图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,075
图片 106,677
书籍 19,298
相关文件 97,292
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mihemed Şêxo, Afirînerê Ay lê Gulê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo
=KTML_Bold=Mihemed Şêxo, Afirînerê Ay lê Gulê=KTML_End=
İkram Oguz
Roja 9ê Adarê salvegera koça dawîyê ya hunermende Kurd Mihemed Şêxo bû.
Mihemed Şêxo 29 sal bere, li Qamişloyê jîyan xwe ji dest dabû û li gorîstana Hilêlîyê hatibû definkirin.
Hunermendê qedirbilind weke her sal, îsal jî ji alîyê hinek hemwelatîyên wî va hate bibîranîn.
Roja 9ê Adarê bi sedan rewşenbîr û hunermendên Kurd, herwiha welatîyên Kurd gora Mihemed Şêxo zîyaret kirin û bi axaftinên xwe wefadarîya wîya ku ji bo huner û doza gele xwe kiribû anîn ziman.
Mixabin salvegera koça wî ya dawîyê û çalakîya ji bo bîranîna wî ya li Qamişloyê di medya Kurdî da zede cîh negirt.
Sedem vê yeke min xwest, dinav rûpelên NavKurdê da cîh bidim jîyan û hunera wî û bila ew weke denge xwe neye jibîrkirin…
Mihemed Şêxo kî ye?
Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo di sala 1948an da li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, li gundê Girbanîna ku girêdayî Qamişloyê ye tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e.
Mihemed Şêxo wek mezinê yazdeh birayan, di malbateke feqîr û koçber da mezin dibe. Di zarokatîya wî da malbata wî ji gundê Girbanîna koçberî gundê Xecokê û ew jî li wir mezin dibe.
Malbata wî li gundê Xecokê mirêbetîyê dike. Ji bo vê yeke Mihemed Şêxo di sala 1959an da, yazdeh salîya xwe da dest bi xwendina dibistanê dike û sê sal şûnda dest jê berdide
Di xortanîya xwe da Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dike û bi saya wan ew jî nêzikî karê muzîkê dibe. Di sala 1969an da êdî ew jî wek dengêbejeke Kurd stranan dibêje.
Dû ra diçe Lubnanê û di navbera salên 1969-72an da li Bêrûtê ji hunermendên pispor dersa mûzikê digre û li ser mûzîkê dixebite.
Di sala 1972an da bi hinek hevalên xwe ra li wir bi navê Koma Serkeftin komek muzîkê saz dike. Salek şûnda, di sala 1973an da derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û di nav gelê xwe da wek hozan û şervan karê xwe dike.
Dû ra ji Başûrê Kurdistanê derbasî paytextê Surîyê, Şamê dibe. Li Şamê bi navê “Ay Gewrê” kaseta xwe ya yekemin derdixe.
Mixabin piştî derketina kasêta wî, dewleta Surîyê rihetîyê nade Mihemed Şêxo. Ji dewleta Surîyê zilm û zordarîyê dibîne û bi caran tê binçavkirin.
Ji ber zulma rejima Baas careke din berê xwe didê Başûrê Kurdistanê û tê di nav refên Peşmerge da cîhê xwe digre.
Bi têkçûna serhildana sala 1971 da ew jî ji Başûr derdikeve û derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe û li wir kaseta xwe ya duyemîn tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê yazdeh salan dimîne û ji bilî karên xwe yên li ser muzîkê, çend salan jî weke mamoste dixebite
Lê Mihemed Şêxo li wir jî rehetîyê nabîne. Îjar rejima Îranê rê li ber wî digre, Mihemed Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û di derheqê wî da biryara binçavkirinê digre.
Sedem vê yekê Mihemed Şêxo careke din derdikeve serê rê û dirban. Berê xwe dide Surîyê û li wir ji alî Kurdên Rojava va bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Tekilîyên wî bi Kurdên Rojava ra xurt dibe. Dewlet ji tekilîyên wî û ji kar û xebata wî eciz dibe, wî binçav dike û davêje zîndanê.
Mihemed Şêxo di zîndanê da jî bêdeng namîne û kilam û stranên xwe yên herî baş jî di heps û zîndanan da dibêje.
Mihemed Şêxo di wan kilam û stranên xwe da derd û kulên gelê xwe û daxwaz û bawerîyên wan bi hunermendîya xwe tîne ziman.
Deng û avzên wî li çar parçeyên Kurdistanê belav dibe û kilam û stranên wî ji alî gelê Kurd va bi coş û hezkirin tên guhdarîkirin.
Mihemed Şêxo piştî berdana ji zîndanê vedigere Qamişloyê û heta sala 1988an li wir gelek berhemên nû diafirîne.
Mixabin di roja 9ê Adarê sala 1989an da jîyana xwe ji dest dide û diçe ser dilovanîya xwe.
Mihemed Şêxo bi eslê xwe Mihelmî bû. Bi stran û bi stîl û avazên xwe wî li ser muzîka Kurdî tesîreke gelek mezin kir. Bi kar û xebata wî muzîka Kurd dewlemend bû û kilam û stranên wî yên granbuha ji alîyê gelek stranbêjên Kurd va hatin gotin û şirovekirin.
Wî di jîyana xwe ya kin da 14 kaset amade kirin û wan pêşkêşî gelê Kurd kir.
Hemû kasêtên wî li gund û bajaran, li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûn. Di bin şert û mercên xeter da hatin zêdekirin û gihîştin nav malê Kurdan. Hemû stranên wî ji alî Kurdên li seranserî dinê hatin naskirin. Stranên wî ya herî bi nav û deng, “Ay lê Gulê” ye ku, Kurdên ev stran guhdarî nekiribe û negotibe, nîne…
Di ser koça Mihemed Şêxo ya dawîyê da 29 sal derbas bû. Ew îro jî bi kilam û stranên xwe, bi deng û avazên xwe, di mal û dile hemû Kurdan da dijî û wê ji vir şûnda jî bijî…
Berhemên Mihemed Şêxo yên bijarte:
Ay Gewrê
Cana min/Sînem
Koçê Me Barkir
Gulîzar
Ey Felek/Kewê
Ême
Dil Perîşanım
Nesrîn
Ay Lê Gulê
Nalinêk[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览490
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 04-06-2023
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 10-10-2018 (6 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 音乐
城市: Qameeshly
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览490
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,075
图片 106,677
书籍 19,298
相关文件 97,292
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!