$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Cengîz Yilmaz
Nasnav: Botan Bêlatî
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nadiye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê gel
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Botan li gundê Bêlatî yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxan ji dayik bû. Di salên 1990'î de gundê Bêlatî di çarçoveya şerê qirkirinê yê dewleta Tirk ê li dijî gelê Kurd de hate şewitandin, gundî jî neçar man koçî navenda bajêr bikin. Malbata hevrêyê me Botan jî ji ber ku malbateke gelek gerîla û şehîd jê hebûn, timî bû hedefa êrîşên dewleta Tirk a qirker. Li gel zext û zilmê jî ji têkoşîna xwe ya bi rûmet venegeriya. Hevrêyê me Botan hîn di zarokatiyê de PKK nas kir û bi çîrokên destanî yên lehengên me yên şehîd bûne, mezin bû. Bi ciwantiyê re berpirsyariya têkoşîna bi rûmet hilda ser milê xwe. Hevrêyê me Botan li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên destgîrkirin, girtin û tepisandinê, berê xwe da çiyê û sala 2013'an bi rengekî çalak tevlî nava refên nava gerîla bû.
Hevrêyê me Botan li Zagrosan dest bi meşa gerîlatiyê kir, di demeke kurt de guhertinên mezin di kesayetiya xwe de pêk anî û bû gerîlayekî şareza. Li dijî êrîşên bêexlaqî yên dewleta Tirk a qirker ên li hemberî gel û nirxên me, îdîaya tolhildanê ya mezin li her derê nû kir û kêlî bi kêlî têkoşîneke xurt meşand. Hevrêyê me Botan di demeke kurt de di her mijarê de xwe bi pêş ve bir, di perwerdeyên partiyê de ji aliyê branşên leşkerî û îdeolojîk ve her tim xwe kûr kir. Hevrêyê me Botan têgihişt ku li nava PKK'ê milîtaniya li ser bingeheke rast bi kûrbûna li ser felsefeya jiyanê û îdeolojiya Rêber Apo dibe ku ruh dide berxwedan û jiyanê. Lewma pêşketina li ser xeta fedaî û kûrbûna îdeolojîk ji xwe re kir yek ji armancên mezin. Hevrêyê me Botan ku di dema çalakiyê de ya ku şehîd bû, fermandarê baskê bû. Gotinên xwe yên dawî jî bi vî rengî bû: 'Me çeperên dijmin ji holê rakir, em bi pêş ve diçin'. Bi vî ruhê fedaî û daxwaza têkoşînê hêza gerîla ya ku têk naçe fedaîtiya Apoyî bi şênberî raxist pêş çavan. Çîroka berxwedana destanî ya hevrêyê me Botan wê ji hevrêyên xwe re timî bibe talîmata serketinê. Hevrêyê me Botan ku li Zagrosan bi sekna xwe ya fedaî dihate naskirin, wê weke yek ji lehengên nemir ê Zagrosan bê bîranîn.[1]