图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 522,165
图片 105,684
书籍 19,678
相关文件 98,550
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li taxa Kurdî rola Beko Ewanan û Medyaya civakî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
Li taxa Kurdî rola Beko Ewanan û Medyaya civakî

Cano AMEDÎ
Di van salên dawî de, bi taybetî piştî pêvajoya pandemîyê li ser tora medyaya civakî, li taxa Kurdî şerekî dijwar destpêkirîye û didome. Pîvan, sînor û hûqûq pirî caran tune tê hesibandin. Ewrekî reş li ser taxê digere û her der, di nav mij û dûmanê de, berbe tarîbûnek ne diyar ve diherike. Dem dem weke babîloskên payîzan ter û hişk li ber ba û bahozan dikeve. Munaqaşeyên neyartîyê, rexneyên tawanbarî û êrîşên mobîlîze, weke brûskên şevê rojeva taxê diguherine.
Gotinek pêşîya heye, dibêjin: “qewimandinek, ji hezar şîretî bi bandortir e!” Ji mêj ve di derbarê medyaya Kurdî de rexne, gilî û gazinên di cîh de hene. Ji sedemên pêvajoyên xeter gelek caran ev rexne û bertek bê bersîv mane. Ji ber girîngî û hesasîyetên demê, xwedîyên rexnan gelek caran bêdengîyek demkî pejirandine.
Gava li cihekî prensîb û parastina berpirsîyarîya giştî, parastina berjewendîyên netewî, pîvan û ehleqê civatî tunebe; hûqûqek gelemperî di nav beşên civatê de bi cîh nebe, ew pîvanên gelemperî ji alîyê civatê ve neyê pejirandin, hûqûqê çavsorîyê, hûqûqê rêxistinê, hûqûqê kolanan dibe desthilatdar. Ew nexweşîyên ku ji encamên bêdewletbûnê pêktên, di hemû deman de mirov pê re rûbirû dibe û di jiyana civatan astengî û problemên mezin derdixe holê. Civatên ne azad û ne birêxistinî her tim neçar, belangaz û dîlê serdestan e! Kîjan hêz desthilatdar û xwedî çek be, civatên kedîkirî muridên wan in.
Em pirî caran dibînin ku rexne û pêşnîyarên rasteqîn ji alîyê muhataban ve tê piştguh kirin. Lê mixabin şaşî, xeletî û kêmasî her diçe zêde dibe. Gava hewldanên nûjenkirin û guhertinê lawazbin, pêşketin û serfirazî zehmet e! Xêrnexwaz û paleyên fesadîyê, her tim di kemînan de, li benda xirabîyê ne. Rola ragihandinê, di warê ronîkirin û zanyarîyên rasteqîn de gelek girînge!
Dîroka medyaya şoreşê an jî ya dema şerên peşmergeyatîyê gelek bi zehmetî û dijwarî derbas bûye, em baş dizanin bi îmkanên kêm, bi zehmetîyên mezin û bi fedakarîyek bêhempa dimşîya. Berhemên wê keda zêrîn, destkeftî û pêşketîyên pîroz bûn. Ji nivîsandina belavokekî bigirin heta bernameyên radyoyê hemû hewldanên agahdarkirinê bi ked û xwêdana mirovên dilsoz, bawermend û fedakar pêk dihat. Lê belê piştî salên 1990 an şûn de medyaya ragihandinê derket pêş. Lê mixabin rêxistin û alîyên bi asoyên îdeolojîk tevdigerîyan ev derfet û îmkanên nû ji bo berjewendîyên xwe bi kar anîn. Wan derfetan, li şûna ji bo şîyarkirina civatê bikarbînin, rabûn weke çekek tevizandin û bêhişkirina li ser civatê ferz kirin.
Medyaya rêxistinî û partîzanî, heta niha tu carî kirasekî netewî li xwe nekirîye û ji bo paşerojê jî, hêvîyek germ di ajanda û asoya wan de xuya nake. Li ser tora medyaya rêxistin û ya civakî, di navbera alîyan de şerê propagandayek gemarî, şerê reşkirina bûyer û rastîyan didome. Paleyên xirabîyê û aqilê stratejîk ji bo Medyaya netewî li ser bingehek azad û demokratîk tevnegere, çi ji destê wan tê dikin. Ev paleyên hilweşandin û xirabîyê, li gor berjewendîyên stratejîya nîzama dijî gelê Kurd tevdigerin. Derfet û îmkanên bi dest dikeve, ji bo sîyasetek têkçûnê bi kar tînin. Helwest û tevgerên wan derdoran, bi giranî li ser astên berjewendîyên kesayetî û rojane dimeşe.
Li ser platforma medyaya civakî, hejmarek girsayî dijîtîya partî û rêxistinê Kurd weke erkekî sereke ji xwe re dipejirînin. Hêrs û neyartîya li dijî hev bikartinin, Ji wî %40 li dijî dagirkeran bi kar naynin. Ev karekterê hane, di van salê dawî de gihiştîye asta herî bilind. Hemû alî xwe li ser dijberên xwe ferz dikin. Tespît û pêwîstîyên demê/rojevê pirî caran piştguh dikin. Berjewendîyên netewî û destkeftîyên giştî binpê dikin.
Bi taybetî, di çil salên dawî de, şerê îdeolojîk û ferzkirina desthilatdarîya rêxistinî, tevna civata Kurd pûç kirîye. Zimanê dagirkeran, şêwirmendî û rêvebirîya Kemalîst, Baasî û Ayettullahan civaknasî û dêrûnîya gelê Kurd serûbin kirîye. Ev stratejîya kûr û hûr roj bi roj meqes guhert û di qada siyasî de, tovê dijîtîyê direşîne! Di navbera partî û rêxistinên kurd de alozî û nakokîyên mezin derdixe holê. Ji mêj ve hespên dijmîn li qada jîyana rêxistinî de dibezin! Aktor û kadroyên xwe di hemû beşên jiyanê de bi rêxistin kirine. Qada medyayê ji bo wan gelek girînge. Ji bo pûçkirin û tunekirina hişmendîya netewî dezgehên medyayê bi kar tînin.
Di pêvajoya nêzîk ya 40 salî de ew şagirtên di bin serokatîya Yalçin Kuçik û Doğu Perikçek de, di dibîstana “2000’e Doğru û Toplumsal Kurtuluş” hatine perwerde kirin, berpirs û tawanbarên nakokîyên navbera hêzên Kurdî ne. Gelê Kurd heta wan kurmokan ji nav birînên xwe paqij nekin, dermankirina êşa îroyin gelek zehmete!
Di hemû warên jiyanê de, berpirsîyarîya kesayetî û civakî, mesûlîyeta sazî û navendan, hûqûq û rêgeha çapemenîyê li gor pîvanên berjewendîyên mirovahî û berjewendîyên netewî tên tayin kirin. Hûqûq û pîvanên li ser bingeha berjewendîyên netewî ji bo me hemûyan pêwîstîyên sereke ne! Bi hişmendîyek netewî, pêwîstîya me hemûyan bi aqilekî hevpar, bi hûqûqek rasteqîn û bi pîvanên ehlaqê medyayê heye. Sazî û dezgehên çapemenîyê divê rojek zûtirîn van pêwîstîyan bi cîh bînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览658
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 11-06-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 22-08-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 媒体
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-06-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):21-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览658
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 522,165
图片 105,684
书籍 19,678
相关文件 98,550
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!