图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 522,533
图片 105,731
书籍 19,696
相关文件 98,586
Video 1,419
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Bajarê medan yê wenda: Pterîa/Kerkenez
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bajarê medan yê wenda: Pterîa/Kerkenez

Bajarê medan yê wenda: Pterîa/Kerkenez
#Agîd Yazar#
Bavê dîrokê Heredot ê Îonyayî di berhema xwe ya giranbuha ya bi navê Dîrokê de, qala bajarekî Medan yê li Anatolyaya navîn dike. Navê xwe Pterîa/Pteriya ye. Ji ber ku ev serê du hezar û 500 salî ye, cihê vî bajarê girîng nedihat zanîn. Lewma jî alema arkeolojiyê ev bajar wekî bajarê xeyalî pênase dikir. Lê ev serê sîh salî ye, êdî cihê vî bajarî tê zanîn. (xebînete, ji bo me kurdan, hîn jî nayê zanîn) Ev bajarê mezin yê Împaratoriya Medan(kurdan), li herêma Kerkenez a bi ser navçeya Sorgun a Yozgatê ve ye. Navê xwe yê niha, nola “kavilên kerkenezê” derbasî zimanê arkeolojiyê bûye (kerkenez, yan jî kergez, navê balîndeyekî ku dişêbe başokê û ev navekî kevn ê kurdî ye. Ev balînde, moz û kêzikan dinêçêrîne. Tirk, vî navî bi kartînin. Lewma jî ji me weye ku ev navekî bi tirkî ye. Me jî ev nav ji wan re hiştiye û em niha ji vî balîndeyî re dibêjin lûrteşî, dûvteşî û hwd. Her wiha navê Sorgunê jî bi kurdî ye. Dibe ku ev nav ji serdema kurdên cîhana dêrîn yên Hattî-Hîtît û Medan hatibe roja me ya niha…)
Ev bajarê ji bo me pir û pir girîng, bajarê Împaratoriya Mediya yê li hêla rojava, bajarê herî dûr e. Dirêjahiya dîwarê sûra bajarê Kerkenez/Pterîa, zêdeyî heft km dirêj e. Berahiya dîwêr metreyek û nîv e, her wiha du metre û nîv û heta heft metre jî bilind e. Heft deriyê bajêr hene. Ev bajarê mezin yê xwediyê zir-sûreke dirêj, hemû cûreyên avahiyê jîngehî di nava xwe de dihewîne.
Cara pêşîn di sala 1928’an de kolandina arkeolojîk li vê derê dest pêkiriye. Hingê dihat texmînkirin ku ev bajarekî Asûran bûye. Paşê di sala 1993’yan de kolaneke nekûr hatiye kirin. Di vê kolandina dawî de hat zanîn ku ev bajarê Medan yê ku Heredot behs dikir, ew bajar bi xwe ye. Lewre nîşanên Heredot destnîşan kiriye û Kavilên Bajarê Antîk yê Kerkenezê, yek bi yek hevdu digrin û cih ji şikê re nahêle. Lê wekî her car, rayedarên dewletê ketibûn pey şêlokirina girîngiya vî bajarî.
Keyxusrew ê mezin û bajarê Pterîa/Kerkenez
Keyxusrew ê mezin, B.Z 628-585 derdikeve ser textê keyatiyê yê Medan. Keya Keyxusrew, tekane ew keya ye ku di wexta xwe ya desthilatdariyê de tifaqa tevahiya hozên kurdan dike yek û di bin sîwana Împaratoriya Medan de digihîne hev. Keyxusrew, neviyê keya Diyako û kurê keya Fireoştre ye. Hêj Keyxusrew mîrze bû, bavê wî di şerê li hemberî Asûran de tê kuştin. Keyxusrew dikeve dewsa bavê xwe Fireoştre. hozên kurdan/Medan yên jihevbelavbûyî, tîne ba hev. Piştre li asûrên xedar yên dijminên bav û kalên kurdan vedigere û B.Z di sala 612’an de diçe ser Nînowayê û paytexta asûran di ser serê wan de hildiweşîne. Piştî hilê asûran dixîne milê wan û asûran di sergoyê dîrokê de binax dike. Êdî keyayê gewre Keyxusrew li skîtiyên talanker vedigere û serkêşên wan dîl digre, dest û lingên wan dixîne qeyd û leleyan, wan tînin pêşberî xwe û serî li wan diçimînin. Keyxusrew ê gewre, vê rewşa skîtî, kîmerî, asûrî û neyarê kurdan yên din bi giştî, li ser zinarê Behîston/Bihîstinê dikole û nemir dike (paşê di navbera salên 1913-1923’yan de persên/parsek, bi rolyefa Behîstonê dilîzin û mîna Daryûsê pêşiyên wan, ew rolyefa li ser wê latê hilkolabe, diniqirîne û lê zêde dikin)
Piştî keya Keyxusrew, tevahiya dijminê kurdan/medan têk dibe, hozeke skîtî xwe davêje bextê Keyxusrew, ji wî tîka dike, da ku ew wan bihewîne. Keyxusrew jî wê hoza skîtî li nêzî sînorê Împaratoriya Medan û cîranê wan ê lîdyayî bi cîh dike.
Keyê keyan Keyxusrew ew qas mirovekî şareza û zîrek bûye, wî tucaran karê xwe bi sersarî negirtiye û her wext bitevdir û tifaq tevgeriyaye. Lewma jî gava ew wê hoza skîtî li ser axa medan bi cih dike, ew naxwaze wan bi serê xwe serbest bihêle. Lewma jî keya Keyxusrew, çend zarokên kurd li ba wan bi cih dike. Da ku fêrî zimanê wan bibe û paşê li liv û tevgera wan serwext bibe. Lewra keya Keyxusrew, hem merivekî dilovan, hem jî merivekî bi hesab û kîtêb bû.
Gotineke me kurdan heye dibêje, gur eyarê xwe navêje. Skîtiyên nan û xwêya wan li guzikê, ji ciwanmêriyê fêm naikin û qencîyê naşêkirînin. Zarokekî ku bi fermana Keyxusrew ê mezin li ba wan bi cih kiribû, dikujin. Skîtî yên kujerê zarokekî medan/kurdan, pê dizanin ku keyê keyan Keyxusrew ew ê vê bêbaviya wan efû neke; ew ê diya wan bişîne kinca û qûşê li wan biqetîne. Lema jî ji tirsa Împaratorê kurd Keyxusrew re, tevahiya skîtiyan diqutifin û ji tirsa Keyxesrew, ew hoza skîtî direvin û xwe davêjin dexlê lîdyayî yên cîranên medan/kurdan.
Gava keyê keyan Keyxusrew dibîhîze ku skîtî yên tirek, xortikekî med/kurd kuştiye û reviyane xwe avêtine pişt lîdyayîyan, Keyxusrew dîn û har dibe. Yekser fermanê li lîdyayîyan radike û dibêje: “heke hûn wan skîtiyên bêbext radestî min dikin bikin, heke hûn nakin xwe ji şerê giran re amade bikin!”
Lîdyayî, wan skîtiyan radestî Împarator Keyxusrew nakin. Keyxusrew, artêşa xwe ya giran dişine ser lîdyayiyên ku lingê xwe zêdeyî lihêfa xwe ramedandibûn.
Sînorê Împaratoriya Medan ji hêla rojhilat ji Hindistanê destpêdikir, ji hêla rojava jî xwe digihand heta Anatolyaya Navîn. Heke em xetekê ji Derya Reş ber bi Derya Sipî bikşînin, ew ê xwe ji Sînopa niha berde ser herêma bajarê Antalya ya niha. Jixwe Heredot û Strabo jî ev xet destnîşan kirine. Sînorê eyan yê di navbera van herdu bajaran de jî Çemê Helîs(Kizilirmak)ê ye. Aha ev bajarê Kerkenez/Pterîa ku mijara vê nivîsarê ye, tam di nîveka van herdu bajaran de hatiye avakirin.
Gava keyê keyan Keyxusrew şer li hemberî lîdyayiyan radigihîne, ew vî bajarê Kerkenez/Pterîa, wekî baregeheke leşkerî zexm dike. Lewre ev bajarê herî nêzîk ê sînorê herdu welatan e. Lema, bi fermana keya Keyxusrew, vî bajarê stratejik zexm dikin û sûreke mezin li dorê lêdikin.
Beriya Zayînê di sala 591’ê de, di navbera Împaratoriya Medan/kurdan û lîdyayiyan de şer destpêdike. Serkêşê artêşa medan, Mîrze Astîyag ê kurê keya Keyxesrew e. Yawerê Mîrze Astîyag, Harpago ye. Harpago, mirovekî ji herêma Meletê ye (Balkêş e ku Îsmetê Kerr-Îsmet Înunu jî ji heman herêmê ye. Dema li pêş, bi berfirehî ez ê li ser xayinê kurd yê herî mezin, Harpago binivîsim)
Bi salan şerê di navbera medan û lîdyayiyan de didome rojeke eyan a 28’ê gulana 585’an a B.Z nîvê rojê, roj tê girtin; roj tarî dibe mîna şevreşekê. Ji ber ku roj hem li ba kurdên medî yên Zerdeştî jî û li ba lîdyayiyên lowî jî pir pîroz bû, herdu gelên cîranên hevdu û her wiha xwediyê baweriyeke nêzî hev, li hemberî girtina rojê dibehitin.
Rayedarên herdu welatan dibêjin ev kerameteke xwedayî ye ku xwedê ji me hêrs bûye û xwedê jî êdî vî şerî napejirîne. Lewma jî roja xwe ya pîroz li ser me tarî kir. Heke em şer bidomînin, ew ê xwedê bitahne û ew ê xezeba xwe li me bibarîne.
Li ser vê qewimandina xwezayê ya rojgirtinê, herdu welat bi navbênkariya Babîl û Klîkyayê li hevdu tên. Li ser Keyayê Lîdya, Alayattes ê 2’em ferz dikin ku ew keça xwe ya bi navê Alayanîs a lîdî, ango lîdyayî li kurê Keyxusrew Mîrze Astiyag mahr bike. Her wiha Çemê Hêlizê(Kizilirmak) wekî sînorê navbera herdu welatan mîsoger dikin.
Împaratoriya Medan, vê peymana dîrokî li ser dîwarê aramgeha keyê keyan Keyxusrew, bi rolyef û sêwirandineke niwaze dikolin. Jixwe piştî vê peymanê salek derbas dibe, keyayê gewre, bavê kurdan yê mezin keyê keyan Keyxusrew, Împaratoriyeke mezin û bi hêbet ji kurdên medî re dihêle û serê xwe diavêje diyarê qebrê, axa kendal û gorê û derdikeve warê aşa.
Heke yek ji min bipirse bibêje, ji bavê Adem û vir ve, di nava pêşiyên kurdan de lehengê herî gewre kî ye, bêdudilî ez ê bibêjim ew lehengê gewre û yê hetahetayê, Keyxusrew ê mezin e. mala Dildar Şeko hezar carî ava be ku navê bavê mezin, bavê kurdan, keyê keyan Keyxusrew di nava marşa netewî Ey Reqîb de bi cih kiriye û ew kiriye şekirê li ser zimanan.
Di xelaka paş de, ez ê berê xwe bidim Slêmaniya rengîn û em ê bi hev re herin tewafa aramgeha keyê keyan Keyxusrew ê gewre û em ê bejna xwe ji Împaratorê kurd re bitewînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览548
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 11-01-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 18-12-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览548
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 522,533
图片 105,731
书籍 19,696
相关文件 98,586
Video 1,419
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!