图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Helbesta serkêş & romana barkêş
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Helbesta serkêş & romana barkêş

Helbesta serkêş & romana barkêş
Helbesta serkêş & romana barkêş
#Samî Hêzil#

Helbest û Roman, wek du birayên hesûd in li mala wêjeya nûjen çarmêrkî rûniştine û ne yên çûyînê ne. Roman giran dimeşe û hêdî hêdî diaxive, helbest çapik e, destsivik e û direqise. Roman behsa şerekî dike lê helbestvan şerker bi xwe ye. Roman diltengiya evîndar pênase dike, helbest, wek gotina Mela teşbîhê zulfê dîlberê biêşan e. Roman xwarin e, helbest pêxwarin e.
Romana çilek, çavbirsî, peyvan li ser hev diqurtîne, hevokan dihêre û xwînerê xwe dikişîne nav gêreseya paragrafan û wî/ê di zikê nehengê de bê serşûn winda dike. Her çiqas li hember xwînerên xwe bêînsaf be jî, azadiya lehengê xwe jî ji bîr nake roman. Tolkien vê manîfestoyê bi devê Gandalf aşkera dike: “Di nav serên we de mejî hene. Di nav pêlavên we de pê hene. Hûn dikarin rêça xwe kifş bikin. Hûn bi serê xwe ne. Hûn in yên ku biryara xwe ya cihê çûyînê bidin.”
Helbest demdemkî ye. Geh diltenik û nazik e, geh dînik e, li çolê dikeve û suwarê xwe deverû davêje erdê. Caran sermest û romantîk e, carinan tûra dibe û heroîk e. Ne wek romanê tiral e, li cihê xwe nasitire. Hildipeke, peyv bi peyv diqele, qelîneka ser sêlê ye.
Rêya gelekan destpêkê li helbestê dikeve. Wek rêya kurt e, lê di rastiyê de çiqas kurt be ewqas jî dirêj e. Namzetê/a nivîskariyê di parsa xwe ya di binhişê xwe de gava piyê wî/ê li hêmayekê diale berê xwe dide warê helbestê. Helbet bi du bêjeyan helbestek çak nabe! Lê xem nake, çawa be embara klîşeyan tijî ye. Û çi tişt bi qasî du risteyên lihevhatî kelecanê nade mirov. Di ser de jî, ji kêm rûpelan pirtûkek saz dibe.
Ji wan şaşwazên rêka kurt yek jî Faulkner e. Xweş li xwe mukir tê her ku wek romanûs serpêhatiya xwe dide dest: “Ez bi xwe helbestnûsekî binketî me. Belkû hemû romanûs destpêkê dixwazin helbestan binivîsin, dema dibînin ku pêk naynin, berê wan dikeve çîrokê û dema di wê de jî têk çûn axiriyê romanan dinivîsin.”
Vêca em ji yên ku destê wan ji nivîsandina her duyan jî nabe re çi bibêjin! “Di navbera nivîsandina romanên xwe de min helbest nivîsandin, ji bo ku ez têkçûna romanên xwe ji bîr bikim,” wisa dibêje Philip Shultz. Lê mirov nizane bi vê gotina wî li ber helbestê aciz be an jî şerma romanê bike.
Her çi be û çawa be, roman û helbest cihê ku nêzik dibin ji hev dûr dikevin, li tanga dûr jî nêzikî hev dibin. Ew mîna her du hinarikên sûretê me ne, li rast û çepê me ne jî. Şal û şapikên me yên lihevhatî ne, lê goreyên me yên şarî û barî ne jî. Gelo bi qasî vê gotina April Bernard mirov dikare vê yekê wisa servekirî bibêje: “Roman derevînê di hundirê min de azad dike, helbest jî rastgoyê di hundirê min de dixe nav kemînê.”
Gelo em kurd bêtir nêzîkî camêriya helbestê ne -camêr, lê camêrê dînomîno- an jî em wek romana sik û sar di cihê xwe de qerimîne. Rast e, em wek vebêjê romanê xeber-req in, rasterast dibêjin. Lê wek helbestvan peyvan li hev tînin, dixemilînin jî. Dema em paşûpê li dîroka wêjeya xwe dinêrin, helbest e ya ku serpêhatiya me ya qedîm dibêje, behsa helboqeyên ku li stûyên bapîran şidiyane dike. Pesnê egîtan egîtane dide û mixenetan rûreş dike. Ew e ya ku xemla çiyayên me çêdike, bi ava robarên me re av û av diherike bi qaydê Feqî, û li pirêzeyên welatê me bêhna xwe vedide. Lê roman jî ne bîyanî ye êdî, zavê nav malê ye. Bi çîrokên xwe yên ecnebî hatiye li nav me û çîrokên malê jî lê zêde kirine. Xwînşirîn e, keç û xortên me lê baleçe bûne.
Wu Qiao, camêrê çînî gotinê xweş li hev tîne, her ku mînaka xwe li ser birincê dide: “Dema hûn pexşanê dinivîsin wê çaxê hûn birincê dikin xwarin, dema hûn helbestê dinivîsin jî hûn birincê dikin şerab. Birincê ku bûye xwarin şiklê xwe naguhere, lê birincê ku bûye şerab tişteke din e êdî. Birincê bûye xwarin zikê mirov têr dike, mirov pê dijî. Lê şerab jî mirov serxweş dike, kesên xemgîn şa dike û yên şabûyî jî xemgîn dike.”
De îcar biryar ya we ye, hûn kîjan birincê dixwazin? [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览706
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 12-04-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 14-04-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 文学
书: 小说
书:
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 98%
98%
添加( ئەڤین تەیفوور 12-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):12-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览706
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,718
书籍 19,304
相关文件 97,343
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!