图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,075
图片 106,677
书籍 19,298
相关文件 97,292
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
SÛRÎYAYA PAŞEROJÊ… PÊWÎSTÎ BI HEVPEYMANEKA CIVAKÎ YA NÛ HEYE
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

SÛRÎYAYA PAŞEROJÊ

SÛRÎYAYA PAŞEROJÊ
SÛRÎYAYA PAŞEROJÊ… PÊWÎSTÎ BI HEVPEYMANEKA CIVAKÎ YA NÛ HEYE
BEŞAR EBÛD
Wergera ji zimanê erebî: #Kendal Cûdî#

Eger em vegerin berîya dema têkçûna Dewleta Osmanî, nexasim kêlîya ku Partîya Ithad û Tereqîyê sala 1908an desthilat bi dest xist, dema ku bi awayekî fermî pêkanîna polîtîkeyên tirkkirinê li ser tevahîya wîlayetên Dewleta Osmanî ragihand, da ku zimanê tirkî bibe zimanê fermî yê dewletê, em ê gelek kiryarên bêserûber li dij gelên ne tirk li kêleka wê biryarê bibînin. Di vê çarçoveyê da, osmanîyan li dij her tiştê ku têkilîya xwe bi çand û zimanên dewletên ku dagîr kirine ra heye, şer kir û qedexe kir ku şînîyên wan dewletan ji bilî zimanê desthildarîya osmanîyan biaxivin.
Ereb jî ji vê polîtîkeyê neflitîn; wekî gelên din ên di bin dagîrkerîya osmanîyan da, heman tişt li ser wan jî hat. Wekî hemû gelên ku nerazîbûn nîşan dan, ereban jî bi rêya damezirandina Komeleya Erebî ya Ciwan (El-Cemîye El-Erebîye El-Fetat) sala 1911 an li Parîsê berxwedan li hemberî vê polîtîkeyê hilbijart, tevî ku dizanibûn ew ji tundîya tirkan rizgar nabin. Ev yek jî bi rastî pêk hat ku endamên komeleyê û alîgirên wan jî bi fermana walîyê tirk Cemal Paşa Sefah li Şam û Beyrûtê di navbera salên 1915-1916 an da, azadîxwazên ereban hatin bidarvekirin. Ew heman heyama ku osmanîyan komkujîyên herî hovane li dij ermenan pêk anîn, ku di encamê da zêdetirî milyon û nîv ermenên bêguneh, bûne qurbanî.
Di teveya dîroka xwe da, Împratorîya Osmanî (1516-1918) tu mîrateyeka şaristanî li pey xwe nehişt, ji bilî mayîndekirina desthildarîya navendî bi rêya hêzê, afirandina “xazoq” û belavkirina nefret, nîjadperestî, fitne û mezheperestîyê di navbera gelên ku dagîr kirine, da ku serwerîya xwe bi hêz bike û mayîna xwe garantî bike. Osmanîyan ev yek bi rêya xwespartina”Rejîma Milî”pêk anî, ku desthildarên wê bi awayekî gelekî xirab ji bo parçekirina civakan û bipaşxistina wan ber bi paşverûtîyê, bikar anîn. Lê tevî zordarîya vê polîtîkeyê, di heman demê da, ji bo gelên ne tirk alîyekî xwe yê pozîtîf jî hebû ku navendbûna tund têkçûna Dewleta Osmanî bileztir kir û bi awayekî lezgîn hişt ku bikeve pêvajoya parçebûnê û piştra jî hilweşandin û bi peymana Sêverê ya 1920î, dawî lê hat.
Rastîya yekê ku em ji vê waneyê fêr bibin ew e ku ne pêkan e ku tu gel çand û zimanê xwe yê taybet ji bîr bike, her çiqas dewletên ku ew dagîr kirine vê yekê bixwazin. Ziman û çand di vê rewşê da, dibin nasnameya niştimanî ku hemû axêverên xwe digihine hev û wan zêdetir pê ve girêdide dema ku hest bikin gel rastî gefeka ji alîyê hêzên derve ve tê.
Rastîya duyem ew e ku gelên ku ji alîyê rejîmên zordest ve têne birêvebirin, di her boneyê da ji dewleta ku wan bi rê ve dibe wê qut dibin û dema keysa wan lê bê, wê daxwaza mafên xwe yên ku ji wan hatiye standin, bikin. Ev yek jî ereban berîya hilweşandina Dewleta Osmanî pêk anî; ku me dît çawa wîlayet ji dewletê “mêrê nexweş” qut dibin û gelan êdî dest bi damezirandina heyvpeymana xwe ya civakî li gorî sînorê xwe yê erdnîgarî yê nû kir.
Dewletên Rojhilata Navîn û di nav wan da Sûrîya, yek ji wan herêmên ku heyama cûdabûna ji Dewleta Osmanî jîyan kir. Di vê çarçoveyê da, erdnîgarîya herêmê ya gelek dewletan li ser esasê Hevpeymana Sykes-Picotê ji nû ve hat xêzkirin, lewra gelan xwe di nava sînorê dewletên ku Wezîrên Karên Derve yê Fransa û Birêtanîyayê xêz kiribûn û heta niha wekî xwe maye, dîtin.
Lê dema ku dewleta Sûrîyayê ya nûjen li ser esasê hevpeymaneka navdewletî ya nû di destpêka sedsala 20î da hat damezirandin, dîyar bû ku ew jî dewleteka di alîyê cihêrengîya mezheb, netewe û ramanan da dewlemend e. Eger ku dewleta Sûrîyayê ya nûjen ev cihêrengî qebûl bikira û li ser esasê demokratîya hiqûqî û mafî ew biparasta, dê ev yek bûbûya sedema dewlemendîyê. Lê tiştê ku çêbûye, mixabin ev cihêrengî piştra ji ber serwerîya îdyolojîya neteweyî ya erebî ku serwerîya xwe li ser tevahîya polîtîkaya herêmê kir, hat çewisandin. Ji ber vê îdyolojîyê gelek zilim û zordarî li dij çînên berfireh ên civakê hat kirin û rê li pêşîya dîktatoran vekir ku Sûrîya bi darê zorê bi rê ve dibirin û hemû hêvîyên jinûveavakirina dewletê û civakê li ser bingehekî demokratîk û hiqûqî, têk birin. Armanca sereke ya desthildarîyê ew bû ku azadîyê binpê bike û civakê ji enerjîya wê vala bike, gihaşt astekê ku pirbûna pêkhateyên Sûrîyayê ji ber fişara tirsê ku winda bibin, eger ku her pêkhateyeka bi taybetîyên xwe ve xwe ne girêdayî ba û parastina wê nekira.
Nebûna demokrasîyê di têgihaştina avakirina dewleta Sûrîyayê da, bû sedem ku cihêrengî di civakê da jî tune be ku ev yek jî cewherê her karekî niştimanî ye. Di encamê da, dîtin winda bû û welat têk çû, lê dîktator bi ser ket! Ev biryara takakesî û rakirina yê hemberî xwe û xwebihêzdîtin, yek ji taybetî û mekanîzmeya pêkanîna desthildarîyê li Sûrîyayê bû ji dema ku Cemal Ebdulnasir desthildarî li Sûrîyayê bi dest xist, piştî pêvajoya yekbûna Sûrîyayê û Misirê. Lê piştî parçebûnê, Partîya Beisê ev yek xurttir kir, di encamê da li dij şênîyên welêt zilim û zordarî pêk hat û heta gihaşt astekê ku li herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê bi rêya polîtîkeya”Kembera Erebî” ya ku dsethildarîya Sûrîyayê sala 1966an pêk anî, guhartin demografîk pêk were. Her wiha, rêjeya mezin ji kurdan ji nasnameya sûrîyayî bêpar man û qedexe kirin ku zimanê xwe fêr bibin an jî çanda xwe belav bikin. Lewra, heman êşa ku ereban li ser destê osmanîyan dema ku împaratorîya wan di sedsala borî da têk çû kişand, dûbare bû.
Bi destpêkirina şoreşa 2011 an ra, em geşbîn bûn ku ev bûyera bi nirx wê dewleta Sûrîyayê li ser bingehê edalet û rûmetê, ji nû ve ava bike. Her wiha, hêvî mezin bû ku ev şoreş wê çand û civakeka nû ava bike ku tê da wekhevî di navbera hemû pêkhateyan da hebe û mafên kesên ku rêjîma totalîter ya xwedî îdyolojîya neteweperestî ji wan standibû, li wan vegere. Lê opozîsyona Sûrîyayê ku derket ser dikeya siyasî, ew jî di yekbûna hewldanên xwe da têk çû û nikarîbû ku dîtina xebatekê bi hevkarîya pêkhateyan da ku welat û welatîbûnê, ava bike. Her wiha, ji ber têkçûna wê, nikarîbû ku tu sozê an jî garantîyê ne tenê bide kurdan û ne jî kêmneteweyên din ên li Sûrîyayê, lewra opozîsyon bi awayekî tam dûrî rastîya hebûna Sûrîyayê ket.
Opozîsyona sûrîyayî tevî destekdayîna darayî û navdewletî ya bêsînor, nikarîbû ku civaka navdewletî qani bike ku ew dikare hemû pêkhateyên Sûrîyayê di bin sîwana xwe da, bihewîne. Lê şanoya ku qaşo her pêkhateyek nûnerekî wî di sazîyên opozîsyonê da heye, nikarîbû ku bi vê yekê gelê Sûrîyayê bixapînin û ne jî ku wan qani bikin. Tekezîya vê yekê jî nûnertîya qaşo kurdan di Kwalîsyona Sûrîyayê ya Hêzên Opozîsyona Sûrîyayê, nikarîbû ku malên gelê Efrînê ji dizî û binpêkirina ku ji alîyê komên çekdar ên ku nûnerên wan di nava Kwalîsyonê da hene, biparêze.
Reftarê opozîsyonê ya ku mirov dikare wekî “ne niştimanî” binav bike, bû sedem ku xebata hevbeş were parçekirin û hewldan werin parçekirin û nirxek an jî bandoreka wê li ser erdê nema. Divê em vê rastîyê ku opozîsyonê di şerê xwe bi rejîmê ra ji me ra hîştiye, di ber çavan ra derbas bikin û vê yekê sererast bikin, eger ku em bixwazin di paşerojê da li ser asta niştimanî bipêşketinekê bi dest bixin.
Her dem di dîrokê da, hin kêlî hene wekî waneyan in an jî xutbeyên ku dibe alîkar da ku mêjîyê giştî yê hemûyan di welat da ji wan waneyan fêr bibe û di sererastkirinê da bi kar bîne. Di vê çarçoveyê da, ez dixwazim şoreşa Fransayê ku yek ji giringtirîn pêvajoyan e, ne tenê di dîroka neteweya Fransayê da, lê belê di dîroka tevahîya cîhanê da, bi bîr bixim. Fransizan wane baş fêm kir û têgihaştin ku ew wekî berê nikarin berdewam bikin û divê sazûmanîya dewletê û civakê li ser bingehekî berovajî serdema Liwîsê 16em û padîşahên berîya wî, ji nû ve were avakirin. Di encamê da, fransizan belgeya xwe ya dîrokî ku bandora xwe li ser tevahîya gelên cîhanê hişt, nivîsandin. Ew belge ku Komeleya Damezirandina Niştimanî sala 1789an weşand “Ragihandina mafên mirovan û hemwelatîyan Déclaration des droits de l’homme et du citoyenne” ku heta vê kêlîyê tevahîya fransizan li ser vê belgeyê dimeşin.
Li Sûrîyayê her kes êşê dikişîne, her kes bêmal û bêhêvî ye, lê her kes li benda çareyan e. Ez bawer nakim ku kêlîya dîrokî ji vê kêlîya dijwar a ku gelê Sûrîyayê bi tevahî pêkhateyên xwe tê da dijîn, guncav e ku dest bi jinûvenivîsandina hevpeymana xwe ya civakî ya nû bikin ku bi şertê hemû pêkhate mafên xwe yên destûrî bi dest bixin di hebûn, avakirin û hevkarîya li ser bingehekî niştimanî.
Rewşa dijwar a ku em tê ra derbas dibin, hişt ku di hemû hêzên siyasî yên li ser erdê di nav da jî rejîma desthildar şikestinek çêbibe, lewra divê em wekî sûrîyayî li ser xwendina paşeroja nû ya Sûrîyayê bixebitin, da ku em xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Êdî dem hatiye ku kurd û ereb destê xwe bidin hev û bi hev ra kêlîya ber bi paşerojeka hevpar ve, ragihînin. Bangên ji bo xebata hevbeş ne şikodarî ye û ne jî mineta alîyekî li ser alîyekî din e, lê belê bûye bendekî esasî ji bo rizgarkirina tiştên mayî, lê bi şertê ku li ser esasê berjewendîyên hevbeş ên di navbera hemû pêkhateyan da, ne ji bo berjwendîyên alîyekî li ser alîyekî din be.
Êdî dem hatiye ku projeyeka sûrîyayî ya nû li ser esasê hevkarîya di qada siyasî, aborî, civakî û çandî da were afirandin, ji alîyekî ve pêkhateyên sûrîyayî ber bi xwe ve bikişîne û ji alîyekî din ve jî piştgirîya navdewletî bi dest bixe. Berjwendîyên ku pêkhateyên Sûrîyayê digihîne hev, ji nefret û kîna ku hêzên herêmî vê yekê gur dikin, gelekî zêdetir e. Ne kurdan û ne jî ereban ev girêka asê ya di navbera her du pêkhateyan da hilbijart û ne jî wan axa ku li ser dijîn hilbijartin. Dîroka hevbeş û dirêj a di navbera wan da, dihêle ku yekîtî, dewlemendî û hêza wê jîyana hevbeş vegerîne.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览784
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/ - 14-04-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 16-02-2023 (1 年份的)
Original Language: 阿拉伯语
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 叙利亚
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on17-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):17-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览784
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.149 KB 14-04-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,075
图片 106,677
书籍 19,298
相关文件 97,292
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!