图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,450
图片 105,226
书籍 19,478
相关文件 97,493
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di navbera jîyan û mirinê de çîroka jineka kurd
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di navbera jîyan û mirinê de çîroka jineka kurd

Di navbera jîyan û mirinê de çîroka jineka kurd
Di navbera jîyan û mirinê de çîroka jineka kurd
Ali Gûler
Fîlmê derhêner Reha Erdem ya bi navê JÎN, ku di raya giştî ya tirk û kurdan de dihat meraqkirin, li festîvala fîlman ya Berlînê (Berlinale) û ya Stenbolê hat nîşandan. Derhêner di fîlmê xwe de şerê 30 salî ya di navbera PKK û dewleta Tirkîyeyê de tê meşandin di şexsê gerîleyeka jin de nîşan dide û rûyê şerê qirêj derdixe holê.
Premîera fîlmê JÎNê ya cîhanê di çerçoveya 63. Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya Berlînê de hat çêkirin. Min jî bi çend gerîlayên berê yên kurd re, di salona hezar kesî de, ya Haus der Kulturen der Weltê temaşe kir. Fîlm 122 deqîqe ye, behsa şerê dawî yê li Kurdistanê di navbera PKK û dewleta Tirkîyeyê de tê meşandin dike. Derhêner, vî şerî bi çavê jineka kurd nîşanî me dide… Temaşevan bi rêwîtîya gerîlayekê re, fêrî têkilîya şer, kuştin, nêrîna mêran ya li hember jinan û têkilîyên ajelên xwezayê û jinê dibe… Fîlm, di warê mijarê de gelek balkêş û di cihê xwe de ye. Lê senaryo ya fîlmî hinekî bi pirsgirêk e, di vî warî de hewcedarîya nîqaş û gengeşîyê ye. Lê meriv dikare bi dilekî rehet bibêje ku ev fîlm bi dilekî paqij û samîmî hatîye çêkirin… Fîlm her çiqas di warê senaryo, montaj, sînemafotîk de bi xwe re gelek kêmasîyan bîne jî, berhemeka balkeş e. Ji ber ku heyanî niha li ser şerê ku ev 30 sal in ku li Kurdistanê tê meşandin, berhemek weha zelal û eşkere nehatîye çêkirin. Li gor agahdarîyan, di vî şerî de heyanî niha nêzîkî 50 hezar kesan jîyana xwe ji dest dane, bi sed hezaran kes jî ji gund û warên xwe bûne. Aborîya weletakî têk çûye. Lê heyanî niha li ser vê mijarê, ne di warê sînemayê de, ne jî warê wêjeyê de berhemeka cîdî û tovkirî nehatîye çêkirin.
Fîlmê “Jîn”ê jî di vî warê de mînakek e. Heta niha fîlmek bi vî rengî nehatîye kişandın. Dîsa kişandina berhemekî wisa ku ji alîye derhênerekî tirk ve hatîye çêkirin, ew jî zêdetir giringîyekê dide fîlm. Fîlm ji ber ewlekarîyê li Mersîn, Mut û li Çîyayê Kazê hatîye kişandin. Derhêner Reha Erdem vê yekê bi van gotinan tîne ziman: ”Bi rastî me dixwest li çîya yê bajarên kurdan bikişanda. Lê dema me fîlm kişand, şer û pevçûn hebû. Me bi roj fîlm dikişand, êvarê jî em dihatin di televîzyonan de, me li nûçeyên kuştina gerîla û leşkeran temaşe dikir. Ne mimkin bû me fîlm li wir bikişanda. Em jî mecbur man, me li van deran kişand. Ji xwe gerîlayên PKKê heyanî Çîyayê Torosan jî hatine…”
Di fîlm de gelek sahneyên naşibin çîyayên Kurdistanê hene. Ev parçeyek ji çend pirsgirêken fîlmî ne. Fîlm ji bo me kurd û tirkan aşîna be jî, ji bo bîyanîyan di warê fêmkirinê de gelek zehmet e. Ji ber ku çîroka fîlmî bi awayekî fantastîk û xeyalî ye. Mijar rast e, pêkanîna wê xeyalî ye. Ev jî bi xwe re gelek zehmetîyan tîne.
\jin4Li zilaman rexneyên tûj…
Fîlm, bi sahneyên çîyayên serê wan bi mij û dûman û xwezayek bi hov dest pê dike. Di nav vê atmosferê de bi dehan heywan… Çîyayên asê, daristan û meşa komên gerîlayên PKKê, operasyonên artêşa tirkan. Di fîlm de li ser hilweşandin û êşa herêmê tê sekinandin, derhêner Reha Erdem, artêşa tirkan bi awayekî tûj rexne dike û zihnîyeta mêrantîyê dike hedef, van karekteran wek berpirsyarên şer û pirsgirêkan dibîne û di fïlm de wê dike armanca çîrokê. Lê fîlm ne kurdan û ne jî tirkan tetmîn dike. Derdora sînemayê jî, di warê sînematografik de fîlmê Jînê rexne dike. Ji ber ku çîrok, montaj û ji alî lîstikvanîyê fîlm gelek bi pirsgirêk e. Di alîyê din de derhêner, di nîşandana çîrokê de jî gelek bi endîşe tevgerîyaye. Têra xwe bi cesaret tev negerîyaye. Ev ji bo fîlm dibe mijara nîqaş û gengeşîyeka mezin.
Germahîya mijarê di fîlm de bi meşa komek gerîlayên PKKê û konvoya erebeyên leşkerî dest pê dike. Dûre em, koma gerîlayan li cihekî din dibînin ku bîhna xwe vedidin. Û denge straneka bi kurdî di nav zinaran de bilind dibe.
Gerîlayeka jin (Deniz Hasgüler-JÎN) serlîstikvana fîlm, piştî vê stranê di bêhnvedanê de ji komê direve. Mijara fîlm ya esasî jî dest pê dike. Û bi vi awayî temeşevanan jî dikîşîne nava xwe bi xwe re dike nava rêwîtîya Jînê. Di vir de tiştê balkêş ew e ku ev gerîlaya jin ku ji nav refên PKKê direve, teslîmî leşkerên tirkan nabe, li çareya serê xwe digere û dixwaze ji xwe re jîyanekê dayîne. Ev hewldan jî çîroka fîlmî zêdêtir balkêş dike û temeşevanan ji bo reveçûna filmê dike nava heyecanekê. Piştî veqetîna ji PKKyê, Jîn bi serê xwe li wan çîyayan dijî. Armanca wê jî vir biçe cem dîya xwe ku li bajarê Îzmîrê dijî. Lê ev ne ewqas hêsan e. Li serê çîya, bi tena serê xwe, di navbera şerên herdû hêzan de dimîne. Li derve jî, yanê di jîyana sivîl de jî, ji bo jinekê jîyan zahmet e, ji ber ku derdor ji alî mêrên destdirêj ve hatîye dorpêçkirin. Ji bo jinekê derketina ji nava vê jîyanê gelek zehmet û bi pirsgirêk e. Heta bê îmkane jî. Belkî çîya ji bo wê hîn baş e. Ji xwe em di fîlm de vê yekê baştir dibînin. Heywanên hov û kovî yên çîyayan, ji merivên hemdem yên deştê zêdetir û baştir ji jinê re heval in. Jîn ji çîya diçe bajêr, armanca wê ew e ku xwe bigîhîne malbata xwe. Di rê de gelek asteng dertên pêşîya wê. Kontrolên leşkerî, hewldana destdirêjîya mêran, bê peretî, her weha zehmetîyên din. Lê ew her dem bi tesadufan ji van dafikan xelas dibe.
Vegera çîya…
Jîn carekê di bin çavan de di nezareta qereqolê de ye, gerîlayekî birindar tînin. Rayedarên leşkerî naxwazin ev gerîla bimire, ji ber ku dixwazin wî bidin axaftin, da ku cihê komên gerîlayan fer bibin. Lê gerîlayê birîndar ji Jînê dixwaze Jîn wî bikuje. Jîn jî vê yekê dike; gerîlayê birîndar difetisîne. Ev jî nişan dide ku Jîn her çiqas ji gerîlayan veqetîyabe jî, bi dil û hestên xwe hîn jî rihê wê li wir û bi wan re ye. Jîn ji qereqola leşkerî bi awayekî tesadûfî tê berdan. Ew li deştê ji xwe re rêyekê nabîne, dîsa berê xwe dide çîyan. Kinc û çeka xwe ya veşartibû dîsa derdixe û li çîyan dijî.
Derhêner Reha Erdem, di fîlmê xwe de behsa îxaneta kurdan jî dike. Kurdekî îxanetkar di hucreya qereqola leşkerî de dixwaze dest bavêje Jînê. Derhêner, bi vê rêyê ew zilamên tirkên bajarî û zilamên kurdên îxanetkar, di niqteyekê de tîne cem hev. Ev jî kî dibe bila bibe, li Rojhilatê Navîn, di civatê de nêrîna zilaman ya li hemberî jinê dide nîşandan. Jîn ya ku ji ber zilaman nikare ji xwe re li bajêr jîyanek bibîne, dîsa vedigere çîyan, li wir bi heywanên hovî yên wekî hirç, şêr, her weha yên din re dijî. Ji ber ku qedera wan ji wek ya Jînê ye. Ew jî ji ber operasyonan, bombe û guleyên leşkerî zerarê dibînin… Ev tirs û rev wan di şikeftan de tîne cem hev. Di fîlm de zilamên kolanan û artêşa tirk zerarê didin Jînê, lê li çîyan heywanên hov û kovî tu zerarekê nadin wê. Li vir jî peyama “Heywan ji zilaman bi însaftir û bê tehlûke ne” tê dayîn. Disa fîlm, behsa xizanîya kurdan dike, hovîtîya dewleta tirk û şideta wan tê nîşandan û ev bûyer bi awayek tûj tên rexnekirin. Derhêner bi kurtî di fîlmê xwe de dewleta Tirkîyeyê û artêşa wê wekî kujer û êrişkar nîşan dide. Rexneyên zirav û sivik jî li PKKê dike.
Du fîlm de valahîya di çîrokê de û hin sahneyên dirêj bê mane ne. Fîlm çîrokeka bela wela nîşanî me dide, meriv digihîje wê bawerîyê ku fîlm çiqas wasat û qels e. Bi rastî jî mijar gelekî balkêş û girîng e. Li gorî demê di cihê xwe de ye. Derhêner Reha Erdem jî ev fîlm bi nîyeteka baş û paqij çêkirîye û wexteka dûr û dirêj û zehmetîyeka mezin li mijareka weha girîng xerc kirîye.
Bi dawîya fîlm de Jîn ji ber gule û bombeyên leşkeran tê kuştin. Dema Jîn tê kuştin ajelên çîya û daristanê li ser termê wê kom dibin. Ev jî peyameka vekirî dide raya giştî… Dîsa di sahneyeka şer de, leşkerek birîndar dibe, Jîn leşkerê birîndar xelas dike û wî ber dide. Di navbera herduyan de, ev axaftin derbas dibe. Ev jî jîyan û êşa ku tê de ye, nîşanî me temaşêvanan dide.
Leşkerê birîndar:
-Dêya min dijî. Lê min qet bavê xwe nedîtîye.
Jîn:
-Min jî bavê xwe nedîtîye.
Leşkerê birîndar:
-Cihê wî cenet be.
Jîn:
-(Dengê xwe bilind dike) Çi cihê wî cenet be! Ez du salî bûme hatine ji malê birine!
Leşkerê birîndar:
-(bêdeng dimîne)
Jîn:
-Mezelê bavê min jî tune.
Piştî van axaftinan Jîn, leşkerê tirk yê birîndar ber dide.
Jêder: Kovara Le MONDE Diplomatique. Hejmara 46 ya Îlona 2013
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览971
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://www.rewanbej.com/- 02-03-2023
相关文件: 1
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 04-10-2013 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 方案
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 02-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on02-03-2023
此产品最近更新( سارا ک ):02-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览971
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.18 KB 02-03-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,450
图片 105,226
书籍 19,478
相关文件 97,493
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!