图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,551
图片 105,228
书籍 19,487
相关文件 97,515
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ji bo bîranîna Mîroyê Esed
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîroyê Esed

Mîroyê Esed
Ji bo bîranîna #Mîroyê Esed# (05.09.1919 - 04.02.2008)

Mîroyê Esed sala 1919’an li Ermenistanê, li gundê Elegezê, ku navê wî yê berê Camûşvana Mezin bû, ji diya xwe bûye. Ewî pêşî zanîştgeha Pişkavkazê ya kurdî ya mamoste amade kirinê, paşê jî fakûltêta hiqûqê ya Zanîngeha Rewanê xilas kirîye.

Ji sala 1937 an di gundê xwe da dibe mamoste, paşê serokê dibistanê. Di salên şerê hemcihanê yê dudan da serwêrê têatroya kurdî ya gundê Elegezê bûye, paşê bûye sêkrêtarê partîa komûnîstan ya navçeya Elegezê, dû ra bûye dozgerê navçeyeke paytextê Ermenîstanê.

Ew gelek caran hatîye hilbijartinê wek endamê Komîtêya Navbendî ya Partiya Komûnîst ya Ermenîstanê. Mîroyê Esed, ku bi fermî navê wî Mîroyê Esed Mistoyan bû, endamê Yekîtiya Nivîskarên Soveytistana berê û endamê Yekîtiya Rojnamevanan bû. Ew herwiha xudanê çend pirtûkên hewaskar e, wek ”Sîsê”, ”Ewledê cimaetê”, ”Hesîna dil” û yên mayîn.

Lê karê herî mezin, ku ewî ji bo pêşketina edebîyeta me kirîye, ew pirtûka dersan ya ji bo dersxaneyên 7an û 8an e, ku bi helbestvan Qaçaxê Mirad ra tevayî amade kirîye. Bi dehan salan şagirtên kurd bi wê pirtûkê bi berhemên helbestvan û nivîskarên kurdan yên herî bi nav û deng ra bûne nas, wek Elîyê Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û yên din.

Di wê pirtûkê da herwiha wergerên efrandinên nivîskarên rûsan, ermeniyan û yên di cihanê da bi nav û deng hene, wek Aleksandr Pûşkîn, Lev Tolstoy, Mîxaîl Şoloxov, Mîxaîl Lêrmontov, Nîkolay Nêkrasov, Vladîmîr Mayakovskî. Lê ji kurdan jî yên herî bi nav û deng hatine hilbijartin, wek helbestvan û nivîskar Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Ûsivê Beko, Fêrîkê Ûsiv, Simoyê Şemo û yên din û wergervan Qaçaxê Mirad, Tîtal Mûradov, Baylozê Çaçan Razgoyêv û yên din.

Mîroyê Esed xênji karê rêdaktorîkirina rojnameya kurdî ya here jîyandirêj li cihanê, gelek efrandinên klasîkên cihanê, xwesma yên ermeniyan wergerandîye kurdî û daye çapkirin.

Ji bo karê serketî ew bi xelatên ”Alaya Sor” û ”Nîşana hurmet”ê va hatîye xelatkirin, layîqî navê karmendê komara Ermenîstanê yê çandêyî hurmetlî bûye.

Lê yek ji karê herî mezin, ku Mîroyê Esed kirîye, ew e, ku bi dehan kadroyên bona rojnamevaniya kurdî daye amadekirin û bi riya rojnameya kurdî, ku ewî salên dirêj serokatî lê kir, rê ber helbestvan û nivîskarên kurd da vekirinê bona berhemên xwe yên nû bidine çapkirinê û ew ji wan ra dibû bingeh, ku xwe li riya pêşketina wêjeya me bigirin.

Rojnameya ”Riya Teze” di hêlekê va jî ji bo wêjemenda hêlîneke xurt bû, ku biryara paşeroja xwe ya nivîsara berheman bidin. Ji ber ku di rêdaksyonê da li ser berhemên her yekî bîr û baweriyên xwe ji efrandaran ra digotin, şaşiyên wan rast dikirin, şimşat dikirin û cihana wêjeyê ber wan vedikirin.

Dikare bi hinekan va wisa xuya bibe, ku karê Mîroyê Esed kirîye, ne karekî pir mezin e. Lê bira her kes bizanibe, ku îro bi saya serê wê rojnameyê em dikarin ji cihanê ra bêjin, ku çend hezar kurdên Ermenîstanê eva weke 80 salan e rojnameyeke xurû bi kurdî derdixin. Eva bersîveke cîwar e di hindava wan neyar û dijminên kurdan da, ku dibêjin kurd nikarin bi serî xwe karên ronakbîriyê demeke dirêj bi rê va bibin.

Û ji bo serketina rojnameya kurdî ya here jîyandirêj li cihanê, Mîroyê Esed gelek caran rojên hêsabûnê – ango rojên şemiyan û yekşeman jî dihat kar û barê rojnameyê û rêdaksyonê bi rê va dibir. Niha em binihêrin helbestvan, ronakbîrê bi nav û deng Eskerê Boyîk derheqa Mîroyê Esed û rojnameya, ku ewî 34 salan rêdaktorî lê kirîye, di gotareke xwe ya ji bo wefatbûna wî çi nivîsîye:

”Dema navê rojnema Riya teze tê gotin, berî her kesî navê berpirsyarê wê Mîroyê Esed tê bîra mirov, dema navê Mîroyê Esed didin, xebata ”Rya teze” tê bîranîn. Di kar-bar û xweyîkirina rojnamê da emekê berpirsyarê wê pir bû. Dora rojnemeyê û xebatên wê da ronakbîr û rewşenbîrên meye bi nav û deng civyabûn. Gerekê bi helalî bê gotinê, ku rêdaksyona rojnameya ”Rya teze” merkeza rewşenbîrên me teva bû. Di asta zanistyê da jî xebatên rêdaksyonê ne tenê di nava ocaxên kurdî, lê usa jî di nav rojnameyên komara Ermenistanê da li ser asta bilind bûn.

Mîro evdekî pir bi dissîplîn, fesal û berk bû, him berbi xebatkarên rojnameyê û him jî berbi nevsa xwe. Têkstên rojnameyê yên hazire neneşirbûyî heta çend caran ji aliyê hemû xebatkarên rojnameyê û wî va bi hûrgilî nehatina xwendin, rojname nedihate weşendin. Usa, ku degme şaşî karibûn di têkstan da bihatana berdan… Heta rastiya peyvên nenas nehatana zelalkirin, ew peyv nedihatine weşandin. Rastî jî rojnameya ”Riya teze” di salên dawiyê bi saya berpirsyarê xweyî xemxur gihîştibû asta sitandartiya zimên.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览399
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://berbang-nur.com
挂钩项目: 3
传记
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 14-03-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: 亚美尼亚
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 14-03-2023
本文已被审查并发布( ڕاپەر عوسمان عوزێری )on14-03-2023
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):14-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,551
图片 105,228
书籍 19,487
相关文件 97,515
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!