图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,331
图片 105,030
书籍 19,476
相关文件 97,743
Video 1,402
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nivîskarên tekstên Kurdî tine ne!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şanoya kurdî

Şanoya kurdî
Derhênerê lîstika “Seyrana Li Çeper” û gelek lîstikên din Nazmî Karaman têkildarî şanoya Kurdî axivî û got: “Di şanoya kurdî de ruhekî azad heye. Gelek çîrokên me hene lê mixabin nivîskarên ku tekstên şanoya Kurdî binivisînin tine ne!”
Lîstika “Seyrana Li Çeper” ku ji aliyê Fernando Arrabal ve hatiye nivîsandin û Aydin Rengîn jî wergerandiye kurdî, di 4’ê Çileyê 2023´yan de li Êlihê promiyera xwe kiribû. Lîstik, ji aliyê Nîsk Hunerê ve hatiye amadekirin û derhêneriya lîstikê jî Nazmî Karaman kiriye. Lîstik piştî ku li Şanoya Bajêr a Amedê hat nîşandan, dê turneya xwe bike li Sêrt, Mêrdîn, Izmîr û gelek bajarên din. Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman û şanogerên Nîsk Huner, Gulan Mizgîn û Habîp Çelîk têkildarî lîstika “Seyrana Li Çeper” û şanoya Kurdî axivîn.
Derhêner Nazmî Karaman bal bire ser azadiya hunerê Kurdî û da zanîn ku hunerê Kurdî bi zimanê xwe û çîroka xwe ve tena serê xwe azadiyek e. Karaman diyar kir ku gava temaşevan tên li şanoya Kurdî temaşe dikin, parçeyek ji jiyan û çîroka xwe dibînin û got, “Ji ber vê yekê jî şanoya Kurdî ji bo şanogeran jî ji bo temaşevanan jî azadiyek e. Ev demeke dirêj e ez di nava karê şanoyê de me. Bi Tirkî, Ingilîzî, Kurdî û her wiha bi zimanên din lîstikên şanoyê tên lîstin. Di naveroka lîstikan de ti cudahî tine ye. Tenê zimanê wê diguhere û gava bi Kurdî be tê qedexekirin. Gava temaşevan tên, li lîstika bi Kurdî temaşe dikin, têkiliyeke wan bi ziman re çêdibe û ji ber vê yekê jî tê qedexekirin.”

$Nebûna derfetan fikrên cuda çêdike$
Karaman têkildarî pênasekirina “Hunerê serdest û bindest” wiha nêrîna xwe anî ziman: “Niha di nava huner de gelek têgeh tên bikaranîn. Di demekê de wek ‘hunerê bindestan-serdestan’ pênaseyek hatiye kirin. Lê di hunerê Kurdî de ev pênase bêmane ye. Şanoya Kurdî, ne şanoya bindestan yan jî ya serdestan e. Ji ber ku bingehê wê azad e. Rast e, em gelek lîstikên ji zimanên din hatine wergernadin jî derdixin ser dikê. Lê çîroka wan lîstikên wergerandî jî nêzî jiyana Kurdan e. Heke ne wisa be, jixwe temaşevan jî lê temaşe nakin. Ev yek jî azadiyê bi xwe re tîne. Rast e, Şanoya Kurdî di nav nebûna derfetan de bi pêş dikeve û lîstikên Kurdî tên qedexekirin. Lê ev yek jî fikr û ramanên cuda bi xwe re tîne. Lewma di şano û hunerê Kurdî de mirov nikare behsa bindestiyê yan jî serdestiyê bike.”

$Ka nivîskarên şanonamyên Kurdî!$
Nazmî Karaman bal bire ser mijara hilberînê, ew weke mijareke pirr girîng bi nav kir û got, “Çîrokên me pirr in, lê mixabin nivîskarên me tine ne. Di şanoyê de jî her çiqas lîstikvan yan jî derhênerên baş hebin, her kes nikare binivîsîne. Tekstên şanoyê tiştekî gelekî cuda ne. Kêmasiya herî mezin tinebûna nivîskaran e. Hin nivîskarên me hene ku ji bo nivîsandina lîstikeke şanoyê di nava hewldanan de ne, lê hejmara wan kesan jî gelekî kêm e.”

$Tiştekî absûrd û henûn ‘Seyrana Li Çeper’$
Nazmî Karaman qala amadekirina lîstika “Seyrana Li Çeper” jî kir û got, “Di şanoyê de ji bo me her der dik e, û tu dikarî li her derê provayên xwe bikî. Di vê hêlê de derfet gelek in. Me provayên lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ li Yenî Sahneya Batmanê kirin. Me demeke dirêj provayên xwe domandin. Her hevalekî tiştek kir, karekî kolektîf derket holê. Ev jî ji bo şanoya Kurdî tiştekî gelekî baş e. Mijara lîstikê jî şer e ku niha cîhan hemû di nava şerekî de derbas dibe. Me jî xwest ku di lîstikê de tiştekî cuda ava bikin. Ev şer, şerekî ne baş e. Li her derê mirov qurbanî dibin. Ji ber vê yekê tiştekî absûrd û ‘naîf’ jî derkete holê.”
BAZÎD EVREN/EYLEM AKDAG/MA/AMED

$Bawerî pê bînin û bibin serî$
Lîstikvana şanoyê, Gulan Mizgîn jî anî ziman ku ew di şanoyê de nû ye û di koma wan a Nîsk Huner de jî ew tenê du jin in. Mizgîn destnîşan kir ku gelek astengî derdikevin pêşiya wan û got, “Hem ji aliyê civakê de û hem jî di aliyê malbatê de ez rastî gelek astengiyan hatim. Gelek kes dibêjin, hûn jin in, hûn bi tena serê xwe li wir çi dikin. Lê min li ber xwe da û ez niha jî li ser karê xwe me. Min pirr ji şanoya Kurdî hez dikir. Gava min li şanoya bi Tirkî temaşe dikir, min xwe tê de nedidît. Min dikir û nedikir wek temaşevanekê jî nediketim nava wê çîrokê. Ji ber vê yekê jî min pirr li ber xwe da û astengiyên li pêşiya xwe bihurandin. Ez wek jinekê, tiştên ku min bihîstî bibêjim, heta sibê jî em nikarin biqedînin. Tesîreke mezin li ser mirov çêdike. Dibe ku gotineke min xemgîn bike, lê ez guhên xwe digirim û gava bû sibe ez ji nû ve dest bi jiyana xwe dikim. Li ser medyaya dijîtal jî gava min rexne dikin, ne wekî şanogerekê yan jî ne weke keseke ji rêzê, her wiha li ser zayendê min rexne dikin. Lê ez ji biryarên xwe bi bawer im û li gorî wê jî tevdigerim. Ez ji tevahî jinan re dibêjim, guh nedin ti kesî û dest ji armancên xwe bernedin.”

$‘Ji ber ku bi Kurdî ye serê min rehet e’$
Ji lîstikvanên Nîsk Huner, Habîb Çelîk jî bi bîr xist ku şeş sal in, ew di nava şanoyê de cih digire û di nava van şeş salan de jî gelek caran derketiye ser dikê. Çelîk diyar kir ku ew wek şanogerekî daxwaz ji gelê Kurd dike ku xwedî li şanoya Kurdî, çanda Kurdî derkevin û lê temaşe bikin. Çelîk got; “Ji ber ku ez bi Kurdî karê xwe dikim, serê min pirr rehet e. Zimanê dayika min e. Ez hestên lîstikê xweş didim temaşevanan û ji wan jî xweş distînim. Min bi Tirkî lîstikek ceriband lê min qet nikarî wê hîsê bidim. Ji ber ku ji roja ez hatime dinê heta niha bi Kurdî diaxivim, lewma dikarim wan peyv, biwêj û gotinên berê jî bi saya hunerê xwe, bigihînim temaşevanan.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览780
HashTag
来源
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 18-01-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 方案
书: 剧院
城市: Amed
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 18-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览780
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.142 KB 18-01-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,331
图片 105,030
书籍 19,476
相关文件 97,743
Video 1,402
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 城市 - Amed

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!