图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,450
图片 105,226
书籍 19,478
相关文件 97,493
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hogir Botan - Omer Sungur
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hogir BotanHogir Botan - Omer Sungur

Hogir BotanHogir Botan - Omer Sungur
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Hogir Botan
Nav û paşnav: Omer Sungur
Cihê jidayikbûnê: Konya
Navê dê û bav: Hatîce – Mehmet Nezîr
Dîrok û cihê şehadetê:9’ê Çileya 2023’an / Gabar

$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê me yê Cizîra Botan ku ji Bêrîvanan bigire heta Çîçek Kiçî û Mehmet Tûnç bi sedan leheng mezin kiriye, tevî ku timî di hedefa dijmin de ye j dev ji helwesta xwe ya bi rûmet bernedaye û bûye qibleya welatparêziya Kurd. Gelê me yê Cizîra Botan ku bi taybetî ji salên 1990’î û vir ve herî zêde rastî polîtîkayên şewitandin û wêrankirina gundan hat, bi darê zorê ji axa xwe hate derxistin û bi êşên mezin re rû bi rû ma. Tevî van hemû êrîşan gelê me yê Cizîra Botanê li her dera ku lê bû welatparêzî û çanda xwe parast, bi hezaran zarokên xwe yên leheng şand nav refên Partiyê û tola xwe ji van hemû polîtîkayan hilanî. Hevrêyê me Hogir ku kurê gelekî wisa leheng e. Malbata wî ji ber zextên dijmin koçî metropolên Tirkiyeyê kir, hevrê Hogir jî li Konyayê ji dayik bûye û mezin bûye. Tevî vê yekê jî ji zarokatiya xwe bi koka xwe ve girêdayî bû û di her kêliya jiyana xwe de vê çanda welatparêziyê ya ku ji malbata xwe wergirtiye, parast. Hevrêyê me Hogir ê ku bû şahidê polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a faşîst, di temenê xwe yê ciwan de li hemberî vê qirkirinê hêrseke di dilê xwe de çêkiriye û ji bo tolhildanê ketiye nav lêgerînê. Di vê pêvajoyê de çalakî û enerjiya hevrêyê me Hogir ê di nava xebatên ciwanan de, bala dijmin kişand. Hevrê Hogir ku li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst dixwest di şexsê ciwanan de li ser tevahiya gelê Kurd bimeşîne, bi ked û kedeke mezin li ber xwe da, roleke pêşeng lîst û bala gelek ciwanên Kurd kişand ser xeta têkoşînê. Hevrê Hogir ku di van çalakiyan de 5 caran hate destgîrkirin, her carê bi geşkirina têkoşîna xwe bersiv da zext û êrîşên dijmin. Hevrê Hogir ku demeke dirêj di van hewldanan de rola pêşeng lîst, fêm kir ku tenê bi tevlîbûna PKK’ê dikare derbeyek mezintir li dijmin bide û azadiya gelê Kurd misoger bike. Hevrê Hogir li ser vî esasî biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Rêheval Hogir ku di sala 2011'an de bi coşeke mezin tevlî nava refên gerîla bû, li Metîna perwerdeya xwe ya nû ya şervaniyê dît. Ji roja yekem a tevlîbûnê ve bi helwesta xwe ya bi bawer û bi biryar bala rêhevalên xwe kişand. Hevrê Hogir ku pêvajoya perwerdeyê bi serkeftî bi dawî kir, li qada Heftanînê dest bi pratîka xwe ya yekemîn kir. Dema li Heftanînê bû û li her qadên ku ma, kedeke mezin da, bi rûkeniya xwe û hevaltiya xwe ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin. Piştî pratîka serkeftî ya li qada Heftanînê, ji bo ku bibe pispor, kûr bibe û li ser şêwaz û taktîkên gerîlatiyê bibe pispor, perwerdeya branşê dît. Hevrêyê me Hogir ê ku ji bo xwe ne tenê di warê leşkerî, di warê îdeolojîk de jî bi pêş ve bibe kedeke mezin da, bala xwe da ser felsefeya Rêber Apo, ji bo pratîzekirina vê felsefeyê têkoşiya. Hevrê Hogir ê ku perwerdeya şaxê bi serketî qedand û di qada xwe de weke gerîlayekî pispor dest bi pratîka xwe kir. Dema ku çeteyên paşverû yên DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk a qirker êrîşî gelê Kurd kir, wî jî xwest mîna her ciwanên Kurd gelê xwe biparêze. Di navbera salên 2013-2016’an de li dijî van çeteyên paşverû li gelek qadan şer kir. Her çend di vî şerî de ji zikê xwe birîndar bibû jî, dîsa rabû ser piyan û bi îradeya Apoyî ya mezin û bi îradeyeke xurt dîsa vegeriya çeperên şer. Hevrê Hogir ku di aliyê leşkerî û bîrdozî de roj bi roj pêş ket, her dem vê tecrubeya xwe da hevalên xwe. Di berxwedana ku DAÎŞ têk çû de hevrê Hogir kedeke mezin da û piştî bicihanîna mîsyona xwe ya dîrokî dîsa vegeriya çiyayên Kurdistanê.
Hevrê Hogir ji bo ku tecrubeya xwe ya leşkerî ya mezin bi îdeolojiya Rêbertiyê re bike yek û di xeta Rêber Apo de zêdetir li ser felsefe û gerîlatiyê bisekine, li Akademiya Mazlûm Dogan perwerde bû. Hevrêyê me Hogir ê ku di hemû derdorên ku tê de ye xwedî helwesteke rêxistinî ye ku ji prensîban tawîz neda, kêmasî qebûl nekir û xwest jiyana PKK'ê ya ku şehîdên me ji me re hiştiye, biparêze. Bi sadebûn, fedakarî, moral û kesayetiya xwe ya bi hêz, bandor li ser hemû hevrêyeên xwe hişt. Di erkên herî girîng ên rêxistina me de ku pêwîstî bi pêbaweriyeke bilind, hesasiyet û beşdariyeke bi îstîkrar heye, cih girt û wî ev berpirsyarî bi serkeftî bi cih anî.
Hevrêyê me Hogir ji roja ku tevlî bû, xeyala wî ev bû ku li Botanê li dijî mêtingeriya dewleta Tirk gerîlatiyê bike û di sala 2018’an de vê xeyala xwe pêk anî. Wî bi hişmendî û biryardariyeke mezin berê xwe da Gabarê, axa Egîd, Adil û Bedranan. Şehadeta xizmên wî yên nêz Canfeda Botan û Brûsk Cîzre yên di salên 2016 û 2018’an de li Botanê şehîd bûn, hêrsa hevrêyê me Hogir a li hember dijmin zêde kir û li ser vê bingehê hîn bêhtir tevlî nav têkoşînê bû. Hevrê Hogir ku di gelek çalakiyên li herêma Gabarê de yên ku derbên giran li dijmin hatin xistin, roleke pêşeng pêk anî. Di pratîka şêwaz û taktîkên gerîlayên serdema nû de li herêma Gabarê, roleke girîng lîst û bi pûçkirina gelek operasyonên dijmin, di pêkanîna gerîlatiya serdema nû de roleke pêşeng lîst. Tevî taybetmendiyên xwe yên şervanî, bi nefsbiçûk û keda xwe ya jiyanê bû mînaka milîtaniya PKK’ê. Hevrêyê me Hogir ê ku bi tevlîbûna xwe ya bi ken û bi moral ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moralê, di demên herî dijwar ên şer de jî ji hevalên xwe re pêşengtî kiriye. Hevrêyê me Hogir bi azwerî û biryardariya xwe ya di şer de, bi moralê di jiyanê de, bi sekna xwe ya rêxistinî mîraseke mezin a berxwedanê hişt. Em hevrêyên wî soz didin ku em ê vê mîrateya berxwedanê berfireh bikin û di şexsê rêhevalê xwe Hogir de em ê xeyalên Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serkeftinê tacîdar bikin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览448
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 19-01-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 85: 土耳其
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 19-01-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on20-01-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):22-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览448
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.138 KB 22-01-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,450
图片 105,226
书籍 19,478
相关文件 97,493
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!