图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,838
图片 105,970
书籍 19,372
相关文件 97,535
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Sazî, Însîyatîf û Rewşenbîrî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sazî, Însîyatîf û Rewşenbîrî

Sazî, Însîyatîf û Rewşenbîrî
Sazî, Însîyatîf û Rewşenbîrî
#Ferzan Şêr#

Di 08_05_2016'an de li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê civîn-semînereke Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd hat lidarxistin. Civîn-semîner dibêjim lewra li ser navê civînê, nîv-civîn û niv-semîner bû. Bi vê civînê re dibe çend car e ku tev li civîn û semînerên saziyên me kurdan dibim. Yek ji pirsgirêkên me yên civaka sîvîl jî ev e ku em nikarin têra xwe civînên pirrdengî, saziyên pirrdengî saz bikin. Cardin min dît ku divê berî her tiştî em şêwazên saziyên xwe biguherînin.
Çawa?
Ez yek ji îmzekarê koma ewil a Akademîsyenên Aştiyê (Barış İçin Akademisyenler=BAK) bûm. Roja ewil metnek derket ser tora civakî, min xwend, îmze kir. Bi demê re, bi taybetî bi saya Erdoğan mesele pirr mezin bû, bandoreke mezin kir di raya giştî de, dengeke mezin da bîr û raya cîhanê. Girtin, avêtina ser malan, lînca tora civakî, gefxwarin û her wekî din berxwedan, hevgirtin her tişt hatin axaftin. Lê ji serî de tiştek bala min kişand, berî her tiştî çalakvaniya awaya rêxistinî ya Akademîsyenên Aştiyê anî vê astê ku îro li gelek cihan ev pêngav xelatên aştiyê girtin û her wekî din dilê gelek kesan xweş kirin. Ji van jî girîngtir, terorîzma dewletê cara ewil bi dengekî xurt deşîfre kirin. Roja ku mesele krîmînalîze (terorîzma dewletê) bû pê ve ev pêngav şaxên xwe yên rêxistinî ava kirin. Ez dibêm rêxistinî lê bila yên adetî neyên bîrê. Di ser tora înternetê de komên vê pêngavê hatin sazkirin; koma hiquqê, koma hevgirtina aborî, koma navneteweyî, koma diktorayê û her wekî din. Gelek karan kirin ku nayê gotin li vir. A ku rojeva min digre li vir, bûyerek e. Serokwezîr Davutoğlu ji bo ku hêrsa Erdoğan li ser akademiyê nerm bike, ji akademîsyenan xwest ku li dijî wê belavokê tiştek belav bikin bê helwesta xwe ya di navbera xwe û “terorîzmê” de diyar bikin. Ev daxwaz ji hêla akademîsyenan ve qet neket rojevê lê piranî helwest wiha bû “ev koma ku metn amade kiriye û ji imzeyan re vekiriye nikare li ser navê her kesî metneke din amade bike”. Ev fikr xwe dispêre azadiya fikrê. Lewra lazim bû ger metnek derkeve holê jî raya îmzekaran giş bigre. Ez vê çîrokê çima vedibêjim. Gelek sazî bi vî rengî tevnagerin. Îro şert û mercên teknolojîk derfeteke wiha daye mirovan ku bi hêsanî di nav rojekê de dikarin fikra milyonên endamên xwe bigrin, di nav rojekê de analîz bikin û encam jê derxin. Lê sazî piranî komîteyan hildibijêrin, piranî çawa têne hilbijartin ew jî ne zelal e, ew komîte civîn çê dikin, biryar digrin û li ser navê her kesî belav dikin. Helbet bi awakî sembolîk be jî kongre, civîn çê dibin, dengê kesan tê pirsîn lê piranî şêwaz hebkî “olîgarşîk” dimeşe, dûre ew kesên “bijartî” li ser navê her kesî dipeyvin, însîyatîfa peyvên xelkê digrin.
Pirsgirêk di girtina însîyatîfê de ye, ew jî hebkî tevlîhev e. Însîyatîf ew tişt e ku mirov karan bigre, dest û mil bide karan, di vir de bi dildarî takekes xwe dide pêş. Serê pêşîn însîyatîf, însiyatîfa fikrên xwe digrin. Nabe ku sazî, însîyatîfa endamên xwe ji destê wan bigre. Em vê yekê adapteyê rewşenbîran bikin. Rewşenbîr însiyatîf digre, însîyatîfa fikrî û çalakiyê digre. Dibe ku bi keviran jî serê desthilatdariyê bişkêne, dibe ku bi peyvan jî; ango dem tê bes bi bêdengiyê, bi tişt-nekirinê bike. Lê rewşenbîr vîna xwe nade tu kesî û saziyan. Di vê xalê de mijara rêxistinî, dilsoziya partîgerî û bîrdoziyê, aqlê kollektîv vê mijarê kûrtir û aloztir dike. Rewşenbîr ne dûrî van tiştan e, nayê wê mahneyê ku rewşenbîr apolîtîk bin, nekevin karê tu partiyan. Ji xwe herî zêde pêdiviya partiyan bi rewşenbîran heye. Îro bi taybetî di nav partiyên mezin ên kurdan de rewşenbîrên “jidil” hebûna bi rastî jî nakokiyên di navbera wan de evçend kûr nedibû.
Wek ku di paragrafa dawî de jî dixuye mijara rewşenbîriyê xwedan nakakoyên kûr e; bo nimûne însîyatîfa xwe nade tu kesî lê di heman demê de dikare bibe partîger. Însîyatîfa xwe nade lê dixwaze însîyatîfa kesan bigre. Gelo mirov dikare bibêje ku ji xwendin û nivîsandinê heya şervanî û çalakvaniya polîtîk gelek kirasên wê hene. Belê, lê bi ya min tiştekî tenê dikare van hemû tiştan di bin sîwanekê de kom bike. Ew tişt jî kujtina bav e, bavkujî ye.
Orhan Pamuk di romana xwe ya bi navê Kırmızı Saçlı Kadın (Jina Porsor) de mijara bavkujtin û lawkujtinê di ser Rojava (Odîpûs) û Rojhilatê (Rustem û Sohrab) re dide xwendin. Odîpûs bavê xwe dikuje, Rustem lawê xwe dikuje. Di hejmara heftemîn a Zaremayê de nivîsa Xosro Sina li ser zargotina Beyta Seydewan heye, ew çîroka tê de jî dişibe Rustem û Sohrab di mijara lawkujiyê de. Heya dawiya romanê em li bendê bê ka tercîha Pamuk kîjan e, dê bav lawê xwe bikuje, an dê law bavê xwe bikuje. Rojhilat ango Rojava dê bi ser keve. Têgeha Rewşenbîr têgeheke ji têgehsaziya Rojavayî ye. Lewra bi şîroveyek “ekstrem (pirole)” ez jî têkiliyek di navbera wan de saz dikim. Rewşenbîr, berî serê bavê xelkê bişkêne, serê bavê xwe dişkêne. Di kurdî de pêşiyan gotine: “Golikê malê ji gayê malê natirse”. Ev fitûyek e ji rewşenbîriya kurdî re. Bav helbet wekî metaforek, dewlet e, saziyên dewletê ne, bi giştî sazî ye, eşîr e, serok e, mêranî ye, dagirkerî ye, desthilatî ye û her wekî din hemû celebên pederşahiyê ne. Di binê van de jî mirov dikare bi dehan formên rewşenbîriyê derxe holê. Em dikarin bi mînakan dest nîşan bikin. Li ser imzekirina belovaka Akademîsyenan ji Ahmet Insel hat pirsîn bê “te çima îmze daye”, bersive wî wiha bû: “têkiliya min û dewletê heye, têkiliya min û PKKê tune ye”. Em nêrînên wî yên di derbarê PKKê de, an wekî din bi giştî deynin cihekî, ev helwest helwesteke rewşenbîrî ye. Di nav îmzekaran de, îmzekirina me kurdan ne rewşenbîrî bû, tiştekî asayî bû. Ev mînak tarîfeke din jî bi xwe re tîne, şertên rewşenbîriyê ji bo her kesî diguhere, guherbar e. Çawa ku bavê her kesî cuda be, ev şert jî cuda ne û piranî jî li gor nasnameyê û xwemaliyan teşe digre.
Di vê çarçoveyê de gelek tişt li ber Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd e. Ger rewşenbîran bîne cem hev û saziyek ji wan re saz bike, divê li gor rewşenbîriyê bi awakî pirdengî temsîla wan bike. Bêyî ku fikra wan bigre, bi çend kesan biryar neyê girtin. Di nûçeyan de jî bala raya giştî dikşînin ser daxwaza Kurdistana serbixwe, ez dibêm ev daxwaz û pîvan ji bo rewşenbîriyê, yanî wekî saziyek bo rewşenbiriyê çewt e. Helbet daxwazeke pir bi qîmet e, helbet gotina her takê kurd di vî warî de heye. Lê çiqas pîroz (û xwezayî) be jî ev daxwaz daxwazeke polîtîk e. Dibe ku rewşebîrên din di fikra federasyonê de, di fikra xweseriyê de ango di fikra entegrasyonê de bin. Ev fikr wan ji rewşenbiryê naşo û her wekî din daxwaza Kurdistana serbixwe jî bi tena serê xwe paye li rewşenbiriyê bilind nake. Ev daxwaz û fikr tenê rewşenbîrên Kurdistanxwaz tîne cem hev. Ew dem jî angaşta ku Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd hemû rewşenbîrên kurd tîne cem hev pûç dike. Angaşateke din jî ew bû ku Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd dê di navbera hemû partiyên kurdan de mesafeyeke wekhev saz bike. Ev daxwaza polîtîk bi vê nevê dê wê mesafeyê jî bêsîmetrî dike. Her ku bêalîbûna di navbera partiyan de bilêv bike jî bivê nebê ew ê wekî partiyekê tevbigere. Bi ya min, îro çawa di cîhanê de polîtîkayên major cihên xwe ji qadên mînor re dihêlin; divê Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd karên mînor bide ber xwe. Wekî avakirina çandeke rewşenbîriyê, wekî parastin û geşekirina azadiya fikrî, wekî avakirina tolerans û tehamûla adiniyê, wekî hişkkirina terha lînckirinê. Encax takên rewşenbîr dikarin saziyên bi vî rengî pirçandî, pirdengî, pirfikrî ava bikin.
Çavkanî: http://www.bas-haber.com/ku/article/2730/sazi-insiyatif-rewsenbiri
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览767
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ferzaname.wordpress.com/ - 04-07-2023
挂钩项目: 14
小组: 文章
Publication date: 22-05-2016 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on06-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):06-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览767
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,838
图片 105,970
书籍 19,372
相关文件 97,535
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!