图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,907
图片 106,345
书籍 19,329
相关文件 97,293
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Salvegera rizgarkirina bajarê Kobaniyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Salvegera rizgarkirina bajarê Kobaniyê

Salvegera rizgarkirina bajarê Kobaniyê
Kobanî.. ka were
Serê xwe deyne ser conga min
Ez ê ji te re…
Strana derwêşê Evdî bibêjim
Were… Ez ê xwîna dilê xwe
Bi ser rihana navê te de birêjim!...
Di roja 26’ê meha 1’ê sala 2015’an de, Ken û hêviyê li ser lêvên zarok û dayîkan eşqin dida. Rojeke ku nîşana zilxist û serkeftinê li ser devê egîd û berazên vî bajarî neditebitî. Rojeke ku kobanî di rûçikî cîhanê de dikeniya. Rojeke dîrokî ji bo Kobanî û Kurdan bû. Bajarê lehengiyê ku tê de destan hate jiyankirin û nivîsandin. Di rojeke wisa de Kobanî ji kabûsa Daişê hate rizgarkirin. Di rojeke wisa de Daiş şkest û kurd li ser piyan man. Kobaniya ku Ereban nav lê kir Eyn-Elereb û Daişê lê kir Eyn Îlslam, her û her Kobanî ma.
Dîrok şahid e. Kobanî bajarekî nîşaneya kela Berxwedanê tê pênasekirin û binavkirin. Ew rojên germ û tijî kelejan, rojên ku mal bi mal, dîwar bi dîwar, tax bi tax, hust bi hust şerê hebûn û tunebûnê dihat kirin. Li hemberî berxwedana şervanên ku piraniya wan jinên têkoşer bûn, li dijî DAIŞ’Ê ya ku gelek dewletan pişgiriya wê dikirin û metirsiyek li ser cîhanê dabû avakirin, cîhan matmayî kir. Kobanî; ew ji bajarên destpêkê ku şoreşa Rojava hembêz kiriye. Ev berxwedana dîrokî ku wekî ‘’Stanlîgirad’’ jî dihat binavkirin, hîşt ku piraniya cîhanê piştgiriya vî bajarî bikin.
Navê Kobanî li her deverên cîhanê û li gelek bajarên dewletên Rojava, Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê meşên girseyî hatin lidarxistin. Derdora 57 welatên cîhanê herikîn qadan. Heta li paytexta Afganistanê Kabolê cara yekemîn ji bo piştgiriya Kobanî, jin meşiyan.
Rêxistina Daişê piştî ku li Mûsilê çekên giran bi dest xistin, di 15’î îlona 2014’an de, bi hêzeke mezin êrîşî Kobanî kir. Zêdetirî 300 gund di nav çend rojan de, xiste bin serweriya xwe. Ji bilî berxwedanî û parastinê, tu rê di destên şervanên ku li bajêr hatibûn asêkirin, nemabû. Ruxmî kêm derfetan, ta serkeftinê şervanên her çar parçeyên Kurdistanê sînor qetandin û xwe li vî bajarî qelibandin û ta şehadetê berxwe dan. Berxwedana şervanên YPG’Ê û YPJ’Ê bala cîhanê kişand ser xwe.
Di encama vî şerî de ji 70% malên welatiyan hate rûxandin, talankirin û wêrankirin. Nêzî 7 hezar miletên wê koçber û derbiderî bakurê kurdistanê û bajarê Tirkiyê dibin. Ev şerê zehmet û dijwar; jin û zarokan, dê û bavan ji hêviyên wan qut kirin. Miletên ku koçber û derbiderî bûn, her dem çavên wan li riya vegera Kobanî bûn.
Di 6’ê cotmehê de, bi hezaran çeteyên Daişê xwe gihandin derdora Kobanî û bajar dorpêç kirin. Ji aliyê rojhilatê bajêr ve, ketin Kobanî û hewil dan ku 4 cihên stratejîk ên bajêr bi dest bixin. Girê Miştenûr, Navenda Çand û Hunerê, Çargoşeya Emnî û Kaniya Muşidê bû. Çeteyan 3’ ji van cihan bi dest xwe xistin. Lê, Murşid Pînar ango Kaniya Muşidê nikarbûn bikevnêkê û bû Kela Berxwedanê. Ji ber vê yekê nav lê hate kirin Kela Dimdimê. Ji wir û şûn ve şerê kolan bi kolan, di vî bajarê biçûk de dest pê kir ta serkeftinê.
Êrîşên Çeteyên DAIŞ’Ê bi dijwarî berdewam kir. Bi hemû hêz û çekên giran hewl dan tevahî Kobanî dagir bikin. Ruxmî hejmara kêm a şervanan, berxwedana dîrokî meşandin û dest ji bajêr bernedan. Di 5’ê Cotmehê de, şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan li Girê Miştenûrê çalakiyeke fedayî pêk anî.
Hêvî û kelejana hemû cîhanê berxwedana şervanên kurd bû. Ji bo piştgiriya şervanên kurd, li hemû bajarên cîhanê azadîxwaz û kurd daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanî. Her dorpêça li ser Kobanî teng dibû, piştgiriya şervanan jî zêdetir dibû. Lewma rewşenbîr, hunermend û saziyên mafên mirovan azadîxwazên cîhanê di roja 1’ê mijdarê de daxuyanî dan û weke roja Cîhanî ya piştgiriya Kobanî îlan kirin. Di vê rojê de li seranserî cîhanî ji bo piştgiriya berxwedana kobanî çalakî hatin lidarxistin.
Di vê rojê de, bi milyonan kes ji ol, mezheb û neteweyên cuda, alên YPG’ê û YPJ’ê hildan û ji bo silavkirina bajarê Kobanê derketin qadan. Herwiha bang li civaka navdewletî kirin ku destwerdana lezgînî bikin û piştgiriyê bidin gelê kurd. Herwiha derdora 150 pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê, bi biryara Parlamentoyê di 31’ê cotmehê de derbasî Kobanî bûn. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku wê demê li ser êrîşên DAIŞ’ê bêdeng bû, bi êrîşên hewayî piştgirî da berxwedanê. Her wiha Kobanî bû navenda ku hêzên kurdî gihandin hev.
Piştgiriya li Kobanî û berxwedana şervanên Kurd li ser asta cîhanê deng veda. Êdî hêzên siyasî û dewletan jî nekarîn li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bêdeng bimînin. Şervanan biryar dabûn, heta dilopa xwîna xwe ya dawî Kobanî biparêzin. Wê demê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan ku piştgiriya çeteyan dikir, di 7’ê Cotmehê de, di daxuyaniyên xwe de digot, wê Kobanî bikeve û ha dikevê ye. Lê, berxwedan û fedakariya şervanên Kurd, destanên qehramaniyê afirandin û Kobanî bû weke Stalîngrada sedsalê.
Di 6-7-8’ê cotmehê de, meşên gireseyî ku li dijî destekdayîna dewleta Tirk dide çeteyên DAIŞ’Ê li bajarê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin li darxistin. Bi sedan sivîl bûne qurbanî. Bi hezaran Kurdistanî herikîn pirsûsa nêzî Kobanî li ser sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya şervanan û ji bo astengkirina desteka Tirkiyê bi DAIŞ’Ê re, bedenên xwe kirin mertalên zindî.
Di 26’ê Çileya 2015’an de piştî 134 ji rojên berxwendana dîrokî ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê û dildarên herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, Kobanî ji çeteyan hate paqijkirin û serkeftina wê bi fermî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê hate ragihandin. Bêguman berdêla bidestxistina azadiyê jî giran bû ku bi hezaran şervan gihîştin asta şehadetê û birîndar bûn. Bi berxwedana ku li Kobanî dest pê kir, berbelavî tevahiya Rojava bû. Nivîskarên cîhanî yên weke Gêl Lêmon, Batrîs Franşîskî û bi dehan nivîskarên li ber berxwedana Kobanî yên bi navê’’Keçên Kobanî û Mirin ji bo Kobanî nivîsandine û heta bûne Belgefilm. Tomarkirina vê berxwedanê tenê li vir nesekenî bi gelek dosye, belgefim û nivîsandina helbest, çîrok û romanan ji cîhanê re hat nîşandan û hîn jî berdewam e.
Aras Hiso
$Çavkanî:$
- Ji malpera KOVAR, a bi zimanê Erebî.[1]
- Ji rûpela ROZpress, roja kobanî ya cîhanî[2]
- Ji rûpela SEDA (Vedeng).[3]
- Malikek ji helbesta Ehmedê Huseyînî[4]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,803
HashTag
来源
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 25-01-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: Kubanê
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
Exclusive to Kurdipedia!
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 23-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):27-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,803
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1107 KB 25-01-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,907
图片 106,345
书籍 19,329
相关文件 97,293
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!