$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Cesûr Axîn
Nav paşnav: Xebat Bozan
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Zehra-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 08-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Cesûr li Kobanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava bûne wesîle ku hevrê Cesûr Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas bike. Ji ber ku felsefeya azadiyê û keda Rêber Apo bûye havevynê Şoreşa Azadiya Rojava û li ser vî esasî ji mirovayetiyê re bûye bingeh, hevrê Cesûr Rêber Apo zêdetir nas kiriye. Hevrê Cesûr ji bo ku Rêber Apo fêm bike û bibe milîtanê fikrên wî biryar daye ku cihê herî rast çiyayên Kurdistanê ye û di sala 2017’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî perwerdehiyeke demkurt hevrê Cesûr çûye qada Avaşînê, pratîka xwe ya gerîlatiyê li Avaşînê bihurandiye û bûye gerîlayekî jîr ê Zagrosê. Wî hemû tecrubeyên xurt ên gerîlatiyê li Zagrosan di nav şertên giran de jiyaye. Hevrê Cesûr rastiya dijmin cara pêşîn li qada Avaşînê nas kiriye û di çalakiyan de rastiya dijmin ji nêz ve dîtiye. Dewleta Tirk a dagirker piştî 23’ê Nîsanê dema êrişên dagirkerî û qirkirinê daye destpêkirin, hevrê Cesûr jî ketiye nav têkoşîneke çalak. Wekî pêşeng tevlî gelek çalakiyan bûye û xwestiye berxwedana hevrêyên xwe yên li tunelên şer bigihîne serfiraziyê. Ji bo vê şev û roj, fedakariyeke mezin nîşan daye. Heta ku bi awayekî fedaiyane şehîd bûye jî qet tawîz nedaye. [1]