图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,779
图片 105,831
书籍 19,383
相关文件 97,459
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Sed salîya LOZAN ê û rojeva Kurd
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sed salîya LOZAN ê û rojeva Kurd

Sed salîya LOZAN ê û rojeva Kurd
Sed salîya LOZAN ê û rojeva Kurd
Cano AMEDÎ

Li ser sed salîya peymana Sykes-Picot 6 sal derbas bû, niha jî berdewamîya wê peymanê, Peymana Lozanê di rojevê de ye. Di sala 1916 an de Brîtanya, Fransa û Rusya li ser dabeşkirina heremê li hev kirin û peymana Sykes-Picot îmze kirin. Di destpêkê de, ev peyman her çiqas bi dizî bû jî, şeş sal şunda ev peyman li bajarê LOZAN’ê bi encam û naveroka pratik eşkere bû. Peymana Sykes-Picot ji bilî netewa Kurd, ji bo gelek netewan rê li ber dewletbûnê vekir. Ji bo gelê Kurd jî pêvajoya qetlîam, jenosayd û perçebûnê bi xwe re xist rojevê.
Niha jî pêvajoya sed salîya Peymana Lozanê ye. Kêm zêde 7 meh şunda salvegera sedsalîya Peymana Lozanê temam dibe. Encamên wê peymanê çibû? Bandorek çewa li pey xwe hişt? Gelo gelê Kurd niha di çi merhelê de ye? Ev deh salên dawîyê, dewletên dagirker û desthilatdarên din, alîyên serketî yên peymana Lozanê, di nav amadekarîyek germ de ne. Tenê mexdûrê herî mezin yê Peymana Lozanê alîyê Kurd, di nav bêdengîyê de ye. Li ser bingeha berjewendîyên netewî, Pêwîstîya gelê Kurd bi hişmendîyek netewî, bi mobîlazsonyonek kurdistanî heye.
Ji ber gelek sedeman, ew rewşa ku sed sal berê li ser gelê me hat ferzkirin, îro em baca wê didin. Kêmasîya hişmendîya netewî û bê rêxistinbûna tevgera neteweyî ya miletê Kurd bû, yek ji sedemên ku miletê Kurd di nav çar dewletan de bê dabeşkirin, ji hemû mafên xwe yên neteweyî bê par bîmîne û bi qatlîam û trawmayên mezin rû bi rû bimîne.
Ji ber tunebûna yekitî û rêxistinîyek neteweyî, lawazbûna hewldanên dîplomasî û xebatên sîyasî û gelek faktorên din, miletê Kurd li hemberî dagirker û nîzama li dijî gelê Kurd, destvala ma û li dijî îradeya wî carek din hate perçekirin.
Piştî şerê cîhanê yê yekem dewletên serketî û desthilatdar, li ser berjewendîyên xwe yên hevpar, li dijî gelê Kurd hevpeymanî û nîzamek nû ava kirin. Ev hevpeymanî, di heman demê de, li dijî miletê Kurd rê li ber qetlîam, jenosîd û trawmayên mezin vekir.
Peymana Lozanê di 24ê tirmehê 1923 an de, li welatê Swisre bajarê Lozanê ji alîyê Brîtanya, Fransa, Tirkîye, Îtalya, Yunanîstan, Japonya, Romanya, Sirp, Hirvat û Slovenya ve hat îmze kirin.
Kurdistan cara pêşî di sala 1639an de bi peymana Qasra Şirîn ji alîyê dagirkerên Osmanî û Safewî ve hate perçe kirin. Di sala 1923an de jî, bi Peymana Lozanê, Kurdistan vê carê bi alîkarîya dewletên emperyal û antî-kurd di nav çar dewletên dagirker û kolonyalîst de hate dabeşkirin. Di vê dabeşkirinê û pêvajoyê de, divê tevgera neteweyî ya Kurdistanê rola Brîtanyayê bi taybetî binirxîne.
Em hemû baş dizanin ku di pêvajoya peymana Lozanê de, dewleta Brîtanyayê rolek sereke lîst. Piştî şoreşa Bolşevîkan, Brîtanya piştevanî û alîkarîya dewleta Tirk û tevgera Kemalîst kir. Yekîtîya Sovyetê jî di heman demê de, piştevanîya dewleta Tirk kir û bi zanîn pêli gelê Kurd kir û li dijî gele Kurd tevgerîya, tunekirin û qetlîamên li dij gellê Kurd, bê deng û bê helwest pejirand. Karbidestên kemalîst yên dewleta Tirk jî, ji vê firsendê baş îstifade kirin, bi lîstîkên Osmanî û Bîzansî, li qada dîplomasîyê, hespê xwe bezandin.
Di sala 1918 an de, Serokê Emerîka Woodrow Wîlson, di derbarê nizama nû de dîtinên xwe ku weke prensîbên Wilson tê zanîn, diyar kir. Li gorî xalek van prensîpan “divê dewletên serketî ji dewletên têkçûyî daxwaza axê neke”. Ev xal ji bo tirkan bû keys û firsendek bêhempa.
Teva ku sed sal di ser peymana Lozanê re derbas bûye, hê jî naveroka vê peymanê bi tevayî nehatîye eşkere kirin û gelek alîyên wê veşartî maye. Mixabin teva ku hinek akademîsyen û pispor li ser 143 xalên vê peymanê radiwestin û şîroveyan dikin jî ew behsa mijar û xalên veşartî nakin.
Li Lozanê delegasîyona dewleta Tirk, İsmet ÎNÖNÜ, Riza NUR û Hasan SAKA temsîl dikin. Parlementerê Dîyarbekir ku endamê teşkilata Îttîhat Terakî Mehmet Zülfü TİGREL jî weke şêwermendê delegasîyonê bi xwe re dibin. Di wê demê de, Feyzi Pirinççioğlu, Zülfü Tigrel, Süleyman Nazif û Zîya Gökalp jî weke aktorên entergasîyonê, rolên xwe dilîzin.
Sed sal berê, ji ber ku miletê Kurd ne xwedîyê yekitîyek neteweyî, rêxistinî, dîplomasîyek çalak bû û di warê xebatên sîyasî de lawaz û bêhêz bûn, bi ser neket û têk çû. Teva ku miletê Kurd serî li hemberî vê dagirkerîyê serê xwe netewand; li hemberî vê dagerkerîyê serî hilda û berxwedanên qehramanî li dar xist jî, bi ser neket. Kêm zêde em bawer in hemû beşdarvan li ser sedem û sebebên têkçûnê nêzîkî hev difikirin. Em dixwazin bi hevre aqilê Kurdî, hişmendîyek netewî û seknek Kurdistanî bi raya giştî re par ve bikin.
Bi vê mabestê, di salvegera sedsalîya Peymana Lozanê de, alîyên kurdistanî dikarin bi hev re çi bikin? Nêrîn û pêşnîyarên hevbeş divê çewa mobîlîze bibe? Li hemû beşên Kurdistanê û li diaspora, wê gelê Kurdistanê bi helwestên çewa, seknek netewî nîşan bide? Divê partî, rexistin, sazî, dezgehên Kurdistanî, rewşenbîr û akademisyenên pisporê mijarê bi bernameyek dewlemend rojevê tayin bikin. Nêrîn û pêşnîyarên her Kurdekî, ji bo me gelek girîng e. Divê em bi hevre, ji dîtin, pêşnîyar û rexneyên cûda sûd bigirin. Divê armanc, mafên ji milletbûnê tên, bi tevahî pêk bînin, mafê dewletbûnê û statuya bi erdnîgarîya Kurdisanê ve girêdayî weke daxwazên stratejîk pênase bikin û ji bo çareserîyek misoger, helwestên hevbeş û têkoşînek neteweyî bixin rojevê. Di pratîkê de, bi çalakîyên hevbeş, rojevê geş bikin. Ji niha ve, divê em pêwîstîya lêkolîn û peydakirina bernameyên hevpar bi hevre tesbît bikin. 04-12-2022 Amed[1]
Cano Amedî
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,363
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://portal.netewe.com/- 15-03-2023
挂钩项目: 56
图书馆
库尔德文件
文章
小组: 文章
Publication date: 05-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 15-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,363
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,779
图片 105,831
书籍 19,383
相关文件 97,459
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!