图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 525,475
图片 106,431
书籍 19,789
相关文件 99,587
Video 1,449
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,310

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,756

هەورامی 
65,742

عربي 
28,845

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,300

فارسی 
8,536

English 
7,169

Türkçe 
3,571

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
DÎROK Û CIHÊ ŞIKEFTA DÛDERÊ-DUDERIYÊ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DÎROK Û CIHÊ ŞIKEFTA DÛDERÊ-DUDERIYÊ

DÎROK Û CIHÊ ŞIKEFTA DÛDERÊ-DUDERIYÊ
#MERWAN BEREKAT#
$Cihê Şikefta Dûderê – Duderiyê:$
Şikefta dûderê li çiyayê Lêlûn, herêma Çiyayê Kurmênc – #Efrîn#ê ye. Şikeft li geliyekî ji yên çiyayê Lêlûn ku ber bi rojava ve dadikeve ye. Şêniyê gundên çiyayê Lêlûn ji wî geliyî re dibêjin Geliyê Şikefta Dûderê. Ango gelî bi navê şikeftê hatiye binavkirin.
Geliyê Dûderê bi rîf, zinar û pesarên kevirî ye. Şikefta Dûderê li rîfê başûr di kevirekî mezin de ye. Berê wê ber bi bakur ve ye. Di geliyê Dûderê de bêhtirî şikeftekê hene. Şikefta Dûderê ji hemiyan mezintir û firehtir e.
Şikefta Dûderê /15 km/ li başûrê bajarê Efrînê dikeve. Li rojhilat başûrê gundê Bircê û rojavayê gundê Biradê dikeve. Dor /12 km/ li başûr rojhilatê girê Endarê yê kevnar dikeve.
Rûberê şikefta Dûderê /60 x 40/ mitrî ye, ango /2400/ m2. Li gor zanyarê Japonya “Takîra Akazawa” şikefta Dûderê ji hemû şikeftên serdema kevirî ya pêşîn mezin, fireh û kûrtir e. Bilindahiya cihê şikeftê ji ser rûyê deryayê 500 m e.
$Navlêkirin:$
Li gor hatiye nasîn du dergehên şikeftê hene. Deriyek ber bi bakur û yê din li ser banê şikeftê li aliyê rojava başûr e. Ji lewra jî, bi şikefta “Duderiyê”hatiye binavkirin. Gelo ev navlêkirin rast e? Heger ne rast be, gelo navê wê yê rast çi ye?
Hemû lêkolînvan, dîroknas û nivîskaran navê şikeftê “Duderî”bikar anîne. Wan ew nav bêhtir ji tîma lêgeriyan û vekolanê ya ku di şikeftê de kar kiriye wergirtine. Vêca wê tîmê jî, ew nav ji hin kesên herêmê wergirtine. Ango di derbarê navlêkirina şikeftê de xwe newestandine, ta ku navê wê yê rast binasin.
Navê şikeftê yê rast û durust DÛDER e. Ji (dû + der) pêk tê. Ev ne nêrîneke tewşane ye, lêbelê rastiya navê şikeftê ye. Li sedsalên 18 û 19 şivanên gundên çiyayê Lêlûn li demsalên zivistan û buharê pezê xwe dibirin û derdora geliyê Dûderê diçêrandin. Bi şev pezê xwe di şikeftê de mexel dikirin. Hîngê serûberê çiyayê Lêlûn daristaneke ji darên xwezayî bû. Şivanan êzing kom dikirin û di şikeftê de agir vêdixistin. Dû di deriyê şikeftê re derdiket. Carinan bi roj jî agir tê de vêdixistin, dema ku gundiyan dû didîtin, digotin:” Ha ha dû ji şikeftê tê der”. Ango şivanan agir di şikeftê de vêxistine. Ji hîngê ve nav li şikeftê kirine şikefta Dûderê. Ev rastî li ser zimanê kê hatiye?
Di sala 1989`an Zayînê de, ez li gundê Biradê mamosteyê dibistana seretayî bûm. Li rojeke ji yên meha Mijdarê ez û çend xortên ji gundê Biradê, em çûn li aliyê rojavayê gund li kuvarkan geriyan. Li wê çûn û gerînê em gihîştin şikefta Dûderê û nîv demjimêrê tê de rûniştin. Tevî ku şikeft /7 km/ li rojava bakurê gundê me Soxanekê ye, lê ew cara yekem bû min dît. Ez jî wekî gelek mirovan dildarê xweza û şûnewaran im. Şikeftê pir bala min kişand, lê navê wê bêhtir.
Li salên /1989 – 1990 – 1991an Zayînê/ ên ku ez li gundê Biradê mamoste bûm, li rojên bêhnvedanê ez diçûm gundên nêzîkî gundê Biradê. Min stranên folklorî ji kalemêr û pîrejinan werdigirtin û li ba xwe tomar dikirin. Di ber komkirina stranan re min wateya navên balkêş ên xaknîgariya wê deverê ji kesên temenmezin dipirsî û li ba xwe tomar dikirin.
Li gundê Biradê Eliyê Şemo hebû û hîngê temenê wî nêzîkî 80`î salî bû. Min carekê wateya navlêkirina şikefta Dûderê jê pirsî. Ji min re wiha got: “Şivanên gundên Şêrewan li demsalên zivistan û buharê pez dibirin li aliyê geliyê şikefta Dûderê pez diçêrandin. Bi şev pez di hindurê şikeftê de mexel dikirin. Li şevên pirserma ji bo xwe germ bikin, agir di hindurê şikeftê de vêdixistin. Carinan bi roj nemaze li zivistanê agir vêdixistin û dû di deriyê şikeftê yê jorîn re derdiket. Heger me dû didît, me dizanî ku şivan di şikeftê de ne û me digot: Ha ha dû ji şikeftê tê der. Piştre şêniyê gundên Şêrewa nav lê kirin şikefta Dûderê.”
Ji bo ez wateya navlêkirina şikefta “Dûderê”bêhtir teqez bikim, di sala 1994`an Zayînê de, min ji Hemûdê Hiso apê bavê xwe yê ku li sala 1893`an ji dayîk bûbû, wateya navlêkirina şikeftê pirsî. Wî jî ne kêm û ne zêde wekî Eliyê Şemo ji min re rava kir. Piştre min ji kesên temenmezin ji gundên Şêrewa wekî Hesenê Hec Nasro ji gundê Birca Heyder, ji Bekirê Bodeq ji Gundê Mezin, ji Ehmedê Zeloxê ji gundê Kefer Nebû û gelekên din navlêkirina şikeftê pirsî. Hemûyan teqez kirin ku navê wê “Dûder”e.
Ji ber ku şikefta Dûderê ji gundê Birca Evdêl ve nêzîk e, min xwest çîroka navlêkirina şikeftê ji hin kesên temenmezin ên ji wî gundî jî bipirsim. Carekê derfet lê hat û min ji Hesenê Oso pirsî. Ji min re got: “Dema ku em biçûk bûn, me jê re digot şikefta Dûderê. Lê niha jê re dibêjin şikefta Duderiyê.”
Ez bêhtirî deh caran çûme şikefta Dûderê û ya dawî li havîna 2017`an bû. Baş diyar e ku ji kevnar de tenê deriyekî şikeftê hebû. Piştre ji encama diyardeyeke suriştî wekî erdhejîn an herifînekê aliyê rojava başûr vekirinek çêbûye. Ango berê tune bû. Ta niha bermayên wê herifînê ji keviran wek xwe mane. Hin nivîskar û lêkolînvanên ku li ser Şikefta Dûderê nivîsandine, dibêjin ku deriyê jorîn rojina şikeftê ye. Lê nêrîna wan tucarî cihê xwe nagire. Çima? Ji ber ku şikefta Dûderê xwezayî ye rola mirovan di çêkirina wê de nîne. Ya din, vekirina ku ji encama herifînê çêbûye, tucarî ne rojinan e.
Şikefta Dûderê û Mirovên Niyandirtal:
Di 23`ê meha Tebaxa 1978`an Zayînê de, tîmeke lêgerînê ya hevbeş Japonya û Sûrî di şikefta Dûderê de dest bi karê vekolanê kirin. Piştî 16 salan ji vekolandinê û bi şêweyekî ne hertimî, qereqodê zarokekî têde vedîtin. Zanyarê di wî warî de şaraza “Takîra Akawaza”serokê wê şanda şûnewarî bû. Lêkolîneke zanistî li ser wî qereqodî çê dikin. Di encamê de diyar dibe ku qereqod li serdema mirovên Niyandirtal di şikeftê de hatiye binaxkirin. Ji lewra jî, vedîtina wî qereqodî ji aliyê tîma lêgeriyanê û zanyarên cîhanê yên ku bi dîroka mirovên Niyandirtal bendewar in, dibe bûyereke cîhanî û pir girîng.
Zanyarê Japonya “Takîra Akazawa”li bajarê Helebê sala 1996`an Zayînê, li ser vedîtina zarokê şikefta Dûderê semînerek da. Bi rêya dostekî xwe ez li wê semînerê beşdar bûm û min semîner bi deng li kasêtekê tomar kir. Ew kasêt ta niha li ba min parastî ye. Takîra Akazawa di wê semînera xwe de dibêje: “Tîma hevbeş ya Japonya-Sûrî ya ku 16 salên di şikefta Dûderiyê de kar dike, di meha Tebaxê sala 1993`an Zayînê, qereqodê zarokekî Niyandirtal vedîtiye. Dîroka wî vediger /200 – 40/ hezar sal berî zayînê. Piştî lêkolîneke bi horbînî û zanyarî diyar bû ku dirêjiya zarok /80 sm/ e. Li gor pîvana diranên zarokê Dûderiyê diyar dibe ku di temenê dusaliyê de mirî ye. Lê nayê nasîn kur an keç bû. Li gor têgihîştina me lezbûna meşa zarok di her kêlîkekê de /160 sm/ bû”. Ev beşekî kurt ji semînerê ye.
$Hewildana Guherîna Navê Şikeftê:$
Berî ku şanda Japonya-Sûrî di şikefta Dûderê de dest bi karên lêgeriyan û vekolanê bike, ji şêniyê gundê Birca Evdêl navê şikeftê pirsîbûn. Jê re gotibûn ji ber ku du deriyên şikeftê hene navê wê Duderiyê ye. Hîngê şandê navê şikeftê wekî jê re hatibû gotin tomar kir. Dema ku navê wê di ragihandin û li ser zimanê zanyarê Japonya”Takîra Akazawa”hate gotin, ji ber ku nav bi kurdî ne bi erebî bû li heza wezareta çandê û navendên şûnewarî yên Sûrî nehat. Hîngê Necah El-Etar serok wezîra çandê bû. Bêhtirî carekê bi zanyarê Japonya “Takîra Akazawa”re têkil bû da ku navê şikeftê Duderî bi “Elhederiyê”biguhêre. Her wiha, berpirsên navendên şûnewarî yên dewleta Sûriyê jî ketin wê hewildanê. Lê Takîra Akazawa biryar da ku navê şikeftê Duderî bimîne.
$Şikefta Dûderê piştî 18`ê Adara 2018`an:$
Di 18`ê Adara 2018`an de, dewleta Tirkiyeyê herêma Çiyayê Kurmênc – Efrîn dagir kir. Berî dagirkirinê deriyê şikefta Dûderê bi deriyekî hesinî û mezin hatibû parastin. Lê mirov dikarî di nav valahiyên wî derî re têketa hindurê şikeftê. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, çeteyên wê yên çekdar ku navê rikberiya Sûrî li xwe kirine, deriyê şikeftê yê hesinî ji hev kirin û birin firotin. Bi mebesta ku li tiştên şûnewarî digerin, serûberê hindurê şikeftê kolan û serûbinî hev kirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览565
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://nlka.net/- 08-01-2023
相关文件: 4
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 30-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
城市: Afreen
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):08-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览565
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1172 KB 08-01-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 525,475
图片 106,431
书籍 19,789
相关文件 99,587
Video 1,449
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,310

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,756

هەورامی 
65,742

عربي 
28,845

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,300

فارسی 
8,536

English 
7,169

Türkçe 
3,571

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!