图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,034
图片 106,700
书籍 19,304
相关文件 97,317
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Wezîrê Eşo
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Wezîrê Eşo

Wezîrê Eşo
#Wezîrê Eşo# Bîranîn,
Bîranîna Wezîrê Eşo, nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-redaktor û wergêrê Kurd ê bi nav û deng
Apê Wezîr roja 23ê Çileya Paşî sala 2015, di 81 saliya xwe de, li navenda Yekîtiya Ewropa û Beljîkayê, bajarê Brukselê çû ser dilovaniya xwe. Apê Wezîr, piştî ku sala 1995a de hate Belçikayê, heya roja mirina xwe dest ji kar û xebatên xwe yên ronekbîrî û Kurdewarî berneda. Jiyana Apê Wezir herdem dewlemend, Kurdperwar û serbîlînd bû. Gerek hemû Kurd û Kurdistanî, rêxistin û saziyên Kurdistanê kar û xebatên Apê Wezîr jibîrnekin û Wezîrê Eşo wek Wezîrê Kurd bişînin ser dilovaniya wî.
Wek Apê Wezîr xwe di biografiya xwe de nivîsiye, ew sala 1958a fakûltêta (beşa) Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê – Yêrêvanê ya dîrokê xilas kiriye.
Salên 1958-1961ê weke serokê dibistana gundê xwe — Pampê (li navça Axbaranê) kar kiriye. Salên 1961-1963an li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) beşa Kurdzaniyê de ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê.
Salên 1964-1994a wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her wisa jî wek rêdaktor-wergêrê beşa weşanên bi kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne.
Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya kurdî ya Riya Teze de û her wiha bi wergerên ser ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenîstanê yên wêjeyî de ji sala 1958 a û vir de hatine çapkirin.
Berhemên wî yên lîtêratûra bedewî weşanên kurdî yên bi radiyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê Eşo yên lîtêratûra bedewî, bi taybetî bîranînên wî ser Erebê Şemo di berevokên berhemên nivîskarên kurd de jî hatine çapkirin, ku salê carekê bi sernavên « Bahara teze » û « Bahar » li Yêrêvanê salên 80î û 90î hatine weşandin.
Hetanî niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirinê : «Mizgînî» (Yêrêvan, 1976); «Xebera Dosta» (berevoka novêlên nivîskarên Ermenî bi pêşgotin û wergera ser Kurdî); «Dengbêj kal bibû» (Yêrêvan, 1983); «Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî» werger, pêşgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eşo (Yêrêvan, 1986) ; «Pamp-Sîpan » (Yêrêvan, 1986) ; « Dosya Barzanî Sandoqa Stalîn ya Polayî da» (bi kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008) ; «Pariyê Berdemayî» (Hewlêr, 2008) ; «Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo » (Ararat News Publishing (ANP-Belçika-Bulgaristan, 2010) ; Zargotinzanê Kurd yê mezin» (bi Ermenî, Yêrêvan, 2010), ev pirtûk ser jiyan, kar û barê Heciyê Cindî hatiye nivîsandinê; «Simoyê Şemo: Jîyan û Kar» (bi Kurdî, Yêrêvan, 2013).
14 pirtûkên nivîskar û zaniyarên Kurd û Ermenî bi pêşgotinên Wezîrê Eşo hatine weşandin, ku her yek ji wana wek xebat, lêgerîneke zanyarî tê dîtinê.
Jibilî wan gellek gotar û raporên wî yên bi taybetî ser pirsên Kurdzaniyê û ser Kurdzanan, li ser dîrok, wêje û çanda kurdên Yekîtiya Sovyîtiyê û Ermenîstanê bi şiklê lêkolînên zaniyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatê Awropayê û Herêma Kurdistanê ya Fêdêral de bi Kurdî, Ermenî, Rûsî û Almanî hatine çapkirin. Çend heb ji wana raporên zaniyarî ne, bi kîjanan Wezîrê Eşo beşdarî konfêransên zaniyarî li eyînî welatan bûye.
Weke rojnamevan-redaktor Wezîrê Eşo ji nîveka salên 50î yên sedsala buhurî û vir de deng daye. Bi sedan gotarên wî di rojname û kovarên Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê, welatên Awropayê û Kurdistanê de hatine weşandin, di malperên kurdî de hatine belavkirin, bi giranî yên ser dîrok û jiyana kurdên Sovyêtistanê ya çandî.
Em êdî derheqa wan komêntar, şirove û nivîsên wî de nabêjin yên ku bi radiyoya Yêrêvanê bi zimanê kurdî, lê wisa jî ermenî û rûsî, hatine weşandin.
Wezîrê Eşo bi sedan sêmînarên ser dîroka Kurdistanê, bi tayîbetî tevgera azadîxweziya Kurd, ser wêje û çanda kurdî, ser Kurdzanînê li Ermenistanê û piştre li welatên Ewropayê, nemaze Bêlcîka û li Herêma Kurdistanê, bi cî anîne.
Pirtûkên çend nivîskar û zaniyarên Kurd, di nava wê jimarê de yên fêrên ziman û lîtêratûra kurdî bi rêdaktorî, bi serrastkirina Wezîrê Eşo hatine weşandin.
Wezîrê Eşo warê wergervaniyê dea jî xizmeta pêşxistina wêjeya Kurdî û xwendevanên wê kiriye. Ewî gelek berhemên nivîskarên Ermenî yên kilasîk û hemdem yên dûznivîsarê (pirosayê) bi giranî yên ser jiyana kurdî û qehremanên kurd bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên Kurd.
Bi wergera wî her wisa jî Kurteromana nivîskarê rûs yê mezin Arkadî Gayîdar ya bi sernava « Têmûr û Koma wî » beşa pirtûka fêran ya « Zimanê Kurdî » ya kirêstomatîk de ya bona sinifa 4a hatiye bi cîkirin.
Wezîrê Eşo xizmeta şanogeriya Kurdî jî kiriye. Di radyoya Yêrêvanê de ew pir salan şîretkarê derhênan bûye di warê amadekirina şanoyên radiyoyê (radiokompozîsiyan) de yên ser bingeha berhemên nivîskarên kurd û ermenî çêkirî.
Du şanoyên radiyoyê jî ser bingeha serhatiyên (novêlên) wî bi xwe yên bi sernavên « Tîgran û Mehmûd » û « Koçekê Derewîn » hatine amadekirin (çêkirin). Lê komêdiya Wezîrê Eşo ya bi sernavê « Remo, Şemo, Temo û lawik » çend salan ser dika Têatiroya Elegezê ya kurdî ya gelêrî bi serkeftin hatiye nîşandan.
Niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo li ber çapê ne û ji bona weşandinê tên amadekirin: «Wêjeya Kurdî li Ermenîstanê», «Stranbêjê kurd yê mezin Şivan Perwer», «Dîrokzanê kurd yê bi nav û deng Şekroyê Mihoyî», «Doxtirê kurd yê lêgêndî Şîraliyê Eşo», «Kurteroman», «Hûnera Kurdî ya stranê û mûzîkayê û qeyîdkirina berhemên wê li Ermenîstanê», «Çapkirina pirtûkên Kurdî û ser Kurdan li Yekîtiya Sovyêtiyê» û yên din.
Wezîrê Eşo niha bi giranî ser lêkolîneke berfireh karê xwe berdewam dikir ya ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê salên 1947-1958a.
«Pirtûka kurdî û Pirtûkên li Ser kurdan li Ermenistanê» bi dawî hatiye û ji bo weşandinê amade dibe. Reşnivîsarên bîranînên Wezîrê Eşo, novêl û kurteromanên wî yên nû û çapnekirî têra dagirtina çend pirtûkên stûr dikin.
Wek nivîskar û wergêr Wezîrê Eşo yekemîn ronakbîrê Kurd e li Ermenîstanê û dervayî sînorên wê, ku hêjayî xelata Yekîtiya nivîskarên wê komarê ya bi navê Erebê Şemo (Şamilov) bûye.
Ew hatiye hilbijartin weke endamê Yekîtiya nivîskar û Yekîtiya rojnamevanên Ermenîstanê û Yekîtiya Sovyêtiyê. Ji ber kar û barê xwe yê civakî yê aktîf, bi heyacan ew hatiye hilbijartin wek cîgirê serokê Şêwra Ronakbîrên Kurd li Ermenîstanê.
Piştî hatina Ewropayê Wezîrê Eşo kar û barê xwe yê berhemdariyê û civakî berdewam kir wek endamê Instîtûya Kurdî ya Brûkselê lê piştre bûye endamê Buroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li eyînî bajarî.
Ew her wisa jî hatiye hilbijartinê weke serokê şerefê yê rêxistina kurdên Kavkaziyayê li Bêlcîka.
Jiyana Wezirê Eşo, wek we bi devê Apê Wezîr bi xwe xwend, Apê Wezîr, heya roja mirina xwe ji dest kar û xebatên xwe yên ronekbîrî û Kurdewarî berneda.
Ew wek herdem, roja 9ê Çileya Paşî sala 2015a disa çû Buroya Kurdî cem neviya Cemîl Paşa Perwin Xanimê. Dema ku êvarê vegeriya mala xwe, Wezîrê Eşo kete komayê û piştî 14e rojan, di 23ê Çileya Paşî sala 2015 de ji nav me barkir û çu ser dilovaniya xwe.
Rastî 81 sal ji bo Apê Wezîr jiyaneke kin bû, bes jiyana wî herdem dewlemend, kurdewar û serbilind bu. Gerek hemu Kurd û Kurdistanî, rêxistin û saziyên Kurdistanê kar û xebatên Apê Wezîr jibîrnekin û Wezîrê Eşo wek Wezirê kurdan bişînin ser dilovaniya wî.
Nivîskar: Roni Alasor[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览509
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://berbang-nur.com
相关文件: 8
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: 亚美尼亚
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 15-03-2023
本文已被审查并发布( ڕاپەر عوسمان عوزێری )on15-03-2023
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):15-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览509
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,034
图片 106,700
书籍 19,304
相关文件 97,317
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!