图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,766
图片 105,942
书籍 19,364
相关文件 97,463
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Serhildana Neteweyî ya 1925'an û Şêhîdên Tevgerê û Muhasebeke biçûk
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Îbrahîm GUÇLU

Îbrahîm GUÇLU
=KTML_Bold=Serhildana Neteweyî ya 1925'an û Şêhîdên Tevgerê û Muhasebeke biçûk=KTML_End=
=KTML_Underline=Îbrahîm GUÇLU=KTML_End=
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Serhildana Neteweyî ya 1925an di 13ê Sibatê de li Bakûrê Kurdistanê dest pê kir. Di demekî nedirêj de gelek bi hêz bû. Piştgirîyeke mezin û kîtlewî qezenç kir. Zor da dewleta Tirk ya Kemalîst. Li dinyayê jî bû tevgereke rizgarîxwaz ya navdar. Dîsa di demekî kurt de gelek bajarê Kurdistanê rizgar bûn û desthilatdarîya bajarên Kurdistanê kete destê neteweya kurd. Loma mirov dikare bibêje ku Serhildana Neteweyî ya 1925'an li Bakûrê Kurdistanê mezintir serhildan û serhildeneke girseyî û siwîl bû. Ji bona vê yekê di sala 1974'an de di Kovara Rizgarî de me serhildana 1925'an de lêkolîn kir, em gihîştin wê qenaatê ku Tevgera Milî ya 1925'an xwepêşandaneke bi çek e.
Hezar mixabin ew serhildana mezin ya li Bakûrê Kurdistanê di demeke kurt de hat şikandin. Serokê Tevgerê Şêx Seîd Efendiyê Pîranî û 47 hevalên wî yên seroktîya serhildanê û bi sedan şervanên serhildanê hatin darvekirin. Beriya wan jî serokê Rêxistina Azadiyê Xalid Begê Cibrî û hevalên wî îdam bibûn. Bi sed hezaran kurd encama qetlîameke mezin û barbar û hovane hatin kûştin. Bajar û bajerok û gundên Kurdistanê hatin şewitandin. Bi sedhezaran kurd mecbûr bûn ku ji Kurdistanê mala xwe bar bikin, biçin welatê biyanî yê Tirkan. Di welatên Tirkan de bi her awayî perîşanî kişandin. Zarokên kurdan asîmîle bûn. Malbatan ji bona ditirsiyan û zarokên xwe biparêzin, bi zarokên xwe re kurdî qise nekirin.
SEDEMA SERHILDANÊN KURDISTANÊ…
Serhildanên neteweyî yên li Bakûrê Kurdistanê girêdayî heman sedemê pêk hatin. Di serhildana neteweyî ya Koçgirî de sedem çi ye, di Serhildana 1925'an û Agrî û serhildanên din de jî heman sedem in.
Di serhildanên neteweyî yên Kurdistanê de sedem çi bû?
Kurd netewek e. Di dema Osmanîyan de neteweya Kurd û Kurdistan otonom bû. Bêguman xweserî û otonomiya Kurdistanê sînorkirî bû.
Dema ku Atatirk û hevalên wî xwestin ku di Împeratoriya Osmaniyan de bibin desthilatdar û xwediyê dewletê, ji karbidest û mezinên kurdan alîkarî xwestin. Beşek karbidest û mezinên kurdan xeteriya biqewimîne dîtin, piştgiriya Atatirk û hevalên wî nekirin. Lê beşekî wan piştgirî kir. Atatirk û hevalên wan jî, ji karbidestên kurdan re gotin ku “em dê xweserî û otonomiyeke gelek fireh bidin kurdan û Kurdistanê.”
Lê piştî ku Atatirk û hevalên wî desthilatdar bûn û dewleta xwe ya faşîst û kolonyalîst ava kirin, Îdia kirin ku kurd û netewe kurd tune ne. Hemû mafên kurdan yên neteweyî, civakî, dîrokî, çandî, zimanî; madî û manewî xesip kirin.
Kurd beriya wê li Koçgiriye û pişt re jî li gelek herêmên din yên Kurdistanê serhildanên neteweyî organîze kirin û meşandin.
Di sala 1925an de jî serhildana neteweyî, ji bo dewleta serbixwe ya Kurdistanê ava bibe û mafên neteweyî bên qezenç kirin li Bakûrê Kurdistanê hat li darxistin. Hezar mixabin Serhildana Neteweyî ya 1925an bi awayekî gelek trajik û bi qetlîam şikest xwar.
BI GIŞTÎ KÊMASIYAN SERHILDANÊN KURDAN…
Di dema Osmaniyan de jî û di dema Dewleta Kemalîst de jî kurd xwediyê rêxistineke hevbeş û xurt nebûn. Di heman demê de xwediyê stratejiyeke hevbeş jî nebûn.
Ev zaaf a di destpêkê de di sala 1919 de li Koçgiriyê derket holê. Li Koçgiriyê, di bin pêşengiya Dr. Nûrî Dersîmî û Elîşêr de serhildana neteweyî dest pê kir. Hezar mixabin kurdên herêmên din piştgiriya wan nekir.
Vê zaafê di Serhildana Neteweyî ya 1925'an de jî dom kir.
BERIYA SERHILDANA 1925-AN ŞIKANDIN HAT HOLÊ…
Gorî baweriya min, beriya ku serhildana neteweyî ya 1925an dest pê bike, şikest xwar. Lewra serhildan ji aliyê Rêxistina Îstîklalê de dihat amade kirin. Rêxistinbûn baş dimeşiya. Li hemû bajer û bajerokên Kurdistanê berpirsiyar û komîteyên wê ava dibûn. Serokê rêxistinê jî Xalid Begê Cibrî bû. Şexsiyeta wî ji bona rêxistinê gelek girîng bû. Ew serokekî leşkerî û siyasî bû. Hezar mixabin piştî ku Xalid Begê Cibrî û hevalên wî hatin zîndan kirin û dîl ketin, Rêxistina Îstîklalê darbeyeke mezin xwar û piştê rêxistinê şikest.
Bi ser vê de prowakasyona li Pîranê dema hat holê, serhildan bê wext jî dest pê kir. Bê wext destpêkirina serhildanê, tê wê wateyê ku amadekarî jî baş nehatibû kirin.
Di encamê de jî ev rastiya tehl derket qada jiyana neteweya kurd.
SEDEMÊN DIN YÊN ŞIKANDINA SERHILDANÊ Û MUHASEBEKE BIÇÛK…
Bêguman ku sedemên din yên şikestina Serhildana neteweyî ya 1925'an jî hebûn.
Serhildanê bêwext û bêkamil dest pê kir.
Encama provokasyonekê dest pê kir.
Serhildan nebû tevgerek giştî ya Kurdistanê. Ev jî bona serhildanê bû astengiyeke gelek mezin.
Serhildanê li hemû Herêmên Kurdistanê nikarî xwe rêxe.
Dewleta Tirk, siyaseteke qirêj û durû meşand. Vê yekê jî li ser tevgerê bandoreke neyênî danî.
Dewleta Tirk, di hûndir de diyar kir ku Serhildana Neteweyî ya 1925an dixwaze Tirkiyeyê parçe bike. Di hemandem de digotin ku serhildana neteweyî ya 1925'an li dijî ol e. Di hemandem de digotin ku Serhildana Neteweyî ya 1925-an bi Îngilterê re hevalbend in.
Dewleta dagirker û kolonyalîst, bi vê siyaseta, raya giştî ya Tirk qezenç kir. Di esil de piraniya Tirkan jî, ji Atatirk û hevalên wan hez nedikir. Atatirk û hevalên wî dîktatoriyek ava kiribû. Ji derveyî burokrasiya sivîl û leşker li her kesekî zûlim dikirin.
Dewleta Kolonyalîst a Tirk û Atatirk ji bona ku dinyaya sekuler bixapînin, ew dinya ji kurdan re nebin alîkar, ji dinyaya sekuler re jî gotin ku Serhildana Neteweyî ya 1925an, Tevgereke olî û kevneperest e. Li dijî demokrasî û hevdemî û komarî ye.
Dinyaya sekuler jî loma li hemberî qetlîama Tirkan bêdeng man.
Tevgerê û serokatiya tevgerê nikarîn li hemberî van derewan û manîpulasyonan derkevin û deşîfre bikin.
Komunîstên Tirk û Yekîtiya Sovyet, îxanet him li neteweya Tirk û him jî li neteweya kurd kirin. Dewleta Kemalîst ji bona pişgiriya Yekîtiya Sovyetan qezenç bike sextekarî kirin. Lenîn bi xwe ji Atatirk û hevalên wî yên faşîst re piştgirî kirin. Ji kurdan re dijminitî kirin.
Lê di salên 1970'yî de kurdan û bi taybetî jî kurdên çep ev rastiya nedîtin, ji Yekîtiya Sovyetan re di dereceya murîdî de piştgirî kirin. Ji Komunîstan re bûn heval. Ew xirabîya wan ji gelê me re bi xurtî diyar nekirin. Bes beşek kurdên çep ev wezîfeya pêk anîn.
Girîngtir mijarek jî ew bû ku di nav Tevgera 1925'an de xwefiroşî û xiyanetkarî derket holê. Ew jî bû sedem ku Serok Şêx Seîd Efendiyê Pîranê bi hêsanî dîl bê girtin.
Di encamê de dikarim bibêjim ku “97 sal in ku di dilê kurdan xwîn diherike. Şikandina Serhildana Neteweyî ya 1925'an di hemandeman de ji bona Tirkan jî cesaretek çêkir. Dewleta Tirk serhildanên din yên Bakûrê Kurdistanê gelek bir rehetî şikandin. Gelek bi rehetî qetlîam pêk anîn.”
Piştî ku Serhildana Neteweyî ya 1925'an şikest xwar, serokê serhildanê Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin û hatin îdam kirin.
Divê kurd, wan û hemû şehîdên Kurdistanê bîra nekin û wezîfeya xwe li hemberî wan bînin cîh. Ji bona serxwebûna Kurdistanê xebat bikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览987
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 06-05-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 30-06-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):07-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览987
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.16 KB 06-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,766
图片 105,942
书籍 19,364
相关文件 97,463
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!