图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,497
图片 105,195
书籍 19,481
相关文件 97,495
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Modernîzm û Kurd
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Modernîzm û Kurd

Modernîzm û Kurd
#Alî Gurdilî#
Modernîzm, wekî tevgereke ramanî di nîvê Sedsala 19 an de li Fransayê derketiye holê, kêm zêde di navbera salên 1884 – 1915 an de wekî ramaneke serwer, hebûnatiya xwe domandî ye. Sedemê derketina holê
ya tevgera Modernîzmê ev bû ku awa yan terzê jiyana rojane ya kevin, kevneşopiya edebî û hunerî û hemû organîsyonên civakî yên berê, wateya xwe wenda kirine û li cîhanê divê kultureke nû were afirandin, bû.
Modernîzm ji felsefeyê heta ekonomiyê, pirsyarîkirineke nû diparêze. Bi vî awayî, wê hêmanên kulturê yên kevin, bikaribin bi yên nû re werin guherandin. Ango wê ûnsûrên çanda nû, xwe berdin dewsa yên kevin.
Dîsa li gor ramana Modernîzmê, nûjeniyên ku di Sedsala 20 an de derketine holê nûjeniyên mayende ne û ji ber ku ew nû ne, ew baş in û spehî ne jî. Lewma jî divabû ku civak, nêrînên xwe yên li ser cîhanê biguherînin û li gor qaîdeyên nêrîna nû/nûjen, carekê dinê werin lê rikibandin.
Herweha dîsa mirov dikare bibêje Modernîzm, di wateya awa/stîla ku kevneşopiyên navdar dişkêne de jî hatye bikaranîn. Bi rêya vê stîla nû, wisa hatiye xwestin ku bila formên kevin yên berê ji holê werin rakirin û formên nû, xwe berdin dewsa wan.
Hinek zanyaran jî Modernîzma ku di Sedsala 20 an de hatiye dîtin, wekî Modernîzm û Postmodernîzmê kirine du beş û wekî du tevgerên cuda lê vekolane. Hinek zanyaran jî, dabeşkirineke bi vî rengî qebûl nakirine û li gor bîr û baweriya wan jî, ev du xal jî tenê du xwiyakirinên tevgera Modernîzmê bûn.
Hege mirov bixwaze, mirov dikare behsa çend taybetmendiyên xweser yên Modernîzmê/Ramana Modern bike:
Modernîzm, di wateya di ramanê de vekirîbûn, ji desthilatan serbixwetî û di wateya ramanên herî nû yên ku hatine vegotin de tê bikaranîn.
Di vê tevgera ramanî de, di dewsa Xwedê de mirov wek navend têne dîtin.
Modernîzm, rûyê xwe ji irf û adetên kevneşopî re ba dide.
Modernîzm, di zanistê de ezmûnperest e û serwerîya aqil diparêze.
Modernîzm, hewl dide xwe da ku bikaribe bandûra fîlozofên kevin ya ku li ser pêşveçûna ramanê heye, kêm bike.
Modernîzm, dixwaze ku mirov derfetên ramana azad bidest bixin.
Modernîzm, xwezayê weke qadeka lêkolînê dibîne û xwediyê nêrînek/terzeka mekanîk e.
Modernîzm, hawirdorê wekî qada serweriya mirov dibîne.
Modernîzm, dilêrîna exlaqa ku di bin bandûra ol de bi pêş dikeve red dike.
Modernîzm, dilêrîneke exlaqê ya serbixwe dipejrîne ku di vê dilêrîna exlaqê de hilbijartinên azad yên mirovan girîng têne dîtin.
Modernîzm, di dilêrîna xwe ya dewletê de dixwaze ku laîq be.
Modernîzm, ramana dewleta razber/nedîtbar red dike.
Modernîzm, ramana netewe dewletê diparêze…
Modernîzm, carinan jî tê wateya ‘di jiyana rojanê de cîbicîkirina zanistê’ jî. Ji ber vê çendê jî, ji aletên ku di encama rêbazeke zanistî de têne hilberandin, yên ku van aletan bikar tînin û ji warên ku lê ev alet têne bikaranîn re jî, nûjen/modern tê gotin.
Wekî tê zanîn, em Kurd wekî gel an neteweyekê, em ne xwediyê wesfên homojen in. Ji hêla nifûs, erdnîgarî, aborî, siyasî, çandî û olî ve, cihêrengîyeke me ya dewlemend heye û ev rewş, rê li yekkerbûna civakê dadide. Ji dema Peymana Qesra Şîrîn ve, Kurdistan hatiye perçekirin û ji aliyê dagirkeran ve, hemû dewlemendiyên Kurdan, hatine talankirin.
Helbet dijwar e ku welatek bikaribe di rewşeke wiha de, li ber xwe bide û saziyên xwe yên modern/nûjen ava bike. Dema ez dibêjim sazî, ev yek ne tenê tê wateya saziyên civakî yên girgîn/somut, gotina min herweha saziyên nedîtbat/soyut jî diguncîne. Saziyên wekî ol, siyaset, exlaq, malbat, ekonomî û hwd.
Bi awayekî giştî mirov dikare bibêje ku pirraniya Kurdan, bi awayekî vekirî û eşkere hêjî nikarin ramanên xwe vebêjin û hêjî ji bandûra desthilatdaran, xwe rizgar nekirine. Ev yek jî, rê li ber belavbûna raman û zanayiyan digire. Raman û zanayiyên ku em behsa wan dikin, yên şexsên serbixwe û azad in.
Di nav Kurdan de, her tişt li gor partiyên wan yên siyasî û rêveberan tê nirxandin û dîtin. Herweha, mirov hêjî wekî navend nayên dîtin. Ramana ebdîtiyê, xwediyê zemîneke berfireh e û xwedîbandûr e.
Bandûra ol, li çar perçeyên Kurdistanê hêjî gellekî mezin e. Ol, çavkaniya herî mezin ya şirovekirina jiyana gerdûnî û civakî ye. Di rewşekê weha de, şirove an jî ravekirinên şexsan yên wekî takekes û şexs, gellekî dijwar e ku werin dîtin. Fikra laîsîzmê jî, mirov nikare bibêje ku bi temamî di civakê de serwer e. Di rewşeka wiha de, baweriya olî di warê jiyana civakî de gellekî destnîşankar e.
Hejmara kuştinên namûsê, tehde û zordestiya li ser jinan û cihêtiya zayendetiyê, rewşeka berbiçav ya civaka kurdan radixe holê û ev rewş, nîşanî me dide ku Kurd, hêjî bi rêbazeke gellek şidyayî bi irf û adetên xwe ve girêdayî ne û behna civakeke feodal xwe dide der. Dibe ku ev rewşa aloz, ji bo Kurdên ku li metropolên dagirkeran dijîn ne guncan be, lê ji xwe yên ku em behsa wan dikin, Kurdên ku li Kurdistanê dijîn, ne.
Rewşa civaka Kurdan ya hişkbawer, rê li ber derkeina holê ya ramanwer, akademîsyên û fîlozofên nû digire û yên berê jî, mirov nikare bibêje ku baş hatine/têne têgihiştin.
Felsefeya fîlozfên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Feqîyê Teyran, Mansûrê Hallacvan û gellekî din, hêjî di civakê de baş ne hatiye têgihiştin û vekolandin, da ku li ser fikrên wan felsefeyên nû werin afirandin. Ango, ramanên felsefîk bi awayekî sîstematik berdewam nake û nekiriye mixabin. Di rewşeka wiha de, divê em rastiya mêtingehiya Kurdistanê û qedexeya li ser ziman û çanda Kurd jî ji bîra nekin.
Exlaqa civaka Kurdan, xwe li gor ola civaka Kurdan organîze dike û bi temamî di bin bandûra ol de ye. Di rewşeka wiha de, exlaqeke ku ne di bin bandûra ol de ye, dijwar e ku bi pêş bikeve û xurt jî bibe.
Herweha, mixabin ku Kurd hê ne bûne xwedî dewlet (Ji bilî perçeyê Başûrê Kurdistanê) mirov nikare bibêje ku dewleteke wan ya girgîn/ji bo hemwelatiyan heye. Bi tenê, mirov dikare bibêje ramana netewe dewletê di nav Kurdan de gellekî bi pêş ketiye û Kurd, bi pirranî dixwazin ku dewleteke wan ya netewî hebe. Ji bilî hebûna dewleteke netewî, armanca gihêjtina dewleta netewî jî, yek ji taybetmendiyên Modernîzmê ye, ku mirov dikare bibêje ku ev yek, di civaka Kurdan tê dîtin.
Nûjeniyên ku di edebiyat û çend warên cihê de têne dîtin jî, ji ber ku li derveyê welêt pêşketine, mixabin ku hê ne bûne malê civaka Kurdan. Tiştek wiha bi hêsanî nabe malê hemû civakê, ku mirov bikaribe jêre bibêje ev yek wesfekê civakê ye. Ango, divê di civakê de bi qelemperî were dîtin û belav bibe. Afirandina hinek berhemên modern/nûjen, mixabin têra modernîzekirina temamiya civakê nake û bi tenê wiha, wekî helw danên takekesî dimînin…
Wekî gotina dawî, bi hesteke dilşikestî be jî mirov dikare bibêje ku civaka Kurdan hêjî ji ‘Modernîzma Kurd’ dûr in û heta ku arîşeyên civaka xwe safî nekin, wê xwe nikaribin bighînin modernîzmê jî…[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览415
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://rewanbej.com/- 30-12-2022
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 28-08-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 30-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on31-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):30-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览415
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.124 KB 30-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,497
图片 105,195
书籍 19,481
相关文件 97,495
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!