图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 523,047
图片 105,776
书籍 19,704
相关文件 98,646
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dîlan Gokalp - Zîn Amed
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dîlan Gokalp

Dîlan Gokalp
$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Dîlan Gokalp
Nasnav: Zîn Amed
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Naciye - Genco
Dîrok û cihê şehadetê: 03-06-2023 / Amed
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Zîn li navçeya Bismîl a Amedê di nava malbatek Kurd a welatparêz de hatiye dinê. Hevrêya me Zîn ku di nava malbatek welatparêz de mezin bûye, bi taybetî di şexsê dayika xwe de exlaqê wê yê civakî, taybetmendiyên çanda dayik-xwedewend û di heman demê de li ser bingehê welatparêziyê şênberiya wê dîtiye û mezin bûye. Bi cewher, exlaqê xurt û kesayeta saxlem ku ji dayik û malbata xwe wergirtiye, weke jinek ciwan a bi zane mezin bûye. Hevrêya me Zîn weke ciwanek jîr û xebatkar qasî 14 salan xwendiye û li zanîngeha Semsûrê beşa bernameya ya kompûterê qedand û mezûn bû. Hevrêya me Zîn li şûna ku di nava sîstema heyî de cih bigire, ev sîstema ku nasnameya Kurdên azad û rastiya jina azad nas nake bi destê xwe dehf daye. Bi hestên zanebûn û welatparêziyê di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de bi çalak cih girtiye. Piştre qasî 4 salan ji Amedê heta Êlihê li gelek bajarên Kurdistanê di nava ciwanên şoreşger ên welatparêz de berpirsyarî girtiye ser xwe û di asta pêşeng de kar û xebat meşandiye. Hevrê Zîn gotine yek ji pêşengên mezin ên Kurd Şêx Seîd a ‘Dawiya jiyana cîhanê hat. Ez ne poşmanim ku ji bo neteweya xwe hatime qurbankirin. Bes bila neviyên me, me li hemberî dijminên me di nava şermê de nehêlin’ ji xwe re destûr girtiye. Hevrê Zîn ku xwedî zanebûnek a bi kok û cewherî ya bi vî rengî ye, li dijî dijminê mêtinger û qirker têkoşîn kirin ji xwe re her tim ferz zaniye.
Hevrê Zîn di dema sala 2014’an de aniye ziman ku divê mirov Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin biye, li hemberî qirkirin û faşîzma li dijî gelê Kurd raweste, bi vî rengî tevlêkariyê li gelê xwe bike, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin hîn zêdetir têbikoşe. Ji bo pêkanîna vê rastiya tiştên ku anî ziman jî sala 2014’an ji eyaleta Amedê tevlî gerîla bûye. Piştî tevlîbûyî şahidî ji jiyana gerîla re kiriye û ji nirxên jiyanê yên PKK’ê gelek bandor bûye. Hevrê Zîn dîtiye ku tevlîbûna nava refên gerîla çiqas biryarek rast e û pir kêfxweş bûye.
Hevrê Zîn perwerdeya xwe ya destpêkê li Zapê dîtiye û qasî du salan li herêma Geliyê Zapê li qadek ku rû bi rûyê dijmin re kar û xebat meşandiye. Di Zivistana 2014-2015’an de li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda ku li ser bingehê pêşxistina gerîlatiya jinê hatiye avakirin, perwerde dîtiye. Bi hevrêyên xwe yên jin re perwerdeya leşkerî dît û ev yek bûye sedem ku hevrêya me Zîn tecrubeyên girîng werbigire. Bi van tecrubeyan re li qada Geliyê Zapê li cihekî ku derfet lê kêm in, ked û îradeyek mezin dixwaze, gerîlatî kiriye û vê yekê ew pir pêş xistiye.
Hevrê Zîn bi taybetmendiyên xwe yên di pratîkê de kedkar, hevrêtiyê de samîmî, bi kelecana xwe ya di tevlîbûna têkoşînê de, weke leşkerî cesaretbûn û afirêneriya wê ya ji bo taktîkan derketiye pêş. Li gel van taybetmendiyên diyarker, îdeolojiya azadiya jinê û paradîgmaya Apoyî xwend û hewl da fêm bike. Hevrê Zîn aniye ziman ku îdeolojiya Apoyî ew qasî çiyayan guhertiye û ketiye wê ferqê de ku pir pêş ketiye û azad bûye. Ji ber ku bi saya felsefe û îdelojiya azadiya jinê ya Apoyî ziman, çand, doza xwe ya azadiyê û weke jinekî hêza xwe û dîroka bi êş a jinê lê ewqas jî girêdayî azadiyê ye, fêr bûye.
Hevrê Zîn sala 2016’an di encama qezayekî de ji lingê xwe birîndar bûye û piştre derbazî xebatên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bûye. Hevrêya me Zîn ku dikare tevlî xebatên YPS’ê bibe û xurt bike, dikare rêxistinbûna parastina cewherî ya gelê me rêxistin bike û li ser bingehê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî vekirinên nû yên taktîkî bike, di nava van xebatan de cihê xwe girtiye. Bi tevlîbûna xwe ya bi bawer û xurt di nava xebatên YPS’ê de cihê xwe girtiye, wezîfe û berpirsyariyên girîng girtiye ser xwe û performansek girîng a di nava van xebatan de raber kiriye. Di dema pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xweser de car din şahidî ji komkujiyên ku dijmin ji Cizîrê heta Nisêbînê, ji Sûrê heta Geverê pêk anî û rûyê hov ê dewleta Tirk a qirker re kiriye. Vê şahidiyê zanebûna hevrê Zîn a li hemberî dijmin xurt kiriye û xwesteka wê ya têkoşînê û biryardariya wê jî mezin kiriye. Ji xwe re kiriye armanca bingehîn ku xwedî li bîranîna Çiyageran, Zeryanan, Mehmet Yavûzelleran, Mehmet Tûnçan, Rûken Hoserîleran, Xebatkar Baranan û Îslam Geveran derbikeve û YPS’ê di wateya mûtlaq de ji bo gelê Bakurê Kurdistanê bigihîne asta hêza parastina cewherî ya bi serkeftî.
Di dema pêvajoya zivistana 2017-2018’an de li Akademiya Şehîd Îbrahîm tevlî pêvojoya perwerdeyê bûye ku li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî, taktîkên parastina cewherî, li ser pêşengiya fermandarî û gel nîqaşên xurt hatin meşandin. Hevrê Zîn bi zanebûna rastiya ku rêxistinbûna parastina cewherî ji bo gelê me ‘stratejiya stratejî ye’, tevlî pêvajoya perwerdeyê bûye û weke mîlîtanek a YJA Starê ya fedayî ya demê û fermandarek pêşeng xwe amade kiriye.
Piştî perwerdeya xwe ya akademiyê di asta fermandariya yekîneyê de qedand, berê xwe da qada pratîkê. Hevrê Zîn bi hişmendî û hestiyariya ku li paytexta Kurdistanê ji dayik bûye, li Amedê mezin bûye û bi girîngiya Amedê ya ji bo gelê Kurd xwe amade kiriye ku derbasî Amedê bibe. Hevrê Zîn ku li Amedê ji dayik bû, mezin bû û tevlî gerîla bû, piştî 5 salan weke gerîlayeke Apoyî ya YJA Starê ku hişmendiya azadiyê bi dest xistiye, tecrubeya gerîlatiyê bi dest xistiye, di şer de jêhatî bûye û taybetmendiyên fermandariyê wergirtiye. Hevrê Zîn ku tevna civakî, taybetmendiyên çandî û taybetiyên xwecihî yên Amedê dizanibû, ji zû ve tevlî pratîka Amedê bû. Bi hezkirin û xwestekeke mezin beşdarî her xebatê bû, ji bo bilindkirina têkoşîna azadiyê ya gelê me li çiyayên Bakurê Kurdistanê di nava lêgerîn û hewldanan de bû. Dema ku astengî û zehmetiyên ku di çalakiyên pratîk de bi îradeyeke mezin derbas dibû, li hemberî xeletî û kêmasiyên di jiyana gerîla de derketibû holê jî helwest stend. Hevrê Zîn li ser esasê heqîqetên ku jê bawer dikir û rastiyên jiyanê li her derdorê bê dudilî nêrînên xwe anî ziman û ji bo bilindkirina têkoşîna azadiyê ya gelê me biryardariyeke mezin da. Hevrêya me Zîn bi operasyona dijmin a 2’ê Hezîranê li herêma Licê ya Amedê dest pê kiribû kete şer û di şerê 2 û 3’ê Hezîranê de bi fedaî şer kir. Bi cesareteke mezin û bi ruhekî fedaî heta nefesa xwe ya dawî li dijî artêşa Tirk a qirker a dagirker şer kir û şehîd bû. Jiyana şoreşgerî ya hevrê Zîn meşa wê ya destanî û lehengiya şehîdan ew kir yek ji milîtanên pêşeng ên têkoşîna me ku tu carî nayê jibîrkirin..[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览455
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 22-06-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 80: Hasaka
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: Amed
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 22-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):24-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览455
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 523,047
图片 105,776
书籍 19,704
相关文件 98,646
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!