图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,806
图片 106,147
书籍 19,342
相关文件 97,362
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Xwendineke cihê ji bûyerên Mehabadê re
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ferînaz Xosrewanî

Ferînaz Xosrewanî
#Helîm Yûsiv#
Dîmenê keça kurd Ferînaz Xosrewanî ku xwe bi dîwarekî otêlê ve daleqndibû û ketina wê ya ji jor ve, ya hembêza mirineke sar, wê heta demeke dirêj di xeyala mîlyonên mirovan de bimîne. Bûyerê bi awayekî
trajedîk, lê pirwate xwe pêşkêşî xeyala miletekî bindest, perçebûyî û birîndar kir. Ka em bi hev re li aliyên vê pirwateyiyê binêrin:
- Qurbanî jin e
- Jineke Kurd e
- Ji ber tecawuzkaran direve
- Tecawuzkar bi xwe endamên rêjîmê ne
- Xwekuştineke li ber tava rojê û li ber çavên xelkê ye
Gava em van aliyên mijarê hemûyan bînin cem hev, ku li dewleteke mîna Îranê diqewime, pê re jî rewşa rojhilatê Kurdistanê bînin bîra xwe, mijar berfirehtir û kûrtir dibe. Bi hesanî mirov dikare texmîn bike ku bûyerên li pey xwekuştina Ferînaz bên, wê ne tenê şewitandina wê otêla cihê tawanbariyê be. Ji ber vê jî bûyer ne bi otêlê û ne jî bi Mehabadê tenê bi sînor nebû û her û her mesele berfirehtir dibe. Vê bûyerê xweşewitandina Abûezîzî yê tûnisî anî bîra hinekan û serhildana Qamişlo anî bîra hinekên din. Di vê nivîsê de, ezê hin pêşbîniyên xwe li ser vê bûyerê û encamên ku wê bi xwe re bîne, li gor xwendina xwe jê re, li ber çavan raxînim.
Ferînaz ne Abûezîzî ye û Îran jî ne Tûnis e
Her çendî hinek aliyên her du bûyeran nêzîkî hev in, her du qurbaniyên zordariya rêjîma desthilatdar in. Yek ji bo astengiyên aborî û yek ji bo astengiyên exlaqî ku ji hêla zilamên rejîmê ve têne cih bi cih kirin, xwe dikujin. Her du kuştin li kolanê diqewimin û mîna derbirînekê di ber wijdanê giştî yê civakeke çewisandî de xwe nîşan didin. Hem bêhna redkirinê û hem jî bêhna şermezarkirin û serhildanê ji wan tê. Her wiha beza ber bi kolanê ve mîna hewarekê xwe nîşan dide. Abûezîzî bi şewitandina xwe ya li kolanê xwe wekî lehengekî destanên trajedîk, ku di ber her kesê belengaz û perîşan û baskşikestî de xwe li ber çavên wan dişewitîne. Ferînaz jî, gava ku ji pencereya qata jor ya otêlê ber bi kolanê ve direve, hewara xwe dibe ber destên xelkê. Bi gotineke din hewara xwe dibe ber destê civakê, lê di encamê de kesek bi kêrî wê nayê û xwe li ber çavên wan davêje erdê û can dide. Dema em hinekî din li rewşa her du kesan hûr bibin, em dibînin ku Abûezîzî endamê civakeke ereb e, tûnisî ye. Li welatê wî diktatorekî hejhijî desthilatdare, ku pişta xwe nade tu îdeolojiyên girtî û radîkal. Wisa jî hewaya bihara ereban êdî serê xwe ji bin ariya dehên salan derxistibû û zemîna serhildanên berfireh amade bûbû. Li aliyê din Ferîzan, endama civakeke bindest e, kurd e. Hejmara kurdan jî li wî welatî ji sedî dehan derbas nake. Wisa jî tu nîşanên ku wê miletên îranê yên din jî ji bo bûyereke bi vî rengî bilivin, tevbigerin yan jî serî hildin, ji binî ve, tune ne. Ji bilî ku rêjîma Meleyan xwe dispêre îdeolojiyeke oldarî ya hişk. Baweriya min ew e, ku çiqasî serhildan û meşên protestoyî berfireh bibin, wê sînorên bajarên kurdan derbas nekin. Bi vî awayî jî wê tu encameke wisa berbiçav neyê bidestxistin.
Serhildana Qamişlo û serhildana Mehabad
Xala hevbeş ya di navbera herdu serhildanan de ew e, ku her du jî jixweber û bê pilan in û bêyî ku destê rêxistinên siyasî têde hebe hatin holê. Wisa jî li du cihên - otêl û stadyoma futbolê- ku têkiliya wan a rasterast bi siyasetê re tune ye. Tevî ku serîhildanên kurdên Rojhilat hetanî vê kêlîkê ew qasî berfireh nebûne û negihîştine wê radeya ku mirov bide beramberî serhildana Qamişlo, ku di demeke kin de li hemû herêmên kurdan yên Rojava û li Sûriyê belav bûbû, lê dîsa jî emê nirxandina xwe bi peyva eger dest pê bikin. Eger hat û ev serhildan wisa berfireh bû û li hemû herêmên kurdan li rojhilatê Kurdistanê belav bû, gelo wê çi encamê bi xwe re bîne? Di bersivdana vê pirsê de divê em encamên serhildana Qamişlo bînin bîra xwe. Hejmara şehîdên serhildanê heta niha ne diyar e, lê li der û dora sih şehîdî ye. Hejmara girtiyan ber bi du hezarî ve bilind bûbû. Hêzên ewlekariyê û desthilatdariyê li herêmên kurdan dest bi tolhildanê kirin û rewşa kurdan ji berê xerabtir kirin. Li ser erdê, ji hêla siyasî ve, tiştek nehat guhertin. Dibe ku qezenca wê ya herî berbiçav ew bû, ku dîwarê tirsê hate hilweşandin û hinekî be jî doza kurdan li hundir Sûriyê ji cîhanê re hate ragihandin. Divê ev jî bê gotin, ku li yek bajarê ne kurd li Sûriyê pênc kes jî bin ji bo piştgiriya kurdan derneketin kolanan û 12’yê Adarê tenê mabû bîranînek. Ji ber vê û ji ber Ferînaz kurd e, wê bandora vê bûyerê sînorên Kurdistana îranê derbas neke. Wisa jî bawer nakim ku deh kesên ne kurd li seranserê Îranê tiliyeke xwe jî ji bo piştgiriya kurdan bi xwîn bikin. Ji lew re, wê ev serhildan heta demekê berdewm bikin, berfireh bibin û wê bi awayekî xwînî û hovane bêne pêşwazîkirin. Lê di encamê de wê tiştekî berbiçav neyê bidestxistin. Her çendî mesele germ bibe, dibe ku qurbaniyên kurdan jî zêde bibin. Wisa jî bêhtir zirarê bidin mal û milk û canên wan.
Li şûna encamê
Di halê hazir de, ji ber ku bûyer hîn li dar e mirov nikare behsa encaman bike. Her çendî ez bi xwe aliyên neyênî û bizirar û êşkişandin bêhtir dibînim, lê bê guman ewê bi xwe re encamin erênî jî bîne. Di serî de şikenandina bêdengiya mirinê û amadekirina zemîna xwerêxistin û birêvebirinê. Metirsiya herî mezin ew e, ku li hember rêjîmeke wiha hov û xwînrij kurd xwe tenê bibînin. Çawa ku li rojavayê Kurdistanê tev li serhildana xwe, kurdan nikarîbû tiştekî bidestbixînin, hetanî ku agirê serhildan û şoreşê li sernaserê Sûriyê belav nebû, wê li rojhilatê Kurdistanê jî, bêyî ku miletên îranî li seranserê wî welatî serî hildin, wê kurdên Rojhilat nikaribin tiştekî bidestbixînin.
Her çendî ev xwendina min ne li gor dilê hin xeyalperestên kurd be, lê dîsa jî ez tu berjewendiyên kurdan di vekirina eniyeke şer de li hember rêjîma Îranê, di vê demê de, nabînim. Bi gotineke din, ji kurdan tê xwestin ku tenê, bêyî beşdariya miletên din yên Îranê, neyên hember rêjîmê û qirika xwe wisa nedin ber kêra wan. Navenda dewletê bi destê kurdan bi tenê nayê hejandin, ji ber vê dema kurd bi tenê bin, wê bi destê hesinî yê navenda dewletê bêne perçiqandin û wê dilê kesekî din jî bi wan neşewite. Hemû serboreyên dîroka me ya nêzîk vê dibêjin, destpêkê û berî her tiştî xwebihêzkirin, xwebihêzkirin û dîsa xwebihêzkirin.[1]
..................................................................
Ev nivîs di hejmara19’an a rojnameyaBûyerpressê de belav bû. Bûyerpress li Qamişlo derdikeve.
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览263
HashTag
来源
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 16-06-2015 (9 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: 马哈巴德
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览263
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,806
图片 106,147
书籍 19,342
相关文件 97,362
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!