图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,075
图片 106,677
书籍 19,298
相关文件 97,293
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
​​​​​​​Peymana Sykes-Picot Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peymana Sykes-Picot

Peymana Sykes-Picot
=KTML_Bold=​​​​​​​Peymana Sykes-Picot Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir=KTML_End=
EHMED SEMÎR

Rêber Abdullah Ocalan dibêje Peymana Sykes-Picot Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir û bi van nexşeyan bang li dewletên qels dikin da ku li dijî hev şer bikin. Niha gelê Kurd hewl dide bi rêya lihevkirinên stratejîk projeya Rêveberiya Xweser bi pêş bixe da ku sînorên tarî yên ku beriya 107 sal hatin xêzkirin, rakin.
Piştî ku Kurdistan di encama Peymana Qesrî Şîrîn a sala 1639’an de di navbera Sefewî û Osmaniyan de hate dabeşkirin, Peymana Sykes-Picot hat û parçebûna Kurdistanê dewam kir. Di encama vê peymanê de Kurdistanê di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hat dabeşkirin.
=KTML_Bold=SYKES-PICOT Û PARÇEKIRINA KURDISTANÊ=KTML_End=
Çîroka parçekirina xaka Kurdistanê vedigere 107 salan. Di 23’yê Mijdara 1915’an de civîneke ji bo parvekirina berjewendiyan di navbera Fransa, Brtîtanya û Rûsyayê de hat lidarxistin û di civînê de projeyeke ji bo 100 salî li Rojhilata Navîn û çawaniya parvekirina hegemoniyan di navbera xwe de hate dayîn. Lihevkirina di navbera her sê aliyan de bi Peymana Sykes-Picot (Navên kesên ku peyman îmze kiriye) encam da ku ji dîroka 23’yê Mijdara 1915’an heta 3’yê Çileya 1916’an de pêk hatin.
Li gorî vê peymanê Fransa dest danî ser rojavayê Sûriyeyê, Lubnan û Edeneyê. Brîtanyayê dest danî ser herêmên başûr û navîn ên Iraqê û bajarên Eka û Heyfa yên Filistînê, Rûsyayê jî dest danî ser herêmên Ermenan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Di 16’ê Gulana 1916’an de peymana dawîn hat îmzekirin ku di encamê de Kurdistan bû 4 parçe.
=KTML_Bold=PEYMANA VEŞARTÎ EŞKERE BÛ=KTML_End=
Peymana Sykes-Picot veşartî ma heta ku komînust di sala 1917’an de gihaştin ser desthilata Rûsyayê û tayên veşartî yên peymanê eşkere kirin. Li hemberî vê peymanê gelê herêmê bertek û nerazîbûn nîşan da.
Di wê demê de Osmanî lawaz bibû û piraniya herêmên ku dagir kiribûn ji dest dan. Di encamê de dewletên ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi ser ketin sînorê Tirkiye yê heyî kontrol kir.
TÊL Û SÎNORÊN ÇÊKIRÎ HÊVIYÊN KURDAN TÊK BIRIN
Bi xêzkirina sînoran re ku Kurdistan jî di nav de ket xefka van dewletan de, herêma Rojhilata Navîn hat parçekirin. Dewletên ku ev parçebûn pêk anîn, ’guh nedan girîngiya eknîkan, çandan û neteweyan ku xaka wan di nava pecên peymanê de hatin jidestdayîn.
Parçekirina Kurdistanê di navbera Sûriye, Iraq, Tirkiy û Îran de û avakirina sînoran û danîna têlan di navbera Kurdistanê de hêviyên gelê Kurd ên diyarkirina çarenûsa xwe têk bir.
Bi vê peymanê re maskên van dewletan ketin xwarê, eşkere bû ku çawa van dewletan destek dan dewleta Tirk ku di Peymana Lozanê ya 1923’an de sînorê heyî ava bike, li beramberî ku Tirkiye Mûsilê radestî Brîtanyayê kir. Dîsa jî Fransayê Lîwa Îskenderon a Sûriyeyê di sala 1938’an de da dewleta Tirk.
Bi van guhertinan re, li her çar parçeyên Kurdistanê komkujî, serjêkirin, şewitandin û koçberkirina kurdistaniyan dest pê kir.
=KTML_Bold=BANGA JI BO ŞERAN=KTML_End=
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya 5’an a MANÎFESTOYA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK Û PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK de di beşa LI ROJHILATA NAVÎN TEWAZUNA NETEWEDEWLETÊ Û PIRSGIRÊKA KURD de dibêje peymanê Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir û bi van nexşeyan bang li dewletên qels dikin da ku li dijî hev şer bikin.
Rêber Abdullah Ocalan dibêje; “Armanca yekemîn ew e, Kurdan bi gelên Ereb, Tirk û Îranê yên tevahiya dîrokê bi hev re jiyane û di navbera wan de kêm zêde statuyeke rewa heye, berde hevdu, nakokiyên di navbera wan de kûr bike, statuya heyî xira bike, wan dahf bide nava tevlîheviyê û wan bixe rewşekê ku timî bi hev re di nava şer de bimînin. Armanca duyemîn ew e, bi tesfiyekirina Kurdan ji dewletên netewe yên Ermenî, Suryanî û Cihû re ku pîlan dikirin, welatên berfireh amade bikin. Bi vî awayî jî wê hem sê dewletên netewe yên bi rola tampon û xeleka navber rabûna û mutleq bi wan ve girêdayî pêk bianiyana hem jî wê Kurd bi cîranên wan ên misilman, xiristiyan û Cihû re dewamî di nava şer û pirsgirêkan de bihiştana û bi awayekî wê Rojhilata Navîn a kakil hewcedarî xwe bikirana.
=KTML_Bold=PEYMAN BI RÊBAZÊN DIN DEWAM DIKE=KTML_End=
Ji bo temamkirina vê peymanê lîstikvanên sereke Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiye ne û hêzên xwe li Kurdistanê komî ser hev dikin, da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.
Gelên herêmê (Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkes) êdî zilma ku li ser hatiye kirîn ji bîr nakin û ji bo ku careke din nekevin pencên dewletên hegemonîk ’sûd û ders ji ezmûnên berê girtin û hevgirtina xwe xurt kirin. Pêkhateyên herêmê di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de yekitiya xwe ava kir.
Gelên herêmê bi tifaqa stratejîk rêxistina herî tundaraw a DAIŞ’ê têk birin û projeya Rêveberiya Xweser a nenavendî pêş dixin da ku sînorên Peymana Sykes-Picot rakirin.
=KTML_Bold=TIRKIYE DIXWAZE VÊ XEWNÊ BITEMIRÎNE=KTML_End=
Dewleta Tirk di serdema Erdogan de hewl dide Dewleta Osmaniyan vegerîne û li ser hesabê gelên herêmê sînorê xwe derbas bike.
Cara yekemîn Amerîka û Rûsyayê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya dewleta Tirk vekir ku di 25’ê Nîsana 2017’an de êrişê Çiyayê Qereçoxê kir. Her wiha derfet da wê ku Efrînê di sala 2018’an de û Serêkaniyê û Girê Spî di sala 2019’an de dagir bike.
Niha dewleta Tirk hewl dide bi Rûsya û Îranê re lihevkirinan çêke da ku têkiliyên xwe bi Şamê re vegerîne. Armanca wê ji vê yekê ew e ku Peymana Edaneyê ya 1998’an zindî bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin, ji bo vê yekî jî rêveberên Rêveberiya Xweser dike hedef.
Piştî ew qas sal di ser Peymana Sykes-Picot re derbas bûn, rewşa Iraqê ji ber şerên taîfî û etnîk hîna baş nebûye, li Sûriyeyê jî alozî dewam dike. Tirkiye di aliyê aborî de hilweşiyaye û di nava pirsgirêkên navxweyî de tengijî ye. Li Îranê jî serhildana gel a li dijî dewletê dewam dike.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,012
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 16-05-2023
挂钩项目: 15
小组: 文章
Publication date: 16-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-05-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on16-05-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):16-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,012
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,075
图片 106,677
书籍 19,298
相关文件 97,293
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!