图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,892
图片 106,345
书籍 19,329
相关文件 97,292
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
“Sebrê welatê me nîne…”
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

İkram Oguz

İkram Oguz
=KTML_Bold=“Sebrê welatê me nîne…”=KTML_End=
=KTML_Underline=ikram oguz=KTML_End=
Ev çend roj e, gotinên straneka ku Şakiro distirê li ser zimanê min e û awaza wê jî her gav û saet di guhê min da olan dide…
“Ax zerî welato welatê me nîne wax way…
Gidî welatê gêwir e, tu dêhna xwe bide
Herçî kesê dêrisê gunda da yar û dosta wî tunebe
Ez ji t era sond bixwim bêqedr e, bêrûmet e, sebrê qedr û qîmeta wî tunîne…”
Demeke dirêj e, kîngê û li kîjan qanala televîzyonê vegerim, li ser ekranên televîzyonê xwepêşandanên partîyan û qîrêqîra serokan derdikeve pêş…
Ji al û dengên wan ên bêpîvan eciz dibîm û televîzyonê digrim.
Destê xwe diavêjim telefonê û ji hinek hevalên xwe ra telefonê dikim.
Bi kê ra biaxifim, bi gotina yekemîn ra xwe di nav xwepêşandanên li Tirkîyê da dibînim…
Yek dibêje, “te bihîst Kiliçdaroglu got, ‘ez alewî me’…”
Bê nebê, axaftin li ser vê miajarê kûr û dirêj dibe.
Yekî din, berî silavdayînê dipirse, “tu çawa dibîni?”
Wek bersiva pirsa wî, bêhemdî dibêjim, ez baş im û çavên min jî baş dibînin…
Ji dûr va dike tîqetîq û dikene…
Ez bêdeng li kenên hevalê xwe guhdarî dikim.
Kenên wî diqede û dû ra dibêje, “malxirab ez dizanim tu hê ne kalî û çavên te jî hê ne xirab in. Tu kar û xebatên ku ji bo hilbijartinê tên kirin, çawa dibînî û texmîna te ya ji bo encama hilbijartinê çi ye?”
Bi pirsa wî ra bêdengîyek diqewime.
Jiber ku ez dikenim, lê di ber xwe da…
Dû ra çi bibêjim, qima xwe pê nayne.
Axaftin dirêj dibe…
Ez jî bi dirêjîya axaftinê ra eciz dibim.
Gotinên strana Şakiro digihîje îmdada min.
Bi dengeke nerm û bi aheng ji hevelê xwe ra dibêjim.
Heyran ji min ra çi…
welat welatê min…
dewlet jî dewleta min nîne…
kî derkeve ser text û…
kî jî ji ser text da dakeve xarê,
xem û xeyala min nine…
herçî kesê di dêrisê welêt da dewleta wî tunebe
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
di hilbijartina dewleta xelkê da
ti car qedr û qîmeta dengê wî tunîne…
Bi van gotinên min ra hevalê min eciz dibe û dibêje, „xûya ye tu li min guhdarî nakî û di nav stranên dengbêjan da digerî…“
Ew xatir dixwaze û telefonê digre, ez jî guhê xwe didim deng û awaz a stranê…
08-05-2023
ikramoguz@navkurd.net
Ger ku hûn jî bixwazin li stranê guhdarî bikin, ev jî gotin û lînka wê ye:
https://www.youtube.com/watch?v=1Kvf5xcn3hw
Sebrê welatê me nîne
Sebrê sibe ye dilê dilê rezîlê wê li wê mayê hê hê…
Yadê mahrûmê sibe ye vê sibengê dilê bêqewl û bêqirar ji xwe ra ca li wê ma
Hehû rebenê belekîyê berfê dihelîyq îro ji êvar da li quntarê çîyê ma
Yazî muqederê Xwedê ne li jorê dinivîse li jêrê li serê me hemîyan e
Sêr bike vê sibengê malxirabo gelo li jêrê li hêvîya maqûlkî çê ma
Kê dîtî kê bînaye herdu dilê maşûqê dil di hev da ji hevdû biqetin
Sebrê bihare yek derkeve zozana wax yek dêrisê gunda da hê li ber germê ma…
Ax zerî welato welatê me nine wax way…
Gidî welatê gêwir e tu dêhna xwe bide
Herçî kesê dêrisê gunda da yar û dosta wî tunebe
Ez ji t era sond bixwim bêqedr e bêrûmet e, sebrê qedr û qîmeta wî tunîne…
Sebrê gelo li bilinda ha li bilinda hayê hê hê…
Yadê mahrûmê tu sêr bike mi ji te ra nego li ilinda ha li bilinda
Bihar e welatê me hatî pelê gulê sosin û rihan û leymûn û dar û darçînê li me vebû
Qedera mi bi reş bû şansê mi tûne bû berfekî li me barî
Gidî gelo tu sêr bike pelê gulê û soson û rihanê ma di bin da
Di gundê xirab da te yê derbeke xençerê ca li min da
Lo bêbexto çi bêbextî bû ji gavê din da di gundê xirab da te yê derbeke xençerê ca li min da
Ezê rabim bi destê kubara şîrîn bigrim, ji kêfê ra bimeşimê dêrisê gunda
Li nava dêreçîta, mêzerhêşîna, kofîkêla, gerdenzera, na wele çepildirêja, bejnbilinda
Lo bêbexto gelo qasekî dewranekî derbas kim li kavlê gunda, rûnêm li nava gewran û rinda
Hewara me Xwedê kê dîtî kê bînaye, herdu dilê maşûqê dil di hev da ji hevdû biqetin
Ca bihar e yek derkeve zozana ek bimîne li germ û germistana kavlê gunda
Ax zerî tu sêr bike kesîretîya malê dunyalika derewîn nîne kedera dilê rezîl e
Berxê kedera giran, meraqa xirab bê derdê dila hêy ma di dil da…
Ax zerî welato welatê me nine, gidî welatê gêwir e tu sêr bike
Herçî kesê dêrisê gunda da yar û dosta wî tunebe
Bêqedr e bêrûmet e, sebrê qedr û qîmeta wî tunîne…[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览891
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/- 08-05-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 08-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 艺术
书: 文化
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):08-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览891
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,892
图片 106,345
书籍 19,329
相关文件 97,292
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!