图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 521,308
图片 105,386
书籍 19,616
相关文件 98,356
Video 1,419
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Derheqê Folklora Kurdî de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Derheqê Folklora Kurdî de

Derheqê Folklora Kurdî de
Derheqê Folklora Kurdî de.
Em ê niha li vir ser hinek pirsan folklorê bisekinin û li gor tiştên ku em hînbûn û li gor çavkaniyan agahiyan xwe li jê vebêjin.
$Folklor çi ye?$
Peyv yekem car di sala 1846 de ji hêla zanyarê îngilîz William Ji Thomas ve hatîye bikar anîn. Ew ji berhevoka peyvên îngilîzî folk (gel) û lore (zanist) an zanîn pêk tê. Di kurdî de jî “folklor” bi heman wateyê tê bikaranîn. Komela bi navê “Civata Folklorê” ku di sala 1878’an de li Îngilîstanê hatiye damezrandin.
Di veguherandina peyvê di şaxeke zanistê de kedek girîng daye. Ev peyv li Fransa, Rûsya, welatên Skandînavyayê û Portekîzê jî bi heman awayî tê bikaranîn. Li welatên almanîaxêv peyva “Volkskunde” ya ku bi heman wateyê heye, hatiye damezrandin.
Mîr Celadet Elî Bedirxan di Hawarê de wiha pênase dike;
Folklor zanîn an zanistiya xelkê ye. Ev beje bi eslê xwe ingilîzî ye. Lê îro ketiye hemû zimanên dinyayê. Ji lewre me jî ew xistiye zimanê xwe. Ji xwe kurdên Qefqasê beriya me ev bêje xistine zimanê xwe û kitêbek bi navê Folklora Kurdmancî belav kirine (Bedirxan 1941:15/1998: 759).
$Giringî û Qadên Folklorê$
Folklor, wekî yek ji şaxên zanistê yên herî bingehîn ên ku pêkhateyên yekta yên civakan dikole, di nav xwe de gelek pîvanan dihewîne. Folklor ku ji şêwaza jiyanê bigire heta siyaset û civaknasiyê gelek hûrgilî dihewîne, yek ji şaxên zanistê yên herî girîng e ku divê li ser mirovan were lêkolîn kirin. Ji ber ku her civak xwediyê avahiyeke taybet e, zanyarên welatan hewl dane ku jiyana civakên xwe di diyarbikin û diyarkirina naveroka folklorê de binirxînin.
Lêkolîna folklorê di warê etnolojî, civaknasî, antropolojiya civakî û çandî, edebiyat, derûnnasî, zimannasî, teolojî, dîrok, dîroka olan, dîroka huner, erdnîgarî, bijîşkî, hiqûq û hwd. têkiliya wê ya nêzîk bi zanistan re heye û dema pêwîst be ji rêbaz û dîtinên van dîsîplînan sûd werdigire. (https://milliyet.com.tr/molatik/hayat/folklor-nedir-87358)
Folklor di saziyên mirovî, hunerên gelêrî, pîşesaziya gelêrî de ya herî berbelav, herî domdar û kevnar lêkolîn dike. Ne belgeyên nivîskî; di bin bandora kevneşopiyên bav û kalan de çi tê bawer kirin û wan lêkolîn dike. Ew raman, kevneşopî û dîrok, bermayiyên gelên kevnar ên ku îro dijîn, lê ne yên dema me û ne yên îro ne, berhev dike û dide ber hevkirin. Bi efsane, kevneşopî û baweriyên gel re mijûl dibe. Bi kurtasî, folklor her tiştê ku avahiya rewşenbîriya gel pêk tîne lêkolîn dike.
$Qada Folklor ê$
Ravekirina şêwazên tevgerê yên hevpar û berbelav ên welatekî, gelên herêmê, komeke etnîkî ya ku tevahiya jiyanê dihewîne û bingehê wî gelî pêk tîne, awayê jiyana wî, helwesta wî li hember hin bûyer û rewşan, têgihîştina wan a li ser jîngehê û dinya; di derxistina jêhatîbûn, çêj, afirandin, sazî, kevneşopî, sazîbûnek ku jiyana kevneşopî û merasîmî birêxistin dike, dewlemend dike û rengîn dike; di tesbîtkirina zincîra kevneşopî, urf û adetên ku bi aliyekê ve digihêje dema borî û bi aliyê din ve heta dema me; rol û girîngiya folklorê di destnîşankirina xêzên taybet an jî piştgir ên vê zincîrê de yek bi yek, di girtina damarên çanda gelêrî û afirandina efrandinên resen û hemdem de ji wan re girîng e.
$Pêdivîyên Xebatên Folklorê$
Folklor ji bo kurdan gelekî girîng e. Çimkî heta niha li ser Kurdan di qada folklorê de pir hindik xebat û lêkolîn hatine kirin. Ji bo gelên ku bibin milet divê di hêla folklor û çanda xwe de jî dewlemend be û ew dewlemendiya derkeve holê. Gel bi folklora xwe ji gelên din cuda dibe. Ango ji bo miletbûna kurdan temam bibe jî kurd hewcedarê folklorê ne. Folklor dewlemendiya miletekî derdixe holê û kevneşopiyên wê miletê bi van lêkolînan didomin.
$Asta Xebatên Folklora Kurdî$
Folklor zanîn an zanistiya xelkê ye. Ev beje bi eslê xwe ingilîzî ye. Lê îro ketiye hemû zimanên dinyayê. Ji lewre me jî ew xistiye zimanê xwe. Ji xwe kurdên Qefqasê beriya me ev bêje xistine zimanê xwe û kitêbek bi navê Folklora Kurdmancî belav kirine (Bedirxan 1941:15/1998: 759). Mîr Celadet Elî Bedirxan di Hawarê de wiha pênase dike.
Li Qafqasyayê ji hêla Heciyê Cindi û Emîne Evdal ve û bi redaktoriye Casimê Celil berhevoka folklora kurdan, bi navê Folklora Kurmanca li Erivanê tê amadekirin û çapkirin. Weha xuya dike ku ev cara pêşî ye ku di kurdî de têgeha folklorê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê jî ev xebat di dîroka xebatên folklora kurdî de kêlikeke giring e
Ji aliyê din ve ne tenê li enstituya Ermenîstanê lê li enstîtuyên wek Enstituya Ziman û Raman û Akademiya Dewletê ya Dîrok û Çanda Madî (ADDÇM) de jî xwendekarên kurd doktora dikirin û derbarê ziman, çand, dîrok û edebiyata kurdan de tezên xwe amade dikirin yên wek Qanatê Kurdo û Erebê Şemo, Herweha Enstituya Rojhilat nasiyê ya St. Petersburgê jî bi giştî di warê xebatên kurdolojiyê de cihekî girîng digire.
Hawarê de xalên ji bo bingeha “awayê xebatê” de, piştî belavkirin, hînkirin û berhevkirina agahiyên derbarê ziman, xalên rasterast derbarê folklor û edebiyata gelêrî ya kurdan tên;
1-Berhevkirina çîrok, çîrçîrok, û her şikl lawje û stranên kurdî.
2- Zanînên derbarê reks û qeydiyên stranên kurdî.
3- Zanînên derbarê her șikl rêzikên kurdî û Kurdistanê, yên zemanê borî û yên îro û senifandina wan. Zanînên derbarê hatinên Kurdistanê û pîşe û sin’etên kurdî.
4- Dîrok û erdnîgarî (Bedirxan 1932: 1).
Wek ku ji van xalên jorîn jî bê dîtin armanceke din a sereke ya Celadet û Hawarê berhevkirina hêmanên folklora kurdî ye.
Di Hawarê de hejmara yekemîn de Kamiran Ali Bedir-Xan bi navê Edebiyata Welatî nivîsekê dinivîse ku tê de behsa girîngiya edebiyata gelerî dike. Di vê nivîsê de herweha ew hestên romantîk jî bi awayekî zelal dikarin bên dîtin;
Edebiyata welatî, ew edebiyat e qo ji jina miletî, ji his û dile wî, ji dîroq û çîrçîroqên wî, ji stran û lajeyên wî hiltêt. Qaniya wî, dilê milet, his û heyata wî ye. Tine ev edebiyat e qo germ rengîn, bibihn û xwedan ruhnahî ye (K. A. Bedir-xan 1932:5). (Necat Keskîn, Folklor û Edebiyata Gelerî, r.105)
Li va nivîsan de jî tê dîtin ku di Hawar û xebatên Kurdên Qasqasyayê şûnda xebatên folklorê hîn zêde hatine kirin û giringîya folklorê hatine fehmkirin.
Rewşê Xebatên Folklorê
Karên ku li ser folklorê, li ser gel tên kirin gîşkî ne folklor e, dibe ku bikeve qada folklorê lê ji bo bibe folklor pêwîste ku li gor rê û rêbazên zanistîyê xebat werin meşandin. Niha li ser kurdan gelek xebatên folklorîk hene lê ji wan pirên xwe dûrî rêbazên zanistîyên e.
Îro em dibînin ku kurd bi damezirandina saziyên xwe di her warî de ber bi sazîbûnê ve dimeşin. Piştî bidestxistina gelek şaredariyên Heremê îmkan û derfetên vê sazîbûnê ji hêla madî û manewî ve gelekî zêde bûne. Di bin banê van şaredariyan de an jî bi alîkariya wan gelek navend û komele hatine damezirandin. Ji bilî van gelek komele û navendên din jî hene ku ‘serbixwe’ ne ango ne girêdayî şaredariyan e û ev tev de wek nîşandariya sazîbûnê dikare werê ditîn.
Yek ji warê ku gelek sazî hatine damezirandin jî warê ‘çandê’ ye. Wek ku li jor hat gotin di bin banê her şaredariyekê de ‘navenda çand’ê miheqeq heye û ji bilî yên di bin banê şaredariyan de jî gelek navendên çandê û saziyên din ne tenê li Kurdistanê lê li cîhên ku kurd dijîn jî hatine damezirandin. Enstîtuya Kurdî, Kurdî-Der, Navenda Çanda Mezopotamya çend mînak ji van in.
A din jî ji beşên zanîngehên kurdî de li ser folklorê lêkolîn, spartek û têz têne çêkirin û bi saya va xebatan jî agahî her dem bi zanistî zêde de dibin.
Ligel evqas sazî û sazîbûnê rastiya ku di vî warî de hîna em li serî ne divê em bi lêv bikin. Bêguman gelek sedemên vê yekê hene. Sedemên civakî, aborî, çandî û polîtîk hinek ji wan in.
Di dawiyê de em kanin wiha bibêjin; netewên din heta niha di qada folklorê de gelekî pêşketine û sazî damezirandine û lêkolînên zanistî kiriye lê ên kurdan de xebat gelekî qelsin û ên ku hene jî dem dema dixitimin. Divê xebatên hîn zêde hatine sîstemîze kirin werin kirin.
(1) - (https://milliyet.com.tr/molatik/hayat/folklor-nedir-87358)
(2) - (https://turkedebiyati.org/folklor.html )
(3) - (Necat Keskîn, Folklor û Edebiyata Gelerî, r.100)
(4) - (Necat Keskîn, Folklor û Edebiyata Gelerî, r.132)
Firat Bawerî
21/09/2022
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,051
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | candname.com 21-09-2022
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 21-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 92%
92%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 07-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):07-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,051
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1176 KB 07-05-2023 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 521,308
图片 105,386
书籍 19,616
相关文件 98,356
Video 1,419
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!