图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,411
图片 104,866
书籍 19,372
相关文件 97,508
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Malbatên Kurd li Filistînê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dr. Henna Isa

Dr. Henna Isa
Malbatên Kurd li Filistînê
Dr. Henna Isa*
Wergerandin ji zimanê erebî: Ednan Bedreddîn
Malbata eyûbî ya Mezin
Di Belgeya malbata eyûbî ya mezin de, navên malbatên kurdên eyûbî yên ku li Filistînê bicîbûne, hatine diyar kirin. Evan malbatan piştî rizgarkirina Filistînê ji  dagîrkeriya xaçeperestan, ev welat jibo xwe kirine war. Piraniya wan îro li bajarê Xelîl dimînin. Ên mayî jî bi ser gelek bajarên Filistînê ve belav bûne. Malbata eyûbî ya mezin van hoz û malbatan bi xwe ve digire:
Ebû Xelef, Selah, Al-Heşlemon, Teblet, Ciwîls, Al-Bîtar, Hemmûr, Zellûm, Hrêz, Al-Ribêhiya, Al-Beradey, Ahmero, Al-Cibrînî, Imhêsin, Ebû Ze'rûr, E're'r, Sehyûn, Al-Hezîn, Berqan, Sidir, Fexd Ebû Salim/Mereqe, Al-Mehlûs, Rwêşid, Ebû-Al-Helawe, Al-Heşîm, Mit'eb, Qifêşe. Van malbatan nîvî yan sêyeka niştecihên bajarê Xelîl bi xwe ve digirt. Beşek ji wan niha li bajarên Cenîn, Nablûs, Quds, Yafa, her weha li Misrê û Urdunê dijîn.
=KTML_Bold=Malbata Al-Îmam=KTML_End=
Ev malbat li derdora xwendingeha Amîniyê, ku dikeve bakurê Herema Qudî ya pîroz de dijî. Endamên vê malbatê dibin neviyên zaneyê olî Diya'ddîn Muhmemed Ebû Isa Al-Hekarî Al-Seltî. Ew di heyama desthilatdariya memlûkiyan de, li gel zarokên xwe,  ji taxa kurdan a Selta Urdunê hatiye Filistînê. Zarok û neviyên vî zaneyê kurd demeka dirêj mellatiya Mizgefta Al-Aqsa kirine ku ji wê paşnavê Al-Îmam wergirtine.
=KTML_Bold=Mala Ze'rûr=KTML_End=
Yek ji mezintirîn malbatên kurdan e. Endamên wê ji malbata eyûbî ne. Ew niha li Al.U'zeyriyê ya ku dikeve rojhilatê Qudsê, û li bajarê Xelîl dijîn.
=KTML_Bold=Mala Al-Mella=KTML_End=
Ji neslê Mella yan Menla Alî, waliyê Al-Nasîre ne, Ew navê xwe ji wî werdigirin.
=KTML_Bold=Mala Sêf=KTML_End=
Tê gotin ku ev malbat beşeka ji mala Sêfa ku di sedsala 16-an de, desthilatdarên Terablus û E'kkar li bakurê Lubnanê bûne. Ew ji herêma Çiyayê Lubnanê, berî çendsed salî hatine van herdu herêman, piştî rûbirûneka dirêj bi Me'niyan re (malbata Me'niyan jî kurd e û ewê roleka gelekî giring di dîroka Lubnanê de leystiye- têbîniya werger).
=KTML_Bold=Mala Mûsa û mala Îsa=KTML_End=
Nifşên wan bi navê Berqawî têne naskirin, ji bajarokê Berqe ku ne dûrî Nablus e navê xwe distînin. Ew jî neviyê mala Sêfa yên navbûrî ne. Niha ew li gundê Şofe û Kefr Al-Lebid dimînin.
=KTML_Bold=Mala Al-Qeymerî=KTML_End=
Ew neviyên mîrekên ji Qeymera ku dikeve navbera Musil û Axlatê li Kurdistana Iraqê, gihiştine Filistînê. Weke Mucahîd di artêşa Selaheddîn de li bajarê Xelîl bicîbûne. Qubbeyek li ser navê bapîrên wan di Herema Qudsî ya pîroz de heye. Ew di şerên azadkirina Filistînê de şehîd ketine. Hinek kes ji vê malbatê koçberî paytexta Urdunê, Ammanê bûne.
=KTML_Bold=Malbatên kurd li Qudsê=KTML_End=
Li Qudsê hijmarek malbatên kurd hene, mina:
Malbatên Ebî Al-Lutf, Al-Kurd, Al-Kurdî, Al-Bestamî, Elîko, her weha çend malbatên eyûbiyan hene: Al-Saiyh, Ebû Xelyûn, Eke, Qfêşe, Ebû Hemîd, Al-Eyûbî, Al-Hezîn, Sidir, Mereqe, Ellûş, Al-Cibrînî, Al-beradey, ferrah, Imhêsin, Mite'b, Al-Eyûbî, Zellûm, Hrêz û I'sêle.
Ji malbatên kurdan yên ku li gund û bajarên Filistînê dijîn:
Al-Şihêmat ku şaxeka hoza Beşato ye. Kesên vê malbatê li gundên Kewkeb Al- Hewa, Al- Mezar û Al-Beşato ku girêdayî Qezaya Bîsan in, diman. Piraniya wan, piştî sala 1948-an, koçî Urdunê kirin û li xor Al- Urdun li bajarê Al-Menşiye Al- şîmaliye, û li Weqqas û Irbidê bicîbûn.
Ji malbatên kurdan, malbata Al-Axa li bajarê Sefed, Al-Kurdî li gundê Dêr Al-beleh, Al-Kurdî û Al-Kenefanî li bajarê Ekka, Feşrî ya eyûbî li bajarê Al-Lud, Kurdên Eyûbî li gundê Al-Ribêhiyê li Qezaya Al-Xelîl, Al-lehham li bajarokê Sorîf, Al-kurdî li bajarê Teberiye, Al-Zaza li bajarê Bîsan, Ebû Zehre, Al-Kurdî, Zellûm û Al-Sayih li bajarê Nablus, Malbatên Al-Nacî ku neviyên se birayên ku ji Diyarbekirê hatibûn: Beko (Bekîr), Elo (Elî) û Heso (Hesen). Malên wan li Tîret Heyfa bûne, lê piştî sala 1948-an çûne Urdunê.
Hijmareka dî ji malbatên kurdan; Mala Murad Al-Kurdî, Al-Axa, Al-Zaza û Al-Kurdî li devera Xezza. Mabata Al-Kurdî li Muxeyem Ayîda li kêleka Beyt Lehem, Al-Axa li bajarê Xan Yûnis, Al-Kurdî li bajarê Beyt Al-Sseb'i, Ebû Zehre li Yetta, kurdên Al-Beggare û Al.Xenname li qezayaTeberiye, Al-Kurdî li gundên Hewware û Hewwase, Al-Kurdî li bajarê Al-remle, Al-Kurdî li gundê E'yn I'rêk, malbata Al-Kurd li Qudsê, Xelîl, Dêr Al-Beleh û Beyt Tîma. Al-Eyûbî û Al-Se'diye ku ji malbata eyûbî ya mezin in li bajarê Yafa û mala Ebû Al-Hêca li gundê E'yn Hewd.
Bajarê Xezza: malbat Al-Zaza heta sala 1948-an li gundê Al-Kofxe ku girêdayî Bîr Al-Sseb'i e dijî. Piştî ku gundê wan hate helweûandin ev malbat vegeriye Xezzayê. Yek ji endamên malbata Al-Zaza dibêje ku malbata wan ji Kurdistana Turkiyê ye. Bapîrê wan di heyama desthilata osmaniyan de weke karmend hatiye Xezzayê. Navê wî hecî Mistefa Al-Zaza bûye. Du kurên wî hebûne: Abdelhemîd û Ebdêrebû. Ebdêrebû tevlî zarokên xwe li gundê Al-Kofxe bicîbûye. Li wê derê bi cotiyariyê, xwedî kirina pez û hêştiran re mijûl bûne. Piştî sala 1948-an vegeriyane Xezzayê.
Bajarê Teberiye: Li vir malbat Al-Kurdî ji hoza Îzoliyan bi cîbûye. Ew ji Sûriyê hatiye. Desthilata mandatê ya brîtanî rêzdar Muhemed Eyûb Zaza (Ebû Eyûb Al-Kurdî) weke muxtarê misilmanan li Teberiye erkdar kir. Li Teberiye, her weha, malbata Bekdaş, Xelîl Al-Kurdî (Cers), Zaza ku bapîrê wan hecî Derwêş Zaza ye û Bekir Axa (Îzolî) ku mezinê wan Bekir Sidqî Axa (Îzolî) ye hene.
Bajarê Yafa: Belgeyên dadgeha Yafa ya şer'î destnîşan dikin ku hijmarek ji kurdan di heyama osmaniyan de (1864-1914) li qezaya Yafa hatine bicîkirin. Ewan di nav rêzên artêş û dezgehên ewlekariyê de, li hindur û derveyî yafayê, kar kirine. Hinekan ji wan xwestine piştî ku dest ji kar berda ne li Yafayê jiyana xwe bidomînin.
Weke nimûne, Hesen Axa Al-Kurdî ji niştecihên Sekenet Erşîd leşker bûye di nav rêzên artêşa osmanî li qezayê. Hecî Ahmed Axa kurê muhemed Al-Qewwas Al-kurdî nişteciyê bajarê Al-Remle yuzbaşî yê jendirmeya lîwa ya Benî Xazî bûye.
Di encama aloziya ereban û îsraîlê, bi taybet, herdu cengên 1948 û 1967-an de, gelek ji malbatên kurdan ên navbûrî koçî welatên ereban mina Sûriye, Lubnan, Misir, Iraq, Urdun û welatê kendava erebî kirine. Hinek jî li welatên Eorupa û Amerîka bicîbûne.
*Dr. Henna Isa Rewşenbîr, lêkolîner û yasazanekî filistînî navdar e. Ew mamoste yê zanîngehê ye û ji xelkê bajarê Ramella ye.  
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览804
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع http://www.rupelanu.com/- 23-03-2023
挂钩项目: 14
小组: 文章
Publication date: 17-06-2016 (8 年份的)
Original Language: 阿拉伯语
Publication Type: Born-digital
文件类型: 翻译
普罗旺斯: No specified T4 1002
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 23-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-03-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):21-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览804
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.118 KB 23-03-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,411
图片 104,866
书籍 19,372
相关文件 97,508
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!