Emîd Seydo kurê Sulêman kurê Seydê Dîkê ye. Ew ji gundê Qêsim ji herêma Çiyayê Kurmênce. Seydo roja 15-ê meha nîsanê sala 1938-an li gundê Qêsim ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundekî din xwendiye; ew du demjimêran (saetan) bi peyatî diçû heya ku digihîşt xwendegehê. Di pey ra dibistana navîn û ya bilind li bajarê Helebê, li dibistana „Kuliya Islamî“ qedand. Seydoyê ciwan dema ku diçe leşkeriya sûrî dikeve beşê polîsê sîvîl. Radeya wî di beşê polîsiyê da bilind dibe û wisa her carê stêrkek li ser milên wî zêde dibe. Di pey ra, ew di sala 1960-î da diçe li Misirê kuliyeya polîsiyê diqedîne û radeya wî dîsa bilind dibe heya ku digihîne radeya AMÎD (nisir û sê stêrk).
Seydo piraniya jiyana xwe li bajarê Şamê
Roja 24.02.2023 kesayetiyeka navdar ya Çiyayê Kurmenc – herêma Efrîn xatir ji me xwast û çû ber dilovaniya Xweda. Rehma Xweda hezar carî lê be, cihê wî bihuşta bala be.
diqedîne. Ew demekê li bajarê Laziqiyê karê xwe dike û demeka kurt jî li herêma Horanê dibe gerînendeyê (midûrê) bajarokê Al Sanameyn. Di pey ra dîsa vedigere bajarê Şamê û demeka dirêj dibe serokê polîsên paytextê Sûriyayê.
Min ji devê gelek serbazên (eskerên) Kurd bihîstiye ku gava alîkariyek gerekê wan bûya, yan jî arîşeyek (pirsgirêkek) wan hebûya diçûn ba Seydoyê payebilind. Seydo didît ku zimanê wan yê erebî hinekê şikestiye; hîngê ji wan ra digot: Bi min ra bi kurdî deng bike, mêr be û metirse. Dema ku serbazên Kurd ev helwest didîtin, gelek kêfxweş dibûn. Ev helwesta wî gelek naskiriye.
Ji bona vê helwesta wî dibêjim: SILAV LI GIYANÊ PARÊZKARÊ PEYVA KURDÎ!
Min ev efser û serhengê payebilind ji nêz va jî naskir. Ez sala 1996-an li bajarê Şamê li mala wî bûm mêvan. Erdekî xwe li dervayî Şamê hebû û ew tevda kiribû rez. Di nav erdê xwe da malek jî avakiribû û hevzoyekî avê jî li pêşiya malê hebû. Li mala vî egîdî tenê bi zimanê kurdî dihate axaftin. Hem wî, hem kebaniya wî û hem jî kurên wî her bi kurdî diaxivîn. Ew li Almaniyayê jî du caran bû mêvanê min. Carekê li gel kebaniya xwe û kurê xwe Dr. Asaad û carekê jî li gel herdu kurên xwe Dr. Asaad û Dr. Selah. Herdem jî axaftina me bi kurdî bû.
Seydoyê leheng ji çand û folklora kurdî gelek hezdikir. Ji min ra digot: Mustefa! Divêt tu ji min ra destana Memê Alan bêjî. Bi rastî jî min soz dabû wî – heger me careka din hevdû dît – ezê jêra hin beşan ji destana Memê Alan bêjim. Min xwe wisa amadekiribû ku ezê jêra strana Seyîdxan – strana Berxê Mala Ûsibê Seydo – Seyîdxanê Keřê jî bêjim. Lê mixabin felekê rê neda û ew derfet bi dest min neket.
Seydoyê leheng heyanî bi oza hestiyan mirovekî kurdperwer bû. Serdariya sûrî pir caran jêra gotin ku tu bibî endamê Partiya Baas, emê radeya (rutbeya) te bilindtir bikin. Lê Seydo ev yek nepejirand û nebû endamê vê partiyê. Ji bona vê helwesta wî, Kurd bi Seydoyê leheng gelek serfiraz û serbilindin.[1]