransî, li dijî dagirkeriya Fransayê û vî şerî derdiket. Sartre ji bo vê jî, belavokên şermezarkirina vê dagirkeriyê belav dikir û li kolanên Parîsê pêşengiya xwepêşandanan dikir.
Di rojeke weha de, endamên payebilind ên hukûmetê pêşniyazek birin ji Serokkomarê Fransayê Charles André Joseph Marie de Gaulle (1890 - 1970) re û daxwaz jê kirin ku Sartre û hevalên wî, bigirin û wan bitirsînin. De Gaulle ev pêşniyaz red kir û ji wan re got: Sartre Fransa ye. Ango got, Cezakirina Sartre cezakirina Fransayê ye, bi hişê xwe ve werin.
Çima ev mînak?
Lewre dema rewşenbîr rola xwe bilîze, dikare li dijî hêza rêveberiya xwe jî raweste û li ser wê hêzê û pêre jî li ser guherîn û pêşkeftinê bibe xwedî rol û bandor.
Lewre rastî hêza herî mezin e û rewşenbîrê resen berdevk, fedaî, şervan û milîtanê rastiyan e, loma jî xwedî hêza herî mezin e.
Lewre ji bo bikaranîna vê hêza mezin jî, wêrekiyeke mezin dive û rewşenbîriya resen wêrek e jî.
Li hember şaşiyên rêveberiyê serî pêlkirin, li heman têlê dayîn ne rewşenbîrî lê di zimanê siyasetê bixwe de jî, qeşmerî ye. Rêveberiya pêdivî bi qeşmeran bibîne bixwe jî, di nav şaşiyan de ye ku loma pêdivî bi qeşmeran dibîne. Lewre rol û armanca qeşmeran ne hêjayî gotinê ye, diyar e jixwe.
Lê hêjayî gotinê ye ku îroj bi taybet li ser medyaya civakî hejmar bi sînor be jî rewşenbîrên xwedî bîr û boçûn û ramanên zelal hene û xwedî rol in. Ev rol îroj ne xwedî bandoreka ku mirov hêvî dike be jî, bi pêş dikeve û ev hêviyeka mezin e ji bo gel û civaka kurd.
Ez dîsa werim ser bûyerên li Fransayê:
Bi taybet di demên kaotîk de dijmin hemû hêz, zanîn derfet û hevkarên xwe dike dewrê, ji bo wê kaosê ji bo xwe bike hinceta serkeftinê ango gihiştina armanca xwe. Lewre jixwe xwedî û afirînerê wê kaosê dijmin û dagirker bixwe ne. Loma jî armanc diyar û pir zelal e. Niha nedîtin û şaşnirxandina vê rastiyê korî û gêjî ye, an jî niyeta xerab e. Ji bo niyetên xerab tiştekî nabêjim, ew diyar in, lê dema mirov kor û bi ser de jî gêj be, tişta dê bikaribe rû bide diyar e jixwe. Kor û gêj nikarin ziyanê bidine dijminên xwe û rê li ber kaosa wan bigirin û jê derbe nexwin. Teqez dê bilitimin û xwe li gelek deveran bidin, heya di nav xwîn û birînan de dimînin.
Tişta li Parîsê rû da ev bû, ango xwestin ev be û heya ciyekê jî bi ser ketin, lê daxuyaniyên ji her du aliyan ve û helwesta dawî, rê li ber vê kambaxiyê bi derengî be jî girt. Bi tenê tewanbarkirina Tevgera Azadiyê jî û bi tenê tewanbarkirina helwesta polîs û rêveberên Parîsê jî bi serê xwe rastiya tazî nine. Loma helwestên di vê çarçoveyê de xwe didine der jî ne objektîf û ne çêker in.
Gotina dawîn derbarê çepên tirk ên “dostên” tevgerê de:
Tu tiştekî zêde nabêjim, tenê, hay ji wan hebin! Yên berê me ber bi kendalan ve diguherin ew in. Mêjiyê wan, mêjiyê salên 70yî ye û di destê xwediyên wan salan de ye ku îroj li ser tunekirina me dilîzin. Çend fedakarên di ber gelê kurd de xwe gorî kirine vê rastiyê naguherin.[1]
2022/12/25
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,016
HashTag
挂钩项目: 14
小组: 文章
Publication date: 25-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: France
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 92%
92%
添加( ئاراس حسۆ 26-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-12-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):21-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,016
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 527,123
图片 106,638
书籍 19,807
相关文件 99,789
Video 1,454
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,586
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,806
هەورامی 
65,781
عربي 
29,009
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,393
فارسی 
8,639
English 
7,180
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
小组
中国的
传记 
3
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
311
PDF 
30,001
MP4 
2,356
IMG 
194,830
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!