图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,164
图片 106,712
书籍 19,301
相关文件 97,357
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Peymana Sevrê û serxwebûna Kurdistanê (1)
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peymana Sevrê û serxwebûna Kurdistanê

Peymana Sevrê û serxwebûna Kurdistanê
$Peymana Sevrê û serxwebûna Kurdistanê$
100 sal derbas bûn û tevî çêbûna hemû liv û lebatên siyasî-leşkerî ên Kurdan di dirêjahiya 100 salên bihûrî de hêşta jî welatê me di bin nîrê koloniyalîstên dagîrker de ye. Ji 10 Tebaxa sala 1920 û şûnde şerê li dijî Kurdan derbasî pêvajoyeke dijwartir bû û pêre jî serhildanên serxwebûnxwaziyê jî li her dera Kurdistanê dest pêkirin.

Ji 10ê Tebaxa 1920´an heya 15ê Tebaxa 2020´an tenê rojekê jî li Kurdistanê aştî tunebûye. Her carê li pareke axa welatê me agirê serhildanekê geş bûye.
Gelo sedemên çêbûna peymanên siyasî-leşkerî li dijî mafên Kurdan çi bûne? Derfetên demê çiqas hatine bikar anîn? Faktorên binketina doza siyasî li Kurdistanê çi bûne?

Nasnameya peymana Sêvrê
Nav:” Peymana aştiyê a Sêvrê”
Sêvres komonek a welatê Fransayê ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Parîsê û 9 km ji navenda bajarê Parîs dûre. Rûberê Sêvrê 3,91 km çargoşe û nêzî 25 hezar kes jî rûniştvanên wira ne.

Aliyên peywendîdar:
Welatên hevgirtî( Rusiye, Birîtaniya, Fransa, Japon û Îtaliya)
Imperatoriya Osmanî
Sedemên çêbûna peymanê:
Osmanî di dema şerê cihanî yê yekê( 1914-1918 ) de li kêleka du Împeratoriyên Alman û Ostreiş-Mecaristanê ketibûn şer li dijî welatên hevgirtî. Herwiha êdî bi pêşkeftina endustrî re pêwîstiya welatên zilhêz bi enerjiyê jî sedemeke din a hilweşîna wê împeratoriya nexweş bû ku ji xeynî rojhilatê Kurdistanê sê parên din yên axa Kurdan di nava sinorên wê de bûn.
$Hilweşîna Î. Osmanî$
Îmrperatoriya Osmanî di bin dirûşma” Devlet-i Ebed-mûddet -Dewleta xwedî temenê bêdawî ” ji sala 1299´an heya 1922´an biqasî 623 salan di rûberekî berfireh yê cihanê de xwedî desthilatdariyek berfireh bû. Di dirêjahiya temenê wê dewletê de li Kurdistanê hinek serhildan ji bo bidest xistina mafên netewî çêbûn, lê ji ber sedemên siyasî, leşkerî û olî wan nekarîn biser bikevin.
Di salên ku êdî bi serhildana erebên mislman re sinorê împeratoriyê tengtir dibûn li rojhilat û başûrê Kurdistanê di bin serkêşiya Şêx Mehmûdê Berzencî û Simkoyê Şikak de jî şerekî germ li dijî Îranî û Îngilîzan hebû ku li Îraqê hakim bûn.

Ji 433 madeyên wê peymanê tenê bendên 62,63 û 64 li ser mesela Kurdan bûn ku bi kurtî têde hatibû diyarkirin: pareke axa bakurê Kurdistanê yê ji axa Imperatoriyê bihata cudakirin û wilayeta Musil jî yê salek şûnde li ser zêde û dewleteke Kurdî a serbixwe li jêr serpereştiya wan hêzan bihata ava kirin. Nunerê Kurdan Mihemed Şerîf Paşayê Xendan( 1865-1945) bû ku di dema xwe yek ji generalên leşkerê Osmanî bû.

Sala 1919´an di germahiya gûherandinên li pey bidawîhatina şerê cihanî yê yekemîn çalakiya siyasî û dîrokî a herî berçav ji hêla Şerîf Paşayê Xendan li bajarê Silêmaniyê derket pêş. Wî weke nûnerî cihê baweriyê yê doza Kurdan ji aliyê Şêx Mehmûd Berzencî ve nameyeke tije zaniyarî li ser dîrok û daxwazên Kurdan pêşkêşî Kongireya Aştiyê a Parîsê kir ku pêşzemîneyên ji bo girêdana peymana Sêvrê li wê kongireyê hatin diyarkirin. General Şerîf paşa bi şandina xerîteyeke mezin a erdnîgariya Kurdistanê ji birêveberên kongireyê daxwaza damezorandina dewleteke serbixwe a binavê Kurdistanê kiribû. Zaniyarîyên berfireh û îtibara ku bi kesayetîya wî ji hêla birêveberên kongirê hebû bû sedem ku bihayekî taybetî bidene daxwazên Kurdan. Ew name bû sedem ku piştre di sê bendên 62,63 û 64an de navê Kurdan û daxwazên wan di peymana Sêvrê da hate diyarkirin. Sê sal şûnde bi çêbûna peymana Luzan di 24ê Tîremha sala 1923an re hemû xweziyên Kurdan hatibûn ji bîrkirin. Vê yekê li ser rewşa tenduristiya Şerîf Paşa bandoreke pir xerab çêkir û bi nexweşiya derûnî li dawiya sala 1945an li bajarê Napolî yê welatê Îtaliya wefat kir. Wî di wesiyeta xwe da dabû diyarkirin ku:” Ji ber ku welatekî me tune, termê min bişewtînin û xûliya wê jî bavêjin nava deryayê…” Ew daxwaza wî nehate bicih anîn û li goristana Xidêwîyên qahirê hate veşartin.
$Sedemên cî bi cînekirinê!$
Bi çêbûna her du şerên cihanî re dîzayeneke nû jî li ser erdê bû sedema hinek gûherandinên girîng. Li pey bidawîhatina şerê cihanî yê yekê jî dehan netewe-dewletên nû ava bûn. Bi çêkirina peymana Sevrê re ew weke hêcet an jî amrazekê bû ku Kurdistanê pêre bikene çar perçe. Ji ber wê jî siyesetmedarên Kurd yên çalak di qada xebata siyasî de bi dilsarî pêşwazî jê kirin. Sedemên jêr nehiştin ku sê bendên peymanê werin cî bicîhkirin:

– Jeopolîtîkbûn û dewlemendiya axa Kurdistanê ji mêjda bû ku li pey gerên domdirêj ên siyasetmedar, berpirsên leşkerî û gerîdokên biyanî ketibû rojeva dewletên Rojavayî.

– Hevnegirtineke bihêz di navbera birêveberên Kurd de ku di nava komeleyên weke Cemîyeta Tealî a Kurd de kar û xebat dikirin. Ev di rewşekê de bû ku hestên Tirkan yên netewî bi rêya komeleyên wan hatibûn gûherandin û Ereb jî zêdetir ji Kurd û Tirka bi dawîhatina şer re ketibûne nava xebata avakirina dewletên xwe yên serbixwe.

– Bi destnîşankirina sê bendên 62, 63 û 64an re peyamên girîng hebûn:

Tenê li pareke axa Kurdistan ku dikete rojhilatê çemê Firatê(pareke axa Kurdistanê li bakur) destpêka desthilatdariya Kurdan yê bi awayê otonomî bûya.
Di dema salekê de, ger gelê Kurd bixwaze bi temamî ji Tirkiyê veqete û serxwebûnê bixwaze û piştre ji vê daxwazê re serî li Koma Netewan bide û ew jî qenaetê pê bînîn ku Kurd xwedî wê kapasîtêne û dikarin daxwaza serbixwebûnê pêk bînîn, hingî Tirkiye garantî dike ku ewê vê daxwazê bi temamî bînin cih, anku yê hemû mafên xwe yên li Kurdistanê ji bîr bike. Di pareke wê peymanê de wiha hatibû nivîsîn: “Piştî ku serbixwebûna dewleta Kurdistanê pêkhat, ger Kurdên li wilayeta Mûsilê dijîn ku pareke axa Kurdistanê ye, bixwazin tevî Kurdistana serbixwe bibin, di vê rewşê de hêzên hevalbend yê nikaribin îtirazê li vê yekê bikin.”
Di peymana Sevrê de behsa pareke mezin a Kurdistanê anku rojhilat nayê kirin ku hevçax bi amadekarî pêkanîna wê peymanê Simkoyê Şikak li nîva wê perçê de hakim û xwedî desthilateke nefêrmî an jî hêşta neîlankirî ye, lê dewleta Îranê jî li wira bêbandore.
Sinorên nediyar di navbera axa Kurdistan û Ermenistanê de hema zû bû sedem ku nunerên du aliyan li dijî hev xwedî helwest bin. Yanî piraniya wilayet û bajarên ku diketin nava sinorên dewleta Ermenistanê ji kevin de cihwarê Kurdan û weke axa Kurdistanê dihatin naskirin ku siyasetmedar Şerîf Paşa di nameya xwe a ji konferansa aştiyê re ew xal bi zelalî raxistibû ber çavan. Vê yekê dikir ku bi awayekî dûrbînane her du alî haydar bin ku ger dewleteke serbixwe a bi navê Ermenistanê li ser axa Kurdistanê bê ava kirin êdî du gelên dêrîn ku hezaran sal bû tevî hev dijiyan, yê bibûna dijminên hev. Nakokiya yekê ji vira dihate pêş û dida diyar kirin ku dewletên çavdêr li ser peymanê, tenê ji bo berjewendiyên xwe yên rojê li dora hev kom bûne.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,255
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | www.rojikurd.net
挂钩项目: 32
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 15-08-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 地理
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 12-02-2023
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on12-02-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):12-02-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,255
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,164
图片 106,712
书籍 19,301
相关文件 97,357
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!