图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,107
图片 106,571
书籍 19,301
相关文件 97,360
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Armanca Erdogan, Rojava bêkurdkirin e
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Armanca Erdogan, Rojava bêkurdkirin e

Armanca Erdogan, Rojava bêkurdkirin e
=KTML_Bold=Armanca Erdogan, Rojava bêkurdkirin e=KTML_End=
Dewleta Tirk gefên êrîşan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Armanca gefên di çarçoveya lihevkirina “Ewlehiya Sinor” tên pêşxistin, dagirkeriyek mayînde li hemû herêmê pêkanîne. Rastxwendina rast a li ser propogandaya ku Erdogan li ser avahiyên TOKÎ’yê dike, bi vî şêweyî ye.
Piştî ku di 23’ê Adarê de QSD’ê hakimyeta DAIŞ’ê ya li ser erdê bi dawî kir, DAIŞ’ê xwest bi taktîkên nû êrîşî herêmê bike û komkujiyan pêk bîne. Bi wêre jî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, dest bi gefên li ser herêmê kir.
Mijarek giring a din jî, dadgehek navnetewî were avakirin û çeteyên DAIŞ’ê yên girtî werin darizandin e. Erdogan ji bo avakirina dadgehek bi vî awayî asteng bike hemû hêza xwe kiriye seferberiyê. Ji ber ku eger çeteyên DAIŞ’ê di dadgehek navnetewî de werin darizandin; dê welatên ku DAIŞ avakirine, xwedîkirine û piştgirî dane DAIŞ’ê kifş kirin. Yên ku herî zêde li vir bên kifşkirin jî, dewleta Tirk û bloka Erdogan- Bahçelî ya faşist e.
Rêbaza Erdogan; Tansiyonê (Zextê) bilind bike û tiştê dixwazî bike
Ya ku bêwatebûna argumanên ku Erdogan diçe hincet da ku êrîşên dagirkeriyê bike, derxist holê mekanîzmeya “Ewlehiya Sinor” bû. Lê eger bi baldarî lê bê nihêrîn, piştî avabûna mekanîzmayê li şûna ku Erdogan dest ji gefên xwe berde, tam berovajî asta gefan bilindtir kir. Li vir rêbaza bingehîn tansiyon bilind girtin e. Erdogan di 18’ê Îlonê de daxuyaniyek, “Eger di nava 2 hefteyan de encamek ji vir dernekeve, em ê plana tevgera xwe bixin dewrê” da. Ev daxuyanî encama siyaseta tansiyonê bilind bihêle ye.
Armanca şantajan qadên dagirkirinê berfirehkirin e
Dewleta Tirk madeya herêma 5 km ya ku di Lihevkirina Ewlehiya Sinor de hatiye diyarkirin û dewriyeyên hevbeş lê digerin, li dijî dagirkeriya mayînde dibîne. Ji ber wê dixwaze bide ferzkirin ku ev herêmê qasî 30 km fireh bibe.
Ev jî di axaftina ku Erdogan di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kirî de diyar bû. Erdogan di dema axaftina xwe de nexşeya dagirkirinê nîşan da. Erdogan di rûniştina NY’ê de li aliyekî Israîl ji bo guhertina nexşeyê ya li Filistînê dike, sucdar kir, bi xwe jî nexşeya planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dida. Vê yekê rûyê rast ê Erdogan derxist holê. Elbet Erdogan ji aliyekî din ve jî, armancdikir ku ji beriya hevdîtina bi Trump re zextê li ser Emerîka û hêzên rojavayî bike.
Êdî hemû cîhan dizane ku derdê rast ê bloka faşist a Erdogan- Bahçelî ne ewlehiya sinor e. Ji bo “Ewlehiya Sinor” 30 km ferzkirin, plana dagirkirina hemû axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dema ku dewleta Tirk ji hêzên navdewletî izin girt, wê dagirkeriya ku li xeta Efrîn, Cerablus- Babê pêk anî, wê hewl bide li vê herêmê jî pêk bîne. Xeteriyek wiha li holê ye.
Navê plana dagirkirinê ya di bin navê “Ewlehiya Sinor” : TOKÎ
Dema ku Erdogan plana dagirkirinê daxuyand got, “Em ê wek TOKÎ bikevin vî karî. Lê eger hêzên Koalîsyonê piştgiriya madî bide me, em ê bi heqê qeydiya parastina van mirovan, herêma ewle hel bikin. Plangeriya min wiha bû, her yek baxçeyek wî yê 500 metreyî, di hindir de du qat zemîn, 2 zêdeyî yek avahî werin çêkirin. Li derdora wî jî wê baxçeyê wî were çêkirin. Dibe ku ji bo wan jiyanek nû destpêbike.”. Ev gotinên wî plana wî ya ku dixwaze qirkirinê li herêmê çêbike û demografiyê bighere derdixe holê.
Herêmên mijara gotinê ku dixwazin penaberan lê bicih bikin, jixwe bi milyonan mirov lê dijîn. Bicihkirina penaberên li Tirkiyê li vê herêmê, tê wateya wekî ku li Efrînê bi zorê koçberiyê çêbikin û demografiyê biguherin.
Di rastiyê de herêma ku Erdogan dixwaze çêbike jêre were gotin “Herêmên çeteyan TOKΔ wê zêdetir di cih de be. Erdogan armanc dike ku bi pêkanîna vê planê bigihe sinorên Mîshak Î Millî û xeyalên Osmaniya Nû pêk bîne. Dixwaze vê xeyala xwe jî bi komkujiyên li ser Kurdan, guhertina demografiya Rojava û hertiştê bi navê Kurdbûnê tinekirinê, pêk bîne.
Li aliyê din jî jinûve rêxistinbûna çeteyan ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo hemû cîhanê xeteriyek e. Pêkanîna “Plana TOKΔ ya dewleta Tirk, dê were wateya hemû cîhan ber bi çirava terorê ve birin.
Me pirsa, Tirkiye dixwaze di bin navê “Ewlehiya Sinor” de çi bike? ji berpirsyarê têkiliyên derve yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), alîkarê hevserokê giştî Hişyar Ozsoy û berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslum, pirsî.
‘Dixwazin li hember avabûnek Kurdan a xweser bibin asteng’
Hişyar Ozsoy diyar kir ku ji destpêkê ve ti derde dewleta Tirk ê ji bo “Ewlehiya Sinor” tine ye û wiha got: “Di wateyek pratik de ji aliyê din ê sinor ve gefek ku guleyan biavêjin aliyê Tirkiyê tine ye. Xemel bi vî awayî ne pêwîst e. Rêveberiya Xweser a Rojava diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêkan bi rêya dialogê çareser bikin. Mantiqê ku tenê derdê wî yê dijberiya Kurdan heye û niha li ser Komara Tirkiyê hakim e. Armanca vî mantiqî li Bakurê Sûriyê avabûna hebûnek Kurdan a xweser asteng kirine. Tişta ku wek gef tê dîtin ne çekên ku ji Rojava bên avêtina Tirkiyê ye. Hewl didin ihtimala avabûna herêmek xweser an jî herêma federal a Kurdan, ji holê rakin.”
Girêdana Efrîn- Kobanê hat birin, di dorê de Kobanê û Cizîr heye?
Ozsoy destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide bi politikaya penaberan Kurdan bê statu bihêle û wiha axivî: “Dixwazin Erebên Sûnî yên ji herêmên cuda yên Sûriyê hatine Tirkiyê, li hinek herêmê Rojava bicih bikin. Di wateyekê de ev yek weke ku Hafiz Esad di salên 1960’an de tişta ku bi navê Kemera Ereb kiribû, ye. Erdogan niha dixwaze vê yekê bidomîne. Di encam de naxwazin Kurd li ser sinor, hakimyeta cihekî bikin. Girêdana Efrîn û Kobanê ji berê ve di encama hewldanên dagirkirinê de qut kirin. Niha jî dixwazin girêdana di navbera Kobanê- Qamişlo de qut bikin. Ev tê wateya endezyariya gel û sûcê şer e. Polîtîkayek ev erdnîgarî bêkurdkirin û bi xwe re jî erebkirin tê meşandin. Di vî alî de zextê zêde dike û dibe ku bêdengiya Ewrupayê jî bikire.”
‘Di rewşek êrîşê de, dê ji bo Tirkiyê danekirinên cidî bîne’
Piştî kirîna S-400’an têkiliyên DYE- Tirkiyê di rewşek herî krîtîk de ne. Kongreya DYE’ê ji bo danekirinên li ser Tirkiyê zextek giran li Trump dike. Trump heta niha hewl dide li hember zextan liberxwe bide. Trump di lûtkeya 20-G de bi Erdogan re hevdîtinek pêk anî. Trump di derbarê mijara S-400’an de got: “Wê bi axaftinan rêyek were dîtin”.
Ozsoy got: “Erdogan rabû S-400 birin kongreya DYE’yê û hemû tîr kişandin ser xwe. Li aliyekî nîqaşên li ser danekirinên li ser Tirkiyê tên kirin. Li rexma DYE’yê, êrîşek li ser Rojava dê xetayek hesaban be.”
Ozsoy bi bîr xist ku di rojên borî de şandeya HDP’ê li DYE’yê hinek temas çêkirine û wiha got: “Me ji bo ka di vê mijarê de siyasetmedar, senator, wezaret, endamên meclise, nûner çi difikirin, hinek hevdîtin pêk anîn. Tişta ku derket holê, ji bilî Trump ti palpiştê Erdogan tine ye. Eger Tirkiye êrîşî Rojava bike, dê Trump nekaribe zêdetir xwe li ber zextên kongreyê bigire û danekirinên cidî li ser Erdogan pêk bîne. Dibe ku di nava hefteyekê de, piştî ku Erdogan vegere Tirkiyê, dê şansê me çêbibe ji bo em bizanin rewş ber bi kuve diçe.”
‘Plana Tirkiyê ya ‘Çokşikandinê’ hîn zindî ye’
Berdevkê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku ji sala 2010’an ve di pêvajoya guhertîn-veguherînê ya li Bakurê Afrîqayê û Rojhilata Navîn de, planên Tirkiyê yên tinekirina Kurdan û planên wî yên li ser Sûriyê hene. Muslum got: “Kurdên ku Erdogan dixwaze wan îmha bike, di rastiyê de rêveberên demokrasiye ne. Di vê demê de tênê Tirkiyê planên xwe neguhertin. Hîn jî armaca wî Kurd tinekirin û guherîna demografiya herêmên ku Kurd têde hene, ye. Li ser îflaskirina polîtîkayên wî yên li Sûriyê, Tirkiye niha serî li şantajan dide.
Hemû cîhan guherînên li Sûriyê û Rojhilata Navîn dipejirîne. Lê li paş tenê dewleta Tirk dimîne. Niha jî dixwaze plana çokşikandinê ya girêdayî tinekirina; Kurdan, Ermeniyan, Suryaniyan û pergala demokratik, pêk bîne. Hewl dide li herçar parçeyên Kurdistanê vê planê pêk bîne. Tiştên ku Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê kir, ne kêmî kiryarên ku DAIŞ’ê li vir kirine û ne kêmî yên niha li Efrînê tên kirin bûn.”
Plana “Herêma Ewle” ya di sala 2012’an de
Ji xwe di sala 2012’an de plana “Herêma Ewle” hatibû çêkirin. Ji bo vê jî dewleta Tirk, ji bo koçkirina gelê Rojava deriyên xwe vekirin. Armanc kir ku van penaberan bi kar bîne û guherîna demografik bixwe dewrê. Armancên wan wiha ne, “Em ê destpêkê birûxînin û piştre bi pereyên ku ji Ewrupa bigirin, em ê TOKÎ’yan çêbikin û em ê hemû demografiyê biguherin.” Lê dê biryardariya gelê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi berdêlek mezin gihişt azadiya xwe, rê nede vê planê.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览821
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 11-06-2023
挂钩项目: 12
小组: 文章
Publication date: 28-06-2019 (5 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览821
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,107
图片 106,571
书籍 19,301
相关文件 97,360
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!