图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
29 Xewnên Serhildanên Kurdan - 1
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

29 Xewnên Serhildanên Kurdan - 1

29 Xewnên Serhildanên Kurdan - 1
#Çiya Mazî#
29 Xewnên Serhildanên Kurdan - 1
(Ji Bo Zarok û Ciwanan)
Xanoyê Çengzêrîn:
Hûn zanin, min işev di xewna xwe de dît ku ez di dewreke pir kevn de bûm. Li nava gundên ku ji wan re digotin Têrgewer, Mêrgewer, Biradost û Uşnu bûm. Min digot qey ez li nava kelehekê me ku aniha di nava sînorê Îranê de ye. Erê, min dît ku em li hundur kelehekê dijiyan. Bi hezaran mirov bi malbatî tê de bûn. Zilam şervan bûn, jin jî him bermalî û him jî karkerên kelehê bûn. Di kelehê de her tişt hebû; ji dehlîzên genim bigirin heta fêkî û xwarinên cûr bi cûr. Ji xaniyan bigirin heta sûk û bazaran. Birk, bîr û serebên avê pir bûn. Xweşiyek pir baldar hebû li serê vî çiyayê bilind. Wekî gêrîkê dixebitîn bi fermanên Xanoyê Çengzêrîn re. Min wateya navê wî fermandarî pirsî; gotin; ji ber ku pir zêran belav dike û mafê kesî naxwe, navê wî bûye Xanoyê Çengzêrîn. Pîrejinekê qala wî dikir, bi kêfxweşiyeke bilind û bi rûkenî digot; Xanê me pir mêrxas e û ji gelê derdorê û ji Îranê re gelek başî kiriye. Ji ber wê yekê Şahê Îranê Ebbas, ji bo Xanê me bikişîne ba xwe, jê re got ’tu çi ji min dixwazî’. Xano jî got ’bi qasî postê gê erdekî bide min bes e.’ Şah jî got ’Bila; de here, ku te li ku konê xwe danî û bi eyarê gê çiqas ew erd pîva, ew der ji te re ye.” Xano jî, çermê gê bi kêrê kir rîtolên zirav û dirêj û bi hev ve girê dan û wan rîtolên pir dirêj li dora Girê bilind ango Girê Gozan gerand. Got, ’aha vay min erd ji xwe re zeft kir.’ Û vê keleha li ser Girê Gozan ava kir ji bo dewleta Kurdistan. Piştî çend salekî Xano bû xwedî êlek mezin, bi hêz û bi tevger, êdî hesabê Şah jî nedikir. Şah behecî û qasid jê re şand got;
Hey xan te bêaqilî kiriye,
Min bihîstiye te navê şah li xwe daniye.
Lo-lo Xano tu kurmancî
Qebûl bike tu vî tacî
Qebûl nakî te dikujim
Xanoyê Mîr jî bersiva xwe ji qasid re dibêje
Here bibêje ji Şahê xwe re, bibêje Xano gotiye;
Taca te li ser serê te be
Nalet li silfetê te be
Kuştina mêran wê hebe,
Kurdistan bênav nabe.
Hê pîrê ji min re bahsa navê wî û jîrekiya wî dikir, min dît qerewîlek hat û bang kir ku leşkerên Îranê dora wan girtiye. Wî wisa got lê belê pîrê wekî ku firsend jê re çêbû dest pê kir bahsa êrişên Îranê yên berê kir. “Gelek carî artêjên Îranê hatine ser kelehê, lê belê her carê jî Xano bi sedlik û yekîneyên xwe ew têk birine…”
Îsal sala 1608’an bû. Lê îjar ditirsiyan. Min dîdît artêjên Îranê giş hatine ser hev û li vir kom bûne bi sedhezaran in. Şervanên Xano, yên ku ji alî Hemze Çawîşê Kurd, yê ku ji ordiya Osmanî reviyabû û fermandarên wekî Qurşût û Şebab ve dihat perwerdekirin, bi mehan nehiştin ku kes têkevin kelehê. Bi mehan keleh dorpêçkirî ma. Hertiştî wan di kelehê de hebû, heta bi avê jî pir bû. Pir xebitîn û şer kirin, lê yekî ku berê ew jî li derveyî kelehê axa bû û ji ber dozeke eşîrî Xano ew dîl girtibû di nava malîyên wan de bû, wî rêya avê bi nameyekê ji fermandarên Îranê re gotibû. Leşkerên Îranê dorpêçkirina kelehê zexm kirin, bê hesab êriş anîn ser kelehê, lê her carê şervanên Xano ew qewirandin. Heta carinan derdiketin derveyî kelehê û bi wan re şer dikirin. Heke ne ji wê nameyê bûya, ava wan î ku di bin erdê re dihat kelehê 6 mehan jî têra wan dikir. Lê Îraniyan sereba avê birrîn û gelê Xano di kelehê de gelek rojan man bê xwarin û bê av. Heta digotin hinek bi dizî mîza xwe vedixwin. Di dawiyê de Gelek serokerkan û fermandaran gotin emê xwe berdest bikin. Lê Xanoyê Çengzêrîn got:
“Ez bi baweriya herî pîroz dikim, ez xwe berdest nakim, kî diherin bila herin, yên ku dimînin dê bibînin ku ez îşev jiyanê çawa dikim, ezê ezmanan hilweşînim.” Zîvirî alî diya xwe û ji diya xwe Guher Xanimê re got “tu dayê… tu dawiyê li me bîne dayê, haydê”
Erê… ez bûm şahid. Xano û keleşên xwe, bi şev ketin nava çahl û dehlîzan; heçî barûd û gulleyên ku hene xistin binê dîwarên kelehê. Derek vala nehiştin di binê dîwêr de. Mirov giş li bendî bûn û destên xwe ber bi hewa vekiribûn. Bêdengiyek mezin li dar bû. Guher Xanimê dojeh bi destê xwe anî. Bi şeveqê re agir bi barûdê ket û barîn jî bi dinyayê ket. Dinya xera bû li wê derê, li nava kelehê, li Girê Goza, li ser serê me, li wî palî, li wî zozanî. Bi wajîn û qêrîn toz û dixan tevlî ewrên li esmanan bû. Ez di berqefekê de asê mabûm. Min li reşê mirovan dinêrî û matmayî bûm. Hinek xort û qîzan û ewa evîndara serfermandar Şebab, Dîlberê jî di nav de, ji bo wê teqînê nebînin xwe bi hev re daliqandibûn. Tu kes sax nemabûn. Giş bûbûn qirrik û arî. Keleh hê jî xera dibû û dîwarê li jorê min, hêdî hêdî bi ser min de jî dihat. Tirsekê girt bedena min û bi wê tirsê re qêrînek tûj…
Şiyar bûbûm. Diricifîm… bê hemdî xwe li odeyeya xwe digeriyam. Çûm aliyê pirtûkan. Li tiştekî digeriyam tiştekî ku wateya vê tofanê ji min re bibêje. Gelo kesî zane tiştek nenivîsîbû di wê demê de. Belê… Ehmedê Xanî digotin, ku ew piştî bûyerê bi neh-dehsalekî hatiye dinyayê, min dît. Êşa keleha Dimdimê di bedena xwe de hîs kiriye xwedê zane. Destê min çû ser pirtûka wî û min vekir. Min li pêşeka wê nêrî. Di wê demê de ev rêzik nivîsandine;
Bif’kir ji Ereb heta ve Gurcan
Kurmanc î ye bûye şubhê bircan
Ev Rom û Ecem bi van hesar in
Kurmanc î hemî li çar kenar in
Herdu terafan qebîlê Kurmanc
Bo tîrê qeza kirine armanc
(…)
Ez mame di hikmeta Xwedê da
Kurmanc î di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ji bo çi bûne mahkûm… Ez jî nizanim, lê ezê ji bo we û xwe di xewnan de be jî lê bigerim. Îroj ev bes. Ji îroj û pê ve ezê xewnên xwe yên ku dibînim, rojê yekê wekî ya îroj ji we ciwanan binivîsim.
Ç.Mazî[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,054
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://rewanbej.com/- 27-01-2023
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 10-03-2015 (9 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 27-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on28-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):27-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,054
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.113 KB 27-01-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!