图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,868
图片 105,229
书籍 19,550
相关文件 98,036
Video 1,414
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şaho Qendîl - Heme Şerîf
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şaho Qendîl - Amanc Heme Şerîf

Şaho Qendîl - Amanc Heme Şerîf
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şaho Qendîl
Nav û paşnav: Amanc Heme Şerîf
Cihê jidayikbûnê: Seyîd Sadiq
Navê dê û bav: Hamîde – Heme Şerîf
Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Hezîrana 2022’an / Zap

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şaho li bajarokê Seyîd Sadiq ê girêdayî bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Di malbateke welatparêz de ku di nava çanda kevnar a Kurd de, weke zarokê gelên ku berdêl dane mezin bû. Hişmendiya kûr a welatparêziyê ya di malbata wî de bandor li kesayeta hevrêyê me Şaho jî kir. Di malbateke kedkar û dildar de, bi exlaqê civakî yê xurt jiya û mezin bû. Yek ji birayên wî yên mezin bi tevlîbûna pêşmergeyan xizmeta welatê xwe hilbijart. Hevrêyê me Şaho ku bi şopa komkujî û hovîtiya rejîma Seddam li dijî gelê Helebçe mezin bûye, her tim bi doza azadiya gelê xwe re eleqedar bûye.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê wekî ku di nava tevahiya gelê Kurd de bû sedema bertekeke mezin, gelê Başûrê Kurdistanê jî hêrs kir. Gelek ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo seferberiyê tevlî Berxwedana Serdemê bûn. Hevrêyê me Şaho jî weke gelek ciwanên Kurd li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da. Dît ku cihê herî bi bandor li dijî dewleta Tirk şerkirin, refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye. Di 16’ê Adara 2018’an de li ser vê bingehê di rojeke pir watedar de, di salvegera komkujiya gelê me yê Helebçeyê ya bi çekên kîmyewî de, tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya gerîla re di rojeke pir watedar de, li ser esasê tolhildana gelê xwe dest bi jiyana xwe ya şoreşgerî kir.
Hevrêyê me Şaho ku êşa gelê xwe di kûrahiya dilê xwe de hîs kir, bi hestên neteweyî yên xurt tevlî Partiya me PKK’ê bû. Jiyana gerîla, sekin û tevgera wan gelekî bandor li wî kir. Bi naskirina hevrêtiyê yên gerîlayan, pîvanên azadiyê û cihê xurt a jinên Kurd di nava PKK'ê de dît ku hilbijartina wî çiqasî rast bû. Dema ku felsefe û îdeolojiya Apoyî xwend û fêm kir, dît ku PKK’ê ne tenê tevgera tolhildan û têkoşînê ye, di heman demê de cihê afirandina jiyanek nû û azad e. Her ku PKK nas dikir, ewqasî pê ve hat girêdan, dilsoziya wî jî kûrtir dibû, tevlîbûna xwe xurtir dikir.
Hevrêyê me Şaho ku li qada Garê dest bi gerîlatiyê kir, bi kesayeta xwe ya kedkar û tevlîbûna xwe ya bênavber di destpêkê de bi pêş ket. Hevrêyê me Şaho ku xwedî tevlîbûneke bi coş û zindî bû, zû fêrî jiyana gerîla bû û xwe bi jiyana çiyayî re adapte kir. Eleqeyeke mezin nîşanî gerîlayên profesyonel da û ji bo pisporiyê gelek ked da. Li ser vê bingehê hevrêyê me Şaho ku derbasî akademiya taybet a leşkerî bû, bû suîqastvanekî pispor. Hevrêyê me Şaho ku ji çeka xwe hez dike û her tim hewl dide di taktîkan de kûr bibe, bi bêsebirî li benda wê rojê bû ku dijminê herî mezin ê gelê me dewleta Tirk were û tola gelê me hilîne.
Dema ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2021’an de bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna êrîşek li dar xist, hevrêyê me Şaho ji bo rawestandina êrîşa dagirkeriyê ya dijmin çeke xwe hildaye û ketiye tevgerê. Bi kîn û hêrseke mezin li hemberî dijmin şer kir û di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêyê me Şaho ku şoreşgerekî dilsoz, bi biryar, leheng û jîr bû, performansek şer a xurt nîşan da. Ji bo axa Başûrê Kurdistanê ku bi şehadeta bi sed hezaran ewladên gelê Kurd û têkoşîna wan a bi dehan salan hatiye rizgarkirin, neyê dagirkirin, wekî tevahî hevrêyên xwe bê guman tevlî bûye. Bi pêşengtiya di şerê li dijî dagirkeriyê de hem rola xwe ya dîrokî lîst û hem jî hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist.
Hevrêyê me Şaho di êrîşa dijmin a 21’ê Hezîranê de li herêma Berxwedanê ya Çemço ya Zapê pêk hat de şehîd bû. Hevrêyê me Şaho ku di nava refên gerîla de bi lehengî şer kir, weke lawekî leheng, hêja û berxwedêr ê gelê Başûrê Kurdistanê, di dîroka azadiya gelê me de cih girt. Hevrêyê me Şaho fermandarekî qehreman ê netewî bû ku bi paradîgmaya Apoyî bi welatparêziya xwe ya xurt, bi hezkirina gelê xwe û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin û dagirkeriyê bû mînak. Di serî de malbata wî ya welatparêz û gelê Başûrê Kurdistanê, çiqas bi kurekî wisa qehreman û xwedî hişmendiya netewî serbilind bin jî wê kêm bimîne. Kesayetiya hevrêyê me Şaho a netewî, welatparêzî, dilsoziya ji bo welatê xwe û lehengiya wî ya mezin, bangeke li hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê ye ku li dijî dagirkeran têbikoşin. Em soz didin ku em ê armanc û xeyalên hevrêyê xwe Şaho pêk bînin û rê nedin dagirkirina Kurdistanê.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览428
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/- 02-02-2023
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: 苏莱曼尼亚
No specified T3 85: 南库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 02-02-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on02-02-2023
此产品最近更新( سارا ک ):02-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览428
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.136 KB 02-02-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,868
图片 105,229
书籍 19,550
相关文件 98,036
Video 1,414
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!