图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,490
图片 105,104
书籍 19,507
相关文件 97,765
Video 1,412
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kûmrû Çetînkaya - Raperîn Devrîm
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kûmrû Çetînkaya

Kûmrû Çetînkaya
$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Kûmrû Çetînkaya
Nasnav: Raperîn Devrîm
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022 / Sêrt
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Raperîn di malbateke welatparêz de li bajarê Êlihê ji dayik bû. Di nav malbateke Koçer de ku bi awayekî demsalî di nava xweza û çiyayên bilind de mezin bû. Karaktera civaka Kurd a ku ji avabûna xwe ve bi xwezayê ve girêdayî ye, hê jî di koçerên Kurd de didome. Koçer di bingehê xwe de li dervî sîstema heyî mane, xwe pêve girênedane û orjînalbûn û paqijiya xwe diparêzin. Hevrêya me Raperîn bi çanda Kurdayetiya qedîm di nav malbateke koçer a welatparêz de bêyî ku zêde tevlî qirêjiya modernîteya kapîtalîst bibe û taybetmendiyên takekesiyê hilde mezin bû. Hevrê Raperîn li zozanên ku ew lê derketî, gerîla dît û nas kir, bi heybeta hêja ya gerîla, bi gerandina ruhê gerîla yê azad li nava çiyayan û bi dengvedana destanên gerîla li tevahiya Kurdistanê gelekî bi bandor bû. Hevrêya me Raperîn weke miroveke xwedî exlaq û wijdan ji ezmûnên welatê xwe û gelê xwe xerîb nebûye, nebû temaşevan û dilê wê yê ji bo azadiyê lê dide êşa gelê Kurd ji kûrahî ve hîs kir. Hevrêya me Raperîn ku bedewiyeke mirovî ya tijî heste, bû şahidê êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê û têkoşîna li dijî wê û gelek bandor bûye. 11 salan li dibistanên fermî yên Tirkiyê xwend, lê tu carî polîtîkayên tirkkirinê yên ku mufredata tirk a faşîst dixwest li ser zarokên kurd ferz bike qebûl nekir. Hevrêya me Raperîn li dijî rejîma mêtinger a Komara Tirkiyeyê ku ji bilî êşê tiştek neda gelên me, modernîteya kapîtalîst a ku koledarî di civakê de kûr kir û civaka kevneşop a paşverû ku hebûna jinê bi temamî ji holê rakir derket û di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Botanê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Li Bakurê Kurdistanê tevî ku derfet kêm in, şert û merc dijwar in, êrîşên dijmin bênavber dewam dikin 24 saetan pêwîstî bi gerîlatiyê heye, ti carî ne hêsan e gerîlabûn. Ji ber ku her gerîlayekî Bakur bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi hişmendiya îdeolojîk, îradeya mezin, berxwedan, vîn, sebir û hezkirinê têdikoşe, kêmanî yan jî pirbûna derfetan, êrîşên dijmin an jî dijwariya şert û mercan qet diyarker nebûye. Gerîlayên Bakur ên ku bi hişmendî û ruhê azadiyê xwe ava kirin, li ser vê bingehê dikare hemû zehmetiyan derbas bike û ji her pirsgirêkê re çareseriyan bibîn û berdêlên giran bide û têkoşîna xwe bidomîne. Hevrêya me Raperîn di nav refên gerîla de ku li ser vê bingehê têdikoşin tevlî bû û bi tevlîbûna rasterast di nava pratîka şerê germ de ezmûn bi dest xist. Ji ber ku jina Kurd a ji çiya bû, di hînbûna jiyana gerîlatiyê de tu zehmetî nekişand. Girêdana hevrêtiya gerîlayên Bakur û manewiyeta bilind, hişt ku hevrêya me Raperîn zû tevî jiyana partiya me bike û perwerde bibe. Hevrê Raperîn gerîlabûnê ne bi perwerdeyên ji rêzê, bi jiyanîkirin, ezmûn û zehmetiyên jiyanê hînbû. Di vê wateyê de di gerîlatiyê de bingehek pir xurt bi dest xist û di salên 2018, 2019, 2020, 2021 û 2022’yan de ku dijmin êrîşên pir dijwar li dijî Botanê pêş xist, têkoşînek bê hempa da meşandin.
Hevrêya me Raperîn ku li hember Rêbertî û şehîdan xwedî hesteke kûr e, ji bo ku xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd zindî bihêle her tim têkoşiyaye. Îdeolojî û felsefeya Rêber Apo xwend, lêhûrbûnên xwe kûr kir û bi hişmendiya şoreşgerî ya xurt ku bi dest xist, pîvanên kevneşopî yên jiyana pergalê bi awayekî radîkal red kir, li dû başî, rast, xweş û azad geriya. Hevrê Raperîn di her detayên jiyana gerîlatiyê de bedewî didît, wateya her kêliya ku dijiya hîs dikir, weke gerîlayekî asayî nêzik nedibû û li ser bingehê jiyana bi hişmendiyeke exlaqî û ruhê estetîk nêzîk dibû. Hevrê Raperîn bi perwerdekirina xwe, tevgera jina azad nas kir, dît ku zayenda jin dikare çi bike, hêza xwe nas kir û xwe ji nû ve afirand û rastiya jina azad gav bi gav di kesayeta xwe de ava kir. Di vê wateyê de ji bo bibe milîtaneke partiya me ya jêhatî û bibe şervaneke leheng a YJA Starê kedek mezin daye.
Hevrêya me Raperîn bi qasî ruhê xwe yê sosyalîst demokratîk ku êşa mirovahiyê di dilê xwe de hîs dikir, xwedî asteke hişmendiyê bû ku kûrahiya rastiya gelê xwe fêhm dikir. Ji ber vê yekê li hemberî mêtingeran bi hêrs bû ku welê kiribûn ku Kurd ji nasnameya Kurdîtiya xwe şerm bikin û xwest ku nasnameya Kurdîtiya azad bi serbilindî hilgire. Hevrêya me Raperîn ji bo mirovahiyê di dilê xwe de hîs bike, sekna jinê ya azad di kesayetiya xwe de nîşan bide, li ser şopa şehîdan bimeşe, bibe hevrêya hevrêyên xwe û milîtana rasteqîn a Rêber Apo gelekî hewl da.
Hevrêya me Raperîn ji Kato heta bi Besta, ji Besta heta bi Kela Memê zivistanê havînê bêrawestan gelek li qadan kar kir. Her kar bi ser xist, xwe ji bo wezîfeyên herî zehmet pêşniyar kir, bi rengekî fedakar tevlî bû û bi moralê xwe yê bilind ji hevrêyên xwe re bû hêz. Hevrêya me Raperîn her gava xwe bi eşqeke mezin be bi azadiyê ve avêt û bi meşa xwe bû cihê baweriyê. Di heman demê de tevlî çalakiyan bû, bi bêtirs û wêrekiya xwe ya mezin a li dijî dijmin li pêş bû. Hevrêya me li Bakur tevlî nava refên gerîla bû, di nava çend salan de bû xwedî tecrûbe, di nava pratîkê de bi pêş ket, xwe timî perwerde kir û bû şoreşgereke têgihiştî.
Hevrêya me Raperîn li qada Deriyê Beqê yê herêma Kato Jîrka ya Botanê dema ku bi erka xwe radibû di 4'ê Tîrmeha 2022'an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêya me Raperîn ku çar salan bênavber li Botanê bi kelecaneke mezin gerîlatî kir, mîrateyeke xurt a têkoşînê û ala azadiyê li pey xwe hişt û tevlî nava karwanê şehîdên nemir bû. Ev meşa hevrêya me Raperîn ji bo her ciwanên ku dixwazin bibin şoreşger nîşan dide ku ji bo tevlîbûna li nava têkoşînê ti astengî nîne, dikarin şoreşgeriyeke destanî bikin. Ev rastiay hevrêya me Raperîn ji bo ciwanên welatparêz hemûyan mînak e, em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wê derkevin û armancên wê ku bi rengekî fedaî di oxira wan de têkoşiya, teqez bi ser bixînin[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览594
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 27-06-2023
挂钩项目: 2
小组: 烈士
: 00-00-2022
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 80: Sêrt
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: 蝙蝠侠
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 27-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on28-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):28-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览594
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,490
图片 105,104
书籍 19,507
相关文件 97,765
Video 1,412
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 城市 - Amed 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!