图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,073
图片 106,717
书籍 19,304
相关文件 97,342
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Zimanên Hindî- Ewrupî û Malbata Zimanê Kurdî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zimanên Hindî- Ewrupî û Malbata Zimanê Kurdî

Zimanên Hindî- Ewrupî û Malbata Zimanê Kurdî
=KTML_Bold=Zimanên Hindî- Ewrupî û Malbata Zimanê Kurdî=KTML_End=
#Siddik BOZARSLAN#

Mamostayê hêja M. Emîn Bozarslan jibo ”Zimanê Hindî- Ewrupî” weha dibêje: ”Mirov dikare tevayîya zimanên Hindî-Ewrupî bişibîne dareka pirr pirr mezin a ku gelek gulî û şaxên wê hene, her beşekî wan zimanan jî bişibîne gulîyeka wê darê, her zimanekî ji zimanên wan beşan jî bişibîne şaxeka wê gulîyê. Ew dara mezin pênc gulîyên sereke didêre, yanî pênc gulîyên wê yên sereke hene. Bi peyveka vekirîtir, di zimanên Hindî-Ewrupî da pênc beşên sereke hene. Ew pênc beş, evên ha ne:
Beşê Hindî: Zimanê ku li Hindistana îroyîn û li hin welatên derdora wê yên wek Bangladeşê, Nepalê, Pakistanê û Srî Lankayê tên peyvîn, hemî di nava beşê Hindî da cî digrin û her yek ji wan, şaxeka wê gulîyê ye.
Beşê Îranî: Zimanên Kurdî, Farisî û Belûcî di nava beşê Îranî da cî digrin û her yek ji wan, şaxeka wê gulîyê ye.
Beşê Cermenî: Zimanên Almanî, Îngilizî, Hollandî û zimanên welatên Skandînavyayê di nava beşê Cermenî da cî digrin û her yek ji wan, şaxeka wê gulîyê ye.
Beşê Latînî: Zimanên Fransizî, Îtalî, Îspanî, Portekizî û Romanî di nava beşê Latinî da cî digrin û her yek ji wan, şaxeka wê gulîyê ye.
Beşê Slavî: Zimanên Rûsî, Ukraynî, Bulgarî, Makedonî, Sirbî û çendên dî di nava beşê Slavî da cî digrin û her yek ji wan, şaxeka wê gulîyê ye.
Zimanên Yunanî, Ermenî û Albanî (arnavudî) jî sê zimanên Hindî-Ewrupî ne. Lê bi çu beşek ji wan beşan ve ne girêdayî ne; yanî ne şaxên yekê ji wan gulîyan in. Ew her sê ziman yekser bi dara Hindî-Ewrupî ve bendkirî ne, girêdayî ne. Bi peyveka dî, her yek ji wan, şaxeka xweser a wê darê ye û yekser ji qurma wê darê veqetîyaye.
Li gora tespîtkirina dîrokzanan û zimanzanan, piştî derketina gelek mirovan ji herêma Hindistana mezin a berê û belavbûna wan li rojava û bakurê rojava, yek ji zimanên ku ji Sanskritî zaye û bûye zimanekî xweser, zimanê Avestayî bûye. Lê belê ji wî zimanî, tenê kitêba ”Avesta”yê ya dînê Zerdeşt maye û gihaye dema me. Ji bil wê kitêbê, çu tiştekî nivîskî ji zimanê Awestayî nemaye.”
”Wek ku tê zanîn, zimanê Kurdî yek ji zimanên Hindî-Ewrupî ye û di nava beşê zimanên Îranî da cî digre. Kok û jêdera tevayîya zimanên Hindî-Ewrupî, zimanê Sanskrîtî ye. Ew ziman, zimanekî gelek dewlemend bûye û bi dîtina dîrokzanan û zimanzanan, çend hezar sal berî Mîladê li herêma başurê Asyayê, li Hindistana mezin a wê demê bi kar hatîye anîn, pê hatîye peyvîn. Paşê gelek mirovên başurê Asyayê ji wir cîhil bûne, koç kirine û ber bi rojava çûne. Di wê koçê da hin ji wan gîhane herêma ku jê ra Îran hatîye gotin, paşê jî bûye Kurdistan û Pars (Fars). Hin ji wan jî ber bi bakurê rojava, hin jî ber bi rojava çûne û gîhane coxrafya ku paşê navê wê bûye Ewrupa. Bi wî awayî, ji hev qetîyane û belav bûne û li wan deran bicî bûne.
Ji ber ku ji hev belav bûne, bi derbasbûna demên pir dirêj, di peyvînên wan da gelek guhertin peyda bûne û her yek ji wan awayên guhertî, li herêmekê cî girtîye û bere bere bûye zimanekî serbixwe. Aha zimanên ku ji tevayîya wan ra ”Zimanên Hindî-Ewrupî” tê gotin, bi wî awayî hatine meydanê. Ji ber ku hin ji wan mirovan li herêma Hindistanê mane û hin ji wan jî çûne gîhane Ewrupayê û li wir bicî bûne, ji tevayîya zimanên wan ra ”Zimanên Hindî-Ewrupî” hatîye gotin; yanî zimanên ku ji Hindistanê heta Ewrupayê belav bûne û cî girtine. Bi wî awayî, ew nav ji tevayîya wan zimanan ra bûye navekî zanyarî yê muşterek.
Ji zimanê Avestayî jî zimanê Pehlewî zaye. Pehlewî, zimanê dewleta Medyayê bûye ku di dema xwe da imperetorîyeka mezin bûye. Ji mirovê wê dewletê ra jî ”Med” hatîye gotin. Li gora dîtina dîrokzanan, Med pêşîyên kurdan bûne. Bi peyveka dî, kurd nevîyên Medan in.
Zimanê Pehlewî, wek zimanê peyvînê nemaye û negîhaye dema me. Tenê hin belge û tiştên dî yên nivîskî ji wî zimanî mane û gîhane vê demê. Ew belge û tiştên nivîskî, di hin kitêbxane û arşîvên Îranê da hatine parastin û bi wî awayî gîhane dema me. Ji bil van belgeyan, hin kevirnivîsk, nivîsarên li ser keviran jî bi zimanê Pehlewî hatine nivîsîn û ji dema Medan mane. Ew kevirnivîsk, li herêma Hewraman a başurê Kurdistanê ne.
Mirov dikare zimanê Pehlewî bişibîne zimanê Latînî. Zimanê Latînî jî wek zimanê peyvînê nemaye û negîhaye dema me. Lê, wek ku li jor hat dîyarkirin, ji wî zimanî pênc ziman zane û gîhane dema me. Her wisa, gelek belge û tiştên nivîskî yên dî yên Latînî jî di arşîv û pirtûkxaneyan da hatine parastin û gîhane vê demê.
Zimanê Pehlewî, ji alîyê zimanzanan ve jêder û serçavîya zimanên Kurdî û Farisî û Belûcî tê qebûlkirin. Yanî ev her sê ziman, ji zimanê Pehlewî zane û peyda bûne. Bi derbasbûna demê, Pehlewî ji meydanê rabûye û wenda bûye; Kurdî û Farisî û Belûcî jî bûne sê zimanên cuda, her yek ji wan bûye zimanekî xweser, her yek ji wan ketîye kiras û qalibê xwe û navê xwe girtîye.
Ji ber ku jêder û serçavîya zimanên Kurdî û Farisî zimanê Pehlewî ye, kokên gelek peyvikên Kurdî û Farisî digîjin zimanê Pehlewî. Bi peyveka dî, gelek peyvik ji zimanê Pehlewî mane û gîhane zimanên Kurdî û Farisî. Peyvikên wisa, di her du zimanan da muşterek in. Hin ji wan peyvikên muşterek, di her du zimanan da tam wek hev in, neguherîne. Wek ”azad”, ”dest”, ”ser”, ”yek”, ”deh”, ”sed” û wd. Hin peyvik jî piçek guherîne. Wek ”didan”ê Kurdî û ”dendan”ê Farisî, ”lêv”a Kurdî û ”leb”a Farisî, ”nav”ê Kurdî û ”nam”ê Farisî, ”nimêj”a Kurdî û ”nemaz”a Farisî, ”roj”a Kurdî û ”rûz”a Farisî.
Ew peyvikên muşterek, ji serçavîya her du zimanana, yanî ji zimanê Pehlewî hatine. Mirov nikare bêje ku ew peyvik Kurdî ne û ji Kurdî ketine Farisî, yan jî Farisî ne û ji wî zimanî ketine Kurdî. Ew peyvik ji serçavîya her du zimanan yanî ji zimanê Pehlewî derketine û gîhane her du zimanan; hin ji wan di her du zimanan da wek hev mane, hin ji wan jî di her zimanek da piçek guherîne û ketine qalib û kirasê wî zimanî.
Ev rewş yanî wekhevîya hin peyvikan yan şibîna hin peyvikan bi hev, ne tenê di Kurdî û Farisî da, lê di hin zimanên dî da jî tê dîtin. Mesela di Firansî û Îtalî da, di Îspanî û Portekizî da, di Înglizî û Swêdî da jî peyvikên wisa hene ku, mîna hev in yan jî piçek dişibin hev.
Hin peyvikên pehlewî di kurdî da jî wek xwe mane. Bi peyveka dî, ew peyvik bi awayê zimanê pehlewî hatine gîhane zimanê kurdî û di kurdî da jî wisa mane, di wan da çu guhertinek peyda nebûye; lê di farisî da piçek guherîne. Mesela, salixnavê ”xweş” di Pehlewî da jî ”xweş” bûye, di Kurdî da jî wisa maye; lê di Farisî da piçek guherîye û bûye ”xoş”.
Hin peyvikên Pehlewî jî di Farisî da wek xwe mane, di wan da çu guhertinek peyda nebûye; lê di Kurdî da piçek guherîne. Mesela, şûnnava yekanîyê ya kesê pêşîn, di Pehlewî da ”men” bûye, di Farisî da jî wek Pehlewî ”men” maye; lê di Kurdî da piçek guherîye û bûye ”min”.
Hin peyvikên Pehlewî jî hem di Kurdî da, hem jî di Farisî da pirr yan hindik guherîne. Mesela, ”ayênek”a Pehlewî di Kurdî da guherîye bûye ”eynik”, di Farisî da jî guherîye bûye ”ayîne”. Her wisa, ”roç”a Pehlewî di Kurdî da piçek guherîye û bûye ”roj”, di Farisî da jî pirrtir guherîye û bûye ”rûz”. Peyveka dî jî ku tê da guhertin çêbûye, ”parek”a Pehlewî ye. Ew peyvik jî di Farisî da piçek guherîye bûye ”pare”, lê di Kudî da pirrtir guherîye û bûye ”pere”. …
Wek ku tê zanîn, di zimanê Kurdî da sê zarên (lehce) sereke hene. Ew her sê zar Kurdîya Bakur, Kurdîya Başur û Zazakî ne. Di eynî demê da ji Kurdîya Bakur ra ”Kurmancî” jî, ji Kurdîya Başur ra ”Soranî” jî, ji Zazakî ra ”Kirdkî” jî tê gotin. Ev her sê zar jî di jîyanê da ne û bi kar tên anîn…” (M. Emîn Bozarslan, Ferhenga Kurdî-Kurdî, Cild I, r. 5-11, Weşanxana Deng, Stanbol 2011)[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,440
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 21-05-2023
挂钩项目: 52
No specified T2 37
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 28-10-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):23-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,440
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,073
图片 106,717
书籍 19,304
相关文件 97,342
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!