图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 523,698
图片 105,947
书籍 19,729
相关文件 98,904
Video 1,422
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Sînorê rexneyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Sînorê rexneyê
#Samî Hêzil#
Rexne wek têgeh di jiyana me de bi têra xwe cih digire. Di piraniya têkiliyên me de, çi devkî, çi nivîskî çi jî dîtbarî bi sûretên cur bi cur xuya dibe. Rexne geh bi gotinên sivik, geh jî bi helwestên tund û acizker çêdibe lê carinan jî sedî sed mafdar e û hema rastiyê ji nîveka pirtûkê dixwîne. Der barê etîmolojiya rexneyê de hin angaşt hene, ji rah-ne ya farisî bigire ta watedayînên cuda yên têkildarî bi koka ‘rex’ê û parçeya ‘ne’ yê. Vêca em kurd di qada onomastîk de pir serkeftî ne û zûka têkiliyeke çîrokî ji bo peyvekê dibînin! Helbet ev jî şêwazek e. Tişta ku di peyva rexneyê de min aciz dike dengê ‘x’yê ya tam li nîveka peyvê ye. Peyvên bi “x”yê dest pê dikin an jî bi vê dengê diqedin, wek mînak peyvên xwezî, ax û yên din xwedî awazeke xweşik in, li dema di nîvekê de be ew deng wek frenê ji mirov re astengiyekê çêdike.
Her ji ber çi be jî peyva rexneyê li ser mirov hîseke neyînî çêdike. Helbet rexne ji hêla mantiqî û semantîk ve, wek dijbera pesn û pîroziyê, di xwe de wateya neyînîkirinê dihewîne. Belkî jî ji ber vê bandora neyînî ya vê têgehê ye ku li her dewrê timî ji bo rexneyê daxwaza sînordayînê çêbûye, gelek sînor jî hatine danîn û têgeh bêtir bi sînorên xwe hatiye ravekirin. Wek tê zanîn, di nav demê re, ji aliyekê ve hin sînor ji holê rabûne û di pey re jî sînorên nû çêbûne. Di mijara sînorî de jî zêdetir li ser mijarên ku rexneya wan nabe hatiye rawestîn. Tabûyên rexneyê çêbûne. Di vê nuqteyê de mirov dikare li ser têkiliya rexne û şîroveyê bisekine. Gelo nebe ku şîrove ji bo sistkirina derbendiya pêş rexnekirinê îcat bûbe! An jî berovajiyê vê, rexne ji ber bêzarbûna ji kubariya şîroveyê wek bertek derketibe holê an jî wateya wê ber bi wê hêlê ve guherîbe?
Hêla rexneyê bi giştî ber bi derve ye lê nerîteke xwe-rexnekirinê jî bêguman heye û wek çandeke hevpar a mirovahiyê li seranserê dîrokê û di gelek bawerî, fikr û îdeolojiyan de jî tê dîtin. Her çi qas li gor cureyên din ên rexneyê pêkanîna vî şiklê rexneyê di pratîkê de dijwar be jî sûdbexşî û erkên wê gelek in. Dawiya dawî, xwe-rexnekirin wek fonksiyon, hevgirêdana endam/takekes a bi gewdeya mezin a sazî, rêxistin an jî baweriya tam ji nû ve saz dike. Hokareke din a ku sînorê rexneyê kifşe dike helwesta rexneyî ye. Helwesta rexneyî bi cureyên rexneyê yên wek; rexneya estetîk, rexneya mantiqî, rexneya ezmûnî, rexneya erênî û rexneya neyînî, rexneya avaker û rexneya xirabker, rexneya teorîk û rexneya pratîk ji hev tên cudakirin. Her wisa rexne li gor ku ji raya giştî re vekirî be yan ku xwedî xasyeteke giştî be an jî rexneyeke taybet û girtî be; rexneyeke tundraw be an jî yeke girêdayî kevneşopiyê be; rexneyeke akadamîk be an jî yeke populer be jî tê senifandin.
Yek ji qadên ku rexne tê de populer e bêguman qada wêjeyê ye. Di wêjeyê de jî hebûn û nebûna sînorê rexneyê tê nîqaşkirin. Rexneya estetîk ji bo wêjeyê helwesta rexneyî ya herî guncav e, her ku ew girîngiyê dide bedewiyê û li ser xalên wek şikl û naverokê, wate û sêwirana estetîk û kompozîsyona berhemê disekine. Rexnekar di karên xwe yên dahûrîna berheman de herî zêde pêşekiyê didin navgînên rexneya estetîk lê hin caran ji ber sedemên cuda rexneya wan bêtir dirûvê rexneyeke erênî an jî neyînî digire. Belkî jî rindî û nerindî an jî pejirandin an jî nepejirandin reftara me ya sereke ye di nirxandina tişteke estetîk de. Lewma em zûka dixwazin mohra baş an jî ya nebaş li tiştekê bidin û berteka xwe jî wek çêker an jî xirabker kifşe bikin.
Ji bo wêjeya kurdî gelek caran behsa lawaziya rexneyê tê kirin û nebûna rexneyeke têr û tijî wek sedema gelek kêmasiyan tê nîşandan. Mixabin nîqaşên di vî warî de ji destnîşankirina kêmasiyekê wêdetir naçin û nêrînên kûr û argumanên xurt zêde nayên rojevê. Rast e ku rexneyeke sîstemîk ji bo edebiyata me pêwîstiyeke sereke ye lê gelo me bingeheke felsefî, rewiştî û madî çêkiriye ji bo sîstemeke rexneya xweserê xwe? Lêkolînên dîroka wêjeyê, diyarkirina pêşekiyên rexneyê, cudakirina serdem û qadan tev wek barên teorîk li benda lêkolîneran in. Reng e ku hîs, daxwaz û pêwîstiya rexneyê ji bo her dewrê derbasdar bûbe. Li her yek serdema wêjeya kurdî, helwesta têkildarî rexneyê bêguman xweserê dema xwe ye, lewre der barê hûrgiliyên vê meselê de pisporên wêjeya gelêrî, ya klasîk û nûjen dikarin rexneya hundirî ya serdemê û derfetên rexnekirinê yên li dema îro – bêyî ku bikevin nav kemîna anakronîzmê- destnîşan bikin. Her wisa pirsa ‘sînorên me yê rexneyê çi ne?’ jî wek pirseke esasî hêjayî nirxandinê ye.
Helwesteke rexneyê heye ku jê re ‘rexneya ji bo rexneyê’ tê gotin. Gelek fikrên dijber û alîgir hene der barê vê helwesta rexneyî de. Di vir de rêgeza esasî helwesta mişt rexnekarî ye. Gelo nebe ku di nav hişmendiya me ya kurdan a populer de, sibê tevgerek wek rexnekariya sînornenas derkeve pêş -a rastî ew helwest li xasyeta me kurdan jî tê- û ew tevger hemû sînorên heyî ji holê rake û jiyana me ya fikrî û çandî serûbin bike. Dîsa jî divê em qebûl bikin ku di nav çanda me de şêweyek rexneya avaker jî heye ku bi qalibeke gotinê yê wek ‘birê min wisa nabe, te yê wiha bikira!’ dikare bê formulekirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览276
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 10-04-2023
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 28-10-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 86%
86%
添加( ئەڤین تەیفوور 10-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):10-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览276
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 523,698
图片 105,947
书籍 19,729
相关文件 98,904
Video 1,422
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!