图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,076
图片 106,683
书籍 19,299
相关文件 97,295
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
​​​​​​​Pergalên baviksalar li hemberî jinan bûne yek, lê jin teslîm nabin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

​​​​​​​Pergalên baviksalar li hemberî jinan bûne yek, lê jin teslîm nabin

​​​​​​​Pergalên baviksalar li hemberî jinan bûne yek, lê jin teslîm nabin
​​​​​​​Pergalên baviksalar li hemberî jinan bûne yek, lê jin teslîm nabin
Hêvîdar XALID

Ji pirsgirêka mafê jiyana li cihekî ewle heta bidestxistina tevahî mafên jiyanê, pirsgirêka mafên jinan ji pirsgirêkên herî girîng ên asêmayî yên civakê ye. Tevî ku jin bi sedan salan e ji bo bidestxistina mafên xwe yên xwezayî di nava hewldanan de ne, lê hîna jî li hember siyasetên pergalên serdest ên baviksalar ên ku ji bo hedefkirin û çewisandina wan bûne yek, rû bi rû ne. Pergala mêrên serdest ji bo ku rola pêşeng a jinan di civakê de tune bike, wan bê deng bikin û mafên wan biçewisîne, serî li rê û rêbazên cuda dide.
Di nava kêmî hefteyekê de, li herêman Ereban ên Sûriyeyê, heta Iraq, Lubnan, Urdin, Yemen, Tûnis, her wiha Mexribê, jinan gelek pêngavên ji bo mîsogerkirina mafên xwe ragihandin. Lê dezgehên ragihandinê yên Ereban jî ku xwe li aliyê desthilata mêran girtine, qet behsa van pêngavan nekir, ji ber vê yekê ev pêngav li welatên Ereban nebûn rojev.
Li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyeyê de, rojane sûcên qetilkirina jinan têne kirin û hesab ji sûcdaran nayê pirsîn. Lê belê qanûn jî parastina sûcdaran dike û parêzbendiyê dide wan. Li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de jî hema bêje rojane em nûçeyên revandina zarokên keçîn û êrişên zayendî yên li dijî wan dibihîzin. Her wiha rojane hemû cureyên binpêkirinan têne kirin û aliyên hiqûqî jî li ser van sûcan nakevin nava tevgerê.
Li Iraqê jî di demên dawîn de sûcên tundiya li ser zarokan, destdirêjiya zayendî û tundiya devkî bi awayekî metirsîdar zêde bûne. Li hemberî vê yekê helwesta hikumetê lawaz maye, hikumet van kirin û sûcan dinixumîne û kesên ku di medyayê de behsa van sûcan dikin, muhasebe dikin.
Li Lubnanê rojane binpêkirin, tundiya malbatî û sûcên qetilkirinê li dijî jinan tên kirin. Li cihên giştî yên Lubnanê jî heqaret li jinan tê kirin. Ne qanûn û ne jî destûr mafên wan naparêzin. Li ser vê yekê jinên lubnanî di nava pencên desthilata mêran û qanûnan de mane. Qanûnên Lubnanê, eger ne li dijî jinan be, tenê ximava li ser kaxezê ne.
Rewşa jinên li Urdinê ji ya li welatên navborî cuda nîn e. Jinên Urdinê ji ber gelek pirsgirêkan û sûcên qetilkirinê ku bi awayekî mezin zêde bûye, êş û azaran dikişînin. Ji ber bandorên neyînî û pîskolojîk ên mezin ên van sûcan li tevahî civakî, metirsiyeke mezin li gel jinan û civakê heye. Ji ber ku sûc gefê li ewlehiya civakî dixwe û rewşeke tevlihev a bêîstiqrar di nava beşên civakê de ava dike, nemaze di nava ciwanan de ku dixwazin dûrî qeyd û qalibên ku li ser wan hatine ferzkirin, bijîn. Di encama van afatên belavbûyî de, pêwîstî bi dîtina çareseriyên lezgîn ên radîkal heye.
Lê li Yemenê heke em rewşa wekî ya herî kambax li gorî welatên din ên Ereban wesif bikin, em ê ne şaş bin. Para herî mezin a westandin, zilm, êş û îşkenceyê ya jinên yemenî ye. Bi deh hezaran jinên yemenî ne xwedî belgeyên kesayetî ne ku bikarin bi rêya wan pasaportan bistînin an zarokên xwe li dibistanan qeyd bikin an jî di saziyên fermî yên dewletê de tedawî bibin.
Em di sedsala 21'an anku sedsala pêşketina teknolojiyê, sedsala mafan û azadiyên ferdî de ne, lê jinên li Yemenê ji ber şerê ku bi salan li welat rû dane, hîna di nava çirava paşketin û wêraniyê de ne.
Li Yemenê jin ji mafê derbirînê, girtina biryaran û pêkanîna rola xwe di civakê de û ji tevahî mafên xwe bêpar in. Jinên yemenî dîlên qanûnên baviksalar û adetên kevneperest in ên ku tu têkiliyan wan bi mirovî û mafên mirovan re tune ne. Li vî welatê mêjiyê zilamê serdest di qada siyasî, civakî û aborî de serwer e û tu pîvanên edalet, wekhev û jiyaneke azad û birûmet tune ne.
Jinên yemenî yên koçber û penaber bûne, di nava pirsgirêkên aborî yên mezin de ne, rewşa tenduristiyê xirab e, xizanî û astengî jî pir in. Jinên yemenî mîna ku rojê 24 saetan bi mirinê re rû bi rû ne, tenê wekî alava anîna zarokan e û xizmeta hevjînê xwe û zarokên xwe dikin, ji bilî van, tu karên din li gel wan nîn in. Jinên Yemenê ji mafên xwendin û perwerdeyê bê par in, piraniya wan nizanin bixwînin û binivîsnin. Di encama van bêmafiyan de jî zewicandina di temenê biçûk de belav bûye, ev jî bi xwe re pirsgirêkên tenduristiyê yên xeternak tîne ku êşên jinan zêdetir dike.
Li Tunisê qaşo di nava welatên Ereban de wek welatê azadî, mafan û mafên jinan dihat nasîn, êdî ev taybetmendî ji bo wê derbas bûye. Piştî gelek destkeftiyên ku jinên tunisî bi dest xistin û gelek mafên xwe di civakê de mîsoger kirin, lê di demên dawîn de siyaseta ku jin diparast, bi paş ket. Heta roja me ya îro em dibin şahidên qetilkirina jinan, bi taybetî ji aliyê hevjînên wan ve û mirov nikare wesfekê bide asta hovîtiya vî sûcî.
Di çend hefteyên borî de li gelek welatan sûcên qetilkirinê hatin kirin. Lê tevgera hikumetê şermok bû. Hikumet li hemberî tundiya hişmendiya mêrên serdest ku jiyaneke ewle û azad ji bo jinan qebûl nake, helwesteke têrker nîşan nade. Mîna ku qetilkirin û tundiya li dijî jinan qederek e temaşe dike. Li gorî agahiyên heyî, Wezareta Jin, Zarok û Kesên Bitemen a Tunisê ji bo rêgirtina li ber tundiya li dibistanan ku li welat belav bûye, bernameyek derxist. Wezaretê eşkere kir ku salane di navbera 13 hezar û 21 hezarî de rewşên tundiyê di saziyên perwerdeyê de çêdibin. Lê pêşxistina plan û projeyên bi vî rengî ji bo jinên li Tunisê girîng e, da ku careke din destkeftiyên xwe vegerînin.
Heke em balê bikişînin ser rewşa jinan li Mexribê, divê balê bikişînin ser qanûnên ku jinan biçûk dixin û wan bi tundiya sîstematîk re rû bi rû dihêlin. Bi mehan e rêxistin û saziyên jinan tevî astengî û zextên mezin di nava hewldanan de ne da ku qanûnên malbatî yên ku mafê xwedîkirina zarokan ji aliyê jinan ve asteng dike û bi şiklekî mutleq dide mêran, biguhere.
Bi salan e rêxistinên hiqûqî û yên jinan daxwaza guhertina qanûnê dikin. Ji ber ku qanûn sînordar û di mijarên veqetîna jin û mêran û xwedîkirina zarokan de gelek pirsgirêk tê de ne. Li gorî jinên hiqûqnas dibêjin, li gorî qanûna Mexribê jin piştî veqetînê mafên xwedîkirina zarokan bi dest dixin, lê ev yek di bin serpereştiya bav de dimîne. Yanî bêyî destûra bav jin nikare bi zarokên xwe re biçe cihekî din. Cudakariyek li dijî jinan heye. Qanûna malbatê bûye cihê nakokiyeke mezin di navbera muhafazekarên ku mijara parastina jinan bi şerîeta îslamê ve girê didin û nûjenîparêzên ku tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi peymanên navneteweyî dikin ku Mexribê îmze kirine. Lê di encamê de jin mexdûrên van hemû polîtîka, nakokî û peymanan dimînin.
Ji jinên Ereb û rêxistinên jinan tê xwestin ku li hemberî pergala baviksalar têkoşîneke îdeolojîk a radîkal pêk bînin. Alava tundî, qetilkirin û qanûnên qedexe û yên bi navê helal û heram, qanûnên bi navên olan, adetên kevneperest ên li dijî jinan tên ferzkirin, hene. Jin qurbaniyên tundiya malbatî ne ku ji aliyê mêrên serdest ve tê kirin û dewlet jî vê tundiyê pîroz dike. Lê hevgirtin û yekitiya jinan dikare rê li ber binpêkirinên desthilata mêran bigirin. Ev yek encax bi avakirina mekanîzmeyeke hevbeş pêkan e. Bi rêya vê yekê jin dikarin li hemberî kesên ku hebûn, îrade, jiyana wan û têkoşîna wan ji bo xelasiya ji bandorên desthilatê, koletî û pêkanîna azadiya ku di oxira wê de berdêlên giranbuha dane, dike hedef; bisekinin û mafên xwe mîsoger bikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,149
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 04-06-2023
挂钩项目: 65
刊物
图书馆
报价及短语
文章
缔约方组织
1. Jinha
词和词组
1. jin
2. jina
3. jinan
6. jine
7. jinê
8. jinek
9. jineke
10. jinekê
11. jinên
12. jinik
13. jinikê
14. jink
16. jintiya
小组: 文章
Publication date: 24-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,149
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,076
图片 106,683
书籍 19,299
相关文件 97,295
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!