图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 525,636
图片 106,450
书籍 19,790
相关文件 99,648
Video 1,449
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,349
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,756
هەورامی 
65,744
عربي 
28,846
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,307
فارسی 
8,547
English 
7,168
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
小组
中国的
传记 
3
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Jînda Serhed - Eylem Akgun
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jînda Serhed

Jînda Serhed
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Jînda Serhed
Nav paşnav: Eylem Akgun
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hanîfe-Harûn
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Jînda li navçeya Elbakê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev herêma me bi welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re tê naskirin û bi vê taybetmendiya xwe yek ji qadên mînak ên Kurdistanê ye. Ji ber ku derdora lê dima dilsozê çanda xwe bû û bi israr ev jiyana xwe diparast, vê yekê bandor li ser hevrêya me Jînda jî kir. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin, cewhera xwe parast, bi vî rengî polîtîkayên dijmin pûç kir. Li gel vê yekê êrîş, zext û komkujiyên dijmin ên li ser gelê me, bûn sedem ku hevrêya me Jînda li hemberî dijmin xwedî hêrseke mezin be. Hevrêya me Jînda zanîbû ku hesabê kiryarên dewleta Tirk a qirker tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bê pirsîn û sala 2013'an beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Jînda piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya şervanên nû li herêma Avaşînê wergirt û bi coş û moraleke mezin tevlî nava perwerde û jiyanê bû. Ji ber vê yekê di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû, ji hevrêyên xwe re hem bû mînak hem jî bû pêşeng. Hevrêya me Jînda di vê pêvajoya perwerdeyê xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser Şengalê, bû yek ji gerîlayên destpêkê ku bi hawara xelkê me yê Êzidî ve beziya. Li dijî êrîşên çeteyand emeke dirêj ji gelê me û jinan re bû mertal. Di dema şerê li Şengalê de rastiya dijmin, bandora mejiyê baviksalar bêhtir fêhm kir, ji aliyê leşkerî ve jî bû xwedî tecrûbeyeke mezintir. Piştî ku wezîfeya xwe ya li Şengalê qedand, vegeriya çiyayên azad ên Kurdistanê, bi perwerdeya îdeolojîk re asta xwe ya hişmendiyê bilindtir kir û di çarçoveya felsefeya Rêbertî de ji nû ve nirxand, kir zemîneke girîng ji bo pêngavên mezintir. Bi hêz û morala ji perwerdeyê wergirtî, ji bo tevlîbûneke hîn encamgir di sala 2017'an de derbasî herêma Zapê bû. Li Zapê bi giranî li qadên Ertûş û Cîloya Biçûk ma û ji aliyê bicihanîna gerîlatiya serdema nû ve û pêkanîna rêbaza dema nû weke fermandareke YJA Starê pêşengî kir, hunera xwe tevlî her qada pratîkê kir. Bi vî rengî bû yek ji fermandarên pêşeng ên bicihanîna rê û rêbazên serdema nû, bi ked û hewldana xwe bû milîtaneke mînak a Apoyî. Bi danheviya xwe ya îdeolojîk ûl eşkerî li herêma Zapê tevlî gelek çalakiyan bû, di van çalakiyan de bi roleke bi banador rabû. Li qada Cîloya Biçûk piştî çalekiyekê di êrîşa dijmin de bi giranî birîndar bû, tevî vê yekê jî tedawî bû û bi biryardarî xwest tevlî nava karên pratîkê bibe. Weke milîtaneke YJA Starê di mîsyona xwe ya pêşengiyê de ti carî tawîz neda. Li herêma Zapê bi tevlîbûna xwe ya durust, asta xwe ya fedakariyê, hewldan û pêşengiya xwe ya pratîkî di demeke kurt de bû fermandarek ku bal dikişand û bi tevlîbûna xwe ya wêrek û fedaî di şexsê Mizgîn, Rojda, Çiya, Avzem û Berfînan de xwe gihand sekna fermandariya jinê ya pêşeng a demê. Hevrêya me Jînda li qada Sacayê di pêvajoya şerê giran de tevlîbûneke çalak li kar kir, ji kûryetiyê heta bi karên pratîkî û çalakiyan beşdarî her karî bû.
Herî dawî li çeperên berxwedanê yên Şehîd Xursî weke fermandara YJA Starê wezîfe kir, berxwedana li vê derê ji destpêkê heta dawiyê bi sekna fermandariya pêşeng meşand. Bi wêrekî, tevlîbûn û hunera xwe ya taktîkî di asta pêşengiyê de beşdarî hemû çalakiyên li çeperên berxwedanê yên Şehîd Xursî bû, ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana fedaî ya hevrê Jînda û hevrêyên pê re nikarî encamê bi dest bixe, bi rengê ku li sîcîla wê ya qirêj bê careke din çekên kîmyewî bi kar anî û xwest îradeya milîtanên Apoyî bişikîne. Di encama êrîşên giran ên çekên kîmyewî de hevrêya me Jînda şehîd bû. Hevrêya me Jînda bi sekna xwe ya li ser xeta jin a azad di jiyana azad de israr kir.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览311
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 16-01-2023
挂钩项目: 1
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 640
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82:
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 16-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览311
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 525,636
图片 106,450
书籍 19,790
相关文件 99,648
Video 1,449
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,349
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,756
هەورامی 
65,744
عربي 
28,846
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,307
فارسی 
8,547
English 
7,168
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
小组
中国的
传记 
3
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!