图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,422
图片 105,312
书籍 19,452
相关文件 97,497
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Sekna jinên rojhilatî û 8’ê Adarê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sekna jinên rojhilatî û 8’ê Adarê

Sekna jinên rojhilatî û 8’ê Adarê
=KTML_Bold=Sekna jinên rojhilatî û 8’ê Adarê=KTML_End=
=KTML_Underline=Yezda Havîn=KTML_End=

Em bi geşedanên civakî û qirkirina jinan re 8’ê Adara 2022’yan pêşwazî dikin. Bi giştî di civaka Îranê û rojhilatê Kurdistanê de hem zêdebûna nifûsa jinan û hem jî diyardeya xwedan û xwezaya hebûna jinan ya civakî ji bo rejîma Îranê sedema metirsiyeke mezin e. Ev hêz di tevahî pêvajoya sala 2021’ê di pêşengiya mamosteyên jin û beşên civakî de di xwepêşandanan de xwe da der. Lê hê li beramberî siyaseta zayendîperest, qirker û biçûkxistina nasnameya jinan pêwîstî bi rêxistin û yekitiyeke xurtir heye. Ev xwestek di dilê tevahî jinan de veguheriye volqaneke enerjiyê ya li ber teqandinê. Ev pêvajoya ku xwepêşandanê di zivistanê de bidestxistiye wê di sala 2022’yan de bi hêvî û bendewariyên azadiyê bikin bingeha serkeftinê.
Boneya wê fikar û metirsiyê rejîma Îranê bi teybetî bi hatina Îbrahîm Reîsî re rastiya mantixê fikirandina zihniyeta zilamê desthilatdar ji bo pêşiya vê volqanê bigre li dijî xwedan û xwezaya hêza hebûna jinan bi rêya şûrê qanûn û zagonê dewletê her roj bi ser jinan de dihejîne. Bi siyaset û nêzîkatiya Îbrahîm Reîsî ya nijadperest û zayendîperest hê kûr û pergalî teyisiye zilamê dewletbiçûk. Ev jî bûye sedem ku êrîşên zilaman kûr û dorfireh bibe. Wekî nimûne; zilamekî li Ahwazê bi alikariya birayê xwe serê hevjîna xwe jê dike û li kuçe û kolanên Îranê digerîne da ku dilê xwe rihet bike û xwe weke zilamekî namûsparêz bide nîşandan. Lê tişta balkêş şêniyên wê tax û kolanê bêyî ku bertek û nerazîbûn nîşan bidin temaşe dikirin. Pêkan e ku ew jî xwedî fikir û ferasetek wiha bin, “jina wî ye, namûsa wî ye, heq kiriye”. Nêzîkatiyeke bi vî awayî bêbertek û nerazîbûn nîşan nedan, dide xuyakirin ku hest û wijdana li dijî tundî û bêheqiya li beramberî jina tevizandiye. Ji ber ku rejîma Îranê zihniyet û feraseta xwe yî dijminatiya jinan heta astekê di civakê de jî daye pejirandin. Baş e, di sala 2022’yan de ev zilam vê curetê ji ku derê digire? An jî vê zihniyetê ji kê digire?
Seyre, bêyî ku hesabê dewletê bike, bêtirs, hem jî bi serbilindayî pos dide kamerevanan. Ev gumanan di mirov de dide avakirin ku mirov dikare bibêje zihniyeta Engîsazyona Romayê rabûne? Ew pêvajo wekî dema reş, paşketî, hov, sosret mirovkuj û her wiha tê pênasekirin. Kî di wê demê de ji bo mirovkuştinê qadên Arena didin avakirin. Lê di roja me ya îro de her mal bûye qadên Arena û tundtûjî, lêdan,kuştin normal tê dîtin. Çawa be mal mala dewletoka biçûk e û jin jina dewletoka biçûk e. Navenda wê jî dewleta mezin bi xwe ye. Ji ber rayedarên rejîma Îranê baş dizanin ku jiyana bi jinan re hîmê civaka li dijî dewletê ye.
Wekî tê zanîn wateya 8’ê Adarê jî berhema zilm û zordariya zihniyeta zilamê dewleta mezin e. Em weke jin roja 8’ê Adarê li dijî vê paşverûtî, zayendîperestî, tundî û tepisandina jinan rabin ser xwe. Em ê bibêjin; “Em yek in hemû jin in”, li tax û kolanan bi tevgerên jinan re hevbeş rêzeplansaziya çalakiya derînin. Gava hêza jinan bû yek û yekitiyek ava kir wê tu kes nikaribe hêza jinan bi tepisîne. Wekî jinên li Amerîkayê bajarê New Yorkê ku di tekstîlê de karkerî dikirin ji bo daxwaza heqê destên xwe bistînin çalakî dikirin, lê şûna bedêla heqê wan bidin, wan tevan bi şêwazê tundtûjî dişewitînin. Ev bûyer ji bo hemû jinan peymaneke, bangawaziyeke. Eger em 8’ê Adarê nekin sedema tekoşîna azadiyê wê heman xetere li ser stûyê hemû jinan rawest e. Ev bûyer ruhê lêgerîna têkoşîna rengê azadiya jinê ferz dike.
Îro ev pêvajoya ku em tê de dijîn heman tişt e, ne tenê keda destê me ruh û bedena me jî tê tepisandin, perçiqandin, dejenerekirin, fihûşdanakirin û kesayeteke ji manewiyetê dûr dane avakirin. Dijmin di cehwer de qirkirina jinan û jiyanê dixwaze pêk bîne. Ev tev ji bo jin zane nebe, xwe birêxistin neke, doza mafê xwe neke, lêgerîna azadiyê pêre bi pêş nekeve, yekitiyek di navbeyna xwe de ava neke û pêre nebe hevparê rayeyê, desteser dike. Lê tiştek tê jibîrkirin ku mejî û ruhê jinan weke çerxa ku destara genim bihêre sed sala 21’emîn diguherîne.
Di vê çarçoveyê de, her çiqas di çûna pergala desthilatdariyê de paşketin, paşverû, şer, alozî û di qeyranê dexitimandinek hebe jî, lê di bereya jinan de berovajiyê wê; jin hêj zêde bi hêz, gur, zane, bi xwe bawer e û di encama wê de hefsarê tevna jiyana azad xistiye destê xwe û xwediyê enerjiyeke balkêş e. Di aliyekî de civaka ehlaqî û polîtîk diparêze û di aliyê din de li dijî her cure paşverûtî, nijadperestî û zayendîperestiya zilamê desthilatdar têdikoşe. Hêza jinên azad, vîna jinan a têkoşer, lêgerîna jinên zana, têkoşîna jinên serbilind roj bi roj û kêlî bi kêlî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çarenûsa xwe vediguherîne. Jixwe bi gelemperî em weke jinên Îran û rojhilatê Kurdistanê di pêvajoyeke dirêj bi ruhê 8’ê Adarê di nava liv û tevgereke berxwedanê de bûn. Em li ser vî esasî 8’ê Adarê di şexsê Şîrîn Elemhulî û berxwedana Zeynep Celaliyan de bi hêvî û bendewariyeke mezin bi deng û rengê xwe li kolanan pîroz bikin. Ji niha de 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz be û bibe wesîleya rojên aştî û azadiya gelan.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览273
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 13-06-2023
相关文件: 1
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 07-03-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 13-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览273
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.223 KB 14-06-2023 سارا کس.ک.
照片文件 1.0.112 KB 13-06-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,422
图片 105,312
书籍 19,452
相关文件 97,497
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!