图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 526,397
图片 106,538
书籍 19,797
相关文件 99,737
Video 1,450
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,467
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,781
هەورامی 
65,762
عربي 
29,006
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,357
فارسی 
8,571
English 
7,175
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
小组
中国的
传记 
3
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
311
PDF 
29,992
MP4 
2,354
IMG 
194,717
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Servet Aydin - Gulçiya Gabar
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Gulçiya Gabar - Servet Aydin

Gulçiya Gabar - Servet Aydin
$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Servet Aydin
Nasnav: Gulçiya Gabar
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Rahîme-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 29-04-2019 / Garê
$Kurtejiyana şehîd:$
Fermandara me ya leheng Gulçiya Gabar li bajarê jinê Mêrdînê ku kevneşopiyeke xwe ya xurt a berxwedan û welatparêziyê heye, li Mîdyatê ku gelek çand, ol, ziman û gel bi hezkirin bi hev re dijîn, li nava çanda malbateke welatparêz mezin bû û sala 1992'an tevî hevalên xwe yên zarokatiyê tevlî nava refên azadiyê bû. Di demekê de ku serhildanên Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Amed û Hezexê diqewimî, têkoşîn nas kir. Ev yek jî bû sedem ku bi ruhê asî û serhildêr tevlî têkoşînê bibe. Hevala me Gulçiya Gabar di jiyana xwe ya şoreşgerî de ya nêzî 30 salan, li qada Botanê ya dilê Kurdistanê li Gabar, Besta, Herekol, Kato û Colemêrgê, ji Amedê heta Kobanê, ji Erzîromê û Garzanê heta bi Garê li her bihosta xaka welatê me ked da, ji kaniyên wê av vexwar, di rêyên wê de meşiya, pê li her kevirî kir û di her çeperê de şer kir. Hevrêya me Gulçiya Gabar di pêvajoya serhildanê tevlî bû, di avakirina artêşbûna jinê û pêşvebirina Tevgera Azadiyê ya Jinê de, li qadên herî zehmet ma û bi tevlîbûneke xurt bû xwedî danheviyeke têkoşînê. Têkoşîna sih salan a hevrêya me Gulçiya ji bo me bû manîfestoya têkoşînê. Ji roja ku tevlîbû û pê ve bi ked, fedakarî, wêrekî û dîsîplîna xwe bû yek ji fermandarên me yên pêşeng. Hevrêya me Gulçiya bi taybetmendiyên xwe yên fermandariyê di nava têkoşînê de li pêş bû. Her tim di demên herî zehmet û krîtîk de bi berpirsyarî rabû. Herî dawî cihê xwe di nava Fermandariya me ya Biryargeha Navendî de girt û hunera xwe ya fermandariya leşkerî bi danheviya rêxistinî û îdeolojîk bi xurtî gihand hev. Hevrêya me Gulçiya ku di temenê ciwantiyê de tevlî nava têkoşînê bû, bi ked û pêşketina xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin, hurmet û baweriyê.
Di rastiya hevala Gulçiya Gabar de serketin nêzîkatiya bingehîn e ku divê tqez bi ked û hişmendiyê bê pêkanîn. Xwedî nêzîkatiyeke welê bû ku çiqas hunera xwe, çiqas enerjiya xwe hebû hewl dida tevlî bike. Fermandara me hevrê Gulçiya bû navê fedakariya li vê têkoşînê, navê xwedîderketina li Rêbertî, Partî û têkoşînê.
Ji karekî herî biçûk ê pratîkî heta bi pirsgirêkên leşkerî-taktîkî-rêxistinî ku her kesî zehmetî dikişand çareser bike, bi her tiştî ve mijûl dibû, xwe bi pêş ve dibir û bi asta xwe ya pêşketinê nedima, hewl dida hevalên xwe tevlî bike, jinê perwerde bike, dîsîplîn bike. Her wiha yek ji taybetmendiyên xwe yên girîng jî ew bû ku ti carî serî li ber serweriya mêr û kevneperestiya jinê neditewand. Kêmasî ji nedîtî ve nehat, nerazıbûn û helwesta xwe nîşan da.
Fermandara me ya leheng xwe bi pirsgirêkên rojane bi sînor nekir, lê belê ti carî çareserkirina van pirsgirêkan jî taloq nekir, her tim bersiv da kêliyê. Weke jin û fermandareke jin ti carî jirêzêbûyîn qebûl nekir. Bi jiyan, têkoşîn, rêbaz û kesayetiya xwe neşibiya kesî. Ew miroveke bedew bû ku xwedî taybetmendiyên xweser û sade bû. Mîna navê xwe ew gula çiya bû. Dema ku mirov li hevala Gulçiya dinihêrî bersiva ji pirsa 'jin a azad kî ye, çawa dijî' şênber dibû. Di kesayetiya wê de azadî veguherîbû karakterê. Ruhê xwe teslîmî vê sîstemê nekir û bû 'xwebûn'. Bi wê re fikir, zikir û çalakî yek bû. Hevala Gulçiya Gabar mîna diaxivî dijiya, mîna dijiya dianî ziman. Ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve ji gelek aliyan ve xwe bi pêş ve biribû. Lê belê taybetmendiya herî diyarker a hevrêya me Gulçiya ew bû ku di têkiliyên mirovan, guhertina mirovan û bandora li mirovan de pêşketî bû. Dema ku Gulçiya dihate gotin, biryardarî, rûmetdarî û têkoşerî dihate bîra mirovan. Biryardariya ji bo azadiyê û hişmendiya azadiyê pê re gelekî pêşketî bû. Serbilindahî û rûmeta milîtanbûyîna PKK û PAJK'ê di rû, çav û jiyana wê de xuya dikir. Têkoşerî, şerkeriya di oxira rastiyên pê bawer dikir û afirîneriya eşqa azadiyê ya di dil û mejiyê xwe de, di kesayetî û jiyana xwe de şênber kir û vê taybetmendiyê ew hîn bêhtir bi bandor dikir. Ya ku ew bêhtir balkêş dikir ew bû ku xwe bi kesayetî û jiyana xwe de şênber kir û vê taybetmendiyê ew hîn bêhtir bi bandor dikir. Ya ku ew bêhtir balkêş dikir ew bû ku xwe bi rastiya Rêbertî û Partiyê re kir yek. Sadebûn û otorîteriya wê, henek û coşa wê, rûyê wê yê li ken mîna guleke xwezayî, hunera xwe ya pratîkî, berpirsyariya ji xwe ya perwerdekirinê, dîsîplîna xwe, hêza parvekirinê ya bi mirovan re taybetmendiyên karakterê wê bû ku li pêş çavan bû. Bêyî ku mirovan aciz bike, bieciqîne û biçûk bixîne, hîn dikir.
Hevala Gulçiya Gabar hezkirina ji çiyê, xakê, welat û gerîlatiyê hînî gelek hevrêyên xwe kir. Em ji wê hîn bûn ku jiyana weke jinekê li çiyê çawa mirovan bedew dike û kêfxweş dike. Di kesayetiya wê de em hîn bêhtir bi bedewiya Xwebûnê hesiyan. Bi jiyan û kesayetiya xwe hînî me hemûyan kir ku gerîla bi felsefeya jiyanê, zor û zehmetî û bedewiya xwe karakterekî jiyanê ye. Di salên destpêkê de ku tevlî nava têkoşînê bû, piştî şerekî ji hevalên xwe qut bû, tevî ku bi rojan dûr mabû jî bi israra xwegihandina hevalên xwe û bi îradeyeke mezin, xwe gihandibû hevalên xwe. Mîna ku helbestvan dibêje; birçî mabû, tî mabû, lê belê evîna wê ew neterikandibû. Ew dileke evîndara Rêbertî, welat, çiya, gerîla û hevalên xwe bû.
Hevala Gulçiya jineke azad bû ku ji sînorên xwe derbas bû. Fermandareke wêrek bû ku dema ji sînorê xwe derbas dibû ji xwe nedibihurî, her ku hêza xwe didît xwe winda nedikir. Ji fermandariya mangayê heta bi Fermandariya Biryargeha Navendî di her astê de tevlî bû. Di her şert û mercî de sadebûna xwe, dilnizmiya xwe, kesayetiya xwe ti carî winda nekir. Pîvanên xwezayî yên hezkirinê, taybetmendiya azadiyê di kesayetiya xwe de ava kir û hînî me kir. Her gotin, hevokên wê bi zor û zehmetî, bi parvekirinên herî bedew û bi jiyanê bi wate bû bûn. Şoreşgerî bi wê re rêbaza jiyanê bû, ne mecbûriyeteke bû, lê tercîhek bû. Her ku bi rastiya Rêbertî re bû yek bêhtir bedew bû, bêhtir bi wate bû û wate tevlî jiyana xwe kir. Dilê wê bedew bû, mejiyê wê azad bû, kenê wê ji dil bû û nêrîna wê kûr bû.
Jiyana bi keda mezin a fermandara me ya asî û bi rûmet di wê astê de ye ku dikare bibe mijar ji dehan romanan re.
Ya ku hevala Gulçiya ewqasî zîrek kir ew bû ku dema jiyan û pratîka xwe bi rêxistin dikir, jiyana bi Rêbertî re timî ji xwe re dikir pîvana bingehîn. Hevrê Gulçiya bîst û çar saetên rojê dixebitî, enerjiya xwe tevlî dikir, derdora xwe bi xwe re bi jiyanê ve girê dida, pîvanên hevaltiya bi Rêbertî re di jiyana xwe de şênber dikir. Ya ku bû sedem di nava têkoşînê de ewqasî zîrek be, li hemberî zor û zehmetiyan bi îrade rabe û li hemberî dijmin bi wêrekî tevbigere, baweriya wê ya ji bo dîtina Rêbertî bû. Hevrê Gulçiya ji bo dîtina Rêbertî bi rê ket, lê belê komploya navneteweyî bi dîlgirtina fîzîkî ya Rêbertî bi encam bû bû. Ev rewş di dilê hevala Gulçiya de timî mîna birînekê bû û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezin kir, eşqa xwe ya ji bo Rêbertî xurtir kir.
Fermandara me ya wêrek û leheng hevrê Gulçiya di têkoşîna xwe de li her qadê û di her karî de ji xwe re kir pîvaneke şoreşgerî ku li ser xeta Apoyî zelal be, bi pêş bikeve û li ser vê bingehê jî kedê bide. Di kesayetiya xwe de kûrbûna îdeolojîk, di jiyana xwe de ked û di têkoşînê de jî serketin temsîl kir û ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Ew weke yek ji pêşengên tevgera me ya azadiyê, yek ji fermandarên me yên pêşeng ên artêşa me ya jinê di dîroka me ya têkoşînê de wê neyê jibîrkirin. Em careke din soz didin ku hêjayî bîranîna wê bin û meşaleya azadiyê ya ku radestî me kiriye bi ser bixînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览386
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | -https://anfkurdi.com 29-04-2023
挂钩项目: 3
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 南库尔德斯坦
No specified T3 82: 马尔丁
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 27-04-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on30-04-2023
此产品最近更新( سارا ک ):30-04-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览386
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.138 KB 29-04-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 526,397
图片 106,538
书籍 19,797
相关文件 99,737
Video 1,450
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,467
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,781
هەورامی 
65,762
عربي 
29,006
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,357
فارسی 
8,571
English 
7,175
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
小组
中国的
传记 
3
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
311
PDF 
29,992
MP4 
2,354
IMG 
194,717
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!