$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Amara Cûdî
Nav paşnav: Zeynep Gunden
Cihê jidayikbûnê: #Stenbol#
Dayik-Bav: Safiye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Îlona 2022 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Wan ku bi çanda xwe ya qedîm a bi hezaran salî û weke navendeke pêşeng a têkoşîna me ya azadiyê tê nasikrin, piştî ku tevgera me li herêmê bi cih bû û hêviyên azadiyê ji nû ve şîn bû, bi hezaran ewladên xwe yên leheng di vê oxirê de şehîd da û li dora tevgera me cih girt. Hevrêya me Amara jî li nava malbateke welatparêz a ji vê çandê ji dayik bû, ku ji ber hin sedeman neçar ma koçî Stenbolê bike. Ji ber welatparêziya malbata wê, hevrêya me Amara #PKK# zû nas kir. Piştî ku xwişka wê ya mezin hevala Dîlan (Bahar Gunden) beşdarî nava refên #gerîla# bû, bêhtir ji PKK'ê hez kir. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên #dewleta Tirk# a faşîst qirker ên li ser Kurdên li metropolan ji nêz ve dît û gelekî bi hêrs bû. Hevrêya me Amara polîtîkaya înkarkirina xwe, yanî Tirkbûnê ya ku li ser #ciwanên Kurd# ên li metropolên Tirkiyeyê tê ferzkirin red kir û bi vê sekna xwe bû mînak ji ciwanên Kurd re. Dîroka ku li dibistanên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk tê berevajîkirin û li ser ciwanên Kurd tê ferzkirin, qebûl nekir. li hemberî van polîtîka û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li dijî #gelê Kurd# bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêya me Amara kete nava lêgerîna wê yekê ku bersivê bide van êrîşan. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a qirker ên li hemberî gelê Kurd dimeşîne, gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna herî mezin û bi wate li nava refên gerîla dibe û biryar da tevlî nava gerîla bibe.
Hevrêya me Amara sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya şervanên nû li herêma Heftanînê wergirt. Ji kêliya ku tevlî bû û pê ve heyrana jiyana gerîla bû. Li gel vê heyraniyê her wiha bi kelecaneke mezin tevlî nava jiyanê bû, bi bandora têkiliyên hevrêtiyê bêhtir xwe kûr kir. Her ku kûr bû fêhm kir ku hevrêtî bi ked, fedakarî, hezkirin û hurmetê dibe. Ji ber vê yekê di jiyana xwe ya şoreşgerî de tawîz ji hevrêtiyê neda, bi rengekî bêşik û bêguman tevlî bû. Demeke dirêj li Heftanînê ma, li gelek qadan kar kir û di kar de jî serketin ji xwe re kir esas. Bi tevlîbûna xwe ya dilnizm û fedakar li ber ti wezîfeyê ranebû û ji bo xwe kir wezîfeya herî mezin ku kedê di ber hevrêyên xwe de bide. Bi van taybetmendiyên xwe li nava hevrêyên xwe bû yeka tê hezkirin û cihê hurmetê.
Hevrêya me Amara dema ku li Heftanînê bû ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, ji bo ev pêşketin û performansa wê di pêvajoya şer de bibe bersiveke mezin, kete nava hewldan û kûrbûnê. Ji bo karibe rê û rêbaza gerîla ya profesyonel a serdema nû baştir fêhm bike û bi cih bîne, beşdarî perwerdeya branşê bû. Hevrêya me Amara bi rengekî serketî perwerde qedand û ji bilî pisporbûna di teknîkê de her wiha ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe kûr kir. Kete nava têkoşîna wê yekê ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo baştir fêhm bike û bixe meriyetê. Hevrêya me Amara bi danhevî, hişmendî û pratîka xwe, derbasî Heftanînê bû ku berê lê ma û û baş nas dikir. Hevrêya me Amara kuk ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve bi kûrbûnên cuda derbasî herêmê bû, ji bo vê kûrbûna xwe bixe pratîkê gelekî hewl da. Hevrêya me Amara ji xwe re kir wezîfeya herî mezin ku pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike, tiştên hîn bûye bide hînkirin û bi kesayetiya xwe ya dilnizm li nava hevrêyên xwe gelekî hate hezkirin. Li herêma Heftanînê di gelek çalakiyan de ku derbên giran li dijmin hate xistin, keda hevrêya me Amara hebû. Bi kûrbûna li ser taktîkên gerîla yên serdema nû re hewl da derbên herî giran li dijmin bixe.[1]