图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,028
图片 104,909
书籍 19,346
相关文件 97,629
Video 1,401
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Derûniya bindestiyê û vegera li xwebûnê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sozdar Koçer

Sozdar Koçer
=KTML_Bold=Derûniya bindestiyê û vegera li xwebûnê=KTML_End=
=KTML_Underline=Sozdar Koçer=KTML_End=
Di dîroka Kurdistanê û Rojhilata Navîn de, şopa dagirkeriya dewleta tirk di destpêka sedsala 19’mîn de û di heman demê de dagirkeriya welatên biyanî ango welatên rojhilatê cîhanê yên ku serweriya xwe bêsînor li cîhanê belav dikirin, xuya ye. Bi vê dagirkeriyê re, gelek rêbazên qirkirinê yên ziman, çand, huner, civak, xweza û jiyana komunal, hatin kirin. Ev ne çavdêriyek nû ye, lê mixabin hîn me van rêbazên tunekirin û bişaftinê, bandora van rêbazan bi xweşikî nenirxandiye û em li ser neskinîne. Heya roja me ya îro me danûstandin, helwest û pêşbaweriya xwe ya li hemberî xwe û komên ku ji aliyê pergalê ve hatine marjînalîzekirin, bi kûrahî li wan nekolaye.
Bi awayekî dogmatîk û parastina xwe ya şexsî, jiyan bi derûniya bindestiyê hatiye berdewamkirin. Bindestiya bi awayê fizîkî ji ber gelek sedeman ji holê hatibe rakirin jî, bandora wê ya biçûkxistin, paşketin, nezanîn, bêhêvî, bêçarebûn û bêbaweriyê ya li ser gelên bindest hatiye ferzkirin, dîsa jî domiyaye.
Em rojane dibînin ev derûnî xwe çawa di jiyana me de nîşan dide; di axaftin, fikir û tevegra me de. Em ne di ferqê de ne, ev pergala dagirkeriyê xweza û civaka me ji hev de xistiye û kesayet ji xwebûnê dûr xistiye.
Gelek mînak hene ku mirov hem li Kurdistanê hem jî li dîasporayê dibîne. Ji bo ev nirxandin teorîk nemîne, ez dixwazim balê bikişînim ser çend serpêhatiyan. Mînaka herî berbiçav ‘mirovê çermspî’ ye. Dema ku em mirovekî çermspî dibînin, her tiştê erênî pê ve girêdidin; difikirin ku ew mirovekî paqij e, xweşik e, giran e, dewlemend e, di avahiyan de dijî, kar dike, nazik e, zana ye û bi awayekî xwezayî em wî mirovî di çavên xwe de bilind dibînin. Dema ku em mirovekî esmer/reş dibînin, em her fikra neyînî pê ve girêdidin. Fikra nepaqijbûnê, paşketinê, nexweşikbûnê, karkerê nav erdan, gundî, nezan û wî mirovî biçûk dibînin. Gotin ne bi tenê li ser reş û spîbûnê ye, lewra li ser hiyerarşî û pêwendiya hêzê ye, ya di hundirê xwe de dihewîne. Reş û spî di bingeha xwe de dualîzmeke hiyerarşîk bi xwe re tîne. Ev dualîzm jî ji aliyê dagirkerên rojhilatê cîhanê ve li ser me hatiye ferzkirin. Dewletên rojavayê cîhanê, ango em zelaltir vebêjin zilamên spî ku cîhanê dagir kirin, mirovatî û zanîn li gor pîvanên xwe saz kirine. Mirovên şaristanî û jêhatî yên spî ne û mirovên esmer/reş ên paşketî, kole û hov in. Ev mînaka biçûk bandora desthilatdaran bi zelalî derdixîne holê û nîşan dide ku çawa nijadperestî û çêbûna çînan bi hêz û ferz dike.
Perspektîfên rojhilatî û rojavayî
Bi perspektifa rojhilatê cîhanê, dema ku mirovek kurd û mirovek alman heman beşê di zanîngehê de xwendibin, asta jêhatîbûn û jîrbûnê wek hev be û ev her du kes biçin Kurdistanê, ew ê di zanista wê beşê de kesê alman esas were girtin. Li hemberî kesê kurd wê bêbaweriya zanistê hebe, ew ê qedrê wî kêmtir be û gumana lawazbûnê jê hebe. Ev her du nêzikatî bingeha xwe ji zihniyeta desthilatdarên rojavayê cîhanê digirin. Ev zihniyet ji aliyekî ve te bi koletiyê û bêbaweriyê dide qebûlkirin û girêdan, ji aliyê din ve, her çiqas tu koletiyê û bêbaweriyê qebul bikî jî, tu nayêyî qebûlkirin. Ev nêzîkatiya li hemberî gelên bindest hatiye ravekirin, em di navbera xwe kurdan de dubare dikin. Em qedrê didin biyaniyên spî yên rojavayê cîhanê, nadin mirovên xwe. Bê lêpirsîn û bi awayekî dogmatîk em xwe teslîmî pîvanên Ewropayê dikin û em tên şelandin.
Ev zihniyeta mirovê spî, bi her şêwazê tevgeriyaye û gelê bindest aniye wê astê ku mirovê bindest ji xwe bêhêvî be. Ev jî tê wateya bê îradebûnê ku mirov bi tenê dibe madeyek ji bo pêkanîna projeyên biyaniyan. Em dikarin bibêjin ku raman û şêwaza jiyana rojavayê cîhanê, li me hatiye ferzkirin û em bêyî ku lê bipirsin wê teqlîd dikin.
Li dîasporayê jî berdewam e
Bandora vê derûniya bindestan li gelên ku li diasporayê – rojavayê cîhanê dijîn hîn jî berdewam e. Ez mînakekê ji perspektîfa Almanyayê bidim. Jineke kurd a li Almanyayê mezin bûye û xwendiye, li gor pîvanên li Almanyayê di her qadê de xwe bi pêş xistibe jî ji ber çermê xwe yê reş, çîna jê hatî, nijad û zayenda xwe cuda tê dîtin. Ew Mirov ji çerxa civaka mezin, civaka spî ya li Almayayê tê derxistin. Mirov xwe bide qebûlkirin, bipişife jî ne ji wan e! Bixwazî û nexwazî bi nijadperestî û dijberkirinê tu têyî derkirin.
Ev derûniya bindestiyê ku em her tim bi perspektîfa bindestiyê li biyaniyan dinêrin, heya roja me ya îro li me bandor dike. Em hîn jî li pey şopa qebûlkirinê ne. Em her gava davêjin, xwe biçûk dixin, zanîna xwe kêm dibînin, tecrûbeyên xwe nahesibînin, ji çand û zimanê xwe dûr dikevin, welatê xwe paşketî dibînin da ku em xwe bidin qebûlkirin û xwe temam bibînin ku bigihîjin statuya çîna bilind a Ewropayê.
Her çiqas em bigihîjin statuya çîna bilind jî, ew ê nasnameya me her tim bê dijberkirin û jiyana me wê her di nav hiyerarşiyê de derbas bibe.
Di jiyana xwe ya rojane û medyaya civakî de, dema biyaniyek cil û bergên kurdî li xwe bike, bi zimanê kurdî biaxive, straneke kurdî bibêje, rabûn û rûniştanê kopî bike, gelo çi hîs bi me re çêdibe? Em kêfxweş dibin, wî pîroz dikin û sed kurdên asîmîlekirî bi qurban dikin! Ji bo çi? Ev hesta ku êdî em jî wek mirov tên hesibandin û tên fêmkirin ji ku tê? Çima em hestiyar dibin dema biyanî li şûna me, me bi cîhanê didin naskirin?
Şerma ji nasnameyê
Divê em van li van hestên kûr ku bingeha wan derûniya bindestiyê ye bikolin! Divê em her du perspektîfan baş analîz bikin! Ji ber ku encam û bandora kopîkirina çandê li ser mirovê spî û mirovê esmer cuda ye. Mirovê spî bi kopîkirina çanda gelên rojhilatê cîhanê ango gel û welatên hatine dagirkirin nayên diskrimîne, krîmînalîze an jî nayên dijber û qirkirin. Lê ji ber çand û zimanê xwe êriş li mirovê esmer tê kirin û bi nijadperestiyê re rû bi rû dimîne ku dikare heta asta bişaftin û qirkirinê biçe. Ev ne serpêhatiyeke nû ye, di dîrokê de gelek mînakên wisa hene. Lewra mirovên spî tenê dest danaynin ser welat, dewlemendiyên sererd û binerdê, her wiha çanda gelên rojhilatê cîhanê jî dikin bin serweriya xwe. Ev jî dîsa pîvanên ku hatine danîn baş temsîl dike. Wan mirovê esmer aniye wê astê ku ji nasnameya xwe şerm bike û ji aliyê din ve ew bixwe ji ber bênasname û bêçandbûna xwe bi çanda mirovên rojavayê cîhanê nasnameyek nû derdixîne.
Em di jiyanê de helwesta xwe, li dijî vê teqlîd û qopîkirina çanda me çawa nîşan didin? Çima em hesas nêzî vê mijarê nabin? Di pratîkê de gelek nêzîkatiyên desthilatê bi zimanê me tên rawekirin. Mînak biyaniyek dikare ji me re bêje: Tu kurd î û çawa bi kurdî nizanî? Tu kurd î û çawa ne birêxistinkirî yî? Divê bersiv wisa be: Bibore tu ki yî? Tu kî yî, ku nasnameya min didî min û ji min distînî? Tu ki yî, ku ji wê pozîsyona xwe û bi wê takemafiya xwe (privileg) min mehkûm dikî? Duh te ji ber axaftina zimanê kurdî li ser min hikum dikir, îro tu rabûyî min ji bo neaxaftina zimanê kurdî rexne dikî ?
Ev lêpirsîn pêwîst in ji bo ev sekin û nêzîkatiya ku bingeha xwe ji nijadperestiyê digire di bêdengiyê de neyên paşguhkirin. Mijar ne naveroka pirsên biyaniyan e, mijar ew e u kî ji kîjan pozîsyonê van rexneyan li ser nijad û zimên dike? Mijar ew e ku li almanek spî, ji ber nijad, çand û zimanê wî êriş nehatiye kirin û ew nehatiye tunekirin. Çawa dikare bi zihniyeta desthilatê û ruhê ku nasnameya alman dertîne holê, nêzî gelekî bibe ku dagirkerî û bişaftin lê hatiye ferzkirin û her li ber xwe daye.
Divê li her pozîsyonê bê kolan. Em bi zanîn û hişyarî tevbigerin û koka van nêzikatiyan bi zelalî derbixin holê û dest pê bikin, xwe bixwe qebûl bikin û bi fizîkî û derûnî xwe ji bindestiyê rizgar bikin![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览497
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 23-06-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 23-02-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 23-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):24-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览497
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.117 KB 23-06-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,028
图片 104,909
书籍 19,346
相关文件 97,629
Video 1,401
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 城市 - Amed 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!